• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Nûçe

Ji MİT’ê Ji Bo HTŞ Talimatên Nû – NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NUÇEYAN -Dewleta Tirk a dagirker da ku hebuna xwe ya li Serêkaniyê û Girê Sipî mayînde bike bi rêya MİTê talîmatên nû ji HTŞ’ê re şand.

Yayınlayan Lekolin
18 Mayıs 2025
Kategori: Nûçe
245 11
A A
Ji MİT’ê Ji Bo HTŞ Talimatên Nû – NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku ji sala 2019’an ve Serêkaniyê û Girê Sipî dagirkirye da ku hebuna xwe ya li wir mayînde bike talîmatên nû ji desthilatdariya Şamê re şand ku hêzên xwe yên ewlekariya giştî derbasî van herêman bike.

Li gorî agahiyên ku hatine piştrast kirin koma ewlekariya giştî a ser bi Wezareta Parastinê ya Hukumeta nû a Şamê li bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî noqteyên nû ava dike da ku lê bi cîh bibe. Li ser vê esasê hat zanîn ku şandeyek ji Ewlekariya Giştî û Cîgirê Serokê Parastinê ya Şamê Fehîm Îsa di 12’ê Gulana 2025 de derbasî bajarê Rihayê (Urfa) bûn.

Di vê civînê de, kesayetên bijare yên saziya MÎT’ê ji şandeyê re dan xuya kirin ku divê li Serêkaniyê û Girê Sipî navendan bidin diyar kirin da ku Ewlekariya Giştî ya girêdayî Şamê lê bi cîh bibin.

Hat zanîn ku di civînê de MÎT’ê armanca vê planê eşkere anî ziman ku ji bo demdirêjî hebuna xwe bi navê Koma Ewlekariya Giştî li herêmên dagirkirî bidin domandin navendên nû werin avakirin û lê bi cih bibin.

Bi vî awayî MÎT pilan dike ku dibin navê Ewlekariya Giştî de li van herêman bi cîh bibe. Her wiha dagirkeriya Tirk bi destê MİT’ê li herêmên dagirkirî Serêkaniyê, Girê Sipî û li Efrîn heman plan xistiye meriyetê ku hebuna xwe bixe fermiyetê. Ango Hikumeta Sûriyê ji xwe re wek mertal bi kar tîne.

Gava duyemîn a Tirkiyê, vegera penaberan ji bo warên wan bidin destpêkirin ev jî hînceta hertim ya Tirkiyê ye ku penaberan qerta spî di raya nav dewletî û herêmî de dide bi karanîn. Herçiqasî vê yekê wekî “parastina ewlehiya sînorên xwe” dide nîşandan jî lê di rastiyê de hebuna Tirkiyê dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Piştî civîn bi dawî bû, şandeya Ewlekariya Giştî ji deriyê sînorî ya Tirkiyê li nêzî Cerablusê derbasî Sûriyê bun. Şande û kesên ku di nava komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê bi awayê du beş li Serêkaniyê û Girê Spî geştek berfireh li darxistin û cihên ku “navendên nu” lê werin avakirin destnîşan kirin û belgeyên wê radestî MÎT’ê kirin. Biryar hat dayîn ku ji bo destpêkê 700 çeteyên di nav Ewlekariya giştî ji bo Girê Sipî, 600 çete jî ji bo Serêkaniyê werin veguhestin.

Her wiha raporek taybet hat amadekirin di derbarê pilansaziya avakirinê û diyarkirina hêjmarên koman û listeyên navên tîmên her du bajaran. Rapor radestê MÎT’ê hat kirin.

Navendên ku hatine destnîşan kirin wiha ne;

-Navenda Polîsa Sivîl

-Navenda Meclisa Xwecihî ya Bajêr

-Navenda Polîsa Leşkerî

-Navenda Polîsa û Îstixbaratê li Dergeha Serêkaniyê

Navendên ku li Girê Sipî hatine destnîşankirin jî wiha ne;

-Navenda Polîsa

-Navenda Meclisa Xwecihî

-Navenda Polîsa Leşkerî

-Navenda Polîsa û Istixbaratê li Dergeha Girê Sipî

-Navenda Rêveberiya Medenî ya Bajêr

Ev hemû didin diyar kirin ku MÎT, di çarçoveya peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Nû ya Şamê de, ji bo berjewendiyên xwe yê li Sûriyê biparêze, mekanîzmayên rêxistinî yên komên çete yên girêdayî xwe ji nû ve organîze dike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Ewlekariya GiştîGirêspîhtşMITSamSerekaniye
Önceki yazı

Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye

Sonraki Haber

Piştperdeya Êrîşên Dawî yên Li Sûriye- NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET
Nûçe

Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

15 Haziran 2025
Dewleta Tirk Bi Çekên Kîmyewî Bersivê Dide Biryara Agirbestê! – NÛÇE ANALÎZ
Analîz Siyasî

Dewleta Tirk Bi Çekên Kîmyewî Bersivê Dide Biryara Agirbestê! – NÛÇE ANALÎZ

13 Haziran 2025
Tirkiye Û HTŞ’ê Bi Riya DAIŞ’ê Hewil Dide Bikeve Çavê DYE – NÛÇE ANALÎZ
Nûçe

Tirkiye Û HTŞ’ê Bi Riya DAIŞ’ê Hewil Dide Bikeve Çavê DYE – NÛÇE ANALÎZ

12 Haziran 2025
Sonraki Haber
Piştperdeya Êrîşên Dawî yên Li Sûriye- NÛÇEYA TAYBET

Piştperdeya Êrîşên Dawî yên Li Sûriye- NÛÇEYA TAYBET

Öne Çıkan Yazılar

  • Di Sêgoşeya Bexda-Hewlêr û Maxmûrê De Çi Diqewime?

    Di Sêgoşeya Bexda-Hewlêr û Maxmûrê De Çi Diqewime?

    517 Paylaşım
    Paylaş 207 Paylaş 129
  • Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

    493 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Heleb Bi Tevahî Dikeve Bin Kontrola MÎT’ê – NÛÇE TAYBET

    495 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê-2

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127

Önerilenler

Heya Rastiya Rêbertî Neyê Fêmkirin Azadiya Kurd Nayê Nîqaşkirin

Heleb Bi Tevahî Dikeve Bin Kontrola MÎT’ê – NÛÇE TAYBET

Pevçûnên Îsraîl-Îran û Perspektîfa Çareseriya Demokratîk – DOSYA TAYBET

Dewleta Tirk Bi Çekên Kîmyewî Bersivê Dide Biryara Agirbestê! – NÛÇE ANALÎZ

Di Sêgoşeya Bexda-Hewlêr û Maxmûrê De Çi Diqewime?

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist