Tê payîn ku pirsgirêk bi guftûgo û nîqaşan têne çareserkirin, rêyên tundiyê yên ku hatine ceribandin lê bi ser neketiye datînin aliyekî. Ji bo vê yekê pêwîstî ya yekem bi siyaseta demokratîk û ya duyemîn jî hiqûqa demokratîk heye. Ji bo ku pirsgirêkên di pêvajoya aştiyê de bên çareserkirin û dûbare nebin, pêwîst e qada siyasî were birêxistinkirin û hiqûqa demokratîk serdest bibe.
Ji ber vê yekê dema te got Aştî; Ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk bi tevahî bi dawî bibin, xewn û utopyayên azadiyê bi dawî bibin, nakokiyên bîrdozî, felsefî, siyasî, çandî, aborî û exlaqî rawestin. Berevajî vê, pêvajoyên aştî û çareseriyê, serdemên girîng in ku tê de têkoşîna îdeolojîk di nav hev de ye û hîn bi biryartir dibe. Di rastiyê de têkoşîna îdeolojîk û siyasî ya di nava sîstemê de, lê li ser esasê dijberiya sîstemê, ji şerê çekdarî bi gelek taybetmendiyan dijwartir e. Mîna di şerê çekdarî de, qada ku têkoşîna siyasî ya demokratîk lê tê avakirin, dîsa pîvan û rêgezên bîrdozî, civakî, çandî û exlaqî ne. Di pêvajoya aştiyê de, têkoşîna hemû beşên civakê yên demokrasî, wekhevî, azadî û biratiyê dixwazin, di serî de jin, kedkar û sosyalîst, wê li dijî pergala kapîtalîst û rejîmên jêderk ên wê bidome. Têkoşîna li dijî zulm û zordariya pergala kapîtalîst car caran gurtir dibe û dibe sedema serhildana çekdarî jî. Diyalektîka têkilî û nakokiya di navbera modernîteya kapîtalîst û Modernîteya Demokratîk de, ku milên wê yê dijber îfade dike, wê bi vî rengî pêk were. Formula Demokrasî + Dewlet wê bi vî rengî were jiyîn. Civaka Demokratîk wê her tim di bin êrîş û dorpêçên pergala dewletparêz de be. Civaka Demokratîk li hemberî vê yekê ji bo parastina hebûn û azadiya xwe wê her tim têbikoşe û li ber xwe bide. Pozisyona dijberan û çalakiyên hundir û derve yên mijaran wê doz û asta têkoşînê diyar bike. Dema ku dewlet hewl dide xwe li ser civakê ferz bike, hêzên Modernîteya Demokratîk wê demokrasiya komunal a radîkal bi cih bikin û li ser esasê xweparastinê xwe di hemû şaxên civakê de bi cih bikin.
MAFÊ XWE PARASTINÊ!
Xweparastina Civaka Demokratîk rêgeza bingehîn a hebûna wê ye. Mafê Civaka Demokratîk heye ku di çarçoveya Erka Xweparastinê de li dijî gefên êrîş û îmhakirina nirxên xwe parastina xwe bike. Heya ku ji armanc û çarçoweya xwe dernekeve, mafê tolhildana êrîşê rewa ye. Dewletên xwedî van pirsgirêkan, bi dayîna azadî, xwerêveberî û îmkana pêşketina azad, bi rêyên demokratîk, piralî, demokrasiya beşdar, desthilatdariya xwecihî û prensîba serweriya hiqûqê, mafê çarenûsiya xwe bi yekpareyî qebûl dikin. Lê dewleta netewe-faşîst a Tirk a mêtînger, bi polîtîkaya xwe ya tund a înkar û îmhayê, rê neda tu bijardeyan û ji bo Kurdan bingehek ji bo bihevre jiyanê neda. Ji niha û pê ve heta ku polîtîkaya înkar û îmhayê di meriyetê de be, mekanîzmayên parastina rewa ya gelê Kurd wê bi awayekî aktîf bixebitin. Şerê parastina rewa ku gelê ku hebûn û mafên wî yên çandî tên înkarkirin, nirxên wî tên talankirin û rastî her cure êrîşên dijmirovahî tên, ne vebijarkek, lê erka parastina hebûn, rûmet, jiyana azad, nirx û diyarkirina paşeroj/qedera xwe ye.
