Li Îranê Melayên ku li dijî xanedana Şah Rizayê Pehlewî piştgiriya rêxistinên çep û pêkhateyên siyasî yên şoreşger ên wek e TUDEH û beşek ji Fedayiyên Gel girtin di sala 1979’an de bûn desthiladarê welat. Dema rejîma di bin serokatiya Ayetûllah Xumeynî di desthiladariyê de xûrt bû dest bi tasfiyekirina pêkhateyên nêrînên wan cuda kir; serî li îşkence, darvekirin û komkujiyan da. Çepgir û tevgerên Kurd hatin tasfiyekirin. Piştî Xumeynî ku Elî Xameneyî bû serokê olî heman polîtîkayê meşand. Êdî artêş derket asta bazirganî û aboriyê Meleyan û artêşê di navhev de parve kirin û talan kirin. Zext, zordarî, sansur, komkujî, di cihên wek e Girtîgeha Evîn de îşkence, tecawiz, li jinan muameleya çîna duyemîn êdî bibû mezheba rejîmê. Bi awayek peryodîk serhildanên dijî rejîmê hatin tepisandin an jî ji hev hatin belavkirin.
Li dijî dîktatoriyê ji bin ve ku di dilê gelan de derd, kul û kîn difuhûrî jina Kurd Jîna Emînî (Jîna Mahsa Emînî) ku di 13’ê Îlonê 2022’an de li Tehranê di bin çavan de hate qetilkirin cenazeyê wê di 16’ê îlonê de radestê malbata wê kirin. Li warê wê bajarê Saqizê piştî merasîma cenazeyê çalakiyên şermezarkirinê dest pê kir û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li tevahî Îranê belav bû. Ji gelek welatan gelan bi zimanên cûr be cûr bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” piştgirî dane berxwedanên ku li eyaletên Îranê belav bibû. Her çiqas serhildan ne wek hefteya destpêkê be jî heya meha Adarê sala 2023’an berdewam kir. Çalakvanên kuçeyan di meha Sibat a 2023’an de Sendîqeya Rêxistinên Civakî yên Serbûxwe û Karkerên Îranê ava kirin. Di mehên Sibat-Adarê 2023’an de jî di dibistanên Îranê de li dijî xwendekarên keç û jinan êrîşên jehrî zêde bûn. Li Îranê jehrîkirina destpêkê, di 20’ê sermawezê 2022’an de ji sembolên olî Amedeya (Lîse) Teknîkê ya Nûr hat dîtin, 18 xwendekar hatin jehrîkirin. Muhafizên Şoreşê, artêş, Besic û mela yên ku mudaxeleyê her tiştî dikirin û dixwestin serweriyê ava bikin balkêş e ku li hemberê şehrîkirinan tu tiştî nedigirin.
PIŞTÎ ASÎDÊ EVCAR JÎ JINAN JEHRÎ DIKIN
Li Îranê di mehên sibat û Adarê de bi dehan dibistanan de nêzî hezar xwendekarên keç-jin hatin jehrîkirin. Jixwe çend sal berê ji aliyê komên tarî yên rejîmê ve asîd davetin rûyê jinên Îranê. Ji ber vê yekî êdî jin newêribûn ji mala xwe derkevin derve an jî newêribûn serê xwe vekin, bi tena serê xwe bigerin, bê çalakî hatin hiştin. Piştî vê bûyera ku asît davêtin rûyê jinan rejim-dewlet li beranberê vê bûyerî bêdeng dima. Ev yek jî di civakê de tirsek da avakirin. Di serhildana niha ya “Jin Jiyan Azadî” de jin pêşengin, ji ber vê yekî jî li dibistanan bi awayek zanebûn bûyerên jehrîkirinê çêdibin. Ji bo dîsa wan bitirsin û derketina wan a kûçeyan asteng bikin bi destê komên Îslam ên radîkal serî li bûyerên wisa dan. Li pey hev daxuyaniyan didin û dibêjin “Em vê yekî li ser navê Xwedê dikin”. Her kes dizane van bûyerên jehrîkirinê ji aliyê Îslamciyên radîkal pêk tên. Vê jî ji bo ya civakê ji aktîfbûyînê derbixin, prestîja ku şoreşa jinê afirandiye bişkênin, dikin.
