Hewildanên guhertin û vegûhertinên jeopolitik û jeostratejîk li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdistan û dewletên heremê, bi taybet dewleta Iraqê cîhekî pir girîng digire. Ji destpêka dîroka mirovahiyê ve Iraq û Kurdistan bûne şûnwarên avakirin û ceribandinên pergalên siyasî û cîvakî. Yekem dewlet û yekem împaratorî li ser axa ku îro jêre dibêjin Iraq pêk hatiye. Bêgûman Kurdan di hemû avakirinên pergalên siyasî û civakî yên li Iraqê pêşketine ji destpêka dîrokê de cîh girtine û heta niha jî bandorên mezin li ser kirine û dikin.
Ji bo vê jî di pêvajoya heyî li Iraqê sedema çima ewqas hêzên derve yên navdewletî û heremî mudaxeleyê hûndir dikin, di rêze analizê de raxin berçavan.
Iraq di warê etnîkî, dînî û mezhebî de xwedî dewlemendiyeke taybet a dîrokê ye. Di pirtûkên pîroz de dibêjin 72 milet li bin bircên Babîle hatine ba hev, bi hev re jiyan kirine û li wir tevlî hev bûne!
Li ser bingeha aşitî, azadî û wekheviyê bi hevre jiyankirina ‘72 miletan li ‘’Babîlê,’ bi peşketina desthilatdarî nijatperestî, dîktatorî û mezhebperestiyê bûye sedem ku xirabî û tevlîhevî li heremê çêbibin, gelên heremê di qirkirinên mezin re derbas bibin. Ji hevdû famnekirin, di warê ziman û zîniyetê de ji hev dûrketin sedema herî mezin a hevdu neqebûlkirinê ye. Nakokiyên olî û qewmî, çînî û mezhebi, cînsiyetparêzî bi hişmendiya pergala yekperestiyê berdewam dikin. Ev nakokî dibin sedem ku dijayetî û dijminatiya hevdû kirin ji aliyê hêzên hegemon ve wekû bingeha destwerdana heremê bibin hincet û werin bikaranîn.
Dema hêzên modernîteya kapîtalîst destwerdanê li welatên Rojhilata Navîn dikin nakokiyên dînî, mezhebî û qewmî ya di navbera gelên Rojhilata Navîn hatine çandin ji bo xwe dikin bingeh!
DI BIN NAVÊ DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DE MUDAXELE TÊ KIRIN!
Hêzên serdest, dema ku destwerdan li Rojhilata Navîn kirin tu caran negotin “Em ê biçin dest deynin ser av, enerjî, dewlemendiyên sererd û binerd yên heremê.” Her tim gotin “Em ê demokrasî û azadiyê” bibin heremê û dîktatoriyan hilweşînin!
Netew-dewlet û dîktatoriyên bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst ku piştî şerê cîhana yekemîn hatin avakirin bi guhertinên pêwîstî û berjewendiyên pergalê re dîsa bi destê heman hêzan hatin ruxandin. Dewletên statîk û statûkoparêz ji pêwîstiyên pergalê re nabîn bersiv û divê werin guherandin. Guherandina dewletên statukoparêz û dîktatorî ne ji bo berjewendî, azadî û silametiya gelan, bi temamî ji bo bihêzkirina şûna piyên pergalê ye.
Hêzên desthilatdar dixwazin heremê ji nû ve li gor berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Ji bo vê yekê ji nakokiyên ku sed sal berî niha li heremê çandibûn sûd werdigirin. Dixwazin ji nûve avakirina pergala li Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên wan be.
Hilweşandina sîstema Baasê ruxandina dîktatoriyan li ser van esasan pêk hatin.
Gotin di cîh de be 72 miletan destwerdan li ser Rojhilata Navîn, taybet dewleta Iraqê kirin. Ji ber bê ferasetî û hişmendiya dogma yên xwe pêşengên civakê dibînin herem bû cihê pêlîstok û labaratuarên ceribandinên pergalê siyasî ya sermayedariyê.
MUDAXELEYÊN DERVE HER TIM ALOZIYAN KURTIR KIRIYE
Pergal û şêwazê rêvebirina dewletên Rojhilata Navîn bi hişmendiya netewperestî, mezhebperestî û cînsîyetperestiyê hatine sazkirin. Yekperestiya li dijî xwestek û xwezaya civakê, nakokî û parçebûn dixe navbera gelên heremê û rê ji bo destwerdanên derve xweş dike. Nebûna hişmendiya demokratik, înkarkirina cûdahiyên çandî û şerê navxweyî ji destwerdanên derve re her tim derfet ava dikin. Hem pirsgirêkên navxweyi yên dewletên heremê, hem jî pirsgirêkên destwerdanên ji derve rewşa heremê aloztir kirin. Ne li hundir ji bo gelan jiyana demokratîk û azad hat avakirin, ne jî ji derve wek tê gotin “demokrasi û azadî” hat heremê.