‘ÇALAKÎ ZIMANÊ DEMOKRASÎYÊ YE’
Rêber Apo dibêje; “Çalakî zimanê demokrasiyê” ye. Demokrasî û civakek demokratîk a bê çalakî an jî parastina rewa ne pêkan e. Ew civak û neteweyek meşrû, bêparastin jî nabe, ji ber ku nikare hebûna xwe û azadiya xwe biparêze, dê bibe civakek kolonî. Dema ku rêgezên çalakiyên rewa yên demokratîk bên paşguhkirin, tepisandin û înkarkirin, dema ku daxwazên gelan ên bingehîn bên paşguhkirin, dema ku sazî, rêgez û amûrên demokrasiyê bêxebitin û tune bibin, dema ku ziman, çand, nirxên civakî, siyasî, neteweyî, aborî û bîrdozî yên gel bên êrîş kirin û bi awayekî nefermî bibin wateya xweparastinê. Van kiryaran ji sade berbi tevlihev, ji taybetî berbi gelemperî, ji takekesî berbi kolektîf pêşve diçin. Bêîteatiya sivîl, protesto, xwepêşandan, boykot, civîn, rûniştin, meş, mitîng, grev, daxwaznameya kolektîf, redkirina dewlet an saziyên kolonyalîst û hwd. Cûreyên çalakiyê ji pevçûnan bigire heya serhildanên çekdarî an bêçek diguhere. Çalakiya herî bibandor di xweparastinê de girseyên Civaka Demokratîk e ku bi rêxistin, hişmendî, di cih û demê de bi disîplîn û amadekariyên xweparastinê û cureyên çalakiyên hevpar dikarin li cih û warê xwe seferber bibin û xwedî şiyana çalakiyên aktîv bin.
Di pêvajoyên aştî û çareseriyê de behsa serketin û têkçûnê nayê kirin. Ji ber ku serkeftin û têkçûn tunebû, aştî hewce dibû. Ji bo rê li ber xisarên tundiyê bigire, rêbaz hatiye guhertin. Lê belê divê em nekevin nava wê determinîzmê ku di pêvajoyên aştî û çareseriyê de dê başî û xerabiya mutleq hebe. Her çendî ku mirov weke çareserîya hemû pirsgirêkan biteyisînin û xweşbêşiyê nêzîkatî bike safitiye, mirov weke ku dawîya her tiştî ye, bi reşbîn û neewle nêzîk bibe jî ewqas bêwate û nihîlîstî ye. Beriya her tiştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk nayê wateya dawî, destpêkirina serdemeke nû ya têkoşînê ye. Ew qet ne dawî ye, ev tê wateya ku berbi armancên mezintir ve diçin e. Di maratona avakirina cîhanek azad û demokratîk de destpêkek nû ye. Pêngava avakirina Neteweya Demokratîk e. Di avakirina sîstema Modernîteya Demokratîk de pêngaveke siyasî ya girîng e. Ev pêvajo ne deriyê bihuştê ye û ne jî rewşa dojehê ye. Serdemeke nû ya têkoşînê ye. Kî û çi qas jê sûdê werbigire, dê bi jêhatîbûna partiyan a îdeolojîk, siyasî, dîplomatîk, serdestiya psîkolojîk û asta rêxistina civakî ve girêdayî be.
