Dewleta Iraqê ji ber tevlîhevî û berbelaviya navxe nikare yekdengiya siyasî, civakî û demokratîk ava bike. Nikare hêza xwe ya stratejîk bikar bîne. Ji ber vê yekî çavê Tirkiyê û Îranê tim li ser îstîsmarkirina lawaziyên Iraqê ne. Herdu alî hewl didin bi hêzên girêdayê xwe re ji rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk a Iraqê sûdwerbigrin. Bi taybet dewleta Tirk dixwaze desthilatdariya xwe wek hêzekî dagirker di nav xaka Iraqê de firehtir bike.
BANDORA STRATEJIYA ÎRANÊ YA LI SER IRAQÊ
Bi piştgiriya Amerîka êrîşên Îsraîlê li ser siyaseta Îranê ya li Rojhilata Navîn bandoreke mezin kir. Îran mecbûr ma ji gelek cebheyên Rojhilata Navîn xwe vekişîne û bikeve rewşa parastinê. Projeya Hîlala Şîa ya ku Îran bi dehan salan hewl dida ava bike piştî şerê di navbera İsraîl û Hamasê de têk çû. Destpêkirina şerê 7’ê Cotmeha 2023’yan ji bo Îranê karesateke dîrokî bû. Îran ji bo xwe ji têkçûyinên mezintir biparêze ji Lubnan û Sûriyê hêzên xwe vekişand. Niha İsraîl û Amerîka dixwazin İranê ji nav xaka Iraqê jî derxînin. Dewleta Iraqê şûnekî pir stratejîk e ji bo parastina İranê. Heger İran û hêzên girêdayê İranê li Iraqê bişkên û derkevin îhtimalek pir mezin İran dê nikaribe pergala xwe ya heye biparêze. Yan dewleta Îranê wê bi hêzên Îsraîl û Amerîka pêşengtiya wî dike re li hev were û di rejîma îslamî de guhertinan pêk bîne, yan jî wê şerekî mezin bide ber çavê xwe û li Rojhilata Navîn pêşiya pêvajoyeke nû veke.
PLANÊN TIRKIYE YA LI SER IRAQÊ Û HELWESTA ÎSRAÎLÊ
Dewleta Tirk li heremê tengavbûna dewleta Îranê ji bo xwe weke derfeta firehbûna erdnîgarî dibîne û dixwaze şûnên ku ji Îranê vala dibe dagir bike. Hesabên xwe li ser dagirkirina Iraq û Sûriyê dike. Lê dema dewleta Tirk hesabê dagirkeriyê dike vê carê bi dewleta İsraîlê re tê beramber hev.
Îsraîl ji Tirkiyê re dibêje; “tu nikarî li ser şerê min daye meşandin hesabê dagirkeriyê bikî. Ez rejîman hildiweşînim tu dixwazî sûd jê bibînî.” Di rastiyê de jî wisaye. Dewleta Tirk wek keftarên belaşçî li dora kelaxê mirî digerin dixwazin “zikê xwe têr bikin. Bi qurnaziya ‘şerq’ê derfetên ku hêzen Îsraîl û hevalbendên wî afirandine ji bo xwe bibe. Ji ber vê yekê li Sûriyeyê dewsa nakokiyên Îsraîl û Îranê, nakokiyên Îsraîl û Tirkiye digire.
Dewleta Tirk bi du armancên sereke li Iraq û Sûriyeyê tevdigere. Dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake û xwe bigîne hedefên misak-i mîlî. Çawa hesabên dewleta İranê ya xwe gihandina hîlala Şîa hebû, wisa jî hesabê dewleta Tirk ya xwe gihandina projeya mîsak-i mîlî heye. Ji bo bikaribe xwe bigijîne armancên misak-i mîlî û xewna Osmaniya nû pêk bîne pêwîste hereketa azadiya gelê Kurd yan teslîm bigre, yan jî tesfîye bike. Ji ber vê yekê bi hevalbendên xwe yên noker re hem li ser Iraqê hem jî li ser Sûriyeyê siyasetên zextê dide meşandin.
Tirkiye bi dewleta iraqê re peymanên “Avê û Rêya Geşepêdanê” îmze kir. Li beramber van peymanan ji Iraqê xwest PKK’ê bixe nav lîsta “terorê” û li dijî PKK’ê Iraq jî tevlî operasyonên leşkerî bibe.
