{"id":16268,"date":"2026-05-15T08:38:27","date_gmt":"2026-05-15T06:38:27","guid":{"rendered":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/?p=16268"},"modified":"2026-05-15T08:38:27","modified_gmt":"2026-05-15T06:38:27","slug":"karayilan-neteweya-ku-nikaribe-zimane-xwe-bipareze-nikare-hebuna-xwe-ji-bipareze","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/karayilan-neteweya-ku-nikaribe-zimane-xwe-bipareze-nikare-hebuna-xwe-ji-bipareze\/","title":{"rendered":"Karayilan: Neteweya Ku Nikaribe Ziman\u00ea Xwe Bipar\u00eaze, Nikare Heb\u00fbna Xwe J\u00ee Bipar\u00eaze"},"content":{"rendered":"<p>Endam\u00ea Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) M\u00fbrat Karayilan be\u015fdar\u00ee Bernameya Taybet a St\u00eark TV b\u00fb \u00fb bi wes\u00eeleya Cejna Ziman\u00ea Kurd\u00ee \u00eari\u015f\u00ean li ser Kurd\u00ee \u00fb r\u00ea \u00fb r\u00eabaz\u00ean parastina ziman\u00ea dayik\u00ea nirxand. Hevpeyv\u00eena bi M\u00fbrat Karayilan re hatiye kirin bi v\u00ee reng\u00ee ye:<\/p>\n<p><strong>Gel\u00ea Kurd 15&#8217;\u00ea Gulan\u00ea weke Cejna Ziman\u00ea Kurd\u00ee p\u00eeroz dike. Destp\u00eak\u00ea ji bo w\u00ea roj\u00ea h\u00fbn \u00ea \u00e7i bib\u00eajin?<\/strong><\/p>\n<p>Ez destp\u00eak\u00ea tevahiya gel\u00ea me \u00fb tema\u015fevanan bi r\u00eazdar\u00ee silav dikim. Cejna ziman\u00ea Kurd\u00ee b\u00eaguman rojek gir\u00eeng e. \u00c7ima? Ji ber em gelek\u00ee ku \u00e7anda w\u00ee, ziman\u00ea w\u00ee di bin xeteriy\u00ea de ye. Ji bo w\u00ea j\u00ee p\u00eerozkirina cejna ziman pir z\u00eade hewcehiya me p\u00ea heye. Div\u00ea mirov watey\u00ea bide, weke t\u00ea xwestin p\u00eeroz bikin. Ji bo p\u00ea\u015fxistina t\u00eako\u015f\u00eena ziman, t\u00eako\u015f\u00eena p\u00eeroz mirov roj\u00ean wisa bike cih\u00ea derketin\u00ean n\u00fb. Ji bo w\u00ea gir\u00eengiya xwe heye. Ez di v\u00ea \u00e7ar\u00e7ovey\u00ea de cejna ziman\u00ea Kurd\u00ee li kedkar\u00ea her\u00ee mezin R\u00eaber Apo, li tevahiya xebatkar\u00ean ziman\u00ea Kurd\u00ee, li tevahiya gel\u00ea me y\u00ea welatpar\u00eaz p\u00eeroz dikim. Kes\u00ean xebat\u00ean ziman bi taybet\u00ee me\u015fand, y\u00ean xebat\u00ean ziman dime\u015f\u00eenin pir kes in, ango ger\u00eelay\u00ean ser\u00ea \u00e7iya j\u00ee kar\u00ea ziman dime\u015f\u00eene, ji bo ziman derketiye ser\u00ea \u00e7iy\u00ea. Ew j\u00ee ziman xwed\u00ee dike \u00fb dipar\u00eaze. Yan\u00ee gi\u015ft\u00ee ye. Ziman nirxek\u00ee netewey\u00ee ye, t\u00eako\u015f\u00eena netewey\u00ee di heman dem\u00ea de xizmeta ziman dike. L\u00ea bel\u00ea y\u00ean ku bi taybet\u00ee ji bo ziman dixebitin, ji bo w\u00ea ked didin, keda wan j\u00ee h\u00eaja ye. Heman weke ya ger\u00eela h\u00eaja ye. Kes\u00ean weke Celadet El\u00ee Bedirxan, Mehmed Em\u00een Bozarslan pir z\u00eade ked dane. Keda ziman, alfabeya Kurd\u00ee, w\u00eajeya Kurd\u00ee hem\u00fb h\u00eaja ne. Div\u00ea em her tim w\u00ea ked\u00ea bi b\u00eer b\u00eenin, kes\u00ean v\u00ea der bar\u00ea ked dane, emr\u00ea xwe ji bo v\u00ea feda kiriye; div\u00ea em wan hem\u00fbyan bi b\u00eer b\u00eenin. Di v\u00ea \u00e7ar\u00e7ovey\u00ea de ez kes\u00ean ku t\u00eako\u015f\u00eena ziman\u00ea Kurd\u00ee didin ez spasiya wan dikim. Di p\u00ea\u015fxistina ziman de, \u00e7i y\u00ea di d\u00eeroka me de \u00e7i y\u00ea \u00eero dime\u015f\u00eenin bi rast\u00ee cihek\u00ee xwe y\u00ea h\u00eaja heye. \u015eeh\u00eed\u00ean doza ziman di \u015fexs\u00ea \u015fore\u015fger\u00ea h\u00eaja Ferhat K\u00fbrtay de hem\u00fbyan bi r\u00eazdar\u00ee, bi hurmet bi b\u00eer t\u00eenim. Li hember b\u00eeran\u00eena wan ser\u00ea xwe ditew\u00eenim \u00fb soza me dane wan, bi v\u00ea wes\u00eeley\u00ea ez dubare dikim. Der bar\u00ea roj\u00ea \u00fb cejn\u00ea de ti\u015ft\u00ea ku mirov weke sereke bib\u00eajin ev e.<\/p>\n<p><strong>Di d\u00eerok\u00ea de t\u00eakiliya ziman \u00fb mirovahiy\u00ea \u00e7i ye?<\/strong><\/p>\n<p>Ziman \u00fb mirovah\u00ee di p\u00ea\u015fvebirina mirovahiy\u00ea de pir t\u00eakiliy\u00ean xwe heye. \u00censan dema difikire, fikir \u00fb hi\u015fmend\u00ee p\u00ea re bi p\u00ea\u015f dikeve, h\u00ead\u00ee h\u00ead\u00ee ziman j\u00ee p\u00ea re bi p\u00ea\u015f dikeve. Ziman dibe wes\u00eeleya ku mirovah\u00ee bi p\u00ea\u015f ve bi\u00e7e. Jiyana mirovahiy\u00ea bi p\u00ea\u015f ve bi\u00e7e, civakb\u00fbn \u00e7\u00eabibe. Bi v\u00ee reng\u00ee tecr\u00fbbey\u00ean xwe bi hev re parve bikin. Di p\u00ea\u015fvebirina mirovahiy\u00ea de rola ziman roleke bingeh\u00een e, esas\u00ee ye. Di p\u00ea\u015fxistina \u00e7anda \u015faristaniy\u00ea de ziman rola xwe heye. Ji bo w\u00ea t\u00eakiliya mirovah\u00ee \u00fb ziman pir z\u00eade bi hev re heye. Jiyan bi ziman bi p\u00ea\u015f dikeve, bi ziman k\u00fbran\u00ee \u00e7\u00eadibe, zanist \u00e7\u00eadibe. Ziman zanist e, estet\u00eek e, wateya jiyan\u00ea ye. Van hem\u00fbyan bi xwe re bi p\u00ea\u015f dixe. Nirx\u00ean exlaq\u00ee bi p\u00ea\u015fve\u00e7\u00fbna ziman h\u00een z\u00eade k\u00fbr dibin. Di v\u00ea watey\u00ea de mirov dikare bib\u00eaje nirx\u00ean mirovahiy\u00ea, afirandina wan \u00fb bi d\u00eerok\u00ea re malkirin, bi saya ziman \u00e7\u00eab\u00fbye. Ji bo w\u00ea p\u00eeroz e. \u00c7awa ku nirx\u00ean mirovahiy\u00ea p\u00eeroziya xwe hene, ziman j\u00ee heb\u00fbna w\u00ea, hevok\u00ean w\u00ea p\u00eeroz in. Her hevokeke ziman, her peyvek bi keda hezaran salan p\u00eak t\u00ea. Bifikire mirov\u00ea destp\u00eak\u00ea qet nizane, deng\u00ea av\u00ea t\u00ea, \u015fire\u015fira av\u00ea t\u00ea, w\u00ee derdix\u00eene destp\u00eak\u00ea. Deng\u00ea ti\u015ft\u00ean xwezay\u00ee derdix\u00eene, h\u00ead\u00ee h\u00ead\u00ee ziman bi p\u00ea\u015f dikeve, hevok bi p\u00ea\u015f dikevin. K\u00ee zane her hevokek \u00e7iqas sal, sed salan, hezar salan ew hevok diafire, zelal dibe. Ew ti\u015ft t\u00ea wateya filan ti\u015ft\u00ee. Ev ti\u015ftek\u00ee bi hezar salan p\u00eak hatiye. Ji ber w\u00ea j\u00ee her hevokek wateya xwe heye, her peyvek gir\u00eengiya xwe heye \u00fb p\u00eeroziya xwe heye. Keda mirov ti\u015fta her\u00ee p\u00eeroz e. Ji bo w\u00ea ziman j\u00ee her peyvek ziman j\u00ee hem\u00fb bi keda mirovahiy\u00ea ya sed salan, ya hezar salan p\u00eak hatiye. Ji bo w\u00ea wateyeke xwe ya wisa heye.