06 Mart 2016 Pazar Saat 07:53
Mirovahî, di sedsala 21’emîn de, di çembera
pirsgirêkên bêsînor de ye û rêbaz û pratîka ewlekariya netewî li welatan
nikariye çareseriyekî bingehîn ji bo wan arîşeyan derbixin holê. Xizaniya bi
milyaran mirovan, ewlenebûna xwarinê, nexweşiyên nepenî, zêdebûna bûyerên
xwezayî û guhertinên av û hewa, mînakên wan pirsgirêkan in ku bûne sedema cîh
guhertina bi hezaran heta bi milyonan kesan. Cîh guhertinên bi vî rengî jî rê
li ber bêhêvîtî, binpêkirina yasa û derketina sûç û pevçûnan vedike.
Li ser vî esasî ewlehiya jînge weke
faktoreke sereke ye ji bo ewlehiya mirovî û herimandina xwezayê dibe arîşeya
rastî ya mirov a di dehan salên pêşerojê de. Di salên dawiyê de germbûna erdê
weke xeterekî berçav û aşkere xwe daye hîskirin. Di rastiyê de guhertina di av
û hewayê de ji ber zêdebûna gazên metan (gulxaneyî), xetera herî girîng e Ji bo
ewlehiya mirovî, di pêvajoya 150 hezar salan a bûyîna mirov a li ser erdê de.
ji ber vê yekê pêwîstiya me bi peydakirina rêyekê heye ji bo dayîna sekinandina
germbûna hesareya xwe helbet bi rêya çêkirina zîhniyet û geşepêdana aboriya
ekolojîk.
Em dizanin aborî watedar û bi bandor e, lê
her aboriyek ne di xizmeta pêwîstiyên kûr ên mirovî de ne. Di dinyaya îro de,
jîngeh ji ber hilberîna mezêxer (mesrefgera) û lîberalîzma Bêasa, zererên pir
cidî dîtiye û cîhana me di bin zexta hilberîna endûstrî û aboriya fosîlî ya
petrolê de, di rewşekî metirsîdar de ye. Germahiya erdê bilind dibe û zêdetir
nefesteng û bêaram dibe. Em xwedî derdekî hevbeş in ku ew jî derdê erdê ye. Her
çend li her cîhekî dinyayê, tevî rewşekî giştî, faktorên diyar bandorê lê dikin
jî, lê jîngeha Îran’ê di prosesekî lez a têkçûnê de ye. Di vê jîngehê de
hêmanên qirêjker hene ku aloziyên zêde çêdikin qirêjiya zêde ya petrolê,
qirêjiya kîmyewî, mîkrobî yên avên sahilî (berav), qirêjbûna avê bi rêya
noyînên endûstrî û bajêr, bendavsazî, bikaranîna zêde ya sifreyên avên binerd,
qirêjbûna hewayê bi taybet li bajarên mezin û ….
Di rastiyê de Îran jî weke welatên din,
pêşketina bajarwanî û veguhertina heremên gund û civakên cotyarî bi heremên
bajarî û civakên endûstrî, bûye sedema guhertina têkiliyên mirovî bi jîngehan
re. Ji ber ku çawa mînakên aboriya cîhanê bala xwe nade jiyana mirovî û
paqijbûna jîngehê, li Îran’ê jî modela mentiqa aboriya rant û meyla çetewarî û
sûdperestane asteng e li hemberî rêzgirtina jiyan û jîngehê. Ev di demekê de ye
ku Îran berê ne wisa bûye û tam bi berovajî niha xweza û jîngeh parastiye.
Li
Ser Şopa Hilberîna Mezêxer
Tevî ku Îran ji ber baweriya kûr a bi
Zerdeşt, şêniyên Zagros’ê ji aliyê parastina dewlemendiyên xwezayî û jîngehê ve
xwedî dîrokekî çend hezar salan in, lê belê îro di nava wan 10 welatan de cîh
digire ku herî zêde jîngehê qirêj dikin ev di demêkî de ye ku ne di nava 10
welatên pir nifûs û aboriya pêşketî ya dinyayê de ye.