Dewleta Iraqê di asta tê xwestin de nebe jî daxwazên dewleta Tirk heta astekî pejirandin. Bi taybet projeya Av û Rêya Geşepêdanê ji bo Iraqê du projeyên giringin. Ew dixwazin ji bo serxistina van projeyan ji derfetên Tirkiyê sûd bigrin. Tirkiye jî dixwaze derfetên destê xwe de weke çek li dijî gelê kurd bikar bîne û Iraqê bike şirîkê planên xwe yên qrêj.
ÇARESERÎ DI PÊŞXISTINA DEMOKRASÎ-WEKHEVÎ Û AZADIYÊ DE YE
Çaresernekirinên pirsgirêkên navxweyi, destwerdanên hêzên derve, qeyran û kaosên di nav dewleta Iraq û Başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Ne Iraq, ne jî partiyên Başûrê Kurdistanê di hişmendiya ku bikaribin pirsgirêkên navxwe bi diyalogên demokratîk çareser bikin de nîn in.
Piştî hilweşîna rejîma Baasê derfetekî baş bi destê gelên heremê ketibû. Gelên heremê bi îradeya xwe ya azad, bi feraseta neteweya demokratîk, li ser esasê pîvanê edalatê dikarîbûn pergalekî nû ava bikin. Lê mixabin ne yên xwe pêşengên gel dibînin xwedî feraseteke bi vî rengî bûn, ne jî dewletên destwerdan li ser Iraqê kirin niyeteke wan a wisa hebû. Ji ber nebûna projeya demokratikirina heremê, pirsgirêk her diçin kur dibin û hêzên dagirker siyaseta parçekirinê bi asanî dimeşînin.
Heger îro pirsgirêkên azadî, demokrasî, aborî ewlehiya civakê hebin musebîbê herî mezin hêzên dagirker yên wek dewleta Tirkiyê ne. Ji ber ku Tirkiye ji bo serxistina siyaseta xwe ya qirêj rêbazên derveyi axlaqî bikar tîne. Di feraseta netewdewleta hişk ya Tirkiyê de bihevre jiyankirina gelan tuneye. Ew siyaseta xwe li ser rêgezên nijadperestiyê dimeşînin. Ji ber vê yekê tu kesî û miletî di ser xwe re napejirînin. Dirûşmeyên faşîzma Hîtler ji bo xwe weke destûrekî dibînin û di hemû daxuyaniyên xwe de bahsa “yek dewlet, yek al, yek ziman û yek olê dikin.” Ev dirûşmeyên yekperestiyê tê wê wateyê ku mîlet û qewmên din, ol û mezhebên din nikarin li cihê ew hene jiyan bikin.
Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya li dijî hebûn û azadiya Kurdistanê dixwaze li ser Iraq û Sûriyê jî ferz bike. Ji bo Iraq û Sûriyê dibêje “dewlet yeke nabe parçe bibe.” Li cem hişmendiya nijadperestiyê bi hev re jiyankirina gelan, cûdahiya ziman û çandan nepêkane.
Li dijî siyaseta înkar û îmhayê ya dewleta Tirk gelê Kurd û gelên heremê bi hev re dikarin bisekinin û bibin xwedî helwest. Cihê ku dewleta Tirk lê hebe li wê derê tevlîhevî û fêsadî heye. Dewleta Iraqê û gelên Iraqê ji dewleteke wiha tenê zerar dibînin. Dewleta ku ji gelên Iraqê re bibêje “hûn bi ya min nekin ez ê avê ji ser we qut bikim” çi xêr jê derkeve. Zihnîyeta “ez ê avê ji ser we qut bikim” û zihnîyeta li Kerbelayê av nedan neviyên Ehlîbeyt û ew ji tîna kuştin, ji bê aviyê xeniqandin heman zihnîyet e. Ji ber vê yekê helwesta gelan li dijî her cûre faşîzmê pêwîste yek be.
Siyaset jî wek xwezayê valatiyê qebûl nake. Heger derfetên li ber dest hene gelê Kurd û gelên azadîxwaz bikar neynin nikarin xwe ji belaya dagirkerî û mijokdariyê rizgar bikin. Ji derfetên ku îro derketine pêş gelên heremê dikarin pergalên demokratîk û azad ava bikin.
Hîwa AZAD