“Ji min re hevalê xwe bibêje, ji te re bêjim tu kî yî”. Mirov bi kê re hevaltiyê bike hinek reng û taybetmendiyên wî jî digire. Di nav gelek çand û zimanên cûda de ev gotin tê bikaranîn. Civakên vê gotinê dibêjin ji bo şîretê li zarok û ferdên xwe bikin, wan ji kiryarên qirêj biparêzin û nehêlin hevaltiya xirab çêbibe hişyarî didin. Ev gotin gelek caran wek perwerdekirineke exlaqî tê destgirtin. Ji bo ku endamên civakê xirabiyê nekin, bi kesên bê exlaq re tevnegerin, kesayet û exlaqê xwe biparêzin, van ‘aforîzmayan’ wek pîvanên pêwendiyan û amûrên parastinê bi kar tînin. Ev jî dide nîşandan ku çanda civakan li ser esasê exlaqê baş tê avakirin. Belê çand û exlaq amûrekî parastinê ya herî hêja ye!
Di 20’ê cotmeha 2024’an de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê tê çêkirin. Ka em binerin di vê hilbijartinê de kî bi kê re hevaltiyê dike!? Gelo ev hilbijartin di nav şert û mercekî çawa de tê çêkirin?
Agirê şer Rojhilata Navîn daye berxwe û gelên heremê berbi karesatên nediyar ve dibe. Dawiya vî agirî li ku dere derkeve ne diyare! Di nav vê qeyran û kaosê de her kes li derfetekî digere, da ku bi zerarekî kêm xwe jê vê karesatê xelas bikin. Wek tê zanîn di 7’ê Cotmeha 2023’yan de Hamasê êrîşekî “mezin” a leşkerî bir ser İsaraîl’ê. Ev êrîş li ser çi esasî bû, bi kîjan aqlî hat kirin, heta niha jî nayê zanîn!? Îro gelek senaryoyên bi mantiq û derveyî mantiq li ser zimanên rewşenbîr û siyasetvanan digerin. Ragihandin, bi nûçeyên cûrbecûr manîplasyonan çêdikin. Pirbûna senaryoyan dîtina rastiyê şêlû dike. Kî bixwaze rastiya vî şerî fam bike dikeve dahfika senaryoyên hatine çêkirin û bi xwestek yan jî bê xwestek xizmetê ji “xwediyê projeye” re dike. Di heman demê de şerekî dijwar li çiyayên Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û hêzên dagirkeriya Tirk de dewam dike. Dewleta tirk “hêza îxanetê” daye pişt xwe û dixwaze şoreşa azadiya Kurdistanê tesfiye bike.
Ji bo gelê Kurd bikaribe xwe ji vê qeyran û kaosê biparêze û azadiya xwe bi dest bixe aqlekî stratejik pêwîst dike. Di nav vê qeyran û kaosa heyî de kurd wê çi bikin, çi tedbîran bigirin, û çawa ji nav vê qeyranê derkevin?
Bê gûman ne tenê ji bo parçeyekî, ji bo her parçeyekî Kurdistanê stratejiya hevgirtina netewa demokratîk û têkoşîna azadiyê, pêwîst dike. Di vê demê de siyaseta yekitiya netewî meşandin û ji bo wî karkirin dikare pêşî li xeteriyên ser dagirkirina erdnigariya Kurdistanê bigre.
PDK HEVALTIYÊ BI KÊ RE DIKE?
PDK pêvajoya heyî çawa dixwîne û çi tedbîran digire? Bernameya PDK’ê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê çi ne…? Dev ji parçeyên din ên Kurdistanê berdin, ji bo Başûrê Kurdistanê projeya PDK’çiye? Bêgûman hîç..! Projeyake wan ê netewî niştimanî tuneye! Tekane projeya PDK’ê îstîsmarkirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye. Zengîniyên Başûrê Kurdistanê wek milkê xwe bikar tînin. Kesî heta niha nirxandinekî PDK’ê li ser xeteriyên ku li ser heremê û Kurdistanê heye nebihîstiye. Ji ber ku derdê PDK’ê tênê ewe ku desthilatdariya xwe biparêze! Kurdistan ne di xema wan de ye. PDK dibêje “bila biçûk be, bila ya min be.” “Bila Duhok û Zaxo destê min de bimîne Kurdistan çi bi serde tê bila were. Ji rewşa heyi razîme.” Bi çi awayî û bi kîjan stratejiyê dikare desthilatdariya xwe biparêze ji bo wî ew girînge.