Bi giştî pratîka aborî û rêveberiyê di
cûtyarî û endûstriyê de, her wiha bajêrsaziya bêasa û di encamê de danûsitanên
siyasî ya ku bi gendeliya hikûmetî qirêj bûye, çavkaniya têkdana jîngeha Îran’ê
ye. Asta rêveberiya jîngehê ya li Îran’ê di nava 133 welatan de di rêza 130’î
de ye. Îran, bi trajediya jîngehê re rû bi rû maye û di heman demê de rastî
bêhişiyê hatiye. Tiştên ku di têkiliyên Îran’ê de diqewimin ne tesadûfî ne,
belkû ji ber nizîkatiya aboriya berpirs û rêveberên vê qadê ye. Bidestxistina
powenên rantçiyane û biçengxistina berjewendiya çavsorane ya çînekî biçûk ji
civakê û bêbaldarbûna tam ji jiyana jîngehî û berjewendiya heyatî û
tendûristiya beşekî mezin ji civakê, encama xwe di têkdana jîngeh de nîşan
dide.
Îran, li ser şopa hilberîna mezêxer û aboriya
sermayedariya îslamî de ye û hemû siyasetên aboriyê li gorî berjewendiya çînekî
çavsor e ku li desthilatê ye tên diyarkirin, him jî li bin bandora aboriya pir
tevlîhev û bêbernameya beşa taybetê ye. Şêwaza aboriya Îran’ê nakok e li gel
geşepêdana mayende û ne cuda ye ji siyaseta hakimiyet û rêveberiya burokratîk a
heyî. Ev nimûne, di mentiqê rojane de ji bo danehev û berjewendîxwaziya xwe ya
eşîrî, her tiştê ku astengiyan çê bike û hema nebe pare, ji holê radikin. Di vê
modela hilberînê de, jiyana mirovî û jîngeha guncav a hemî heywan û balinde û
mirovan bi hêsanî dibin qurbanî.
“Yên
din çandin me xwar, em diçînin yên din bixwen.” (Rêgeza Geşepêdana
Mayende)
Di serdemên dîrokê de hikimdar an jî
desthilatdarên welatê Îran’ê li gorî zîhniyeta xwe û şert û mercan, çavkaniyên
xweza û jîngehê bikar anîn e. Di pirtûka ‘Awesta’yê de parastina çavkaniyên
xwezayê (ax, av, hewa û daristanan) pir girîng bûye û ji erkên olî hatine
hesibandin. Di vê pirtûkê de parastina ajalan hatiye tewsiyekirin û eger kesek
zirarê bide ajalekê, yan jî av û xwarinê nedê, dikare ew kes bê cezakirin.
‘Ehûra-Mezda’ miletek bi bextewer dizane ku jîngehê têkûz rabigire, herêmên
beyar bike herêmên cotyarî û lê darên berhemdar biçînin. Ji ber vê yekê çanda
darçandinê li Îran’ê gelek xurt e. Heta padişahên Îranî Koriş û Daryûş’ê
Hexamenişî jî bi bandora dînê Zerdeştî di roja darçandinê de dar diçandin û
ferman didan fermandarên xwe yên li Eyaletan û ew jî di vê mijarê de dixebitîn.
Xeşayerşahê Hexamenişî yekemîn herêma parastî ya cîhanê li Asyaya Biçûk ava kir
û parastina wê sparte zêrevanên seltenetî.
Heredot, dîroknivîsê Yewnanî di pirtûka xwe
de ku di serdema êrîşa Îskender a li ser Îran’ê nivîsandiye dibêje “Îranî
gelek hewl didin av û ax û hewayê qirêj nekin . Gabriel û Bûbek du lêkolînerên
Otrîşî ne û di pirtûka xwe de nivîsandine ku Îraniyên kevin ji bo dar û
daristanan rêzekî taybet digirtin. Li gorî wan, Îranî wer dihizirin ku rihê
kesên baş, piştî mirinê, heya bibin xwedî jiyanekî mayînde diçin nava daran.
