Di sala 2013’an de derbasbûna DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû. DAIŞ’iyên ku derbasî herêmê dibûn ne tenê zilam bûn, di heman demê de jinên DAIŞ`î jî bi xwe re derbas kirin. Jinên ku ji berê de li ser zihniyet û îdeolojiya îslama radîkal ango DAIŞ`ê rêxistinkiribûn û ew perwerde kiribûn bi xwe re anîn. Ji ber vê yekê jî di gelek aliyan de, bi taybet li cihê ku DAIŞ’iyan nedikarî kar bikin jin li gor wê yekê rêxistin dikirin û li gor cihê ku ew dixwazin xwe di nav de rêxistin bikin ew jin erkdar dikirin. Lê belê, jinên DAIŞ`î di asteke pir bilind de bi îdeolojî û zihniyeta ku DAIŞ`ê ew lir rêxistinkirine girêdayîne, her çiqas rastî kuştin û zordariyê tên jî lê dîsa ji kevneşopî û çanda xwe dûr nakevin. Ji bo vê yekê di sala 2013 an û şûnda, pêvajo bi pêvajo zirar û xeteriyên jinên wan derdikeve holê. Her çiqas hemî jin di Qampa Holê de ya nêzî Hesekê de bi cih kirine û ji aliyê ewlehiya hundir de tên parastin û şopandin, dîsa jî her dem xeteriyan didin avakirin, xwe rêxistin dikin bi armanca ku ew jî bi DAIŞiyan re bibin alîkar û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pilanên xwe bi ser bixin, ajantî û her rê û rêbazên karê bê exlaqî didin meşandin û dixwazin carek din tevgera xwe û serweriya xwe di herêmê de bidin rûşkandin.
Bi vî awayî, em ê bi zelalî û hûrgûlî di analîza xwe de tevahî xeterî, rê û rêbaz û ajantiya wan jinan bidin diyar kirin.
JINÊN DAIŞ’Ê YÊN KU SÎXÛRTIYÊ DIKIN
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belavbûna zihniyet û îdeolojiya DAIŞ`ê ne tenê bi şer û êrîşan li herêman tê belavkirin, herwiha bi riya ajantiyê jî xwe rêxistin dikin û îdeolojiya xwe belav dikin. Ji bo vê jî hevjînên daişiyan ji aliyê DAIŞ`ê û MÎT`ê ve tên rêxistin kirin, ew jin bê tirs û bi cesareteke mezin ajantiyê qebûl dikin û rêxistinkirina kîjan herêmê ji wan tê xwestin, diçin û karê xwe bi awayekî pir veşartî dikin. Lê belê, bi taybet jinên ku li gor wan herî xweşik ji bo ajantiyê tên hilbijartin, ji bo beden û cinsiyeta xwe bikarbînin ku bikarin xwe nêzî kesan bikin û wan bixin bin bandora xwe. Gelek caran ew jin diçin herêmekê û bi kesekî din re dizewice û bi vî rengî yên derdora xwe rêxistin dike û serbest di herêmê de digere û hevalên xwe zêde dike. Ew jinên ku rêxistinê dikin, ne tenê jinên ji pêkhateya Ereb, di heman demê de jinên ji pêkhateya Kurd jî rêxistin dikin. Li ser bingeha ku ew jin di bin navê îslamê de zihniyeta DAIŞ`ê li herêma xwe bidin belavkirin, li gelek herêman jî jinên ku ji aliyê ajanên jin yên DAIŞ`î de hatine perwerdekirin, li herêma xwe digerin û di bin navê ola îslamê de jinan jî wekî xwe rêxistin dikin, yanî ji wan re dibêjin: “Hîcab deyne serê xwe, cilên dirêj li xwe bike, li zilamê xwe guhdar bike û tenê li gor wî tevbigere, li derve kar neke û karê te tenê yê malê ye.” Bi vî awayî, li hemberî felsefeya Neteweya Demokratîk û pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ta ku dikarin jinan ji aliyê xwe ve birêxistin dikin. Ji bo tesfiyekirin û hilweşandinê di nava Rêveberiya Xweser de bidin çêkirin.
