16 Ocak 2016 Cumartesi Saat 12:58
Rojhilata navîn xwediyê dîrok û çandeke pir kevnara gelek ol
û nijad li ser axa wê jiyan kirne axa wê jî pir zengîne gelek şaristanî û ol ji
wir derketine lewra hertim rastî êrîşan hatiye û şer ji xaka wê bi dawî ne bû
ye ji şêrê Gilgamêş heya şerê mezhebî ya ku nih gur bu ye.
Di şerê cîhana yekemîn de Rojhilata navîn hat dîzayin kirin
bê ku taybetmendiyên olî, civakî ,nijadî yên galan ber çavan re derbas bikin lê
belê tersî wê proje û îdolojiyên ji der ve li ser gelên heremê ferz kirin,
Rojhilata navîn li ser esasê olî û nijadî hat perçekrin û netew – dewlet ava
kirin netew perestî pêşxistin û nakokiyên mezhebî kur kirin wekî çawa li Sûrya.
Hejmara Suniya bêhtirin lê Elewî desthiladarin , li İraqê şîa bêhtirin lê Sunî
deshilatdar bûn.
Bilokên Mezhebî
Rojhilata navîn zêde neket bin bandoriya du bilokiya li
cîhanê di dema şerê sar de di navber
Emerîka û Rûsya de ji ber ku rojhilata navîn di nava xwe de du bilok bûn ,
biloka sunî biserkêşiya Erebistana Siudî
û biloka duwemîn yê ŞİA bi serkêşiya Îran biloka Sunî pêşengtiya wê Siudiya
Erebistan dike, di sala 1923 bi alîkariya Birîtanya hatiye damezrandin
sîstema dewletê bi fikrê selefî hatiye ava kir , ji ber ku hezeretî Mihemed li
Meke ji dayîk bûye û ola Îslamî ji wir deketye wekî sembol tê dîtin ji aliyê
mislmanan ve ji ber vê yekê xwe wekî berdefkê mislmana di bîne û mudaxela
rewşên wan dike , di şerê navxweyî yê li Libnanê destek da suniya , di şerê di
navbera Îran û Îraqê de destek da Sedam Huseyn û hwd .Erebistana Siudiya gelek komên Îslamî av
kirin û destek da gelek hêzên Sunî li dewletên
Îslamî û cîhanê mîna Efganistan ,Pakistan ,Bûsna û Hirsik. Siudiya
Erebistan û Kendava Erebî û gelek welatên Îslamî bi alî kariya Emerîka û NATO
li heber Rûsya û îdolojiya sosyalîst xwe bi rêxistin kirin û Elqayda ava Kirin,
ol perestî li welatên İslamÎ pêşxist û
rê li pêşiya hêzên Çepgir û demoqratîk girtin ta ku ti guhartin di herêmê de
çêne be .
Biloka duwemîn Îrane, heya berî sala 1979 sîtema Îran bi
EmerÎka ve girêdayî bû Tehran wekî navendekî bingehîn ya CİA bû ti ol perestî
di Îran de tune bû lê belê piştî ku şoreşa İslamî bi pêşengtiya XumeynÎ bi
serket û rêjîma Şah li Îranê hilweşiye ol perestiya (ŞÎA ) kûr kirin , Sîstem ,
zagon, perwerde hemû bi rengegî olî bi rêvebirin.
Deswerdanên Li Ser
Esasên Mezhebî
Piştî sekeftina şorşa İslamî li Îranê Sunî despêkê tu bertek nîşanedan lê belê
Piştî ku Xumeynî ragihand ku ewê şoreşê li hemû welatên Îslamî belav bikin
Suniyan ev wekî gefekî li hemberî xwe dîtin û hemû hewldan kirin ta ku pirojeya
Xumeynî pûç bikin ji ber ku armanca Îran ewe ku desthiladariya xwe bi gihîne
heya derya sipî . Îran mudaxela welatên
Erebî kir û Şia bi rêxstinkirin , li Libnanê Huzbulah ava kiri û li Yemen Hûsî
birêxistin kirin , li Sûrî ji ber ku Elewî desthiladarin têkiliyên xwe bi Esed
re xurt kirin û bi îtifaqên stratejîk tevgeriyan lê belê deswerdana Îran di Îraqê de ne wekî Libna û Yemenê bû cûdatir
bû ji ber ku bajarên Kerbela û Necef li
Îraqê ne û hejmara ŞİA pirtin Îran bi ziravî mudaxela Îraqê kir û ŞİA li hember
Sedam bi rêxistin kirin Sedam Huseyn ev
li hem berî vê deswerdan sekinî û bi alî kariya Siudiya Erebistan Kendava Erebî di sala 1982 de şer
di navbera Îran û İraq de despê kir û heşt salan berdewam kir , İraq xeta parastİnêye ji bo Suniyan lewra
Suniyan bi hemû hêza xwe piştgiriya Sedam kirin
lê ya balkêş ewe ku Sûrya piştgiriya Îran kir ji ber sedemên olî , li heberî helwesta Sûrya Sedam destek da
İxwan Elmuslimîn û li hember Esed dan şer kirin û her di çû nakokiyên di
navbera wan de kûr dibû.