Çareseriya Civaka Demokratîk encax di şert û mercên ku rêyên demokratîk vekirî bin, amûrên lihevhatinê û aştiyê di siyasetê de bi bandor bin û ev jî bi destûra bingehîn bên garantîkirin, pêkan e. Bo nimûne; Kurd dixwazin xwe weke gel li ser esasê Komara Demokratîk bi rengê xwerêveberiya demokratîk îfade bikin û xwe bi rêve bibin. Li şûna çareseriya li ser esasê paradîgmaya dewletparêz, rêxistinbûyîneke civakî û neteweyî ya li ser bingeha demokrasî û Civaka Demokratîk esas digire. Wan ev yek weke Neteweya Demokratîk proje kir. Ev projeya çareseriyê bi şeklê Konfederalîzma Demokratîk ji bo hemû parçeyên Kurdistanê şênber bûye. Di hiqûqa gerdûnî de ev pêvajo wekî “Tayînkirina mafê navxweyî ya çarenûsî” tê îfade kirin. Yanî bi tevahî tê wateya çareseriya demokratîk. Çareseriya siyasî ya demokratîk a ku bi salan e Rêber Apo dixwaze pêş bixe ev e. Naveroka Banga Aştî û Civaka Demokratîk vê yekê îfade dike. Çareseriya ku Rêber Apo bi israr dixwest pêş bixe, lê dewleta Tirk a mêtînger qebûl nekir û nake ev e. Ev şêwaza çareseriyê bi du awayan dikare were pêşxistin; li ser esasê siyaseta demokratîk û xweparastinê. Ger kanalên siyasî bên girtin, divê amûrên parastina rewa bikevin dewrê. Heta ku qada siyasî û hiqûqî neyê vekirin dê pêvajoya pevçûnê bidome.
RASTIYA PKK’Ê DAYÎMÎ YE Û DÊ TUNE NEBE
Fesihkirina navê PKK’ê weke tesfiyekirin û fesihkirina heqîqata PKK’ê destgirtin encax ew kar û mejiyê dijminên PKK’ê û Kurdan e. Li hemberî fesadên netewperestên seretayî, aqilmendên burjuvayên biçûk, sextekarên rûpoşkirî yên çepên şovenîst, tobekarên reben û revokên xayîn ên ku di vê mijarê de derketine holê, divê helwesteke şoreşgerî û welatparêzî were girtin. Yên ku bi gotinên herî tûj tawanbar dikin, di dema ku Kurd can û xwîna xwe feda dikin, vê dikin navgîna qezenckirinê, kevirek jî li hember dewletê neavêtiye û propagandaya şoreşa çekdarî ya zêde dikin, hêjayî qîmetê nînin. PKK ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li dijî çar dewletên mêtînger-dagirker şer kir, li dijî hêzên serdest ên cîhanê yên paşverû yên ku piştgirî dida wê jî têkoşînek bêhempa da meşandin. Di vê mijarê de yek tişt jî tune ku mirov bikaribe bêje. Yên ku hewl didin PKKya ku li dijî her cure çekên kîmyewî yên jehrî di şert û mercên giran de li ber xwe dide, bi destê kesên xwebexş ên ku li kargehên xwe yên luks, li ser kursiyên rehet rûdinin û qehweya germ vedixwin û hewil didin dersê şer û sosyalîzmê bidin PKK’ê tu qiymeta wan nîne.
Partî amûrên ku ji bo armancek hevpar, di çarçoveya raman û berjewendîyên bîrdozî, felsefî, siyasî û aborî de hatine damezrandin in. Partî amûr in, ne armanc in. Ji bo bicihanîna mîsyonek diyarkirî peywirekê digirin ser xwe. Piştî ku peywira xwe pêk tînin, li gorî hewcedariyê diguherin û xwe di avahiyên nû de didomînin.
Di navbera feshkirin û tasfiyekirinê de cûdahiyek diyarker heye. PKK xwe tasfiye nake, guhertina navê xwe di rojevê de ye. Helbet guhertin ne tenê guhertina navan e. Guherîna rastîn a di PKK’ê de têkoşîna li gorî paradîgmaya berê û ji nû ve avakirina sîstema rêxistinê ye. Yanî xwe perçe nake, ji bo xwe xurtir bike dîsa dikeve pêvajoya guherîn-veguhertinê. Ti eleqeya vê bi dewleta Tirk û pêvajoya çareseriyê ya muhtemel nîne. Pêvajoya Guhertin-Veguhertin û Veavakirinê pêvajoyeke guherînê ye ku girêdayî pêkhateya PKK’ê ye ku berê dabû destpêkirin lê nekarîbû temam bike. Ji vê re nayê gotin tasfiyekirin û dawîkirin. Tesfiyekirin tê wateya xwe bê îdeolojî, siyaset, armanc û proje hiştin û belavkirin e. Projeya Rêber APO ya Modernîteya Demokratîk û Neteweya Demokratîk heye. Ji bo partiya ku wê pêşengiyê bike, xwe li gorî vê paradîgmayê avakirin, pêwîstiyek e. PKK wê li gorî stratejî, taktîk û bernameya sîstema Modernîteya Demokratîk xwe biguherîne û erkên xwe radest bike. Bi gotineke din, tişta ku diqewime, guherîn-veguhertin û ji nû ve avakirinê ye.