Di serdema Sasaniyan de jî roja çandina
daran giştgîr bûye û heta padişahên Sasaniyan bixwe jî dar diçandin. Enûşîrwan
Sasanî, keseke bi temen dibîne ku şitila gûzê diçîne û jê dipirse “gelo wer
difikirî ew qas zindî bimînî da ku bikarî ji berhema vê darê bixwî ? Ew zilamê
kal jî bersiva wî dide û dibêje “Na! Lê kesên din çandin me xwar, em diçînin
da ku kesên din jê sûdê bigirin . Ev yek, heman rêgeza “Geşepêdana
Mayende” ye ku îro saziya neteweyan bi navê xwe tomar kiriye û pêkanîna wê
ji hemû gelan û berpirsên welatan re tewsiye dike.
Ola Îslamê jî balê dikşîne ser parastina
çavkaniyên xwezayî, jîngehê û piştewaniya li ajalan. Hz. Mihemed dibêje
“şikandina çiqilê darekê, dişibe şikiyana baskê firîşteyêk . Heta li cîhekî din
dibêje “Roja ku çola mehşerê vedibe, wê rojê eger şitilek di destê min de be,
ez ê wê şitilê biçînim û piştre li mehşerê amade dibim .
Îmam Elî dibêje “baran bi hêştirên avis
nedin kişandin . Di mezhebê Şîa de ew bi mihriya Fatmeya Zehra dizanin, ku nabe
av bê qirêjkirin. Îmam Riza re jî dibêjin “Zaminê Ask (Kefîla Xezal). Wate bi
Zaminê heywanan tê naskirin. Her wiha di Quranê de gelek sûre hene ku navê wan
ji xweza yan jî heywanan hatiye girtin. Di derbarê geşepêdana mayende de di
Quranê de hatiye ku “Ey beşer! Erdê bi emanet didin destê te, heya ji nîmetên
wê sûdmend bibî, lê têk nedî û di dawiyê de weke çawa ji min girtî, wer jî ji
min re vegerîne .
Li Ewrûpayê, heya sedsalên navîn ji
daristanan re digotin wêraneya ku cihê jiyana cinan û rihên bedniyaz e. Gelek
dewletdar û heta rêveberên olî ji bo gel tewsiye dikin ku daristanan bikin
erdên cotyariyê. Ji ber ku di vê baweriyê de bûn ku padaşa dinyewî û oxrewî pê
re ye. Ji ber vê jî di sedsalên navîn de zêdetir ji 30 milyon hektar ji
daristanên Elmanyayê bûne erdên cotyariyê. Di serdema eşrafiyetê de li Ewrûpayê
daristan weke nêçîrgeha sultan û eşraf dihatin bikaranîn, lewma nerazîbûn hat
nîşandan da ku pêşiyê li têkdana zêdetir bê girtin. Cara yekemîn, di sedsala
19’emîn de Fonhagen’a Elmanyayê rêgeza geşepêdana mayende ku di wê serdemê de
jê re digotin “Rêgeza Berdewam”, bi vî rengî hat pênasekirin “Ji
daristanan ew qas ku salane şîn bibin, hesad bikin û herî kêm bi qasî ku me ji
yên beriya xwe wergirtiye em jî bidin ên piştî xwe . Ev hevok weke peyvên zêrîn
ên Fonhagen’ in.
Bi giştî yasayên Ewrûpayê zêdetir ji aliyê
xwe yê berîdan û temêkirin (sezadan)ê li pêş e û berovajiyê Îran’a kevin, aliyê
tewsiye û teşwîq tê de nayê dîtin. Nêzîkî 60 sal berê li ser şopa Fonhagen’ê
Dayîreya Daristanvaniyê hat avakirin ku zêdetir yasayên berîdan û temêkirinê
bûn û pişt re jî Zêrevaniya Daristanan hat damezrandin. Di sala 1953’an de
daristan û çêregehên welat, netewî hat ragihandin, lê belê armancên yasayan
nehatin guherandin û karên girîng weke ferhengsazî û tevlîkirina gel dîsa hat
jibîrkirin. Bi giştî heya niha jî tevî hebûna yasa, bûtce, pisporên ezmûndar û
saziyan jî di warê parastina jîngehê de çavkaniyên xwezayî nayên parastin û
rêvebirin tam berovajiyê vê yekê niha di asta hişkbûn û tinebûnê de ne.