<\/p>\n<p>Ya din j\u00ee; \u00eero di mirovahiye de zimanek\u00ee cuda peyda dibin. Netewe li ser v\u00ee h\u00eem\u00ee ava dibin. Di neteweb\u00fbn\u00ea de j\u00ee ziman cihek\u00ee xwe y\u00ea esas\u00ee heye, sereke ye. Eger ji bo neteweb\u00fbn\u00ea tu \u00e7end xalan bijim\u00eare, xala destp\u00eak\u00ea ziman e. Ber\u00ea div\u00ea ziman\u00ea xwe yek be, zimanek\u00ee xwe hebe. \u00c7anda xwe hebe. W\u00eajeya xwe hebe. Bi kurtas\u00ee ziman heman dem\u00ea di heb\u00fbna neteweyan de j\u00ee xwed\u00ee cihek\u00ee pir gir\u00eeng e. Neteweyeke ku nikaribe ziman\u00ea xwe bipar\u00eaze, nikare heb\u00fbna xwe j\u00ee bipar\u00eaze. Heta mirov dikare bib\u00eaje, di parastina netewe de ziman weke senger\u00ea p\u00ea\u015f e. Ku ziman \u00e7\u00fb, ti\u015ft\u00ean din j\u00ee di\u00e7e. Di parastina w\u00ea ya netewey\u00ee \u00fb \u00e7and\u00ea de civakek xwed\u00ee \u00e7and e, di parastina w\u00ea de ziman senger\u00ea stratej\u00eek \u00ea p\u00ea\u015f e. Eger ew senger t\u00eak bi\u00e7e, ti\u015ft\u00ean din j\u00ee t\u00eak di\u00e7e. Em dizanin ku di hundir\u00ea d\u00eerok\u00ea de gelek \u00e7and \u00fb ziman hatine helandin. Heliyan e, \u00e7\u00fbn e. Di d\u00eerok\u00ea de heb\u00fbn l\u00ea niha tine ne. Ti\u015ftek\u00ee wel\u00ea zind\u00ee ye, div\u00ea tim\u00ee jiyana xwe dewam bike. Parastin j\u00ea re p\u00eaw\u00eest e. Di parastina neteweyan de ziman xaleke stratej\u00eek \u00fb esas\u00ee ye. Eger ku neteweyek, \u00e7andek nikaribe ziman\u00ea xwe bipar\u00eaze w\u00ea nikaribe heb\u00fbna xwe j\u00ee bipar\u00eaze. Ji ber w\u00ea di heb\u00fbna neteweyan j\u00ee ziman xwed\u00ee roleke gir\u00eeng e.<\/p>\n<p><strong>Di vir de gir\u00eengiya ziman\u00ea dayik\u00ea \u00e7i ye?<\/strong><\/p>\n<p>Zarok ku n\u00fb \u00e7\u00eadibe \u00fb her mezin dibe destp\u00eak\u00ea ji dayika xwe f\u00ear\u00ee ziman dibe, f\u00ear\u00ee axaftin\u00ea, jiyan\u00ea dibe. F\u00ear\u00ee heb\u00fbn\u00ea dibe. Ji bo w\u00ea ziman\u00ea dayik\u00ea ji bo her kesek\u00ee \u00fb ji bo her civakek\u00ea p\u00eeroziyeke xwe heye. P\u00eeroz e, ti\u015ftek\u00ee xwezay\u00ee zarok t\u00ea dinyay\u00ea, ti\u015ft\u00ea destp\u00eak\u00ea f\u00ear dibe ev ti\u015ft e. Yan\u00ee ew ziman e. Ji bo her ti\u015ft\u00ean xwezay\u00ee wateyeke xwe heye \u00fb cih\u00ea p\u00eeroziy\u00ea ye. Xwezay\u00ee ye ji ber ku. Nehatiye \u00e7\u00eakirin. Xwezay\u00ee b\u00fbye, heye. Be\u015feke heb\u00fbn\u00ea ye. Ziman\u00ea dayik\u00ea j\u00ee ji bo mirovan t\u00ea w\u00ea watey\u00ea. Ji bo w\u00ea p\u00eeroz e. Ji ber w\u00ea di nava Netewey\u00ean Yekb\u00fby\u00ee de ziman\u00ea dayik\u00ea, parastina ziman\u00ea dayik\u00ea, perwerdeya ziman\u00ea dayik\u00ea weke mafek\u00ee xwezay\u00ee, gerd\u00fbn\u00ee \u00fb r\u00eagezeke maf\u00ean mirovahiy\u00ea hatiye pejirandin. Ev niha di qan\u00fbna Netewey\u00ean Yekb\u00fby\u00ee de heye. Perwerdeya bi ziman\u00ea dayik\u00ea, bi ziman\u00ea zikmak\u00ee, perwerdeya zikmak\u00ee r\u00eagezeke maf\u00ea mirovahiy\u00ea ye ku nabe b\u00ea qedexekirin. Qedexekirina ziman\u00ea dayik\u00ea tewan e. Tewaneke maf\u00ea mirovahiy\u00ea ye. Nabe b\u00ea qedexekirin. Eger li welatek\u00ee qedexe li ser ziman hebe ev t\u00ea wateya ku li w\u00ee welat\u00ee siyaseta qirkirin\u00ea heye. Ango dixwaze \u00e7andek\u00ea tine bike. Di qirkirin\u00ea re derbas bike. Ji bo w\u00ea qedexe dike. Nexwe w\u00ea \u00e7ima qedexe bike? Ji bo w\u00ea di qan\u00fbn\u00ean gerd\u00fbn\u00ee de cih girtiye ku ev j\u00ee weke r\u00eagezeke maf\u00ean mirovahiy\u00ea ye \u00fb ney\u00ea qedexekirin. Her \u00e7and, her civak\u00ean xwed\u00ee \u00e7and \u00fb zimanek\u00ee cuda maf\u00ea xwe heye ku perwerdeya zikmak\u00ee bib\u00eene. Ev wisa ye.<br \/>\nKeng\u00ee hatiye qedexekirin? Ev mijar j\u00ee gir\u00eeng e. Bi esas\u00ee di hundir\u00ea jiyana mirovahiy\u00ea de, di d\u00eerok\u00ea de ti\u015ftek\u00ee wel\u00ea n\u00eene. Pir z\u00eade n\u00eene. L\u00ea bel\u00ea dema ku kap\u00eetal\u00eezm bi p\u00ea\u015f dikeve, sermaye \u00e7\u00eadibe, modern\u00eeteya kap\u00eetal\u00eest netewe dewlet\u00ea bi p\u00ea\u015f dixe. Netewe dewlet yek ziman, yek bazar, yek, yek, yek ava dike. Wisa yekb\u00fbnek\u00ea dixwaze bi p\u00ea\u015f bixe. Netewe dewlet ji bo yek ziman\u00ee serwer bike qedexeyan \u00e7\u00eadike. Destp\u00eak\u00ea ev li ku \u00e7\u00ea b\u00fb? Destp\u00eak\u00ea li Fransay\u00ea, ew \u015eore\u015fa Fransa 1789 \u00e7\u00eab\u00fb, di wir de w\u00ea dem\u00ea li derdora Par\u00ees\u00ea ziman\u00ea Frans\u00ee y\u00ea niha hey\u00ee serwer e. Xelk bi kar t\u00eene. L\u00ea bel\u00ea li erdn\u00eegariya Fransay\u00ea ziman\u00ea din j\u00ee l\u00ea hene. Breton heye, Alcas heye. Niha m\u00eerateya wan bi qism\u00ee maye l\u00ea bel\u00ea ziman ji b\u00eer kirine. \u00c7ima? Ji ber ku ziman\u00ea Par\u00ees\u00ea li ser erdn\u00eegariya Fransay\u00ea t\u00ea serwerkirin, Alcas \u00fb Breton t\u00ean qedexekirin. Li dibistanan cih\u00ea nadin, nakin ziman\u00ea perwerdey\u00ea. Ziman\u00ea Par\u00ees\u00ea dikin ziman\u00ea ferm\u00ee y\u00ea Frans\u00ee. V\u00ee li ser her der\u00ea serwer dikin, ji bo w\u00ea j\u00ee yek ziman \u00e7\u00eadibe.