Pêvajoya avakirina Rêber APO ne nû ye. Pêvajoya guhertin-veguherîna PKK’ê di salên 1990’î de dest pê kir, di sala 1995’an de bi biryarên nû yên di Kongreya 5’an de hatin avêtin û di pêvajoyên piştre de jî dewam kir. Pêvajoya Avakirinê ji ber çar sedeman ketiye rojeva PKK’ê. Yekem; Serpêhatî û encamên sosyalîzma reel, ya duyemîn; pratîkkirina Tekoşînên Rizgariya Netewî di nava pergala kapîtalîst de; Ya sêyemîn; Girîngî û taybetmendiya pirsgirêka Kurd li herêmê, bûye sedem ku di rêbazên çareseriyê de nerm bin. Çaremîn jî; Bi veguhertina paradîgmayê ya ku di pêvajoya Îmraliyê de hat jiyîn, çareseriyên li ser esasê desthilatdarî û netewe-dewletê bi ser ketin û bi paradîgmaya Civaka Demokratîk û Ekolojîk-Navenda Jinê pêvajoyeke guhertin-veguherîn û ji nû ve avakirinê da destpêkirin û çareseriya pirsgirêka Kurd jî di vê çarçoveyê de cih girt. Herwiha guhertinên cîhanî û herêmî û danîna planên ji ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev pêvajo leztir kir. Di salên dawî de Rêber Apo pêvajoya ji nû ve avakirinê ya ku li gorî pêwîstiya serdemê tê guhertin, bi biryardariya “Em ê ne weke berê bijîn û ne jî weke berê têbikoşin” ji bo PKK’ê weke erkek destnîşan kir. Di vê çarçoveyê de PKK ketibû pêvajoyeke nûbûnê. Di rêxistinbûn û şêwaza xwe ya şer de di pêvajoya guhertin û veguhertinê de ye. Rêber Apo bi bangawaziya 27’ê Sibatê re armanc dike ku vê pêvajoyê bigihîne encameke berfireh.
PKK bi pêşengiya Rêber APO di her alî de bû kiryar û rastiya xwegihandina gelê Kurd. PKK’ê bi berxwedaneke destanwarî û di nava şert û mercên hovane de rastiya Kurd derxist asteke ku ji aliyê cîhanê ve were qebûlkirin. Pêvajoya Kurdan a PKK’ê ya pêncî û du salan helbet kronolojî û sosyolojiya xwe afirandiye. PKKya efsanewî û modela mirovahiyê ya berxwedêr a ku afirandiye veguheriye çandeke civakî ya ku nayê hilweşandin. PKK wek dîroka lehengiya mezin a nîv sedsala dawî ya Kurdistanê cihê xwe girtiye.
PKK tu carî nebû partiyeke siyasî ya klasîk. PKK; Tevgera Azadiyê ya civakî, xwedî aliyê manewî yê gelekî xurt e ku bandoreke kûr li mejî, hest, ruh, jiyan û têkiliyên gelê Kurd dike û xwedî aliyên bîrdozî, felsefî, civakî, siyasî, çandî, exlaqî û leşkerî ye. PKK nûnertiya civakeke nû ya demokratîk e ku di nava civaka Kurd de şîn bûye. Ji ber vê yekê pir xwezayî ye ku hema tenê bi nav be jî fesihkirina PKK’ê ya ku di dil, mejî, giyan û cîhana ruhî ya gelê Kurd de cih girtiye, bandorek hestiyar li ser her kurdekî welatparêz, bi taybetî jî kadroyên PKK’ê bike. Ji ber ku PKK ji bo Kurdan ji partîbûnê wêdetir xwedî wateyeke manewî ye. Bi guhertin û veguhertina ku wê pêk were, di çavkaniya exlaqî, ruhê kolektîf, felsefeya azadiyê, fikir û şêwaza jiyana PKK’ê de paşveçûn çênabe, berovajî wê di Civaka Demokratîk de xwedan îfadeyeke xurtir bibe.
