Piştî daxuyaniya Serokê Partiya MHP’ê Devlet Bahçelî ya di dîroka 22’ê Cotmehê ya 2024’an de ku got bi şertê PKK’ê fesih bike û were di Meclîsa Enqere’de bangewaziyê bike, dotira rojê ango di 23’ê cotmehê de Parlementerê Partiya DEM Omer Ocalan, çû Îmralî û bi Rêber Apo re hevdîtinê kir. Li ser vê esasî ku pêvajoyek destpê kir, piştre şandeyek ji Partiya Dem hate avakirin û 3 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtina herî dawî ya li Îmralî 27’ê Sibatê ya 2025’an de bi amadebûna şandeyên DEM Partî û ya Dewleta Tirk re Rêber Apo “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” ku di asta manîfestoyê de bû hatî nivisandin ji aliyê şandeya DEM Partiyê ve ji raya giştî re hat ragihandin.
Di naveroka “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de hat gotin ku “Di rewşeke erênî ya banga ku birêz Devlet Bahçelî kirî û birêz Serok Komar jî vîna danî holê û partiyên siyasî yên din ku nêzîkatiyek erênî nîşan dane de banga çekberdanê dikim û ez berpirsiyartiya dîrokî ya vê bangewaziyê digirim ser milê xwe.” Her wiha piştî daxuyaniyê, endamê şandeya Partiya DEM Sirri Sureyya Onder xaleke girîng a ne di metna bangewaziyê de bû anî ziman û got: “Birêz Ocalan dema vê perspektîfî danî holê bêguman ji bo çekberdanê û PKK xwe fesih bike divê aliyê wê ya siyaseta demokratîk û hiqûqî were naskirin.”
Li ser vê esasî Rêveberiya Komîteya PKK’ê di 1’ê Adarê de bi daxuyaniyekê nivîskî bersiv da û destnîşan kir ku heya êrîşek neyê ser wan dê tu hêzeke wan çalakiyên çekdarî nekin. Her wiha di mijara çekberdanê de jî di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku “Ev mijar encax bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo re pêk were”. PKK ku banga Rêber Apo wek e “Manîfestoya Serdemê” pênase kir, got “Ev yek ne dawiye, berevajê wê destpêkek nû ye.”
Bi banga Rêber Apo û daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê re ji aliyê raya giştî ve erênî hat dîtin û hemû çav çûn aliyê dewleta Tirk a tê bersivek çawa bide. Pêve girêdayî hem ji bo demokratîkbûna siyasî ku divê parlementoya Tirkiyê bikeve dewrê û hem jî êrîş û operasyonên leşkerî werin rawestandin nîqaş û nirxandinên cur bi cur hatin kirin. Li ser vê esasî hemû awir çûn qada leşkerî yên dewleta Tirk ku di serî de li Başûrê Kurdistanê operasyon, êrîş û baregehên kevin û yên nû hatine çêkirin, dê werin valakirin an na tê meraqkirin.
Dewleta Tirk ku ji sala 1983’an ve bê navber sînorê Iraqê binpê dike, bost bi bost axa Başûrê Kurdistanê dagir dike. Lê ji sala 2019’an ve bi êrişên dagirkeriyê yên berfireh ên li dijî Xakûrkê, Heftanîn, paşê Metîna, Zap û Zagrosê dagirkeriya xwe her sal dijwartir kir. Li nava axa Iraqê, çekên qedexekirî li dijî gerîlayên ku ax û rûmeta wan diparast bikaranî. Bi dehan alav û çekên giran bi destê PDK’ê û erêkirina Iraqê derbaskirin. Bi dehan baregehên mezin û biçûk li Iraqê çêkir. Bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê, lê bi armanca dagirkirina Mûsilê di sala 2015’an de baregeheke mezin a dewleta Tirk hate çêkirin. Her sal hejmara leşkerên xwe yên dagirker zêdekir. Ya herî girîng jî bi hinceta têkoşîna bi DAIŞ’ê re, bi hevkariya PDK’ê bi dehan komên çekdar yên paramilîter û çete perwerde kir. Ji Tirkmenan bigire, heya çeteyên ‘Roj’, ji Baas’î heya cîhadîstan gelek komên çete li vir hatin perwerdekirin. Di nav dilê Iraqê de û li herêmeke gelek stratejîk ku para xwe dibîne û dixwaze îlhak bike de bi hevkariya PDK’ê dagirkeriya xwe ya li vir mayînde kir. Hebûna baregeha Başîkayê gefê li Mexmûr, Şengal û heta Rojava jî dixwe. Di rastiyê de, gefa herî mezin li Iraqê dixwe. Tevî ku fraksiyonên Şîe hinek caran li parlementoya Iraqê daxwaza derxistina hêzên Tirk ji Iraqê û bi taybet jî daxwaza valakirina baregeha Başîqayê kirin jî, lê pey neketin û bicîh ne anîn. Parlemento helwest nîşan dabe jî hikûmetên bi dewleta Tirk re di nava tifaqê de biryarên parlementoyê bicîh ne anîn. Destê Iraqê di warê qanûnî de xûrt bû ku pêşî li dagirkeriyê bigire, lê nekir!
Di vê çerçoveyî de wek e malpera lekolin.org nexşeyek taybet ku hemû baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a li Başûr ên kevin û nû, biçûk û mezin, bi taybetî jî yên heya niha nayên zanîn an jî veşartî hatine avakirin amade kir û em ê bi şiklê dosyayek biweşîn in. Di nava dosyayê de jibilî baregehan, di pêvajoya şer de hejmara valakirina gundan, koçberî, di encama êrîşên dewleta Tirk de qetilkirina sivîlan, bikaranîna çekên kîmyewî, talanî û wêrankirina xwezayê û hwd di dosyayê de werin diyarkirin.
Di encama dosyayê de jî, piştî îlankirina agirbestê ya ji aliyê PKK’ê ve di 1’ê Adarê ve hatiye kirin, hewil bidin bîlançoya operasyon û êrîşên hewayî û bejayî ya dewleta Tirk a ku di ser van baregehan de li dijî gerîlayên azadiyê hatine kirin, bidin.