BI RASTÎ JÎ KÎ DIXWAZE ÇI BIKE?
Pêş hilbijartinê bername û polîtîkayên ji aliye hizban ve tên diyarkirin çine? Heger partiyên Başûrê Kurdistanê xwedî projeyeke netewî-niştimanî bin pêwîste di hilbijartinê de reng û ruyê xwe diyar bikin. Kîjan partî dixwaze guhertin û nûbûneke çawa ava bike, ji gelê Kurd re eşkere bikin.
Propagandaya hinek partiyan a hilbijartinê li ser çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û netewî-niştimanî, derdikevin pêş. Bi taybet di pêşengtiya Bafil Talabanî de YNK hewl dide balê bikşîne ser xeteriyên ku li ser Kurdistanê hene.
Hinek partî jî wekî ku tu pirsgirêkên netewî-niştimanî nemabin, wekî ku tu xeterî li ser gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan nemane tevdigerin. Bi gotar û propagandayên xapînok pirsgirêka heyî dadixînin asta aboriyê. Wekî ku pirsgirêka aborî çareser bibe hemû pirsgirêkên din otomatîk çareser dibin tevdigerin.
Hinek partî jî pirsgirêkê wek pirsgirêka kêmbûn an zêdebûna îmanê digirin dest. Ev nêzikbûna olî, ol û siyaset tevlîhev kirin, çareserî di yekitiya “ûmetê de” dîtin pirsgirêkên heyi kurtir dikin. Partiyên ku bêhna İxwaniyan jê tên dagirkeriya Tirkan wek xeteriyekî nabînin û meseleyên netewî-niştimanî di çavê Kurdan de biçûk dikin. Bêgûman ev şêwaz siyaset xizmetê dagirkerên Kurdistanê dike. Dagirkerên ku bi salane dixwazin Kurdan ji holê rakin, hestên netewî-niştimanî bi Kurdan re tune bikin propaganda biratiya ûmetê dikin.
BARZANÎ KURDISTANÊ WEKÎ MILKÊ XWE KURDISTANIYAN JÎ WEKÎ XULAMÊ XWE DIBÎNE
Bêgûman sersebebê pirsgirêkên mezin îro li Başûrê Kurdistanê rûdidin PDK’ye. Ji ber ku bi salane Başûrê Kurdistanê di bin desthilatdariya PDK’ê de tê birêvebirin. Bêçaretiya ku îro gelê Başûr rûbirû bûye, bêkarî, dizî, gendelî, parçebûna civakê, reva ciwanan ji Kurdistanê, ji destdayina destkeftiyên Kurdistanê, di dema Referandûmê de jidestderketina sedî 51 xaka Kurdistanê hemû di bin desthilatdariya PDK’ê de çêbûn. Piştî destwerdana Iraqê 2003’yan û ruxandina rejîma Sadam derfetekî zêrîn bi destê gelê Başûrê Kurdistanê ket. Statuya Federal, parlemento, xweseriya sazî dezgehên eskerî, ewlekarî, aborî, ragihandin û hwd. eger ev derfetanan ne ji bo partiyekî û binemalekî, ji bo gelê Kurdistanê giştî bihata bikaranîn niha Başûr di qonaxekî din de bû. Lê mixabin derfetên zêrin yê sedsalê kirin qurbana PDK’ê û binemala Barzaniyan.
Hemû dewlemendiyên ser erd û bin erdên Kurdistanê didizin. Li nav welat û derveyê welat bi milyon dolaran milk ji xwe re kirîne. Başe ev pere ji ku tên? Van bi keda xwe ev pere qazanc kirin? Çima serokê PDK’ê, serokê Hukumetê, serokê Heremê, yê ewlekarî, eskerî û îstîxbararatê û hwd. hemû Barzanî ne? Ma kesekî ji vê binemalê aqiltir û layiqtir nîne ku di rêvebirina welat de cîh bigire? Di nav milyonan miletê Kurdistanê de kes nînin ku şayanê rêvebirinê bin. Bêgûman hene. Lê wek me got ev malbat xwe xwediyê kurdistanê dibîne û gelê Kurd jî wek xulamê xwe bikar tîne. Îro derfetên heyi jî li dijî gelê Kurdistanê tên bikaranîn. PDK ji derveyê gelê Kurd xizmeta her hêzekî serdest û dijminê gelê Kurd dike. Bi qasî ku PDK xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike ji gelê Kurdistanê re nake. Em dibînin îro xaka Başûrê Kurdistanê heta dawiyê ji dagirkerên Kurdistanê re hatiye vekirin. Heroj bi arestekirina PDK’ê bi dronên bê mirov şoreşgerên Kurdistanê tên qetilkirin. Bi sedan binkeyên eskerî ji dewleta Tirkên dagirker re hatine çêkirin. Bajarên Kurdistanê bûne hêlîna îstixbaratên Tirk û ciwanên kurdan dikujin. Mînak li Hewlêrê kandîdên (namzet) partiyên din nikarin bi rehetî propaganda bikin, Kurdekî dilsoz welatparêz nikare bi rehetî li sûka Hewlêrê bigere, lê casûsên dewletên dagirker bi kêfa xwe hespê xwe dibezînin. Deriyê Hewlêrê ji welatparêzan re girtiye, lê ji dagirkeran re heta dawiyê vekiriye. Heta dikarin keleha Hewlerê bi ala dagirkeran bixemlînin!