Nirxên demokratîk ên ku PKK’ê afirand, hem li Tirkiyeyê hem jî di civaka Kurd de veguhertinên mezin çêkir û binesaziya Civaka Demokratîk amade kir. Nirxên madî û manewî yên di pêvajoya şoreşê de hatin afirandin, binesaziya Civaka Demokratîk ava kir. Rastiya ferdê azad û civaka azad, qonaxa ku heqîqeta jina azad gihandiye wê potansiyela guhertina cîhanê bi serê xwe ye.
Sosyalîzm çand û exlaqê PKK’ê ye. Dema ku gelek derdorên sosyalîst û pêkhateyên sosyalîst zêdetir bi awayekî teorîk nîqaş li ser sosyalîzmê kirin, PKK di pratîkê de sosyalîzm dît. PKK bi deh hezaran xebatkarên xwe, bi sedhezaran sempatîzan û bi mîlyonan mirov li ser jiyana komunal ava bûye. Ev rûreşiyên ku li ser vê mijarê tên kirin, ti nirxek wan a dîrokî, exlaqî û siyasî nîne. PKK’ê di şerê şoreşgerî de xwe îspat kiriye. Bi potansiyela ku afirandiye êdî bi biryar e ku têkoşîna sosyalîzmê di qada siyaseta demokratîk de bidomîne.
Encamek wekî dawiya dîrokê tê wateya înkarkirina tevahî. Lê belê serdema guhertin-veguhertin, ji nû ve avakirin û siyaseta demokratîk taybetmendiya herî diyar a serdema Şaristaniya Demokratîk e. Rêber Apo di sala 2001’an de di parastina xwe ya bi sernavê “Ji Dewleta Rahîb a Sumer ber bi Komara Demokratîk ve” de ev yek bi berfirehî vegot. Tesfiyekirina PKK’ê ya bi nave, li ser têgihiştina berdewamkirina hebûna xwe bi şêwazekî nû bi stratejî, rêbaz û amûrên nû pêk tê. Ew kapasîteya xwe ya ji nû ve avakirina bi xwebawerî û wêrekiyê bi afirandinên serdema berê derdixe holê. Ev projeya veguherîna dîrokî xwedî wateyek e ku tenê bi têkoşîna çekdarî nayê ravekirin. Naveroka wê ya dîrokî, bîrdozî, felsefî, sosyolojîk, siyasî, çandî û rêxistinî heye. Bi aso û paradîgmayeke teng ne mimkûn e ku meriv pêvajoya guherîn-veguhertin û ji nû ve avakirinê ya mijara gotinê bike.
ŞÊWEYA JIYANA SOSYALIZMÊ!
Têgihiştinên ku sosyalîzmê weke jiyaneke ku her tim bi şoreş û şeran bi dest dixe, rastiya Sosyalîzmê îfade nake.
