Di nava şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hilbijartina parlamentoya herema Kurdistanê çêdibe. Kurd di nav aloziyên li heremê diqewimin de pêwîste xwedî helwesteke çawa bin? Di nav qeyran û kaosekî ewqas mezin de hilbijartina ku li Başûrê Kurdistanê were çêkirin dê çi bi xwe re bîne? Ev hilbijartin li hemberî politikaya qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û xiyanetê dê bibe dengê nerazîbûn û xwedî helwestekî welatparêzî yan na?
Ka em pirsekî hêsantir bikin, ev hilbijartin dê ji bo pirsgirêkên gelê Başûrê Kurdistanê û qeyranên bi dewleta Iraqê re bibe bersiv an na?
Ev hibijartin dê parçebûna di nav ‘herema sewz û herema zer’de (yanî herema YNK û PDK) ji holê rake yan na?
Ev hilbijartin wê helwestekî netewî niştimanî ava bike an na?
Dibe ku pirsen me ji hacmê wateya ku em didin hilbijartinê mezintir û firehtir bin. Bê gûman hemû pisgirêkên netewî, civakî û siyasî bi hilbijartinekî heremî nayên çareserkirin. Dîzayna zîhnî û Hizbî ya ku li Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin astengiyeke mezine li pêşiya yekitiya netewî û çareserkirinên pirsgirêkên gel. Li her cihê ku serxwebûna zîhnî, fikrî, bîrdozî û aborî tunebe siyaseteke serbixwe jî dernakeve.
Di nava xumama şer, pevçûn û aloziyên Rojhilata Navîn û Kurdistanê de 20’ê Cotmeha 2024’an de wê hilbijartin li Herema Fedaral a Kurdistanê were çêkirin. Ev hilbijartin di bin desthilatdariya partiyên Başûrê Kurdistanê de dibe şeşem hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê.
BIRYARA YEKEM A HIKUMETÊ LI DIJÎ GERÎLAYÊN AZADIYÊ ŞERKIRIN BÛ
Ji destpêka avakirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê biryara yekem li dijî qewmê xwe şerkirin bû. Parlementoya Başûrê Kurdistanê piştî ku rejîma Baas’ê ya Iraqê di sala 1991’an de bi Raperîna mezin ji Başûrê Kurdistanê hat derxistin, ava bû. Di 19’ê Gulana 1992’an de jî yekemîn hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat çêkirin. Di encama hilbijartinê de hêza siyasetê di navbera YNK û PDK’ê de hate parvekirin. Hukûmeta ku 28’ê Hezîrana 1992’yan de hat avakirin yekem biryar, yan jî îcreata wî ew bû ku li dijî PKK’ê alîkariya dewleta Tirk a dagirker bikin û şer li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Dewleta Tirk a dagirker wê demê ji Hikumeta ‘qaşo Kurd’ re got: ‘’Bi şertê ku hûn li dijî PKK’ê şer bikin em dikarin parlamentoya Kurdistanê nas bikin.’’ PDK û YNK şertên dewleta dagirker qebûl kirin û di encamê de Cotmeha 1992’yan de bi tevlîbûna hêzên pêşmege û dewleta Tirk a dagirker şerekî mezin li seranserê çiyayên Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Wekî tê zanîn di vî şerî de Gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Berîtan) şehîd bû. Berxwedana hêzên gerîla li dijî xiyanet û dagirkeriyê biserket û planên tesfiyekirina Tevgera Azadiyê vala hatin derxistin.
Îtîfaqa dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî Tevgera Azadiyê /PKK’ê îtîfaqekî kevne û heta niha jî dewam dike. ‘Van şirîkan’ bi dehan caran hewl dane PKK’ê tasfiye bikin. Îro careke din em dibinin ku dewleta dagirker ji bo PKK’ê tasfiye bike PDK’ bikar tîne û di pêvajoya hilbijartinê de ji bo PDK bi ser bikeve alîkariya eşkere ji PDK’ê re dike.
ROLA PDK’Ê DI TASFIYEKIRINA TEVGERÊN KURDÎ DE
Bêgûman PDK tenê li dijî PKK şer nekir, ji bo berjewendiyên hizbî û malbatî, ji bo desthilatdariyeke biçûk a heremekê amadebû hemû şoreşgerên Kurdistanê bifroşe û şoreşên parçeyên din ê Kurdistanê bike qurbanê berjewendiyên xwe. Ji bo desthilatdariyê bigre destê xwe û Kurdistanê wekî milkê xwe bikar bîne li dijî hemû hêz, partî û eşîretên Kurdistanê şer kir. Hereketên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bi destê PDK’ê hatin tasfiyekirin. (Dr Abdulrahman Qasimlo 1930-1989, serokê PDK-İran di gotarekî xwe de bahsa xiyaneta PDK, Barzaniyan dike) Pêşengên şoreşger ên Bakurê Kurdistanê Seît Elçî û Seît Kirmizitoprak bi komployekî veşartî di sala 1971’de bi deste PDK’ê hatin qetilkirin. Li Rojavayê Kurdistanê çeteyên Roj û ENK-S birêxistin kirine da ku destkeftiyên Rojava ji nav bibin. Bûyerên ku PDK’ê ji bo xizmeta dagirkerên Kurdistanê kirine pir in. Em lîsteya tawanên PDK’ê çêkin dê lîste pir dirêj bike. Ji ber vê yeke emê bahsa hin bûyerên sereke bikin û bi roja me ya îro ve gire bidin.
ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ
Piştî hibijartina parlementoya herêma Kurdistanê bi du salan 1994’an de şerê PDK û YNK dest pê kir. PDK ji bo YNK’ê tasfiye bike û Başûrê Kurdistanê bixe bin desthilatdariya xwe, li heremê bibe hêza tekane, şer da destpêkirin. Ew şerê ku gelê me yê Başûr, jê re dibêje “şerê birakujiyê’’ çar salan dewam kir û bi hezaran pêşmerge û şoreşgerên Kurdistanê bûn qurbaniyên vî şerî. Ev şer bi navbeynkariya Amerikayê Di 17’ê Îlona 1998’an de bi civîna ku wezîrê karê derve ya wê demê Madeleine Albright amade bû, di navbera Mesûd Barzanî û Celal Talebanî de peymana Washingtonê hat îmzekirin û şer bi dawî bû. Bi vê peymana Washingtonê starta komploya navnetewî hat dayin.
Her çend şerê çekdarî di navbera YNK û PDK’ê de wek berê nemabe jî, nakokî û rikberiya desthilatdariyê heta roja me ya îro berdewam kiriye.
Wekû tê zanîn di 31’ê Tebaxa 1996’an de li ser banga PDK’ê hêzên BAAS’ê Hewlêr dagir kirin. Hêzên PDK û BAAS’ê bi tank û topan YNK ji hewlêrê derxistin û dest danîn ser parlamentoya Kurdistanê. Ji wê rojê ve ye Hewlêr di destê PDK’ê de ye. Ji wê rojê ve ye PDK Hewlêrê û parlamentoya Hewlêrê wek dîwanxaneya xwe bikar tîne. Her çend hilbijartin di salên piştre hatibin çêkirin jî, ev hilbijartin taqlîdî man, di aliyê îdarî, siyasî û eskerî de her PDK li Hewlêrê serdest bû. Di hilbijartina sala 2013’an de hereketa Goran bi wergirtina dengên zêde li parlamentoya Kurdistanê bû hêza duyemîn a siyasî. Serokatiya parlementoyê di destê hereketa Goran de bû. Lê PDK ew îradeya gel nasnekir û nehîşt serokê parlamentoyê bikeve Hewlêrê! Yanî hilbijartin, îradeya gel, demokrasî hemû li gel PDK’ê çîrok bûn.
DEMOKRASÎ TIŞTEK ÇAWA YE?
Wek tê zanîn demokrasî xwebirêvebirina gel û beşdarbûna gele, ji bo birêvebirina karûbarên civakî û çareserkirinên pirsgirêkên siyasî. Çanda demokrasiyê di wateya xwe ya esasî de li gel PDK’ê tuneye, tenê wek têgehekî bikar tîne. Demokrasî tenê amûrekî makyajêye li gel PDK’ê. Di dema hilbijartinan de li dev û ruyê xwe dide, lê ji ber ku cewher nîne û şeklî dimîne mîna kesên nizanin xwe bixemlînin xwe dilewitîne. Heta niha pênc hilbijartinên ku hatine çêkirin di bin siya dizî, gendelî û sextekariyê de mane. Îradeya gel di hilbijartinan de nîne, biryarên malbata Barzaniyan heye.
Hilbijartina xula şeşem di 20 Cotmehê de tê çêkirin. Ji niha ve xebatên propagandayê destpêkirin. Hemû partî û kom, ji bo di bazara hilbijartinê de hûnerê xwe nîşan bidin û tevlî şanoya demokrasiyê bibin amadekariyan dikin. Cade û kolanên bajaran bi reng û alên partiyan, bi posterên namzetan, bi gotinên xweş û xapînok hatine xemilandin. Propagandaya reşkirinê û xweşkirinê li ser hevdu, di meydan û ragihandinan de bilind dibe.
(Analîz 2: MALBATA BARZANÎ KURDISTANÊ WEKÎ MILKÊ XWE KURDISTANIYAN JÎ WEKÎ XULAMÊ XWE DIBÎNE)
Hîwa AZAD