TI PROJE Û BERNAMEYEKÊ PDK’Ê JI BO GELÊ BAŞÛR NÎNE
Bi vî şêwazî tevgerandina PDK’ê ne tiştekî nû ye. Di 1996’de jî bi alîkariya qatîlê Kurdan Saddam Husên hat ket Hewlêrê. Do çawa Sadam anî Hewlerê, îro jî Tirkên dagirker tîne Hewlêrê. Hindek şerma netewî, hindek welatparêziya bi rûmet hebûya PDK nediket vî halî. Serokê YNK’ê Bafil Talabanî rewşa PDK’ê di mîtînga 29.09.2024’an de bi gotina “xakfiroş” pênase kir. Bi rastî “xak firoşin” wisa lê kirine ku deriyê Kurdistanê ji şoreşgeran re girtîne lê ji dagirkeran re vekiriye. Ev şermeke mezine. Di hilbijartina 20’ê Cotmehê de pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê hesab ji PDK’ê bipirse. PDK ya ku Kurdistan kiriye navenda têkbirina şoreşên parçeyên din ên Kurdistanê, ji aliyê gelê Kurd ve were ceza kirin. Proje û bernameyeke netewî ya PDK tineye. Tenê yek projeya wî heye ew jî îtîfaq çêkirin bi dewleta Tirk a dagirker re ye. PDK û Tirkiye siyaseta xwe li dijî Hareketa Azadiya Kurdistan PKK’ê kirine yek. Çarenûsa xwe bi hev re girêdane. Her du hêz jî dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. Ji bo wî her dû hêz hevdû li dijî PKK‘ê bikartînin. Lewma îro dewleta Tirk di hilbijartinên parlementoya herema Kurdistanê de eşkere piştgiriya PDK‘ê dikin. Dewleta dagirker a Tirkiyê ji bo YNK‘ê jî bîne ser xeta PDK’ê gelek hewildan kirin û dike. Herî dawî bi şêwazekî pir vekirî serokê YNK’ê bi sûîqast û kûştinê tehdît kirin. “Kurdên ku ne di xizmeta dagirkeriya Tirkan de be pêwîste were kuştin.” PDK’ê Kurdistan xistiye wî halî ku herkes hespê xwe têde bibezîne. Niha derfetekî heye gelê Kurd helwest li dijî siyaseta PDK bigire.
DENGÊ XWE BIDIN KÎ/Ê?
Gel wê denge xwe bide kesên niştimanperwer, siyaseta ku nakokiyên navxweyi kêm dike û rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkan ava dike. Li gel pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, tendurîstî û hwd. pirsgirêkên ewlehî û azadiya niştimanî jî pir girîngin. Azadiya niştiman nemine, ne nan dimîne, ne abaorî, ne ewlehî, ne jî jiyan dimîne! Bernameyên hilbijartinê rêya nêzîkbûna pirsgirêkan nişan didin. Heger siyaset hunera çareserkirina pirsgirêkên civakî be divê em hizbên tevlî hilbijartinê dibin analiz bikin, nas bikin. Ev hizbên beşdarî hilbijartinê dibin xwedî bername, siyaset û ferasetekî çawane, em ji nêzîk ve bişopînin. Dibe ku wateya em didin hilbijartinê ji bo partî û kesên ‘serbuxwe’ beşdarî hilbijartinê dibin ne ewqas girîngbin. Her kes li gorî famkirin û fikra xwe wate dide hilbijartinê. Em bawerin bersiva van pirsan li cem her Kurdekî dilsoz û welatparêz heye.
Rojhilata Navîn ber bi karesatekî mezin ve diçe. Şerê cîhanê sêyemîn germûgur dibe. Îhtimalekî mezin herem ji nû ve were dîzaynkirin. Şerê İsraîl Hamasê, Hîzbûlahê, İranê diyare ew ê kurtir û berfirehtir bibe. Hemû cîhan li hember vî şerî siyaseta xwe diyar dike û dixwaze rewşê ji bo berjewendiyê xwe bikar bîne. Di nav vê qeyran û kaosa mezin de divê siyasetekî me yê netewî niştimanî hebe da ku em bikaribin ji vê qeyranê xwe biparêzin û destkeftiyên xwe mezintir bikin. Lawaziya me ji parçebûna me tê. Heger em bibin yek bêgûman emê bi siyaseteke rast û hevgirtî biserkevin.
Dîrok zindiye û tawanan ji bîr nake! Weke gele Kurd, eger em ders ji dîroka xwe derxin û hesab ji xiyanetê bipirsin, nokerî, dizî û gendeliyê ji nav xwe bavêjin, wan li her derê teşîr bikin em ê sedî sed biser bikevin. Heger em nekin em ê her tim di nava lawazî û belengaziyê de bimînin.
Hîwa AZAD