QERAQTERÊ SERHILDANÊ
Serhildanên ku li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûyî û kete rojeva cîhanê, di esasê xwe de bi dirûşmeyên wek ê “Jin Jiyan Azadî”, “Zen, Zindigî, Azadî”, “Bergeştê Rejîma Mela”, “Bila bimire zilimkar, dixwaze şah be dixwaze mela be”, “Bimire Muhafizên Şoreşê”, “Rêberê Mislimanan xûlamê Rûsya û Çîn e”, “Veşartî neveşartî bimeşe şoreşê” qereqtêrê serhildanê jî diyar dike.
Serhildana Îranê li gor salnameya (takwîma) Îranê Hicrî-Şemsî di sala 1401’an de çêbû, bi adara 2023’an re jî li gor Hicrî-Şemsî dibe sala 1402. Li Îranê di salên 1996 û 1999’an de du serhildanên mezin çêbûn. Dîsa ji van serhildanan re jin û ciwanan pêşengî kirin. Di nava wan de aliyên mamoste û hin kesimên din jî hebûn. Di Komara Îslam a Îranê de ev 44 salin jin pir hatin perçiqandin û tepisandin. Cihê wan di qanûn û yasayên bingehîn de pir tuneye. Jiyaneke wan a tije astengî heye. Ango jin di malan de hatine hepiskirin. Dîsa ciwan li Îranê bê kar in. Ji bo vê jî li Îranê gelek civat, netew, ziman û baweriyên cuda tên tepisandin û astengkirin.
Tê gotin ku heviya ciwanan a ji bo pêşerojê pir baş hene. Di van serhildanan de jin bi awayek zanebûn dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikin. Yanî divêtiya jin azad bibin tê wateya jiyaneke azad û gelên li Îranê bi hev re jiyankirin e. Ji ber vê yekî jî ev serhildan li Kurdistanê dest pê kir. Ev 44 salin li Kurdistanê hêzên opozisyonê hebûn, saziyên sivîl hebûn, aliyên muxalif hebûn. Di serhildanên sedsala 20’an de tecrubeyek xûrt heye. Ji bo vê jî çavên her kesê li ser vir e. Pir berdel da. 44 sal berê dema Komara Îslam hat serî referandum çêkirin. Ji sedî 95’ên gelê Kurd ji bo nebe “Komara Îslam” deng dan. Ji ber vê yekî ev serhildan didomin. Hemû gelên li Îranê ji gelê Kurd cesaret girtin. Di vê serhildanê de ji bo gelê Kurd digotin “Ew çav û ronahiya me ne”.
Li tu derê Îranê ku qet deng tunebû, gelê Sinê, Mehabad û Bokanê pêşengî kirin û gelek şehîd dan. Bi heftiyan di bin çepera ambargoyê de man. Rûxmê vê li berxwe dan. Ciwanan li ber xwe dan. Ji bo rewşa niha tê gotin ku li bajarên mezin, metropolan li gelek semtan meş tên lidarxistin. Li heremên Kurdistanê çiqas derfet dibînin bi şev û roj li kolanan meş tên lidarxistin.
Dîsa li Belûcîstanê di serî de bi derketinek olî dest pê kir, ji derketina nimêja înê dest pê kir. Dibe ku wek dema dest pê kir qeraqter wek mêr (zilam) be lê piştre di demek kurt de jinan însiyatîfa pêşengiyê girtin. Her çiqas bandora feodalîzmê xûrt be jî jinên şoreşger derketin pêş.