<\/p>\n<p>Netewe dewlet\u00ean \u00e7\u00eab\u00fbn v\u00ea model\u00ea ji xwe re dikin esas. Niha mesela li Ewropay\u00ea, pi\u015ft\u00ee demek di ser re derbas b\u00fb, hewldan\u00ean ziman\u00ean her\u00eam\u00ee parastin\u00ea j\u00ee bi p\u00ea\u015f dikeve. Mesela niha li Elmanyay\u00ea j\u00ee yek ziman heye, l\u00ea bel\u00ea gelek ziman\u00ean her\u00eam\u00ee hene, qan\u00fbn\u00ean Elmanyay\u00ea heye ku wan bipar\u00eaze, tine nebin. Wek\u00ee din li dervey\u00ee Fransa, Elmanya \u00fb \u00cetalyay\u00ea, pir ziman\u00ee heye. Em b\u00eajin Spanya, Sw\u00eesre, Bel\u00e7\u00eeka heta Br\u00eetanya li gel ku \u00cengil\u00eez\u00ee serwer e, l\u00ea y\u00ean her\u00eam\u00ee j\u00ee hene. Ew t\u00eane parastin. Bi kurtas\u00ee, li gel ku cih \u00fb war\u00ea netewe dewlet esas Ewropa b\u00fb, niha Ewropa hinek\u00ee ji w\u00ea derbas dibe l\u00ea bel\u00ea heman model li Rojhilata Nav\u00een j\u00ee serwer kirin. Pi\u015ft\u00ee \u015fer\u00ea c\u00eehan\u00ea y\u00ea yekem \u00fb p\u00ea ve li her\u00eam\u00ea j\u00ee, li her\u00eama Rojhilata Nav\u00een kopyaya wan hat \u00e7\u00eakirin. Mesela di dema Osmaniyan de qedexe li ser zimanan tine ye. Her netewe bi ziman\u00ea xwe dikare perwerdey\u00ea bib\u00eene, bi ziman\u00ea xwe tevdigere, azadiya \u00e7and \u00fb zimanan heye di nava Osmaniyan de. L\u00ea bel\u00ea pi\u015ft\u00ee ku li \u015f\u00fbna Osman\u00ee Komara Tirkiyey\u00ea \u00e7\u00eadibe, xwe weke netewe dewlet\u00ea p\u00eanase dike \u00fb ji bo w\u00ea Tirk\u00ee li tevahiya erdn\u00eegariya Tirkiyey\u00ea dixwaze serwer bike. Ji bo w\u00ea ziman\u00ean din qedexe dike. \u00db niha gelek ji wan zimanan niha tine ye. M\u00eenak niha Laz, \u00c7erkez, R\u00fbm, As\u00fbr\u00ee-Suryan\u00ee, Kurd\u00ee&#8230; Kurd\u00ee xwe hinek\u00ee li ser lingan girt. \u00c7ima? Sedem\u00ean xwe hene. Kokeke Kurd\u00ee heye. Hem weke berxwedana f\u00eez\u00eek\u00ee ya weke netewey\u00ee, \u015fer \u00e7\u00eab\u00fb hem j\u00ee ziman li ber xwe da. L\u00ea bel\u00ea ziman\u00ean din, piraniya wan di halek\u00ee gelek\u00ee xerab de ne, yan j\u00ee li ber tineb\u00fbn\u00ea ne. Ango y\u00ea ku zimanan weke qedexe dike ne li tevahiya c\u00eehan\u00ea heye. Li dever\u00ean ku netewe dewlet, hi\u015fmendiya netewe dewlet\u00ea l\u00ea heye ev bi p\u00ea\u015f dikeve. Netewe dewlet ji xwe bi xwe re \u00e7i an\u00ee? Bi xwe re dijberiya neteweyan, dijberiya gelan an\u00ee, fa\u015f\u00eezm an\u00ee, zilm an\u00ee, kujer\u00ee an\u00ee. Ma ne \u015fer\u00ea c\u00eehan\u00ea, du \u015fer\u00ean mezin \u00e7\u00eab\u00fbn, y\u00ea s\u00eayem niha heye. Di van \u015feran de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di bingeha van hem\u00fbyan de ev hi\u015fmendiya netewe dewlet heye. Ya ku fa\u015f\u00eezma H\u00eetler ava kir netewe dewleta li Elmanyay\u00ea b\u00fb. V\u00ea ev fa\u015f\u00eezm ava kir. V\u00ea hi\u015fmendiya wisa ziman qedexe kir. Ziman\u00ea zikmak\u00ee xwest bide jib\u00eerkirin. L\u00ea bel\u00ea wek\u00ee din di d\u00eeroka mirovahiy\u00ea de her heb\u00fb, zimanan her tim xwe dewam kir. Li welat\u00ea me j\u00ee Beesiyan qedexe kir, li Tirkiyey\u00ea qedexe ye, li \u00ceran\u00ea ne qedexe ye, l\u00ea cih nade. Yan\u00ee ne ziman\u00ea perwerdey\u00ea ye. Dema te zimanek nekir ziman\u00ea perwerdey\u00ea di pa\u015feroj\u00ea de dibe ku bimire. T\u00ea w\u00ea watey\u00ea. Yan\u00ee projeya li ser w\u00ee ziman\u00ee; di dahat\u00fby\u00ea de her bi\u00e7e bihele, tine bibe. Demdir\u00eaj tinekirin e. Niha ku tu dixwaze zimanek hebe, heb\u00fbn be div\u00ea bibe ziman\u00ea perwerdey\u00ea. Ji bo w\u00ea ziman\u00ea perwerdey\u00ea, perwerdeya zikmak\u00ee ji bo heb\u00fbna ziman, ji bo heb\u00fbna netewey\u00ee pir gir\u00eeng e.<\/p>\n<p><strong>Li Rojavay\u00ea Kurdistan\u00ea, destp\u00eak\u00ea li Koban\u00ea pi\u015ftre li Til Temir \u00fb her\u00ee daw\u00ee li Hesek\u00ea h\u00eaz\u00ean rej\u00eem\u00ea xwestin tabeley\u00ean Kurd\u00ee daxin \u00fb li \u015f\u00fbna w\u00ea tabeley\u00ean Ereb\u00ee rakin. Ji bo v\u00ea mijar\u00ea h\u00fbn \u00ea \u00e7i bib\u00eajin?<\/strong><\/p>\n<p>Niha ti\u015ft\u00ean li Hesek\u00ea b\u00fbn, ti\u015ftek\u00ee taybet e. Wele dixuye ku hin dest t\u00ea de hene. Ne ti\u015ftek\u00ee ji r\u00eaz\u00ea ye. Weke destwerdaneke pol\u00eet\u00eek, \u00eest\u00eexbarat\u00ee \u00fb di bin w\u00ea de weke planek heye. Ji bo w\u00ea div\u00ea mirov bi baldar\u00ee n\u00eaz\u00eek bibe. Weke t\u00ea zan\u00een, peymanek \u00e7\u00eab\u00fb. Peymana 29&#8217;\u00ea \u00c7iley\u00ea. Ew peyman di astek\u00ea de destketiy\u00ean gel\u00ea Kurd, hinek nirx\u00ean demokrasiy\u00ea dipar\u00eaze. Diyar e hin dest hene dixwazin h\u00ead\u00ee h\u00ead\u00ee bin\u00ea w\u00ea \u00e7ar\u00e7oveya peyman\u00ea vala bikin. Wisa siyaset li ser heye. Li ser hem hinek deveran, bi taybet\u00ee Hesek\u00ea \u00fb Koban\u00ea, hinek cih\u00ean wisa hesab \u00fb plan hene, ji bo w\u00ea n\u00eaz\u00eekb\u00fbnek\u00ea n\u00ee\u015fan didin. L\u00ea bel\u00ea bi gi\u015ft\u00ee j\u00ee dixwazin w\u00ea peyman\u00ea bi temam\u00ee p\u00eak n\u00eenin \u00fb hinek\u00ee bin\u00ee vala bikin. Di v\u00ea mijar\u00ea de mirov hi\u015fyar n\u00eaz\u00eek bibe. Li Rojavay\u00ea Kurdistan\u00ea \u00fb li be\u015feke Bakur \u00fb Rojhilat\u00ea S\u00fbriyey\u00ea 14 sal in meseleya perwerdeya zikmak\u00ee t\u00ea dayin. Ev destketiyek e. Div\u00ea gel\u00ea me dest ji v\u00ea destketiy\u00ea bernede, t\u00eako\u015f\u00eena w\u00ea bi r\u00eabaz\u00ean siyas\u00ee, d\u00eeplomat\u00eek bi p\u00ea\u015f bix\u00eene. Di bin v\u00ea de kedek heye, ewqas \u015feh\u00eed hatin dayin. Ev perwerdeya 14 salan t\u00ea me\u015fandin niha betal bikin \u00fb \u00e7end saetan bi Kurd\u00ee bide, div\u00ea ev yek\u00ea qeb\u00fblkirin. Ev yek pa\u015fdeki\u015fandin e. Eger desthilata n\u00fb ya S\u00fbriyey\u00ea naxwaze rej\u00eema Baas bi \u015fiklek\u00ee din dubare bike, div\u00ea ti\u015ft\u00ean wisa neke. Maf\u00ea perwerdeya ziman\u00ea zikmak\u00ee y\u00ea Kurd mafek\u00ee rewa ye, mafek\u00ee gerd\u00fbn\u00ee ye \u00fb mafek\u00ee mirovahiy\u00ea ye. Ev nay\u00ea qedexekirin. Gel\u00ea me li wir israr\u00ea xwe hebe. L\u00ea bel\u00ea dest t\u00ea de hene. Yan\u00ee eger em li vir e\u015fkere bib\u00eajin; p\u00eaw\u00eeste dewleta Tirkiyey\u00ea dest\u00ea xwe nexe nava pirsgir\u00eak\u00ean hundir\u00een \u00ean S\u00fbriyey\u00ea. Modeleke