Dema li Rojhilata Navîn bahsa qeyran û koasê tê kirin yekser netew-dewletên hişk yên yekperestiyê li ser gelan ferz dikin tên bîra mirovan. Çar dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de parve kirine ji aliyê avakirin û birêvebirina pergalê ve dişibin hev. Di heman deme de qeyranên ku jiyan dikin jî nêzikî hevin. Refleksên her çar dewletan ji bo maf û azadiya Kurdistanê wek hev in. Bi navê avakirina yek dewlet, yek al, yek ol, yek ziman, her çar dewletan jî heman siyaset birêvebirin. Siyaseta yekperestî û faşist ya dewletên dagirker ew anîn ber hilweşandinê. Hinek ji wan hilweşiyan, hinek jî di nav qeyranên kur de diperpitin, li ber hilweşandinê ne.
İran û Tirkiye du dewletên statukoparêz yên Rojhilata Navîn in. Di heremê de du dewletên ku li ser hîmê mezhebperestî û nijadperestiyê hesabê dagirkeriyê û xwe firehkirinê dikin. Li ser dijayetî û dijminatiya Kurdistanê li hev dikin, lê di parvekirina Rojhilata Navîn de du hêzên rikber û dijberin! Bi hev re di nava pêşbaziya dagirkeriyê de ne. Dewleta Îranê ji bo dagirkeriyê xwe dispêre mezheba şîatiyê, dewleta Tirk jî xwe dispêre mezheba sunîtiyê. Herdu dewlet jî dîn û mezheban wek amûrê desthilatdariya xwe fireh bikin bikar tînin. Wek du hêzên statukoparêz li herema Rojhilata Navîn dixwazin bibin xwedî hêz û cografyaya ku têde bi bandorin firehtir bikin. Li ser erdnîgariya Suriye û Iraqê hesabên van dewletan hene. Bi rêya bi karanîna nijadperestî, dînperestî û mezhebperestiyê dixwazin temenê desthilatrariya xwe dirêjtir û xurttir bikin.
Dema mijar dibe azadiya gelê Kurd û Kurdistanê hesasiyeta herdu dewletan digihêjin hev û heman refleksê nîşan didin. Hêzên pêşengiya hegemonya dinyayê dikin statukoparêziya dewleta Tirk û Îranê li pêşiya berjewendiyên xwe asteng dibînin. Ji ber vê yekê dixwazin van dewletan li gor berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin û bikşînin ser xeta xwe.
Biryara “dê kî li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke” di destê hêzên hegemon de ne. Ji ber vê yekê di encama destwerdana Rojhilata Navîn de valatiya desthilatdarî ya ku çêdibe naxwazin Îran yan jî Tirkiye dagire. Dîzaynkirina heremê wisa diyare ku wê di çarçoveya ewlehî û parastina İsraîlê de be. Pergalên ku bi Îsraîlê re biguncin pêwîste werin avakirin. “Peymanên İbrahîmî” ya ku bi dewletên Ereban re hatin kirin li ser vî bingehî bûn.
Lawazbûna siyaseta dagirkerî ya Îran û Tirkiyê di avakirina Rojhilata Navîn ya nû de derfetên dîrokî ji bo gelên azadîxwaz ê heremê ava dike. Ji ber ku sed sal berî niha di avakirina Rojhilata Navîn de hesabê gelê Kurd nehatibû kirin û gelê kurd ji derveyê avakirinê hatibû hiştin.
Rexmê hemû astengî û tunehesibandinan gelê Kurd li hember dewletên faşîst û dîktator li berxwe dan û gihiştin asta ku azadiya xwe bi dest bixin. Dewletên dagirker ên Kurdistanê naxwazin gelê Kurd ji rewşa heyi sûd bigrin. Dixwazin Kurd di avakirin û dîzaynkirina ji nûve ya Rojhilata Navîn de dîsa bê statû bimînin. Ji ber vê yekê hem li ser Iraqê, hem jî li ser Sûriyê zext dikin, siyaseta li dijî destkeftiyên Kurdan dimeşînin.
Ne dewleta Iraqê ne jî Sûriyeya ruxiyayi nikarin li hember destkeftî û daxwazên azadiya gelê Kurdistanê bisekinin. Yên van dewletan li dijî gelê Kurd sor dikin û provakasyona pêşdixin dewleta Tirk e. Bi taybet dewleta Tirkiyê hem li Iraq, hem jî li Sûriyeyê siyaseta bê statû hiştina Kurdan birêve dibe.
Hîwa AZAD