“Kes
bawer nake av nemaye…”
Di serdema kevin de, berî her tiştî Îslam
bi qasî ola Zerdeştî girîngî nedaye xweza û heywanan û di vê astê de parastina
wan nekiriye. Ji ber vê yekê bi guhertina ola Îraniyan ji Zerdeştiyê bi Îslamê,
weke berê nizîkatî nema. Lewma behsa Îraniyên kevin û yekbûna wan a li gel
xwezayê tê kirin.
Sedema sereke ya duyemîn, bi serdema
endûstrî û modernîteyê re dest pê dike. Dema ku ev her dû hêman derbasî nava
civakê dibin, têkiliya daîmî di navbera çand û xwezayê tê şikandin. Dema
endûstrî derbasî nava civaka Îran’ê dibe, bi şîroveya yek ji nivîskarên mezin
ên Îranî Celal’ê Alê Ehmed “dengê motora avê, dibe nebzê gund . Di nava elîtên
piştî şoreşa Meşrûiyetê de em dibînin li pêy geşedanê ne ku mirov dikare weke
sewdagerên geşepêdanê binav bike. Zanistên piştewanên wan jî zêdetir zanistên
tecrûbî ne. Ji wê demê heya niha, endazyarên geşepêdanê, jîngeha sextandî
(çêkirî) mezintir dikin û jîngeha xwezayî jî biçûktir. Ji ber vê yekê ye ku
weke mînak, bajarê Tehran’ê ji hêla fişardeyî ve, bûye bajarê 16’emîn ê cîhanê.
Her wiha zîhniyeta navendgerayî bûye sedem, ji %30 aboriya Îran’ê li Tehran’ê
kom bibe, halbûkî ev bajêr ji 1.2 axa Îran’ê digre nava xwe. Ji aliyê din ve bi
giştî mezinbûna bajaran, geşedana sermayeyê û turîzm bûye sedemê guhertin di
bikaranîna herêmên gundan û jîngeha wan deran û rastî destdirêjî û istismara
berjewendîperestan hatiye.
Weke mînak, ji %85’ê gundên parêzgeha
Yezd’ê ji şêniyan vala bûye. Bavê çolnasiya Îran’ê dibêje “kes bawer nake ku
av nema ye û bi vî rengî biçe, ji %70’ê şêniyên Îran’ê divê mal û warên xwe
biterikînin . Heta rejîma Îran’ê bi zanebûn û ji ber zîhniyeta xwe ya
berjewendîperest ava çend çemên parêzgeha Kurdistanê ji parêzgeh û kargehên
endûstriyê re dibe û niha kirîza avê ya şêniyên parêzgeha Kurdistanê heye. Bi
giştî jî ji ber qirêjiya hewayê li Îran’ê, salane 40 hezar kes dimirin. Her
wiha ji ber çêkirina pir zêde ya bendavan, li Îran’ê ji bilî hişkbûna çend
deryaçeyên mezin ku weke xiyaneta li mirovên pêşeroj tê binavkirin, asmana
bajarên mîna Sine û Kirmaşan’ê salane 256 roj bi toz in.
Beriya her tiştî divê qeyranên jîngeha
Îran’ê cidî bêne girtin û ev pirs were kirin ku çima li şûna ku em xwe li gorî
xwezayê biguncînin, em xwezayê li gorî xwe diguncînin? Herwiha nabê abûrî cuda
ji jînge bê destgirtin û li hember pêşketin û geşepêdanê, asteng bê dîtin. Tam
berowajî, eger abûrî bi berçavgirtina tendrustiay hemî qadên civakê neyê
geşekirin, felaket û karesat diqewimîne, her wek tiştên kû niha rû didin. Divê
gelên Îran’ê bizanibin ku bi her hal hinek rûdaw di nava civaka Îran’ê de çê
bûne û hinek hizrandin derketine pêş ku ji ber encamên wan ev qeyran çê bûne û
dirz û qelîştok ketina navbera çanda civakî û xwezayê. Berpirsên yekemîn ên vê
trajediya jîngeha Îran’ê, berpirs û rêveberên vî welatî ne.
Aryel
Kobanê
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Li
Ser Şopa Hilberîna Mezêxer”Yên
din çandin me xwar, em diçînin yên din bixwen.” (Rêgeza Geşepêdana
Mayende)”Kes
bawer nake av nemaye…”Aryel
KobanêKürdistan Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com