Têgihiştineke bi navê “piştî-şoreşê” hebû, ku ronîkirina sosyalîzma reel bû. Ev têgihiştin, li ser mentiqê determînîstîk yê Newton a pêşveçûna rasterast, çareseriya gelek pirsgirêkan taloq kir “piştî şoreşê”. Lê belê di jiyana rasteqîn a kuantûmê de tiştekî bi navê “piştî şoreşê” tunebû. Her tişt di DEMÊ û NIHA de bû. Wextê ku me fêm kir ew kêliya ku me fêm kir. Ji fîzîka Newtonî û nêzîkatiya zanistiya civakî ya pêşkeftî ya rasterast ber bi zanistiya kuantum û têgihîştina wê ya zanista civakî ve derbasbûnek hebû. Li gorî vê yekê, diviyabû di tevgerên siyasî yên şoreşger de guhertin çêbiba. Li ser vê yekê astengî çêbû. Tiştê ku paradîgmaya dewletparêz a kevn pêşkêşî kir, bêtir cazîp xuya bû. Pêkanîna wê hêsantir xuya bû. Ew bêtir balkêş xuya bû. Ne hewce bû ku bi qasî ku em niha bi pirsgirêkên tevlihev re mijûl bibin. Çareserkirina hin pirsgirêkan bi mantiqa “Piştî şoreşê dê çareser bibin” hat taloqkirin. Ev prensîb bû ku mirov çarenûsa xwe bi dewletê re bide naskirin. Pîvanên azadî û rizgariyê bi vî awayî hatin teşekirin. Ya ku şoreşên heyranok û UKM li seranserê cîhanê kirin ev e. Bi hin awayan ew bi tevahî ne xelet bû. Teza bikaranîna dewletê ya demkî hat qebûlkirin. Wisa dihate texmînkirin ku dezgeyên dewletê îcada serdestan e û bi gotina Engels dema ku dem hat, wê biavêjin selika çopê. Lê PKK jî xwedî şêwazên xwe yên xas hebûn. PKK ne wek partiyên reel sosyalîst bû. PKK’ê ji destpêkê ve her tim bi awayekî rexnegir nêzikî Sosyalîzma Reel bû û bi çavekî kor dest negirt. Ne bû burokratîk, ne di jor de ma, ji civakê qet qut nebû. Her çend aliyên wê yên teng ji paradîgmaya desthilatdarî û netew-dewletê derketibin jî, bi taybetmendiya xwe ya civakbûyînê li ser bingeha demokrasiyê bû. PKK di artêşbûnê de jî her tim xwedî demokrasî û sîstema hilbijartinê ye. Bi gotineke din, dema ku em berê rexne dikin, divê em PKK-ê bi tevahî partiyên klasîk ên reel sosyalîst re wek hev nebînin. PKK weke partiyên sosyalîst ên klasîk nêzîk nebû. Ne ji bloka kapîtalîzmê re û ne jî ji bloka reel-sosyalîst re tê îndekskirin, ev xelet e. Xeta xwe ya serbixwe parast. Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de cudahiya PKK’ê anî ziman. Ji damezrandina xwe ve weke tevgereke civakî teşe girtiye. Lê stratejiya ku wî xwe dispêre, amûrên ku wî bikar anîn û têgihîştina zanista civakî ya ku wî pejirandibû bi giranî ji sosyalîzma reel bandor bû. Di vê pêwendiyê de dubare bû û rewşeke krîzê derket holê. Ev krîzek paradîgmayê bû. Krîza paradîgmayê ancax bi paradîgmaya nû ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêber APO dikare bi giranî were derbaskirin. Bi paradîgmaya Rêbertiyê re hat fêmkirin ku bi qutbûna ji paradîgmaya dewletparêz, me zêde winda nekir, me gelek qezenc kir û em ê bi dest bixin. Em ê bi windakirina dewletê civakê bi dest bixin. Armanca me ya ku em jê re dibêjin pîroz ew e ku em rastiya xwe ya civakî li ser bingehek azad û demokratîk pêk bînin. Bila hemû dewlet û hikûmet hilweşin. Ji sedî 98ê dîroka mirovatiyê pir sade nîşanî me dide ku mirov bêyî pere û hêz dikare bijî.