ku ew dixwaze illeh\u00ee li S\u00fbriyey\u00ea \u00e7\u00eabibe, yan j\u00ee li Rojavay\u00ea Kurdistan\u00ea \u00e7\u00eabibe, ev destdir\u00eajiyeke nerast e. Wisa dest hene. \u00db em zanin ew komploya 6&#8217;\u00ea \u00c7iley\u00ea li Heleb\u00ea destp\u00ea kir, armanceke xwe ya sereke heb\u00fb. Armanca xwe \u00e7i b\u00fb? Siyaseta demokrat\u00eek netewe vala derx\u00eene. Niha ev b\u00fb mijarek gelek\u00ee hatiye n\u00eeqa\u015fkirin. Siyaseta demokrat\u00eek netewe ku di aliy\u00ea R\u00eaber Apo de hate p\u00ea\u015fxistin, siyaseta ku di nav gel\u00ean her\u00eam\u00ea de birat\u00ee bi p\u00ea\u015f bix\u00eene \u00fb gel bi hev re weke neteweyek\u00ea bij\u00ee. Bi demokrat\u00eek n\u00eaz\u00eekb\u00fbn. Yan\u00ee ji nirx, ziman \u00fb \u00e7anda hev re hurmet\u00ea n\u00ee\u015fan bidin \u00fb li k\u00ealeka hev bij\u00een. Ev siyaset dest\u00ea gel\u00ea Kurd xurt dike. \u015eore\u015fa Kurd xurt dike. Ji ber w\u00ea neyar her\u00ee z\u00eade ji v\u00ea siyaset\u00ea ditirse. Em zanin ku h\u00een beriya w\u00ea 9-10 salan tesp\u00eet\u00ean \u00eest\u00eexbarat\u00ean gelek dewletan wisa ye. Dib\u00eajin mirov li ser siyaseta demokrat\u00eek netewe bisekine. Yan\u00ee li ser v\u00ea disekinin. \u00db armanca wan komploy\u00ean hatin kirin, \u00e7i bikin? Navbera gelan dijberiy\u00ea biafir\u00eenin. Dij\u00eetiy\u00ea biafir\u00eenin. Wisa gelan lawaz bikin \u00fb bi r\u00ea ve bibin. Bi taybet\u00ee gel\u00ea Kurd lawaz bike. Armanca xwe ev e. L\u00ea nenih\u00eare hinek kes\u00ean Kurd bi hest\u00ean neteweperestiya kevn; em Kurd in, dost\u00ea me n\u00eene, nizanim biratiya gelan \u00e7i wateya xwe n\u00eene. Wisa gotin. Ev yek n\u00eaz\u00eekatiyeke teng e. D\u00fbr\u00ee rastiy\u00ea ye. Li aliyek\u00ee din xizmet\u00ea ji v\u00ea siyaseta dagirkeriy\u00ea re dike. Dagirker dixwazin navbera gelan, xwi\u015fk \u00fb birat\u00ee bi p\u00ea\u015f nekeve. Bi ten\u00ea bih\u00eale. \u00db wisa lawaz bikin, bi r\u00ea ve bibin. L\u00ea bel\u00ea siyaseta birat\u00ee \u00fb yekb\u00fbna gelan stratejiyek pir gir\u00eeng e. Div\u00ea em li ser v\u00ea israr bikin. Ji ber w\u00ea b\u00fbyera li S\u00fbriyey\u00ea hate me\u015fandin, hewl dan dij\u00eetiy\u00ea bi p\u00ea\u015f bix\u00eenin. L\u00ea bel\u00ea nekar\u00ee bikin. Hin b\u00fbyer \u00e7\u00eab\u00fbn, ew werimandin. Hem aliy\u00ea Kurd hem aliy\u00ea Ereb. Ew \u00ean ku hi\u015fmendiya neteweperest\u00ee p\u00ea re heye, xwestin biwerim\u00eenin l\u00ea bel\u00ea nekar\u00eeb\u00fbn bikin. Niha j\u00ee israreke wisa heye. Div\u00ea mirov careke din biratiya gelan, yekb\u00fbna gelan bipar\u00eaze \u00fb w\u00ea doz\u00ea bime\u015f\u00eene. Bi taybet\u00ee li Rojavay\u00ea Kurdistan\u00ea ew tabelay\u00ean bi s\u00ea zimanan, Kurd\u00ee, Ereb\u00ee, As\u00fbr\u00ee-Suryan\u00ee, div\u00ea mirov v\u00ea dewam bike. Di v\u00ea de israr bike. As\u00fbr\u00ee-Suryan\u00ee j\u00ee heye. Dixwazin wan j\u00ee di nav\u00ea de tine bikin. Ev nabe. \u00db Ereb\u00ee j\u00ee wisa. Mirov bingeha neteweya demokrat\u00eek bi p\u00ea\u015f bix\u00eene, bipar\u00eaze, di w\u00ea de israr bike. Ev t\u00eako\u015f\u00eenek demokrasiy\u00ea ye ji bo tevahiya S\u00fbriyey\u00ea ye. Ji ber w\u00ea ti\u015ftek\u00ee pir gir\u00eeng e. Li hember\u00ee w\u00ea div\u00ea gel\u00ea me li her der\u00ea tabelay\u00ean xwe li dar bix\u00eene. Li dikanan, li her dever\u00ea. Li ketina gundan, eger li wir Kurd hebin bila bi gi\u015ft\u00ee Kurd\u00ee bin, eger xelk\u00ea din hebe bila bi s\u00ea zimanan be. Yan\u00ee piran\u00ee esas e. Ne yek, yekb\u00fbn. Yekb\u00fbn t\u00ea \u00e7i watey\u00ea? T\u00ea wateya tinekirina y\u00ea din. Na. Piran\u00ee, demokrat\u00eekb\u00fbn esas e. Div\u00ea ev b\u00ea p\u00ea\u015fxistin \u00fb parastin. Mirov bi v\u00ee reng\u00ee hewldan\u00ean x\u00earnexwazan, y\u00ean neyaran p\u00fb\u00e7 derx\u00eene. Di navbera gelan de biratiy\u00ea ge\u015f bikin, xurt bike \u00fb bi taybet\u00ee li ser ziman\u00ea Kurd \u00eari\u015f heye, div\u00ea dost\u00ean Ereb j\u00ee l\u00ea xwed\u00ee derkevin, As\u00fbr\u00ee-Suryan j\u00ee l\u00ea xwed\u00ee derkevin. Li nirx\u00ean demokras\u00ee, neteweyan her kes\u00ean demokrat\u00eekxwaz div\u00ea l\u00ea xwed\u00ee derkevin. Div\u00ea mirov v\u00ea xet\u00ea bipar\u00eaze \u00fb bime\u015f\u00eene. Em bawer in ku ev p\u00eal li S\u00fbriyey\u00ea xurtir e \u00fb bingeha xwe heye. \u00db w\u00ea karibe bi ser bikeve.<br \/>\nDawiy\u00ea ti\u015fta ez bib\u00eajim; Gel\u00ea me li w\u00ea der\u00ea maf\u00ea perwerdeya ziman\u00ea zikmak\u00ee ji xwe p\u00eak t\u00eene \u00fb dest j\u00ea bernade. Ji bo w\u00ea t\u00eako\u015f\u00een bi \u00e7i r\u00eabaz\u00ee p\u00eaw\u00eeste div\u00ea j\u00ea re amade be. T\u00eako\u015f\u00een\u00ea bime\u015f\u00eene \u00fb gel\u00ea me bi v\u00ee reng\u00ee karibe bi ser bikeve.<\/p>\n<p><strong>We di nirxandin\u00ean xwe de got, ziman\u00ean ku neb\u00fbne ziman\u00ea ferm\u00ee \u00fb perwerdey\u00ea piran\u00ee heliyan e. L\u00ea ziman\u00ea Kurd\u00ee bi temam\u00ee neheliya ye. Sedema v\u00ea \u00e7i ye?