KESAYETEK XWEFIROŞ A BI ERZANÎ: SEÎD OMER (SÛRÎ)
Piştî ev rêveberên ENKS’ê yên bi talîmatên MÎT’ê ferza wan hate çêkirin, ji wan Seîd Omer ku bi navê Seîd Sûrî tê naskirin, wek e kamuflaja sîxûrtiya xwe ji sazî û beşên jin û ciwanên şaxa ENKS’ê berpirsyar hat erkdarkirin. Ji bo vê kamuflajî baş pêk bîne jî hem ji bo kesên alîgirên ENKS’ê ji bo bibin sîxûr îkna bike hem jî weşangeriyekê reşkirina Rêveberiya Xweser bike, di bin rêveberiya wî de televizyona bi nave Welat Tv hat vekirin.
Seîd Sûrî yê ku li gundê Rêhanîka Beravê ya Dêrikê ya Rojava ji dayik bûye, di sala 2014’an de bû endamê Komîteya Navendî ya PDK-S’ê. Di vê pêvajoyî de ku bi taybet agahiyên li ser Rojava bi pereyekê kêm dida MÎT’ê, di Kongreya 12’emîn a PDK-S’ê de li ser hewildan û talîmata MÎT’ê bû endamê buroya siyasî ya PDK-S’ê. Seîd Sûrî ku niha li Başûrê Kurdistanê dimîne, piştî ferza wî ya dawî, di sala 2022’an de di navbera Duhok û Kampa Domîz de ciheke taybet a ji bo perwerdekirina ajanan hat avakirin. Ev cih ji aliyê MÎT’ê kesê bi nave kod Seyfî, ji Parastinê Şêrzad Munzirî û cigirê wî Selman û Seîd Sûrî ve tê bi rêvebirin. Li gor agahiyan heya niha 6 dewreyên perwerdehiyê hatiye vekirin û her dewre 2-3 meh didomin. Gelek dersên îstîxbaratî Endamê MÎT’ê bi nave kod Seyfî bi xwe li ser disekine. Ev navenda perwerdeyê ya taybet ji Kampa Bendereşê û Sêmêlê hatibû cûdakirin.
Seîd Sûrî ku jibilî meaşê xwe ji PDK’ê digire, gelek agahiyên girîng û taybet bê agahiya berpirsê xwe Şêrzad Munzirî rasterast beranberê 100 dolarî dide Endamê MÎT’ê yê bi navê kod Seyfî. Li ser vê yekî Şerzad Munzirî ku agahdariya wî ji vê rewşî çêbû, di navbêra wî û Seîd Sûrî de nîqaşên tûnd çêbûne. Tê gotin di nîqaşekê wan de Şêrzad Munzirî ji Seîd Sûrî re gotiye: “Tu kesayetek pir qeşmer û xwefiroşekî erzanî.”
SEÎD SÛRÎ DI BIN SÎXÛRTIYÊ DE GELEK KARÊN BÊ EXLEQÎ JÎ DIKE
Li gor agahiyan Seîd Sûrî di bin sîxûrtiyê de gelek karên din ên wek e kaçaxçitiya mirovan, hişbir-tiryak, bazirganiya kel û pel a sînorî û fuhişê jî dike an jî dide kirin. Hat diyarkirin ku di sala 2022’an de hem ji bo îtîbara Rêveberiya Xweser bixin û bidin nîşandan gelê Rojava birçî tê hiştin û hem jî ji bo karibin şebekeya bazirganiya mirov, hişbir û kelûpelan a ji aliyê wan ve hatiye amadekirin tenê di destê bazirgan û kaçaxçiyên ji aliyê wan ve hatine avakirin de bimîne, li ser daxwaza Seîd Sûrî lê bi îmzeya Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Fêsel Yusif, Nimet Dawûd, Fesle Yusif, Şelal Gedo û hwd ji bo Deriyê Sînor a Sêmalka careke din were girtin raporek berfireh radestê Odeya Hevbeş a MÎT-Parastin û Serokatiya PDK’ê hatiye kirin. Li ser vê raporî deriyê Sêmalka careke din hate girtin û polîtîkaya ambargoyê li ser gelê Rojava hate meşandin.