Ji ber her dema jinek ji aliyê wan jinên DAIŞ`î ve tên rêxistinkirin, piştre ew jin jî li kêlek xwe yeke dîtir rêxistin dike, bi vî rêbazî kom û şebekeyên wan mezintir dibin. Ji ber ku bi rastî jî her jineke DAIŞ`î wekî istixbaratan hatine perwerdekirin. Lê belê, dibe ku di derbarê wan jinan yek bi yek de delîl tune bin, lê heya astekê delîl li ser gelek jinan heye û hatiye şênberkirin ku ew jin ajantiyê dikin. Herwiha, dema ku mirov li zihniyet û girêdana wan ya bi îdeolojiya DAIŞ`ê re dibîne, rêbazê ajantiya wan, rêbazê amadekirina wan ji bo ji qampa holê birevin û li derve amadekariya xwe ya şer bikin, herwiha rêjeyek ji jinên DAIŞ`ê daxwaza vegera xwe ya li welatê xwe nakin û dixwazin şerê xwe berdewam bikin. Ji vê zêdetir gelek jin yên ku di Qampa Holê de ne dibêjin: “Eger me bişînin welatê me jî, em ê careke din jî vegerin û zihniyeta îslamê belav bikin û şerê xwe berdewam bikin.” Lê belê, ev yek taybetmendiyên ajantiyê û xeteriya wan di asteke pir bilind de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide diyar kirin.
XETERIYA JINÊN DAIŞ`Ê YÊN DI QAMPA HOLÊ DE
Di Qampa Holê de bi giştî hejmara zarok û jinan dighîje nêzî 50 hezar zarok ji 62 welatên cûda ne. Hevjînên DAIŞ’yan mîna ku DAIŞ çawa şer bikin, çawa çek bikarbînin hatine perwerdekirin, bi heman awayî jin jî hatine perwerdekirin û ew jin li ser vê bingehî perwerdekirina jinên li derdora xwe û zarokên xwe jî bi heman zihniyetê didin meşandin. Zihniyeta wan, zihniyeteke perestî ye, dogma û sînorkirî ye. Ji bo wê jî di Qampa Holê de rêjeya herî zêde ji jinan pir kêfxweş û serbilind in ku beşdarî nava DAIŞ`ê bûne. Jinên di qampê de ji bo ku xwe zêde bikin û deha zêdetir nesil û hebûna xwe biparêzin, bi zarokên xwe re yên ku di temenê 10-11 salî de ne, dikevin têkiliyên cinsî û bi wî awayî ducanî dibin. Jinên DAIŞ`î dibêjin: “Ji bo ku em nesil û hebûna xwe biparêzin, ne guneh û ne heram e ku em bi zarokên xwe re bikevin têkiliyên cinsî.” Ev rêbazê bikaranîna wan yê ji bo xwezêdekirinê, li derveyî qanûn û li derveyî ola îslamê bi giştî ye, di pirtûka pîroz ya `Quranê` de ev yek qet nayê qebûl kirin. Ji bo vê jî di zihniyeta wan ya radîkal de diyar dibe ku ji wan re îdeolojiya Quranê girîng nîn e, ji wan re îdeolojiya ku DAIŞ`ê ew li ser perwerdekirine girîng û pîroz e. Ji bo vê jî li gor fikir, berjewendî û biserxistina pilanên xwe, li gor xwe rêbaz û bendan ji xwe re diyar dikin û li ser wî bingehî tevdigerin. Eger ku îdeolojiya Quranê ji wan re girîngbûya, rêbazên bê exlaqî û ji derveyî nirxê mirovahiyê bikar nedianîn.
Jinên ku xwe bi fikirê DAIŞ’ ê re kûr û kilît kirine dema ku gumana poşmaniyê bi jinekê re dibînin rasterast wê jinê dikujin û di nava xwe de qebûl nakin. Ji bo wê rojane nakokî, şer û kuştin di nava wan de diqewime, zarokan jî dikujin û propagandaya wê dikin ku ew zarok ji aliyê QSD`ê ve hatine kuştin. Di vê qampê de gelek zarok û jin ji aliyê jinên DAIŞ`ê bi xwe ve hatine kuştin û gelek jî ji bo kuştinê hatine tehdîd kirin. Di heman demê de, gelek endamên asayîşê ji aliyê wan de hatine şehîdxistin û birîndar kirin. Bi vê wehşetê her ku diçe nefret û kîn di hundirê jinên DAIŞ`î de zêde dibe û ev yek jî dihêle deha zêdetir xwe xurt bikin û kuştin di nava wan bi xwe de çêbibe. Ji ber ku jinên ku kesan dikujin, bi zihniyetekê olperestiyeke hişk hatine perwerdekirin in. Heya gelek jin bi destê xwe zarokên xwe jî dikujin. Ev yek bi xwe re ne tenê xeteriyê di hundirê qampê de dide avakirin di heman demê de, xeteriya wê li derveyî qampê jî tê çêkirin. Ji ber ku jinên di qampê de li derve jî xwe rêxistin dikin. Lewra mînakên vê yekê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine jiyankirin.