<\/strong><\/p>\n<p>Ziman\u00ea Kurd\u00ee zimanek\u00ee li her\u00eama Mezopotamyay\u00ea xwecih\u00ee ye \u00fb kevnar e. Kokeke xwe heye. Ziman\u00ea \u015eore\u015fa Neol\u00eet\u00eek e. D\u00eerok n\u00ee\u015fan dide ku gel\u00ea Kurd li wir xwecih\u00ee ye. Di serdema \u015eore\u015fa Neol\u00eet\u00eek de j\u00ee li vir e. \u00db ev ziman ji wir t\u00ea. B\u00eaguman di hundir\u00ea d\u00eerok\u00ea de ziman her tim di nava xwe de n\u00fbb\u00fbn\u00ea, guhertin\u00ea dike. Belk\u00ee ne heman ti\u015ft be. Ziman\u00ea w\u00ea dem\u00ea ne weke \u00eero be, l\u00ea bel\u00ea koka xwe ji wir t\u00ea. Ji ber w\u00ea zimanek\u00ee bi kok e \u00fb dewlemend e. Li gor\u00ee l\u00eakol\u00eenek\u00ea li c\u00eehan\u00ea 8 ziman\u00ean ku dewlemend \u00fb maldar hene. Yek ji wan Kurd e. Ziman\u00ea Kurd ne weke zimanek\u00ee teng e. Zimanek\u00ee pir dewlemend e \u00fb k\u00fbraniya xwe, firehiya xwe heye. Koka xwe ji d\u00eerok\u00ea t\u00ea, ji zanistiya d\u00eerok\u00ea, ji zanistiya neol\u00eet\u00eek t\u00ea. Ji ber w\u00ea \u00e7iqas bi \u00eari\u015fan re r\u00fb bi r\u00fb maye, l\u00ea kariye xwe bipar\u00eaze. Rast e, eger ne wisa b\u00fbya ziman\u00ea Kurd\u00ee mimkun e heta niha biheliya, tine bib\u00fbya. M\u00eenak; ne zimanek\u00ee perwerdey\u00ea zikmak\u00ee ye. Perwerdeya zikmak\u00ee ned\u00eetiye, ev sih sal\u00ean daw\u00ee li Ba\u015f\u00fbr\u00ea Kurdistan\u00ea heye perwerdeya zikmak\u00ee. 14 sal in li Rojavay\u00ea Kurdistan\u00ea heye. Naxwe wek\u00ee din tine b\u00fb. Ji ber w\u00ea eger ku wisa ne xwed\u00ee kok b\u00fbya, teqez w\u00ea tine bib\u00fbya, as\u00eem\u00eele bib\u00fbya. Ji ber ku em zanin siyaseta as\u00eem\u00eele ya qirkirin\u00ea, ya bingeh\u00een li ser ziman\u00ea Kurd\u00ee pir z\u00eade hat me\u015fandin. Mesela li Bakur\u00ea Kurdistan\u00ea pi\u015ft\u00ee tevgera \u015e\u00eax Se\u00eed t\u00eak \u00e7\u00fb, heman sal\u00ea di 1925&#8217;an de dewleta Tirkiyey\u00ea plana \u015eark Islahat bi p\u00ea\u015f xist. Armanca xwe ya yekem a plana \u015eark Islahat ew b\u00fb ku Kurd\u00ee bide jib\u00eerkirin \u00fb xelk\u00ea Kurd f\u00ear\u00ee Tirk\u00ee bike. Bi taybet\u00ee jin, dayikan f\u00ear\u00ee Tirk\u00ee bike. Ji bo ku Kurd bi temam\u00ee tine bibe, bibe Tirk. Plana \u015eark Islahat ev e. Ev bi dijwar\u00ee me\u015fandin. Heta niha j\u00ee bandora w\u00ea heye. Me d\u00eet ku dema em gih\u00ee\u015ftin sal\u00ean 1970&#8217;\u00ee hema hema li ber helandin\u00ea, tineb\u00fbn\u00ea b\u00fb. Ew derketina d\u00eerok\u00ee ya R\u00eaber Apo \u00fb p\u00ea\u015fketina tevgera azadiy\u00ea, li ser w\u00ee h\u00eem\u00ee berxwedana zindan \u00fb \u00e7iya p\u00ea\u015f\u00ee li siyaseta as\u00eem\u00eelasyon\u00ea girt. Ne v\u00ea b\u00fbya, beriya w\u00ea mimkun b\u00fb ku ziman\u00ea Kurd biheliya. Mesela niha hinek xelk\u00ea Kurd ji Kurdistan\u00ea d\u00fbr ketine. Li Enqere Hayman, li Konya C\u00eehanbey Kurd hene. H\u00een ziman\u00ea xwe bi kar t\u00eene. Careke din li Xoresan\u00ea ji Kurdistan\u00ea d\u00fbr ketine, h\u00een niha ziman\u00ea xwe li Xoresan\u00ea bi kar t\u00eenin. Ev t\u00ea \u00e7i watey\u00ea? Ev t\u00ea wateya ku Kurd, Kurd\u00ee, ziman\u00ea Kurd\u00ee bi rast\u00ee maldar e, koka xwe k\u00fbr e, ji k\u00fbraniya d\u00eerok\u00ea t\u00ea, ji ber w\u00ea j\u00ee bingeha xwe xurt e, z\u00fb bi z\u00fb nay\u00ea tinekirin. Ew siyaseta qirkirin\u00ea, as\u00eem\u00eelasyon\u00ea z\u00fb nikar\u00eeb\u00fb ziman\u00ea Kurd\u00ee tine bikira. Ji xwe pi\u015ft\u00ee ku t\u00eako\u015f\u00eena azadiya Kurdistan\u00ea bi r\u00ea ket \u00fb \u00e7and ge\u015f b\u00fb, ziman xwe n\u00fbjen kir, t\u00eako\u015f\u00eena ziman bi r\u00ea ket, \u00ead\u00ee ev ne mumkin e. Ji ber w\u00ea em dib\u00eajin \u00ead\u00ee heb\u00fbna Kurd ispat b\u00fb, \u00ead\u00ee tineb\u00fbn nikarin p\u00eak b\u00eenin. \u00cad\u00ee niha dor hatiye azadb\u00fbn\u00ea \u00fb avakirina pergala n\u00fb. Sedema xwe ew e bi kurtas\u00ee. Ziman\u00ea Kurd zimanek\u00ee maldar e, ji ber w\u00ea heta niha heb\u00fbna xwe kar\u00eeb\u00fb dewam bike.<\/p>\n<p><strong>Di ziman\u00ea Kurd\u00ee de gelek zarava hene \u00fb ev yek ji aliy\u00ea hinek kesan ve weke pirsgir\u00eak\u00ea t\u00ea nirxandin. Li ser w\u00ea h\u00fbn \u00ea \u00e7i bib\u00eajin?<\/strong><\/p>\n<p>Zaravay\u00ean ziman\u00ea Kurd\u00ee z\u00eade ne. Y\u00ea ez zanim 8 e. Kurmanc\u00ee, Soran\u00ee, Kirmanck\u00ee yan\u00ee Zazak\u00ee, Hewreman\u00ee, Lor\u00ee, Kelhor\u00ee, Lek\u00ee \u00fb Feyl\u00ee. Ev ne pirsgir\u00eak e. Berevaj\u00ee ev maldariya, dewlemendiya ziman\u00ea Kurd n\u00ee\u015fan dide. Ziman\u00ea Kurd \u00e7iqas \u015fax\u00ean xwe hene, \u00e7iqas zaravay\u00ean xwe hene, devok hene, her her\u00eamek\u00ea devokek l\u00ea \u00e7\u00eab\u00fbye. Bala xwe bidin\u00ea, her peyvek koka xwe yek e. Yan\u00ee digih\u00eaje hev. Bi kurtas\u00ee pir zaravay\u00ee ne pirsgir\u00eak e. Pir zaravay\u00ee dewlemend\u00ee ye, maldar\u00ee ye, xurtb\u00fbna ziman n\u00ee\u015fan dide. T\u00ea w\u00ea watey\u00ea. Ji bo w\u00ea div\u00ea mirov bi v\u00ee reng\u00ee binirx\u00eene. L\u00ea bel\u00ea div\u00ea mirov neh\u00eal\u00eene ku ti zaravay\u00ea Kurd\u00ee lawaz bibe, yan j\u00ee tine bibe. Eger mirov ba\u015f l\u00ea xwed\u00ee dernekevin, dibe ku tine bibe. M\u00eenak niha li Bakur\u00ea Kurdistan\u00ea 2 zarava hene. Zaravay\u00ea Kirmanck\u00ee ango Zazak\u00ee lawaz e niha. Pir z\u00eade nay\u00ea bikaran\u00een. Xeter\u00ee li ser heye. Div\u00ea mirov p\u00ea\u015f\u00ee li xeteriyan bigire. Ev ti\u015ftek\u00ee pir pir gir\u00eeng e. Her zaravay\u00ea Kurdistan\u00ea h\u00eaja ye, dewlemendiya ziman\u00ea Kurd e \u00fb div\u00ea b\u00ea parastin. Hem\u00fb ne\u00e7in ser zaravayek\u00ee, weke netewe dewletan ten\u00ea bila yek hebe. Na, ew \u015fa\u015f e. Ev t\u00ea wateya qetilkirina zaravay\u00ean din. Ev nabe. L\u00ea bel\u00ea div\u00ea zaravay\u00ea Kurd\u00ee ji hev s\u00fbd\u00ea werbigire. M\u00eenak hevokan ji hev bigire. L\u00ea bel\u00ea em dinih\u00earin Soran\u00ee hevok ji Tirk\u00ee, ji Ereb\u00ee girt\u00ee ye, ev nabe. Lazim e hevokan ji hev bigirin. Ku dema hevok ji hev girtin, bi xwezay\u00ee w\u00ea n\u00eaz\u00ee hev bibin. W\u00ea h\u00een z\u00eade karibe ji hev f\u00eahm bike. Her kes bi zaravay\u00ea xwe biaxive, mirov ji hev f\u00eahm bike. Hinek hewldaneke bi v\u00ee reng\u00ee p\u00eaw\u00eest e. Dibe ku zanay\u00ean h\u00eaja y\u00ean ziman ji min b\u00eahtir zanibin, ez ewqas\u00ee di wan mijaran de nexwed\u00ee berheman me, l\u00ea ti\u015ft\u00ea prat\u00eek\u00ee em zanin, eger ku \u00e7iqas zaravay\u00ean Kurd\u00ee ji hev s\u00fbd \u00fb hevokan werbigire, w\u00ea n\u00eaz\u00ee hev bibin. Div\u00ea mirov w\u00ea bikin esas. L\u00ea bel\u00ea neh\u00eale ti zarava tine bibe \u00fb lawaz bibe. Ev j\u00ee erkek\u00ee saziya ziman\u00ea Kurd\u00ee ye \u00fb erka gel\u00ea Kurd hem\u00fbyan e. Ne ya ten\u00ea wan mirovan e ku bi wan zaravayan diaxive. Her kes div\u00ea li zaravay\u00ea xwe xwed\u00ee derkeve, l\u00ea em gi\u015ft\u00ee weke feraseteke netewey\u00ee div\u00ea em r\u00ea nedin ti zarava lawaz bibe.