Li gor agahiyan rewşa niha ya li Îranê ne wekê rojên destpêkê ye. Gelek rêxistin û nasname hene. Bîrdozî, pergala navendî pirsgirêkan dijî. Êdî rewatiya (meşru) sîstemê nemaye. Gel têkoşîna xwe bi awayeke din dimeşîne. Hûnermed, rewşenbîr, jin, ciwan, lîstikvanên sînemayê di her firsendî de di ser medya dijital nerazîbûna xwe li dijî Komara Îslam rave dikin. Tê gotin ku şoreş dawî nebûye an jî nehatiye tepisandin, tenê rêbazê şoreşê guheriye.
KES NE POŞMAN E!
Li gor nûçeyên di ragihandinên muxalif û parvekirinên rewşenbîran ên di tora civakî de xûya dike ku her çiqas di zindanên Komara Îslam a Îranê de îşkenceyên mezin, zext û darvekirin hebin jî kes ji çalakî û serhildana heyî ne poşmanin û kes paşde gav navêje. Di nava vê nêzî 6 mehî de gelên li Îranê û gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Komara Îslamê ya Îranê helwest û bertekek xûrt nîşan didin. Ji gelek aliyên civakê ve bertek hene.
Rejîma Îranê ji bo bertekên saziyên navneteweyî û dengên demokratîk kêm bike bi awayek nîşandan be jî ‘Polîsên Exleqê’ ên jin -jixwe ev polis di nava civakê de bê exleqiyê pêş dixin- paşde vekişandin. Her çiqas wek e poşmantiyê nîşan bidin jî yê esasî paşde gavavêtina wan ew helwest, bertek û zexta gelan bi wan da avêtin. Ev siyasetek xapandin û populîstiyê ye. Di gelek navendên îdare de jinên ku tam serê xwe negirin (hîcab) ji kar diqewitînin. Lê di bertek û dirûşmeyên serhildanan de derdikeve holê ku wê civak û sazî xwedî li wan jinan derkevin.
Lewra niha rejîm di navendên daireyan ên bajaran de, zanîngehan de kamerayan bi cih kirin. Ango ji bo dema zemîn bibînin hâkimiyete ava bikin. Ji bo ku di saziyên polîs lê tunebin li ser civakê çews, zext bidin avakirin. Lê jin li Îranê wek e berê serê xwe girênadin ‘hîcab’ (çefî) li dijî rejîmê sekin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Di medya dijital de li dijî rejîmê derdikevin. Ji bo vê jî rejîm an jî sîstema Îranê ji bo bandora serhildanê kêm bike, xwest pirrengiya serhildanê ji holê rabike û sar bike. Li Îranê nifuseke ciwan a bi temenê navbêra 18-21 heye. Piraniya van ciwanan pir zana ne, lê ji ber bê karin bê hêvî ne. Paşerojeke wan nîne. Ev yek jî li pêşiya azadiya wan xeteriyek mezin e. Niha Îran dixwaze reforman pêk bîne û bertekan sar bike. Her çiqas du-sê meh berê ragihandibûn wan polîsan paşde vekişandiye jî lê niha li heremên ew serwerin li dijî jinan pêkanînên xirabtir dikin.
Hikumeta Îranê, xwest rayagiştî û gelan bide bawerkirin ku guherandin û veguherandinan kiriye. Lê di roja yekemîn de her kes pê hesiya ku ev xapandinek e. Rejîm dema dît bawerî çênebû, evcar xwest bi biryarên darvekirinê (îdam) girtiyên siyasî teslîm bigire û di ser wan de hemû gelan çavtirsandî bike. Li hemberê vê gelan bi slogana “Yek ji me biçe wê bi hezaran cihê wê bigire” bersiv da. Destpêkê xwest bi çend îdaman civakê bitirsîne. Lê gel zêdetir xwedî li wan derket.
