22 Temmuz 2018 Pazar Saat 13:21
Hat diyarkirin ku ji ber kiryarên îşkence, talanî, dizî, şewitandin,
revandin û kuştinê ya ji ayişê OSO ve li ser sivîlan pêk anî, NY ji dewleta
tirk xwestiye an van hêzan vekişînin an jî polîsên sivîl ava bike. Li ser vê
esasî ji sedî 60’ê wê ku dîsa ji endamên OSO yê pêk tê, ‘Polîsên Sivîl’ hate
avakirin.
Piştî dagirkirina Efrînê, kiryarên endamên komên çete yên OSO û
TSK’ê yên weke kuştin, talanî, dizî, şewitandin, revandin, îşkence û hwd a li
ser sivîlan her çiqas diçe zêde dibe, di hêla binpêkirina mafê mirovahiyê de ji
aliyê rayagiştî ve zextek mezin li ser Neteweyî Yekbûyî (NY) kir. Li ser vê
zexta NY, dewleta tirk neçar ma di bin nave ‘Asayîşa’ nav bajarî “Polîsên
Sivîl ava kir.
POLİS JI SEDİ 60 ZÊDETIR JI ENDAMÊN OSO PÊK TÊN
Li gor agahiyên ji heremê hatin parvekirin, dewleta tirk a dagirker
vê avakirina polîsên sivîl ji sedî 60’î zêdetir ji endamên OSO pêk tê. Hat
diyarkirin ku ev yekîneya polîsan, ji her komekê OSO yê 25 kes hatine
hilbijartin û di nava polîsan de hatine bi cih kirin.
Li gor rêjeyên saziyên sivîl ên ji nava Efrînê tên dayîn û her wiha
agahiyên niştecihên heremê bi riya ragihandinê tên belavkirin de, piştî dagirkirina
Efrînê, di nava wan de jin û zarok jî heye hezaran kes hatine revandin, talanî,
îşkence, dizî, şewitandin, kuştin û hwd li ser sivîlan tên meşandin. Herî dawî
ji aliyê Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê
bûyerên li Efrînê diqewime îdeayên cidî kir û destnîşan dike ku TSK û OSO piştî
Efrînê dagir kirin, herî kêm 3 hezar kurd hatine revandin û li gor texmînan bi
tevahî ji 7 hezar kesan agahî nayê girtin, her wiha ji bo Êzidî û Elewiyan tu
qada jiyanê nemaye.
Rapora rêxistinê ku cih
dide agahiyên piştrastkirî di 10 rojên dawî de nêzî
120 mirov hatine revandin, 7 kuştin, 10 talaniyên mezin û 27 avêtina ser malan
de hatiye belgekirin û hat destnîşankirin ku 4 erdên aîdên sivîlan jî hatine
şewitandin.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html