<\/p>\n<p><strong>Div\u00ea mirov \u00e7awa n\u00eaz\u00ee cejna ziman\u00ea Kurd\u00ee bibin? K\u00eamasiy\u00ean hey\u00ee div\u00ea mirov \u00e7awa derbas bikin?<\/strong><\/p>\n<p>Cejna ziman div\u00ea mirov bike roja muhasebey\u00ea. Yan\u00ee ziman\u00ea me di bin zext\u00ea de ye, di bin \u00eari\u015f\u00ea de ye. Ziman heb\u00fbna me ye, heb\u00fbna neteweya me ye. Eger ku ziman bi\u00e7e heb\u00fbna neteweya me j\u00ee dikeve xeteriy\u00ea. Ziman nirxek e, p\u00eeroz e. Div\u00ea b\u00ea parastin. Roja cejn\u00ea her kes ji xwe bipirse, her Kurdek ji xwe bipirse; min \u00e7iqas ziman\u00ea xwe, ziman\u00ea dayik\u00ea parast, ji bo parastin\u00ea min \u00e7i kir, ez \u00e7i dikim? Div\u00ea v\u00ea ji xwe bipirse. Wisa mirov bike rojeke muhasebey\u00ea, roja rexney\u00ea, rexnedayin\u00ea. Ev mijareke gir\u00eeng e. Div\u00ea ku em weke Kurd di parastina ziman de her kes xwe erkdar bib\u00eene. Di mala xwe de her kes div\u00ea ziman\u00ea xwe y\u00ea dayik\u00ea biaxive. Li bazar\u00ea ziman\u00ea dayik\u00ea div\u00ea b\u00ea axaftin, di siyaset\u00ea de ziman\u00ea dayik\u00ea div\u00ea b\u00ea axaftin. Yan\u00ee di her ti\u015ft\u00ee de mirov zanibe ku neyar dixwaze ziman\u00ea Kurd bi\u00e7\u00fbk n\u00ee\u015fan bide. Weke zimanek\u00ee pa\u015fde may\u00ee, weke mirov p\u00ea nikare xwe \u00eefade bike, weke ne zimanek\u00ee ilm\u00ee ye, zimanek\u00ee \u00e7iyamay\u00een e, wisa raber dikin. Halb\u00fbk\u00ee berevaj\u00ee v\u00ea ye. Em naxwazin zimanan bi hev re bixin p\u00ea\u015fbirk\u00ea. L\u00ea bel\u00ea em zanin ku ziman\u00ea Kurd\u00ee ji gelek ziman\u00ean hawirdor\u00ea pir xurtir e. Tu li ser perwerdey\u00ea nab\u00eene \u00fb tu naxwaze f\u00ear bibe, li mal\u00ea j\u00ee naxwaze ji dayik\u00ea f\u00ear bibe, elbet tu y\u00ea nikaribe xwe \u00eefade bike. Ji ber w\u00ea lazim e mirov v\u00ea roj\u00ea bike roja muhasebey\u00ea ka \u00e7iqas\u00ee tu xwed\u00ee li ziman\u00ea xwe derketiye. Em tevgereke bi qas\u00ee ku welatpar\u00eaz in, em ewqas\u00ee enternasyonal e. Em ji hem\u00fb zimanan hez dikin. Mesela ez ji Tirk\u00ee hez dikim, \u00e7i bertek\u00ean min li hember\u00ee Tirk\u00ee n\u00eene. Yan j\u00ee li hember\u00ee Ereb\u00ee yan j\u00ee Fars\u00ee n\u00eene. Ew j\u00ee p\u00eeroz in. Ziman\u00ea gel\u00ean her\u00eam\u00ea ne. L\u00ea bel\u00ea \u00eero li ser ziman\u00ea me \u00eari\u015f heye. Ji ber w\u00ea div\u00ea em xwed\u00ee li ziman derkevin. Tu xwed\u00ee dernakeve, tu j\u00ee di\u00e7e xwe dike qurban\u00ea as\u00eem\u00eelasyon\u00ea. Ew siyaseta ku bi Plana \u015eark Islahat li ser me ferz kirin bi dar\u00ea zor\u00ea, tu xwe dixe w\u00ea xet\u00ea. Tu b\u00fbye kesek\u00ee tesl\u00eemb\u00fby\u00ee. Bizanibe. Axaftina bi Tirk\u00ee ne mezinb\u00fbnek e, bi\u00e7\u00fbkb\u00fbnek e. T\u00ea w\u00ea watey\u00ea ku tu qeb\u00fbl dike. Div\u00ea mirov ti\u015ftek\u00ee bi zor\u00ea qeb\u00fbl neke. Ruxm\u00ea li ser \u00eeradeya gel\u00ea me hatiye ferzkirin, w\u00ea dem\u00ea div\u00ea em qeb\u00fbl nekin. Em ne li dij\u00ee ti ziman\u00ee ye. Em dixwazin hem\u00fb ziman weke hev, weke xwi\u015fk \u00fb bira azad bij\u00ee. Em t\u00eako\u015f\u00eena v\u00ea didin. L\u00ea bel\u00ea niha \u00eari\u015f li ser ziman\u00ea Kurd\u00ee heye, w\u00ea dem\u00ea em \u00ea li ziman\u00ea Kurd\u00ee xwed\u00ee derkevin. Weke \u00e7awa ku li zindan\u00ea her kes\u00ee dike r\u00eaz\u00ea \u00fb dib\u00eaje tu Tirk e yan Kurd e, her ku y\u00ea digot ez Kurd im, l\u00ea dixe heta ku bixeribe. Li zindana Amed\u00ea wisa b\u00fb, gelek kes\u00ean li zindan\u00ea derket ev ti\u015ft an\u00ee ziman. Hatiye niv\u00eesandin. Heval\u00ea Kemal P\u00eer j\u00ee t\u00ea dib\u00eaje ez Kurd im, l\u00ea dixin heta bixeribin. D\u00fbre yek t\u00ea dib\u00eaje, Kemal tu Tirk e. Dib\u00eaje bib\u00eaje ez Tirk im \u00fb derbas bibe. Kemal P\u00eer dib\u00eaje, na na ez Kurd im. Ez niha Kurd im. \u00c7ima? Li ser Kurdan zext heye. Di nava me de ji netewey\u00ean din hene, heval\u00ean Tirk hene. Ew her\u00ee z\u00eade dixwazin bi Kurd\u00ee b\u00ea axaftin, Kurd\u00ee b\u00ea p\u00ea\u015fxistin. \u00c7ima? Ji ber ku li ser Kurd\u00ee \u00eari\u015f heye, zext heye \u00fb m\u00eatinger\u00ee dixwaze bi van \u00eari\u015fan bigih\u00eaje armanc\u00ea. Ji ber w\u00ea div\u00ea em bi rengek\u00ee xwezay\u00ee ziman bipar\u00eaze. Yan\u00ee her kes li xwe, li ziman\u00ea xwe xwed\u00ee derkeve. Weke neyar ziman\u00ea xwe bi\u00e7\u00fbk neb\u00eene. Weke fexrek\u00ea bib\u00eene, weke serbilindiyek\u00ea bib\u00eene axaftina bi Kurd\u00ee. \u00db wisa ye, serbilind\u00ee ye. Div\u00ea li her dever\u00ea mirov wisa v\u00ea b\u00eene ziman \u00fb biaxive. Siyaseta j\u00ee mirov Kurd\u00ee bike, bazar\u00ea j\u00ee bi Kurd\u00ee bike, her ti\u015ft\u00ee bi Kurd\u00ee bike. Li s\u00fbk\u00ea, li mal\u00ea, li her der\u00ea mirov bi Kurd\u00ee biaxive. T\u00eako\u015f\u00eena me gih\u00ee\u015ftiye qonaxeke ku \u00ead\u00ee div\u00ea em \u00e7areseriy\u00ea biafir\u00eenin. Ne wisa? \u00cad\u00ee entegrasyona demokrat\u00eek di rojev\u00ea de ye. Di v\u00ea \u00e7ar\u00e7ovey\u00ea de gir\u00eengiya ziman, bip\u00ea\u015fxistina ziman, parastina ziman j\u00ee be\u015feke t\u00eako\u015f\u00een\u00ea ye \u00fb gir\u00eeng e. Erkek e. Erkek\u00ee welatpar\u00eaziy\u00ea ye. Div\u00ea ji niha \u00fb p\u00ea ve her kes v\u00ea bigire ber \u00e7avan. Di van roj\u00ean p\u00eeroz \u00ean weke cejn\u00ea de div\u00ea her kes v\u00ea muhasebey\u00ea bike \u00fb bi v\u00ee reng\u00ee li ziman h\u00een z\u00eade xwed\u00ee derkeve. M\u00eenak, p\u00ea\u015feng\u00ean Kurd, siyasetmedar lazim e bi Kurd\u00ee zanibin. Bi Kurd\u00ee nizane, radibe dib\u00eaje ez \u00ea bibim p\u00ea\u015feng. Tu ziman\u00ea civakek\u00ea nizanibe, ji \u00e7and \u00fb d\u00eeroka w\u00ea d\u00fbr be, tu y\u00ea \u00e7awa bibe p\u00ea\u015feng\u00ea civak\u00ea? Her kes\u00ea dixwaze bibe p\u00ea\u015feng \u00fb bibe namzet, div\u00ea bi Kurd\u00ee zanibe. Siyaset\u00ea bi Kurd\u00ee bike.