SERHILDAN GELAN NÊZÎ HEV KIR
Di hemû serhildanên di nava 45 salan de çêbûne her çiqas bi giştî gelên cûda beşdar bubin jî di vê serhildana dawî de em bi hêsanî dikarin bêjin ku cara yekemîn e ewqas bi hêz û xûrt yekîtiya gelan çêbûye. Taybetmendiya vê serhildanî xwestek û armanc hevpar in. Nakokî pir kêm in. Azerî û Farisiyan xwedî li Kurdistan û Belûcistanê derketin. Ev nêzîkatî her çiqas diçe berfireh û mezin dibe. Bandora nakokiyên ku Komara Îslam û beriya wê de Pehlewî ya di nava gelan de çandibû kêm dibe. Nakokiyên heyî jî piranî nakokiyên di nav muxalefeta derve de ne. Tê gotin ku di nav a muxalifan de ji kurê ‘Şah’ ango saltanatiyan re hin hêzên Kurd û hin faris, Amerîka î Brîtanya destek dikin. Ev nakokî piranî di nava gelê li derveyê welat tê jiyîn. Di hûndir de Azerî û Kurd nêzî hev bûne. Hin aliyên di nav dewletê de hene ku dixwazin hem di nava Kurdan de hem jî di nava Azeriyan de nakokiyan çêbikin. Bi taybet hin Azeriyên ku ji aliyê AKP-MHP a faşist ve hatine rêxistinkirin dixwazin di ser tora civakî nakokiyan ava bikin. Ligel van hemû hewildanan jî ev serhildan ya gelên li Îranê nêzî hev kiriye. Gotina ku nakokî bi temamî ji holê rabûne an jî qet nemaye ne rast e. Lê ji bo nakokî rabin bingehek xûrt ava kiriye. Gel û hêzên siyasî ji vê rewşî encamek xûrt karibin derxin dê projeya netewa demokratîk pêk were.
Li Îranê ti netew bi tena serê xwe nikare serkeftî be. Her çiqas gelê Kurd pêşengtiya vê kiribe û gelên din ji vê moral girtibe jî lê tenê dikarin bi yekitî û hevkar tevgerkirin şoreşê bi ser bixin. Tu rewabûna sîstemê nemaye. Sîstem darbeyek mezin xwar. Zemînek pozîtîf a pir xûrt hat çêkirin. Ev 44 salin gelên Îranê ewqas nêzî hev nebûne, slogan, xwestek û xwedîderketin tu demî ewqas bi hevparî çênebûye. Ji ber vê yekê zeminek baş hat girtin. Dibe ku hin aliyên siyasî polîtîze bubin lê ev ne polîtîzebûnek pragmatist e. Lewra hin hêzên muxalif ên derve tiştên dixwazin bikin ji aliyê gelan ve nayên pejirandin. Welatên rojavayî (ewropayî) niha dixwazin wan destek bikin û nakokiyan ava bikin.
Ev 44 salin mînakek baş heye. Bi ‘Bihara Ereb’an re li gelek welatan guherîn çêbûn. Li Rojhilata Navîn û li pir ciha sîstem guherîn. Lê Îran hem di hêla dîrokî, hem jî erdnigarî (coxrafîk), bawerî û gelan de cihekê wê ya cuda heye. Wek mînak; dema Tirkan Îranê dagir kir di pergala Selçukliyan de qral û paşa Tirk bûn, lê wezîr û yên navenda qesrê birêve dibirin Îranî bûn. Dîsa Abbasiyan dema Îran dagir kirin yê Îranê birêve dibirin dîsa Îranî bûn. Îslam wek e sîstem, wek e fikir û ramanê nû bû, lê dîsa jî di rêveberiyê de taqlîda Îranê bû. Dema tê gotin Îran tenê qala yek milletî nakin hemû gelên li Îranê Kurd, Belûcî, Azerî, Tirkmen, Ereb dikin. Taybetmendiyeke din a Îranê, her tim li dijî derve di nava parastinê de ye. Îran wek Fransa ya Rojhilata Navîn tê bi navkirin. Her tim bi serhildanên hûndirîn têk çûye, ne li hemberê êrîşên derve. Ji ber vê yekî Îran wek qeraqtêr pir cuda ye.