Ev jinên ku ji Qampa Holê derdikevin û diçin li herêm û li gundên cûda cûda bi cih dibin, têkiliya xwe bi DAIŞ` an jî bi MÎT`ê re qut nakin û li derve çi erk û berpirsyartî ji wan tê xwestin dikin. An jî dema ew jin ji qampê derdikevin sîxûrên girêdayî DAIŞ`ê xwe dighînin wan û wan li ser bingehê ajantiyê erkdar dikin. Gelek jinên ku ji qampê jî derdikevin bi biryarên DAIŞ`yên li derve ji qampê derdikevin, ji ber ku gelek jinên di qampê de telefonê bi awayekî dizî bikartînin û bi hevjînên xwe yê DAIŞ`î re têkildar dibin. Pilana wan bi awayekî pir fireh û bi rê û rêbazên pir cûda tên meşandin, her demê jî rêbazên xwe dugherin û pilana xwe berdewam dikin. Lê belê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî DAIŞ`î li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî jinên perwerdekirî bi riya ajanên xwe yên ku li hundir bi rêxistin kirine derbasî herêmên ku dixwazin dikin. Mînaka ku vê mijarî piştrast dike jîe jinên ku bi destê Firqeya El-Hemz e hatine perwerdekirin li aliyê Firatê ku bi destpêkirina sala 2022`an bû, hat dîtin ku di gundewarîn di navbera Tebqa û Reqayê de çeteyên Dewleta Tirk yê bi navê Firqeya El-Hemz e, jinan ji bo ajantiyê perwerde bikin bi armanca ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve bişînin. Bi vî awayî tê zelalkirin û tekezkirin ku DAIŞ`ê û MÎT`ê hem di Qampa Holê de, hem di herêman de û bi herêmên dagirkirî re pir baş xurtkirine û hemî bi hev du re têkildar in. Her wiha, tevî hemî binpêkirinên ku jinên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, lê belê di pêvajoya nû de mijara madeyên hişbir di nava civakê de bi pêşxistine û belavkirine, bi taybet madeya bi nave ‘ItşBoz’ tên bikaranîn. Mînaka vê yekê li Minbicê keçeke 5 salî ji aliyê birayê wê ve hatibû tecawîzkirin û kuştin ji ber sedema ku madeyên hişbir vexwaribû. Helbet tevayî aliyên dijber weke dagirkeriya Tirk, ji mijarên binpêkirinê û kuştinê di herêmên Rêveberiya Xweser de sûd werdigrin.
BANDORA SÎXÛRÊN JIN ÊN DAIŞ`Ê
Hevjînên DAIŞ’yan ji ber ku soza wan tolhildan û ji nû ve zindîkirina DAIŞ`ye, tehlûke û bandora wan pir li ser herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Ji ber ku ew jin li tevayî herêman xwe bi rêxistin dikin û hin kesan bi rêya karê bê exlaqî di nava civakê de didin bikaranîn. Herwiha, ne tenê bandora wan di aliyê guhertina zihniyet û ji nû ve vejînkirina ola radîkal û zihniyeta DAIŞ`ye, di heman demê de bandora wan li ser felsefeya Neteweya Demokratîk ya ku jinê bingeh digire heye, ji ber ku ew bi dehan jinan li ser zihniyeta xwe ya radîkal perwerde dikin, ew jin ji Felsefeya Neteweya Demokratîk qut dibin û zarokên xwe jî ji her tiştê girêdayî azadiyê û rastiyê qut dikin û wan jî li ser bingehê wê fikrê perwerde dikin. Ji bo vê jî eger ku zarok û ciwan jî li ser zihniyeta wan a radîkal werin perwerdekirin, îhtîmala dirêjkirina temenê DAIŞ`ê û ji nû ve zindîkirina wê zêdetir dibe. Lê belê, mîna ku çawa dewletên kapîtalîzim jin, zarok û ciwanan dike qurbanî û ji her alî de asîmîle dike, bi heman şêwazî û jê qirêjtir jî DAIŞ`î li ser jin, zarok û ciwanan bikartîne. Ji ber van sedeman jî bandor û tehlûkeya jin û zarokên DAIŞ`î yên ku di Qampa Holê û li derve ne di asteke bê hempa û pir bilind de heye.
Dîlan ELÎ