Destpêkê bi çend peyvan çima me vê sernavê “Sîxûrê (Ajan) Sîxûran a Dijminê Kurdan: ENKS” da dosyaya xwe vebêjin. Lewra Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi derketina Tevgera Apociyan heya niha bi dewleta Tirk a dagirker re di nava hevkariyê de ye û ev hevkariya PDK’ê di salên dawî de bi taybet li Başûr û tevahî Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd sîxûrtiyê ji dewleta Tirk a dagirker û qirker re dike. Encumena Niştîmanî Kurdê Sûrî (ENKS) jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji PDK’ê re ya sîxûriyê (ajantiyê) dike. Anku gotin di cih de be ENKS di rewşeke hetîketa hetîketiyê de ye.
Ji ber vê yekî ev kes û komên di nava ENKS’ê de ku tevlî êrîşên qirker a li ser gelê xwe bûne, îmze avêtine bin her cûre pêkanînên dijmirovahiyê ya di serî de Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, kî ne? Kê an jî kîne li pişt van? Armanca wan çi ye, dîroka wan çi ye? Çima ewqas mijara diyaloga kurdî-kurdî dixin rojevê? Nêzîkatiya wan a hember çand û zimanê Kurdî çi ye? Herî girîng jî niha Kurdên ku li dijî her cûre dagirkeriyê, pişavtin (asîmilasyon) û qirkirinê têkoşînê didin tiştê meraq dikin, ev kesên ku li hemberê gelê xwe ewqas kîn, hêrs, nefretê dike û di ritama xiyanetê de asê mane kî ne? Ev unsurên ku di bin navê ENKS’ê de cih digirin, armanca wan a helwestek wiha çi ye?
Bersiva van û gelek pirsên din di dosyayê de wê were zelalkirin.
ENKS DÎROKA SÎXÛRTÎ Û XIYANETA PDK’Ê JI XWE RE MÎNAK DIGIRE
Ev çete ku dibêjin li ser navê Kurdên Rojava tev digerin, lê ji bo Kurdên Rojava tiştekî nakin û heta di nava hemû hewldanên qirkirinê yên li dijî Kurdan de jî cihê xwe digirin, dîroka xiyanet û sîxûrtiya PDK’ê ji xwe re mînak digirin. Lewra Alaattîn Kapan ku di pêvajoya 12’ê Adarê 1980’an de li Tirkiyê sîxurekî di nava çepgiran de bû, di heman demê de PDK’yî bû. Kapan bi navê ‘Beş Parçacilar’ (Stêrka Sor) rêxistinek ava kir û şoreşgerên bi navên Mehmet û Îlhan li Nurî Pazarbaşi ya Dîlokê qetil kirin. Alaattîn Kapan ji komkujiya Taksîmê ya Stenbolê ya 1’ê Gulana 1977’an berpirsyar bû. Û vî ajanî, pêşengekî Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer jî qetil kir. Piştî kuştina Hakî Karer ku Rêber Apo jê re digot ‘ruhê min ê veşartî’, Alaattîn Kapan ji aliyê şoreşgerên Kurdistanê ve hate cezakirin û rêxistina ‘Beş Parçacilar’ ji hev belav bû.
Di sala 1978’an de piştî kuştina 4 mamosteyên şoreşger ji aliyê faşîstan ve li Çewlikê, PDK’a Tirkiyê jî ji hev belav bû. Hin ji alîgirên partiyê, di çarçoveya projeya PDK û MÎT’ê de çeteyeke bi navê KUK ava kir. Yekane peywira wê êrişên li ser PKK’ê bû. Ev rêxistina ku xwe wek ‘Azadîxwazên Neteweyî yên Kurdistanê’ bi nav dikir, ji bo rizgariya neteweyî guleyek jî li dijî mêtingeriyê-dagirkeran neteqandiye. Lê bi dehan şoreşger û sempatîzanên Kurdistanê qetil kirin. Dema ku li dadgehên Amedê dihatin darizandin, endamên KUK’ê li xwe mikur hatin ku ew li dijî PKK’ê hatine damezirandin û tenê li dijî PKK’ê çek bi kar anîne. Pratîka wan tenê dijberiya PKK’ê û li gorî talîmata MÎT’ê belavkirina propagandayê bû.