Di Şerê Mezhebî De
Helwesta Turkiya
Turkiya çiqasî ku xwe nîşan dida ku sîstema wê ne oliye
lêbelê para wê jî di nav vî şerî de hebû û bi rengekî eşkere cihê xwe di nav
biloka Sunî de girt ji ber ku nakokiyên
di nav bera Îran û Turkiya de pir kûrin û dîrokîne hîn ji serdma navîne ji dema
xîlafeta Osmanî û Sefewî , ji ber ku navenda xîlafeta muslimana li Stenbolê bû
Osmaniya xwe wekî nûnerê Sûniya di tîtin lê ji aliyekî din ve Sefewî di xwestin Xîlafetê bi dest bixin
lewra hertim êrîşî erdê hev di kirin û şer dinavbera wan bi dawî ne bû ,ji ber
vê yekê Turkiya hertim ji Îran di tirsa lewra
xwe sipart biloka Suniyan, ji bo xwe
ji hundir jî bi parêze zextên xwe li ser Elwiyên li Turkiya zêde kirin û
heya gihaşt asta komkojiyan li hemberî wan pêkbînin di heman demê de ji ber ku
li Sûrî elwî desthiladarin Turkiya destek da İxwean Elmuslimîn li Sûrî û di
sala 1982 İxwean Elmuslimîn bi alîKariya Îraq jî li hemberî Esad şerkî dijwar bi rêve birin , li hember vê
rewşê Esed civaka Elwî li Sûrî tevlî şer
kir û li hember Suna dan şer kirin ,di encama vî şerî nêzî 40 hezar kesên
Sunî li Hema û Humis û Heleb hatin
kuştin di encamê de nakokiyên mezehebî di nav civaka Sûrî de kûr tir bûn û
dîmografiya Sûrî ji aliyê mezhbî ve hat guhartin.
Destwerdana
Emerîka Di Herêmê De
Di salên notî de di
encama deswerdana Emerîka li herêmê de denge hatin guhartin, rêjîma Îraqê ya
Sunî pir lawaz bû ji ber vê yekê Îran ev rewş istismar kir û destê xwe di Îraqê
de di rêj tir kir lê belê Sînorê rojhilatê Îran kete bin destê Talîban de ya
Sunî û ev bû wekî kefek û metirsiyakî ji Îran re
Ti guhartinekî mezin di dengeyên mezhebî de çê nebû lê belê piştî êrîşa Elqaida li hember navenda
aboriya cîhanê li Nwe york Rojhiatanavî kete pêvajoyeke nû de ji ber ku Emerîka
şer li hember terorê ragihand , Efganistan û Îraq dagir kirin û sîstemên wan yên Sunî hilweşandin . şerê Emerîka li hember terorê
di bingeha xwe de li hemberî Suniya bû Dewletên ku asteng bûn ji Îranê re
hilweşiyan û rê ji Îran re vebû. .