<\/p>\n<p>Hinek part\u00ee hene, ku dib\u00eajin em hem partiya Kurd in hem j\u00ee ya Tirk in. Weke DEM Partiy\u00ea. B\u00eaguman ew div\u00ea bi Tirk\u00ee j\u00ee biaxivin. Ji ber ku dixwazin bibin partiya gi\u015ft\u00ee ya Tirkiyey\u00ea. L\u00ea bel\u00ea gelek part\u00ee hene, dib\u00eajin em partiya Kurd\u00ee ne. Ne wisa? Ma \u00e7ima bi Tirk\u00ee diaxivin? Lazim e bi Kurd\u00ee biaxivin. Bi taybet\u00ee ew Partiya Her\u00eaman a Demokrat\u00eek heye. M\u00eenak, \u00e7i hewce ye bi Tirk\u00ee biaxive? Li gor\u00ee em zanin rayedar\u00ean wan bi Kurd\u00ee j\u00ee zanin, bi hem\u00fb zaravayan zanin. Lazim e bi zaravay\u00ea xwe biaxivin. Ne hewce ye. \u00cad\u00ee ev div\u00ea b\u00ea ferzkirin. Li ser dewlet\u00ea j\u00ee b\u00ea ferzkirin. Mesela di nava xwe de, di sohbetan de, di jiyan\u00ea de Kurd\u00ee biaxivin. Eger ku yek hat cem me bila ew j\u00ee f\u00ear\u00ee Kurd\u00ee bibe. Heval\u00ean Tirk hene, eywallah. Ew j\u00ee dikare bi ziman\u00ea xwe biaxive, hurmeta me heye. Em ne nijadperest in. Ji ber ku \u00eari\u015fek heye, div\u00ea em li hember\u00ee \u00eari\u015f\u00ea xwed\u00ee helwest bin. Mesele ew e. \u00db xwed\u00ee li v\u00ee ziman\u00ee derkevin. Bi v\u00ee reng\u00ee t\u00eako\u015f\u00een\u00ea bi p\u00ea\u015f bix\u00eenin. Bi kurtas\u00ee roj\u00ean cejn\u00ea div\u00ea mirov bike wes\u00eeleya roja ku li ser ziman l\u00eah\u00fbrb\u00fbn, k\u00fbrb\u00fbn \u00fb derketin\u00ean n\u00fb.<\/p>\n<p><strong>Li ser ziman\u00ea Kurd\u00ee gelek zext hene \u00fb bi\u015faftin\u00ea re r\u00fb bi r\u00fb dim\u00eene. Li hember\u00ee v\u00ea hem saziy\u00ean Kurd \u00fb hem j\u00ee partiy\u00ean siyas\u00ee gelek bangan dikin ji bo hem gel\u00ea Kurd bi ziman\u00ea xwe biaxive hem j\u00ee di prat\u00eek\u00ea de guhertin \u00e7\u00eanabe. Ji bo v\u00ea ji bo gel\u00ea Kurd, bi taybet\u00ee ji bo ciwan\u00ean Kurd peyam\u00ean we \u00e7i ne?<\/strong><\/p>\n<p>Saziy\u00ean r\u00eazdar pir caran bang dikin. Ew bang p\u00eaw\u00eest in. Bang\u00ean li ziman\u00ea Kurd\u00ee xwed\u00ee derkevin, daxwaz\u00ea ji dewlet\u00ea; div\u00ea ziman\u00ea Kurd\u00ee bibe ziman\u00ea perwerdey\u00ea, maf\u00ea perwerdeya zikmak\u00ee dixwazin. Daxwaziya v\u00ea dikin. Em ji bo ziman\u00ea Kurd\u00ee statuy\u00ea dixwazin. Ti\u015ft\u00ean bi v\u00ee reng\u00ee dib\u00eajin. Ev di cih de ne. L\u00ea bel\u00ea ten\u00ea bi bang\u00ea nabe. Bang hene, l\u00ea avakirin n\u00eene. Div\u00ea avakirin j\u00ee hebe. R\u00eaber Apo j\u00ee di v\u00ea der bar\u00ea de rexney\u00ean xwe \u00e7end sal in heye. Li \u015f\u00fbna ku mirov ji dewlet\u00ea bixwaze, mirov bi xwe bike. Bi xwe bi p\u00ea\u015f bix\u00eene. Mesela her saziyek weke kom\u00eeneke ziman dikare tevbigere. Kom\u00een\u00ean ziman div\u00ea mirov li nava civak\u00ea ava bike. Li her der\u00ea div\u00ea mirov perwerdeya ziman\u00ea zikmak\u00ee bi p\u00ea\u015f bix\u00eene. Bixe meriyet\u00ea ku wel\u00ea bibe ku ferz bibe. Ten\u00ea bang nabe. Li k\u00ealeka bang\u00ea avakirin j\u00ee p\u00eaw\u00eest e. R\u00eaber Apo dib\u00eaje, div\u00ea mirov her der\u00ea bike dibistan. Yan\u00ee mal bibe dibistan, bin darek\u00ea bibe dibistan, qad bibe dibistan, park bibe dibistan, li her der\u00ea mirov perwerdeya zikmak\u00ee bide. Mesela ber\u00ea carna kurs heb\u00fb, kurs dida. Demek\u00ea, sal\u00ean ber\u00ea hat dayin pi\u015ftre sekin\u00ee; weke ku westiyan weke ku pir wateya xwe nehat d\u00eetin. Bi esas\u00ee mirov boykot bike, protesto bike ew j\u00ee ne r\u00eayeke \u00e7are ye. Div\u00ea mirov li k\u00ealeka mekteb\u00ean dewlet\u00ea mekteb\u00ean xwe j\u00ee \u00e7\u00eabike. M\u00eenak, zarok heftey\u00ea penc rojan di\u00e7e mekteb\u00ea, bila y\u00ea Kurd\u00ee j\u00ee 2 rojan hebe. Roj n\u00eev danek e ne wisa? Dikare n\u00eev danek\u00ee bi\u00e7e yek\u00ea. Div\u00ea mirov \u00e7\u00eabike. Mesela \u015faredar\u00ee, weke kom\u00een div\u00ea perwerdeya xwe ya ziman hebe. Vaye saz\u00ee, heta part\u00ee hem\u00fb komele kom\u00een\u00ean xwe y\u00ean perwerdeya ziman div\u00ea hebe. Weke p\u00ea\u015fniyarek\u00ea dikarim bib\u00eajim; ew qehwexane hene. Ser\u00ea sibeh\u00ea z\u00eade nedagirt\u00ee ye. Mirov wan qehwexaneyan ser\u00ea sibeh\u00ea heta n\u00eevro bike dibistan, dibistan\u00ean ziman. Pi\u015ft\u00ee n\u00eevro j\u00ee weke qehwexane b\u00ea bikaran\u00een. Bi v\u00ee reng\u00ee bi r\u00eabaz\u00ean afir\u00eener div\u00ea zarok\u00ean Kurd temam bi\u00e7e dibistan\u00ea bi ferm\u00ee, l\u00ea bel\u00ea li dibistana xwe, ziman\u00ea xwe j\u00ee f\u00ear bibe. Bi\u00e7in \u00ea xwe j\u00ee. Qet nebe weke me got, 2 rojan bi\u00e7e y\u00ea xwe j\u00ee. Div\u00ea ev dewam\u00ee be. Ti\u015ftek\u00ee bi v\u00ee reng\u00ee p\u00eaw\u00eest e. P\u00eaw\u00eeste saziy\u00ean demokrat\u00eek, saziy\u00ean ziman, saziy\u00ean civak\u00ee bi xwe gav\u00ea biav\u00eajin. Yan\u00ee ten\u00ea ne li bend\u00ea bin ku dewlet qeb\u00fbl bike \u00fb gav\u00ea biav\u00eaje. Temam, ew j\u00ee daxwazeke rewa ye div\u00ea mirov bixwaze, l\u00ea bel\u00ea li benda wan nem\u00eene, y\u00ea xwe j\u00ee bi xwe div\u00ea bi p\u00ea\u015f bix\u00eene. Her der\u00ea mirov bike dibistan. Ji bo me t\u00eako\u015f\u00een esas e, l\u00ea bel\u00ea em ten\u00ea ne t\u00eako\u015f\u00een\u00ea wisa bang bikin, daxuyaniy\u00ea bidin. Di heman dem\u00ea de em prat\u00eeka w\u00ea bikin. Em ji feraseteke bi v\u00ee reng\u00ee t\u00ean. Em bi xwe prat\u00eek dikin. Ji ber w\u00ea div\u00ea em bi xwe dibistanan bi p\u00ea\u015f bixin. Li gor\u00ee derfet\u00ean xwe, li gor\u00ee mecal\u00ean hey\u00ee, li k\u00ealeka dibistan\u00ean dewlet\u00ea div\u00ea dibistan\u00ean civak\u00ea j\u00ee hebin. Dibistan\u00ean civak\u00ea y\u00ean ziman\u00ea zikmak\u00ee be. Div\u00ea mirov v\u00ea li gor\u00ee derfet\u00ean xwe li her der\u00ea bi p\u00ea\u015f bix\u00eene. Ten\u00ea bi bangan nem\u00eene. Bi xwe ava bikin, p\u00eak b\u00eenin.