Li ser vê esasî Seîd Sûrî, şebekeya kaçaxçiyan a hatî avakirin, hem ji bo bide nîşandan gelê Rojava ji ber Rêveberiya Xweser direvin Başûrê Kurdistan û hem jî gelek kaçaxçiyan beranberê agahiyan bi xwe ve girê bidin hat avakirin. Yek ji van ê ku hem ciwanan û malbatan dide revandin di bin navê kar eyar kiriye ji wan re, form dida wan, Seed Îbrahîm Bekê ye. Îbrahim Bekê, ji Amûdê ye û di du dewreyên perwerdehiya îstîxbaratî ya MÎT û Parastinê de derbas bûye. Îbrahîm Bekê, ne tenê karê îstîxbarati li ser talîmata Seîd Sûrî, madeyên hişbir-tiryakê yên ji Başûrê Kurdistanê bi kaçaxî tên derbaskirin li ser ciwanan û malbatên Rojava belav dike.
SEÎD SÛRÎ DI HÊLA BIKARANÎNA JINAN DE ŞÊWAZÊ MÎT’E PÊK TÎNE
Jibilî van Seîd Sûrî, bi talîmata MÎT û Parastinê, ji bo di karên bê exleqî de hem hûndirê ENKS’ê û hem jî derveyê wê mirovan bixe an jî tasfiye bike, komek hatiye avakirin. Ev kom li Rojava di pêşengtiya Bêrîvan Garis û Hêvî Dilî hatiye avakirin. Ev koma sîxûran a jinan pêk tê yên wek e M.E, W.H., L.Q û yek jî li Ewropa jiyan dike yê bi nave qod û di heman demî de di bin navê ragihandinê de kar dike E.H. ye. Ev kom di ser malbatên çeteyên Roj, ENKS bi taybet jî ji endam û malbatên PDKS û Partiya Yekitî ji bo agahiyan derbarê saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser kom bikin, di ser Seîd Sûrî de ji MÎT û Parastin re dişînin.
Pêve girêdayî ev şebekeya sîxûran jibilî komkirina agahiyan, têkilî bi endam û rêveberen saziyên sivîl û leşkerî ya Rêveberiya Xweser, her wiha kengê bixwazin di hûndirê ENKS’ê de yên bixwazin tasfiye bikin an jî hişyarî û asta wan bixin, ev koma jinan bi awayek bê exleqî bi hin jinên din re têkiliyan bi wan re datînin û wan dixin. Piştre jî digirin vîdeoyê û ser înternetê de parve dikin. Ew mijara Serokê Giştî ya ENKS’ê ya berê Siûd Mele ku vîdeoya wê hatibû belavkirin ji aliyê vê komî ve pêk hatibû. Seîd Sûrî heman rêbazî ku çewa anî serê Siûd Mele xwest bi riya jina bi nave W.H re li ser Ebdilhekîm Beşar jî pêk bîne, lê tê gotin ku ji ber beriya wê de hatiye hişyarkirin Ebdilhekîm Beşar neketiye wê xefikî.
Hat diyarkirin ku bi riya vê komî gelek dîmen (video) û wêne yên têkiliya cinsî yên rêveberên ENKS’ê di destê MÎT û Parastinê de hene û wek e gef û tehdîdek di destê xwe de hiştine ku kengê ev rêveber ji xeta wan derkevin wê bikar bînin.