NÎQAŞÊN MODELÊ
Dema mirov li nûçe, dosya, parvekirinên rewşenbîr, civak û dirûşmeyên xwepêşandanan ên li ser ragihandin û tora civakî dinêre, modeleke nû ya ji bo tevahî Îranê tê kirin dibîne. Mîr Huseyin Musewî ku ji serdema damezrînerê rejîma Mella Ayetullah Humeynî 1981-1989’an de 8 salan serokwezîrtî kir û dema derbasî muxalefetê bû di meha sibatê sala 2011’an û şûnde di hepsa malê de tê girtin daxuyanî da û got ku divê bi dengê gelan rejîma nû were avakirin. Her wiha di parvekirinan de nîqaşên wek e modelên wek sîstema navendî, federalizm, konfederalîzm, modela Rojavayê Kurdistanê jî tên qalkirin.
Lê rastiyek jî heye, bi desthiladariya Şah re nakokî û qirêjî zêde bûn, niha ev qelaştok kurtir û firehtir dibe. Ji ber vê yekî tarîfa sedî sed a sîstemê pir zahmet e. Tê zanîn ku gelên li Îranê gelên azadîxwaz-azadîperwerin. Di Rojhilata Navîn de di nava gelê Kurd de guherîn çêbûn. Di Rojhilatê Kurdistanê de aliyên ku pir dixwînin nerazîbûnên wan pir hene. Jin ji mêran zêdetir dixwînin. Li Îranê zanebûn-hişmendî di asta jor de ye. Ji ber vê yekî pergala Îranê mirov nikare bi Sûriye, Iraq û Afganîstanê re bide ber hev, zêde naşibin hev. Her çiqas hinek bişibin hev jî sîstemek pir kevnar e, pir kevine û desthiladariyek pir pispor heye. Lê rewabûna wê nemaye. Mudaxeleyên ji derve ev sîstem xwe diparêze, xwe li ser piyan digire. Lewra divê di hûndir de bihevrebûna gelan bi hêsanî dikare ev şoreş serkeftî be.
Mîr Huseyîn Musewî 15 salin di mal de girtî bû. Di hilbijartina serokkomariyê ya 2009’an de Huseyîn Musewî bi ser ket, lê ya Mahmud Ahmedî Nejad kirin desthiladar. Gel bertek nîşan da. Mîr Huseyîn Musewî, bi derxistina yasayekê nû dixwaze Îranê ji vê qrîzî derbixe. Ev hewildana Huseyîn Musewî teqez ne jî bo azadî û civakan e, dixwaze pêşî li xirabûna sîstemê û kadrobûna nava sîstemê bigire. Dixwaze dewletê restore bike, bi formulekê din bibe desthiladar. Tiştên ku Musewî dike hemû şerê desthiladariyê ye. Ji bo azadiyê an jî ji bo şoreşê naxwaze tiştek bike. Yanî Musewî naxwaze sîstem hilweşe, tenê dixwaze rêveberî an jî desthiladarî dest biguhere. Rejîma Îran di vê demî de herî zêde dixwaze ya reformîstan, lîstikvanên sporê û hwd derbixe pêş. Ango kurt û kurmancî Musewî nabêje ‘bila Komara Îslam here, sîstemek nû were’, di şerê desthiladariyê de ne, dixwaze dîsa bibe desthiladar. Lê gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne reformîstan û ne jî muhafezekaran dixwazin. Lewra her du jî xilas bûne, sîstem hilweşiya ye. Gel di ferqa wan de ye.
Li gor şopandinê, gelên li Îranê hem hûndir hem jî derve sîstemek merkezî naxwazin. Her tim hevoka bi zimanê erebî ‘La-merkezî sîstem’ bi farisî jî ‘Xeyrê Mutrmerkiz’ bikar tînin. Her kes dixwaze di herêma xwe de xwe bi xwe birêve bibe. Ango sîstema federalizm, konfederalîzm… Her alî, jin, ciwan, bi awayek wekhev xwe di nav de bibîne tê xwestin. Pêve girêdayî modela Rojava netewa demokratîk ku hemû gel bihevre jiyankirin esas digire de jî tê nîqaşkirin.
EDÎTORYA