Em li siyaseta ku PDK’ heta niha daye meşandin binerin emê bibînin bi çi awayî dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Bi zaravayê soranî dibêjin: “Rabirdû dahatuyê dîyar dike.” Yanî tiştên PDK’ê di paşerojê de kirine eynika (awêneya) wî ya pêşerojê ye! Şerê birakujiyê, kareseta Hekarî. (di 07/07/1978’an de 700 pêşmergeyên YNK’ê li Bakurê Kurdistanê bi destê PDK’ê hatin şehîdxistin.) 1996’an de bi alîkariya Sadam Husên dagirkirina Hewlêrê, 1997’an de li Hewlêrê şehîdxistina zêdetir ji 70’ê endamên PKK’ê, ku piraniya wan birîndarên şer bûn. Cîh girtina di komloya 15’ê Şibatê de. Niha jî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê rê xweşdikin ji dagirkeriya dewleta Tirkiyê re. Dewleta Iraqê kişand nav şerê li dijî PKK’ê, îtîfaqa Iraq û Tirkiyê li dijî PKK’ da çêkirin. Li kuderê dijminê herketa azadiya Kurdistanê hebe PDK bi wan re îtîfaq çêkir. Îtîfaqa bi AKP-MHP’ê û MİT’ê re, îtîfaqa bi kujerê Kurdan HUDA-PAR’ê re û hwd. ji ber vê yekê Kurd dibêjin: “ji min re hevalê xwe bibêje ez ji te re bibêjim tu kîyi.”
PDK ji bo desthilatdariya binemala Barzaniyan biparêze bi hemû dagirkerên Kurdistanê re îtifaq çêkiriye. Lê ji bo çar parçeyên Kurdistanê biparêze bi ti hereketekî Kurdî re îtifaq nekiriye. Heger PDK ne çavbirçiyê desthilatdariya malbatî û heremîbûya, herî kêm li Başûrê Kurdistanê dikarîbû îtîfaqekî netewî di “nav mala kurdî” de avabikira. Heger ev îtîfaq avabikira ji sedî 51 xaka Başûrê Kurdistanê ji destê kurdan dernediket û kurd li hemberî dewleta Iraqê ewqas lawaz nedibûn.
Niha ji bo hilbijartina parlementoya heremê ji gelê Kurd deng dixwazin. Bi çi rûyekî? 33 sale desthilatdarî di destê wan de ye. 33 sale bêrîkê xwe tijî dikin! Hemû zengîniyên ser erd û bin erdê Kurdistanê xwarin. Pirsgirêkên gel piştguh kirin. Ji bo mûçeyê xwe bigirin pêşmergeyên teqawutbûyi di sira belavkirina pereyan de dimirin. Mamoste û pêşmergeyên li ser karin salê tenê du, sê mehan muçeyan werdigirin. Gel di nava feqîrî û perîşaniyêk mezin de dijî. Hed û hesabê dizî û gendeliyê tuneye. Ne xema wane! PDK, ne wek partiyekî siyasî, wek şîrketekî kirîn û firotinê kar dike. Di aliyê siyasî de îflas kiriye. Siyaseta PDK dimeşîne xizmetê ji neteweya Kurd re nake. Partiya ku kelaha Hewlerê bi ala Tirka xemiland, nîve Başûrê Kurdistanê radestê Tirkiye yê kir, bi çi rûyekî dikare li ser navê Kurdistanê deng ji gele Kurd bixwaze!?
Pêwîste gelê me yê Başûrê kurdistanê ji siyaseta PDK’ê ya ku Kurditanê bi xeteriyan re rûbirû dihêle re bêje ÊDÎ BESE!
Divê em bizanibin di van hilbijartinan de têkçûyina PDK’ê, têkçûyina dewleta dagirker a Tirkiyê ye. Binketina PDK’ê, birîna dest û lingên dewleta dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê ye. Heger gelê Kurdistanê dixwaze dagirkeriya tirk ji nav xaka xwe derxîne û hêza xwe bikar bîne ev hilbijartin derfeteke mezine. Gelê Kurd dikare bi aqlê stratejik, hêza yekitiya netewî-niştimanî bikar bîne û Kurdistanê ji xeteriyên mezin biparêze.
Hîwa AZAD