<\/p>\n<p>Te ji bo ciwanan got. Ciwan\u00ean xwe\u015few\u00eet siberoja me bi wan ve gir\u00eaday\u00ee ye. Div\u00ea her\u00ee z\u00eade ew li ser ziman hi\u015fyar bin. Xwe nekin am\u00fbr\u00ea as\u00eem\u00eelasyon\u00ea. Xwe bikin, xwed\u00eederketina li xwe \u00fb \u00e7anda xwe. Ziman heman dem\u00ea \u00e7and e. Me qet qala w\u00ea nekir. Tu ziman \u00fb \u00e7and\u00ea nikare ji hev qut bike. Ziman, \u00e7and, \u015faristan\u00ee, w\u00eaje hem\u00fb bi hev ve gir\u00eaday\u00ee ye. Ji ber w\u00ea ziman sereke ye, ew hebe ziman bi xwe re ti\u015ft\u00ean din j\u00ee bi p\u00ea\u015f dix\u00eene. Ji ber w\u00ea di ser\u00ee de ciwan\u00ean xwe\u015few\u00eest \u00ean Kurdistan\u00ea, ciwan\u00ean jin, ciwan\u00ean xort div\u00ea li ziman\u00ea xwe xwed\u00ee derkevin. Li her der\u00ea bi ziman\u00ea xwe bi serbilind\u00ee biaxivin. Bi v\u00ee reng\u00ee xwe ji bo siberoj\u00ea amade bikin. Em ji b\u00eer nekin, eger ku li welatek\u00ee ne bi ziman\u00ea dayik\u00ea bi zimanek\u00ee din perwerde t\u00ea dayin, li w\u00ea der\u00ea xeniqandina \u00e7and\u00ee \u00e7\u00eadibe. Ev hatiye ispatkirin. Dema tu bi n\u00eaz\u00eekatiya pedagoj\u00eek l\u00ea binere, zarokek, eger ku bi ziman\u00ea xwe y\u00ea dayik\u00ea perwerde bib\u00eene w\u00ea h\u00een z\u00eade karibe bi p\u00ea\u015f bikeve \u00fb bi ser bikeve. Bi \u00e7andeke li ser ferzkirin xeniqandin\u00ea bi xwe re t\u00eene. Ji ber w\u00ea lazim e her\u00ee z\u00eade haya xwe ji v\u00ea hebe \u00fb li her der\u00ea em ziman\u00ea Kurd\u00ee \u00ead\u00ee ji vir \u00fb p\u00ea ve serwer bikin. Siyaseta demokrat\u00eek div\u00ea bi Kurd\u00ee biaxive, huner div\u00ea bi Kurd\u00ee be, \u00e7and div\u00ea h\u00een z\u00eade di rojeva civaka me de be. Bi v\u00ee reng\u00ee em karibin siberojeke wekhev, demokrat\u00eek \u00fb azad ava bike.<\/p>\n<p><a href=\"http:\/\/www.lekolin.org\/ku\/\"><strong>Navenda L\u00eakol\u00een\u00ean Stratej\u00eek A Kurdistan\u00ea<\/strong><\/a><\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>Endam\u00ea Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) M\u00fbrat Karayilan be\u015fdar\u00ee Bernameya Taybet a St\u00eark TV b\u00fb \u00fb bi wes\u00eeleya Cejna Ziman\u00ea Kurd\u00ee \u00eari\u015f\u00ean li ser Kurd\u00ee \u00fb r\u00ea \u00fb r\u00eabaz\u00ean parastina ziman\u00ea dayik\u00ea nirxand. Hevpeyv\u00eena bi M\u00fbrat Karayilan re hatiye kirin bi v\u00ee reng\u00ee ye: Gel\u00ea Kurd 15&#8217;\u00ea Gulan\u00ea weke Cejna Ziman\u00ea Kurd\u00ee p\u00eeroz dike. Destp\u00eak\u00ea [&hellip;]<\/p>\n","protected":false},"author":1,"featured_media":16269,"comment_status":"closed","ping_status":"closed","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"_acf_changed":false,"jnews-multi-image_gallery":[],"jnews_single_post":{"format":"standard","jnews_video_option_group":[[]],"override":[{"template":"1","parallax":"1","fullscreen":"1","layout":"right-sidebar","sidebar":"archive-right","second_sidebar":"archive-right","sticky_sidebar":"1","share_position":"float","share_float_style":"share-normal","show_share_counter":"1","show_view_counter":"1","show_featured":"1","show_post_meta":"1","show_post_author":"1","show_post_date":"1","post_date_format":"default","post_date_format_custom":"Y\/m\/d","show_post_category":"1","post_reading_time_wpm":"300","post_calculate_word_method":"str_word_count","show_zoom_button":"1","zoom_button_out_step":"2","zoom_button_in_step":"3","show_post_tag":"1","show_prev_next_post":"1","show_popup_post":"1","show_comment_section":"1","number_popup_post":"1","show_post_related":"1"}],"image_override":[{"single_post_thumbnail_size":"crop-500","single_post_gallery_size":"crop-500"}],"trending_post_position":"meta","trending_post_label":"Trending","sponsored_post_label":"Sponsored by","disable_ad":"0","subtitle":"Endam\u00ea Fermandariya NPG'\u00ea M\u00fbrat Karayilan diyar kir ku \u00eari\u015f\u00ean li ser Kurd\u00ee dewam dikin, li hember\u00ee v\u00ea yek\u00ea div\u00ea her Kurdek helwest\u00ea n\u00ee\u015fan bide \u00fb got, \"Ziman ji bo heb\u00fbna neteweyan gelek\u00ee gir\u00eeng e. Neteweya ku nikaribe ziman\u00ea xwe bipar\u00eaze w\u00ea nikaribe heb\u00fbn\u201d"},"jnews_primary_category":[],"jnews_social_meta":[],"jnews_override_counter":{"view_counter_number":"0","share_counter_number":"0","like_counter_number":"0","dislike_counter_number":"0"},"jnews_post_split":{"post_split":[{"template":"1","tag":"h2","numbering":"asc","mode":"normal","first":"0","enable_toc":"0","toc_type":"normal"}]},"footnotes":""},"categories":[12],"tags":[3902,4573,3593,4572,4571,977,3901],"class_list":["post-16268","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-roportajlar","tag-cand","tag-hebun","tag-reber-apo","tag-saristani","tag-weje","tag-ziman","tag-zimane-kurdi"],"acf":[],"post_mailing_queue_ids":[],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/16268","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/users\/1"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/comments?post=16268"}],"version-history":[{"count":1,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/16268\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":16270,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/16268\/revisions\/16270"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/media\/16269"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/media?parent=16268"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/categories?post=16268"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/www.lekolin.org\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/tags?post=16268"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}