Pêvajoya veguhertina radîkal a di PKK’ê de bi hêsanî pêk nehat û nabe. Rêbertiyê ev yek weke “şoreşa zihniyetê” formule kir. Di nava şoreşa zihniyetê de ŞOREŞA EXLAQÎ Û WIJDAN dihat xwestin. Ev dihat wateya şoreşa Heqîqetê. Di axaftina ku ji aliyê Rêbertiyê ve hat pêşxistin de, bi rastî jî şoreşeke pir cuda bû, ne weke hinek derdorên ku xwe li dijî sîstemê nîşan didin. Rêbertî di şexsê PKK û kadroyên wê de şoreşa civakî ya nû pêş dixe. Ev jî tê wateya şoreşa şoreşên ku armanca wan şoreşa Rojhilata Navîn û Cîhanê ye. Avakirineke nû ya çandî ye. Rêbertî vê mijarê bi awayekî balkêş rave dike: “Çawa ku çanda Rojhilata Navîn xwe nû dike, divê ev jî bizane ku rêya vê yekê jî şoreşa heqîqetê ye. Şoreşa heqîqetê şoreşa zihniyet û şêwazê jiyanê ye. Şoreşa rizgariya ji hegemonyaya bîrdozî û jiyana modernîteya kapîtalîst e. Divê em bi dîndarên derewîn û nîjadperest-şovenîstên ku xwe dispêrin kevneşopiyê nexapin. Li dijî modernîteya kapîtalîst şer nakin. Ji bo erka nobedariyê hinek par dixwazin. Ji bo wan tu carî şerê heqîqetê nayê hesibandin. Ji bilî vê, ew ne tenê têkçûn, lê di heman demê de li hember modernîteyê jî mêze dikin. Ger tevgerên kevn ên çep, femînîst, ekolojîk û çandî dixwazin bi domdarî antî-modernîst bin, divê bizanibin şerê heqîqetê bi tevahî û bi kêmkirina şêwazên jiyanê çawa bimeşînin.
Şerê heqîqetê ji ber ku di her kêliya jiyanê de, li hemû qadên civakî, li yekîneyên aborî û ekolojîk ên komunalîst, li qadên bajar ên demokratîk, herêmî, mehalî, neteweyî û navneteweyî tê meşandin, wate û serkeftinê bi dest dixe. Heya ku em zanibin em ê mîna qasid û şandiyên olên gava yekem ji dayik bûne bijîn û heya ku em li pey rastiyê nebin, şerê heqîqetê nayê kirin. Ger were dayîn jî nayê bidestxistin. Pêdiviya Rojhilata Navîn bi aqilmendiya xwedawenda jin, Mûsa, Îsa û Muhammed, Saint Paul’an, Manî’yan, Veysel Karanî, Hallac-ı Mansur’an, Sührawardis an, Yunus Emre’yan û Bruno yan heye. Şoreşa heqîqetê bêyî xwedîderketina li mîrateya kevnar a bê temen, lê ji nû ve hatiye nûkirin pêk nayê. Şoreş û şoreşger namirin, îspat dikin ku tenê bi parastina mîrateya xwe dikarin bên jiyîn. Çanda Rojhilata Navîn çanda pêkvejiyana raman-zikir-çalakiyê ye û di vî warî de pir dewlemend e. Modernîteya demokratîk bi rexnekirina şaristanî û modernîteya kapîtalîst re wê tevkariyê li vê çandê bike û rola xwe ya dîrokî bilîze.” (Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk)
Rêber Apo bi 52 salên têkoşîna PKK’ê ya zanyarî-tecrubeyên xwe û bi bîst û şeş salên pêvajoya zanîna Îmraliyê re kapasîteya mezin a zêhniyetê pêş xist. Ev asta zêhnî dibe sedema veguhertinên civakî. Li ser bingeha hêza wate ya nû û têgihiştina heqîqetê şoreşên nû yên rewşenbîrî hene. Her şoreşeke rewşenbîrî jî ber bi têgihîştina heqîqetê û hêza wateyê ve dibe. Dema em li parêznameyên Rêber Apo dinêrin em vê rastiyê bi awayekî zelal dibînin. Lewma Rêber APO di rastiyê de tiştekî nû nabêje. Wî di pirtûkên xwe de karakterê vê pêvajoyê bi berfirehî nirxand. Tişta ku wî wekî tez nivîsandiye di Paraznameyên xwe yên bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de radigihîne. Dema Parastin, Manîfestoyên Çareseriyê û Nexşeyên RÊ yên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatine nivîsandin werin lêkolînkirin, wê baştir were fêmkirin ku armanca wê çi ye. Rêber Apo çanda demokratîk pêş dixe. Li dijî vê komploya navneteweyî û sîstema qirkirina Îmraliyê hate pêşxistin. Hêza wate û têgihîştina heqîqetê bi jêhatiya zêhnî pêk tê. Di her serdema dîrokê de derketina ramanan bi saya şoreşa rewşenbîrî pêk hatiye. Her şoreşek xwedî kombûneke zêhnî ye ku xwe dispêre wê. Bêyî şoreşeke zêhnî, şoreşên zihniyetê û şoreşên civakî yên li ser esasê wan pêk nayên. Di pêvajoyên ku fermanên kevn hilweşin û fermanên nû dest bi destnîşankirinê dikin, ramanên entelektuelî yên bingehîn ku derî li lêgerînên nû vedike û fermanên nû li ser têne avakirin cîhana rewşenbîrî ye. Di serdema me ya ku kapîtalîzm di nava krîzê de ye, yekdestdariya agahî û asoya pergalê bêyî şoreşeke zêhnî nayê derbaskirin. Rêber Apo, li gorî şoreşa fikrî ya ku bi zanîna Îmraliyê bi dest xistiye, amûr û rêbazên ku dê Civaka Demokratîk ava bike pêş dixe.
Di PKK’ê de jiyan-avakirin weke îradeyek her kêlî ye. Têgihiştina PKK’ê ya sosyalîzmê êdî pêk hatiye. Sosyalîzm ne razber û utopîk e, di jiyana kêlî-heyî de şênber dibe. Ji ber ku sosyalîzm bawerî, şêwaza jiyan û felsefeya azadiyê ye, tenê bi şoreşan re bê girêdan xelet e. Sosyalîzm hem ferdî û hem jî civakî, li gund û bajaran dikare were jiyîn. Jiyana sosyalîst tenê bi şîdeta leşkerî an şer pêk nayê. Bi hişmendiya Rewşenbîrî, Exlaqî û Siyasî jî dikare were fêhmkirin û jiyîn. Heta piştî şoreşan hiştina jiyana sosyalîst, ronîkirina têgihiştina dest ji jiyana kapîtalîst e. Nêzîkatiya materyalîst a xam e ku ji aliyê sosyalîzma reel ve tê meşandin. Ew yek ji demagojiyên antî-kapîtalîstên sexte ye ku di retorîka xwe de xwe wek radîkal nîşan didin lê bi şêwaza jiyana xwe bi tevahî modernîteyê dijîn e. Ziyana ku bi têgihîştina sosyalîzmê tenê bi pêşengiya çîna karkeran ve girêdide û zêdetir bi şîdet/şer ve girêdide, dide sosyalîzma reel jî.
“Di heman demê de nerast e ku mirov sosyalîzmê weke civakeke ku her tim bi şoreş û şeran bi dest dixe. Bê şik şerên ji bo veguhertinên şoreşgerî jî dema ku şert û merc pêk werin mimkûn in. Lê sosyalîzm ne tenê tê wateya şoreşê; Li dijî kapîtalîzmê tevlîbûna demokratîk a civakê û jiyana bi zanebûn û çalak e. Gotina ‘şoreş çêbibe, wê demê jiyana sosyalîst çêbibe’ xwe bixapîne û xwe bixe nava hêviyên derewîn. Rabirdû çiqas bi hişmendî û hişmendî were jiyîn û niha were çêkirin, ew qas bi hêz û hişmendî pêşeroj tê dîtin û jiyîn. Bêguman di van hemû pêvajoyan de pêşengiya stratejîk û taktîkî pêwîst e. Lê dîtina sosyalîzmê weke rewşeke tevgerê ya bi vî rengî leşkerî dibe sedema xeletiyên mezin. Sosyalîzma reel di aliyekî de bi vî awayî dihat meşandin. Dema westiyan, hilweşiyan û li erdê ketin.” (Rêber Apo: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk)
(Beşa 3: Tenê Kesên Xwedî Hişmendî û Wêrek Dikarin Dinyayê Biguherînin)
Dijwar SASON