DI BIN NAVÊ WELAT TV DE SÎXÛRTÎ WERE KIRIN
Şêrzad Minzurî, Azad Berwarî û Hemîd Derbendî, bi riya Seîd Sûrî ji derveyê şebekeyên sîxûran, her wiha di bin navê ragihandinê de jî ji bo karibe agahiyan kom bike û weşangeriyekê bi taybet li ser reşkirina Rêveberiya Xweser û Rojava bike, amadekariya vekirina qenalekê televizyonê yê bi navê Welat Tv dikin. Ev şaneyên razayî yên li Dêrikê, Girgê Legê, Qamişlo, Hesekê û Amûdê her cûre agahiyên îstîxbaratî kom bikin û bi riya vê qenalî de bigihênin MÎT û Parastinê. Ev endamên qenalê televizyonê yên sereke navê wan, Ekrem Hisên, Îvan Hesîb (Hesekê), Cano Şakir, Ezedîn Mele, Tahir Hesaf, Nayîf Cibêro û Ebdilhadî Şêxê ne. Wek e berpirsiyarê dosya Rojava jî Sebah Mîranî bi taybet hatiye erkdarkirin.
RÊVEBER Û ENDAMÊN QADÊN ŞEBEKEYÊN SÎXÛRAN
Jibilî van, berpirs û endamên şebekeyên sîxûran ên qadan jî ku hatine bidestxistin hene. Ji van sîxûran ên ku bi riya malbatên serçete û endamên çeteyên Roj wek e, Dilovan Rubarî (Dêrik), Ehmed Hiso (Amûdê), Seîd Begê (Amûdê) Şivan Îbrahîm (Qamişlo), Dixtor Hejar (Dêrik).
Hin endamên din ên ku di Rojava de sîxûrtiyê dikin wiha ne;
Sîxûrên bi navê Seydayê Xerîb, Seydaye Welat, Seydayê Teyîp û Leyla hêj jî li Kampa Bendereşê ne û hewil didin şaneyên razayî yên di bin navê sazî û komeleyên ENKS’ê de ava kirine, bi rê ve bibin.
Sîxûrên din ên li Rojavayê Kurdistanê ne Îsa Murad (Qamişlo), Nûrî Sebrî (Gundê Delavê Kera-Girkê Legê), Mistefa Qerno (Amûdê), Naz Hemê (Ji Amûdê ye niha li Bruksel e û ji bo agahiyan têkilî bi naskiriyên xwe yên ji Amûdê digire), Jiyan Yusif (Amûdê), Sîmav Hesen (Qamişlo), Şivan Îbrahîm (Qamişlo), Welat Ehmê (Qamişlo), Idrîs Salih (Serêkaniyê-niha li Qamişlo ye), Nûrî Elî Dilê (Qamişlo-Taxa Cudî), Şivan Emîn (Qamişlo), Xelîl İdrîs Xelîl (Qamişlo), Hozan Hadî (Qamişlo)…
Raman ji navçeya Tirbêspiyê ya Rojava ye.
Bengîn û Ebû Îskender eslê xwe ji taxa Hilêliyê ya Qamişlo ye.
Şerwan Ebû Tabot ji navçeya Girkê Legê ya Dêrikê ye.
Ev tora sîxûr nêzî mehek berê ji aliyê MÎT-Parastin ve hatine perwerdekirin û ji bo bişînin Rojava amadekariya wan dihat kirin, piştî bernameya Destên Tarî ku di Ronahî Tv de hat weşandin, şandina wan ji aliyê berpirsiyarê Parastinê Selman ve hatin rawestandin.
Navê du sîxûrên bi navê Bengîn û Ebû Îskender ku di bernameya Destên Tarî de derbas bû, ji aliyê MÎT’ê ve ji komê hat derxistin.
Ev navbohirî yên me wan deşifre kirî niha di herêmên bin serweriya PDK/Malbata Barzanî de ye û ji bo ewlekariyê xwe karibin biparêzin û zêde tevnegerin de hatine hişyarkirin.
Li gor agahiyên ku hatine piştrastkirin MÎT-Parastin sîxûrê bi navê Delîl Efrîn, piştî navê wî di îtîrafên sîxûrên ku ji aliyê ewlekariyê ve hatine girtin, destpêkê ji Dêrikê derbasî Til Koçer bûye û piştre jî wî kişandine Başûrê Kurdistanê.