Jixwe rewşa rêxistinên bi navê ‘Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Neteweyî’ (UDG) hatin cem hev û piştgirî didan KUK’ê jî zelal e.
Bi taybetî piştî salên 1960’î PDK’ê dest pê kir ku rêxistinên şoreşger-demokratîk ên li Başûr û gelemperiya Kurdistanê ji hev bixe. PKK’ê piştî sala 1980’yan di çarçoveya biryara vegera li welêt de li Başûrê Kurdistanê bingehek girt û PDK’ê jî ji bo kontrolkirin an jî tesfiyekirina gerîla bi dewleta Tirk a faşîst re dest bi kar kir. Ev hevkarî di salên 1990’î de li dijî gerîla bû êrîşkariyeke çekdarî. Di şerê Başûr ê sala 1992’yan de PDK’ê UDG ku li Bakur ava bûbû, di bin banê hikumeta Hewlerê de bi rêxistin kir. Li gel artêşa Tirk a faşîst-dagirker, hêzên ser bi hikumeta Hewlerê ve êrişî gerîla kirin. Artêşa Tirk a faşîst û hêzên PDK’ê bi hev re ev êriş pêk anîn. Niha jî PDK bi desteka hêzên cuda yên navneteweyî mîna sala 1992’yan ji bo tesfiyekirinê û heke ev nebe jî, ji bo ku ji Başûr derxe, êrişên xwe bi dewleta Tirk a faşîst re didomîne.
BERMAHIYÊN VAN XIYANETPERESTAN LI DIJÎ ŞOREŞA ROJEVA KETIN DEWRÊ
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê re, hin Kurdan bi muxalîfên Sûriyê re bûn yek û li gel hêzên ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hatin birêxistinkirin ku navenda xwe li Stenbolê bû, dest bi kar kirin. Her ku şoreşa Rojava bi pêş de çû, van kesayetan tevî komên çete yên qaşo muxalîf lê faşîst, înkarker û selefî bûn, dest bi êrişa li dijî şoreşa Rojava kir. Van kesan hemû êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û derdora wê bi rê ve birin. Di êrişên El-Nusra û DAIŞ’ê de ev kes û çeteyên girêdayî wan jî hebûn. Yek ji berpirsyarên 12 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndarên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ew in. Li hemberî pêşketina kantonên Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê PDK’ê ew di bin navê PDK/S û piştre jî ENKS’ê de anîn cem hev da ku nasnameyeke siyasî bidin wan. Armanc tesfiyekirina şoreşa Rojava bû û li şûna rejîma Baasê avakirina avaniyeke selefî ya dewleta Tirk a faşîst a mêtinger bû.
Li ser vê bingehê PDK û MÎT’ê çeteyeke leşkerî ya ji Kurdên ku ji Rojava ber bi Bakur û Başûr ve reviyan, ava kirin. Ev avaniya çete ya bi navê Roj jî hêza paramîlîter (leşkerî) ya ENKS’ê ye. ENKS bi giştî ji 18 partî û hin kesayetan pêk dihat. Di demeke kurt de hema bêje ev hemû pêkhate ji ENKS’ê qetiyan. Tenê PDK-S û yek du partiyên şexsî man. Piştî vê qonaxê ENKS’ê dest bi çalakiyên wekî yên KUK’ê kir. Çeteyên Roj jî wisa ne. Karê destpêkê yê çeteyên Roj êriş û qirkirina gerîla û gelê sivîl ê li Şengalê bû û ev hêza ku MÎT’ê organîze kiriye û li Baregeha xwe ya Başîka ya Musilê perwerde kiriye, niha ji bo qadên gerîla yên li Başûr dorpêç bike û êrişî gerîla bike, ketiye pozîsyonê. Avaniyên çete ku li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî li dijî Kurdan û gelan qirkirinê dikin, tevî van çeteyên Roj jî êrişî gerîla dikin.
(BEŞA DUYEM: ÇIMA ENKS HATE AVAKIRIN?)