Piştî Ketina Sedam
Rewşa İraqê
Îraq bû qadeke şerê mezhebî hemû dewletên li herêmê
deswerdana Îraqê kirin û bi dehan rêxistin ava kirin, welatên Sunî Elqayda û
gelek rêxitinên din li Îraqê ava kirin
li heberî Suniyan Îran jî gelek rêxitinên Şia av kirin mîna artêşa El
mihdî û Esaib Ehil Elheq û hwd, di heman
demê Emerîka çavên xwe ji deswerdana dewletên hermê di Îraqê de girt û
nakokiyên mezhebî kûrtir kir bi taybetî piştî ava kirina sîstemeke nû li ser
esasê mezhebî ji Îraqê re, dii sîstema nû de Şia bûn desthiladar ev nerzîbûnek
li cem Suna çê kir û şerê mezhebî mezin tir bû di encama Şerê mezehbî li Îraqê
zêdetirî milyonek û nîv hatin kuştin û cuxrafya mezehbî ji aliyê dîmografî hat
guhartin Şia cixrafiya xwe fereh kirin Bajarên wekî Smera, Bexdad, babil ji
Suniyan hetin vala kirin ji ber vê yekê
biloka Suna hêza wan belav û lewaz bûn beramberî wê biloka Îran qezenc
kir û hêzên bi wê ve girêdayî yên li herêmê hêztir bûn.
Modêla İslama
Siyasî
Şerê Emerîka li hember terorê ne tenê di çarçoveya şerê
leşkerî de bû lê belê şerekî top yekbûn meşand wekî şerê siyasî, îdolojî
,civakî. Emerîka ji bo rê li pêşiya
Elqaida û komên tûndirew yên sunî bigre siyaseteke pir zirav meşand di rêya
şerekî îdolojî bi rêveber îslama siyasî yan jî îslama nerim pêşxist gelek
rêxistin û partî av kirin mîna AKP li Turkiy
, piştî ku AKP ê bû desthiladar berê wê da welatên İslamî û xwe wekî nimûneyekî pêşketî
da nîşandan , têkiliyên xwe bi welatên İslamî re fereh kir ji ber vê yekê bû
stargehek ji gelek rêxistin û partî îslamî re weke İxwan Elmuslimîn û di bin
kontrola wan tevgeriyan , pirpjeya Emerîkî Heya astekî bi ser ket lê ne gihaşt
armanca ji ber ku şerê mezhebî bi hert di çû kûrtir di bû .
Nakokiya Biloka
Sunî
ji ber nakokiyên di
navbera Qeter û Siudiya Erebistana ,Qeter jî xwest rolekî di herêmê de bileyzê
û nûnerertiya Elema İslamî ji destê Erebistana Siudiya derxe lewra kete nav
hewldana têkliyên xwe bi Turkiya û İxwan Muslimîn xut kirin û gelek rêxistin
ava kirin û gelek jî bi xwe ve girêdan.
Pêvajoya Şoreşên
Gelan
berî ku şoreşên gelan di sala 2010 despê bikin hemû hêzên
İslamî yên Sunî li Tûnis, Misr, Lîbya, Sûrya lewaz bûn heya gele ji wan koçî
welatên europa kir bûn. bi despêkirina şoreşên gelan biloka Sunî mudaxela
şoreşa kirin ji cewherê wan derixstin û
hemû derfetên madî ( Ragihandin, çek, pere û hwd.) bi kar anîn ji bo îslamî bibin desthiladar ji
bo biloka xwe xurt û ber fereh bikin li
hember Îran lê vê carê Qeter û Turkiya jî ketin ser xetê û xwe wekî alternatîf
li heber Siudiyê nîşana dan di vênavberê de Emerîka hêzên xwe ji İraqê
vekişanidin lewra qad ji şerê mezhebîre
vala bû û şer mezin bû . şoreş ji Tûnsê despêk
gelê Tûnsê ji ber ku ne bi rêxistin kirî bû piştî rêjîma bin Elî
hilweşiye welat di valehiyekî de derbas bû ji ber vê yekê biloka Sunî destek da
tevgera Elnehda ya İslamî û bû serthiladar Elnehda civaka Tûnis bi îdolojiya
islama nerim birêvbir û zextên xwe li ser hêzên demorat dijwr kirin û hin
kesayetên ku li dijî siyaseta wan derketin ew tesfiye kirin ji ber vê yekê
Tûnis bû bingehek ji komên çete re li gorî hin agahiyan ku di sê salên despêkê
de ji kirîza Sûrî zêdetirî 13 hezar ciwanên Tûnisî tevlî El Nusra û DAİŞ’ê bûn.
Li Lîbya, Qeter û Turkiya
destek dan muxalefeta Lîbî ya islamî di encamê de Qezafî kuştin û İxwan
Elmuslimîn danîn li ser desthiladariya Lîbya li hember vê yekê beşek ji miletê
Lîbya qebûl nekir û şerê nav xweyî di nav bera islamiya û dijberên wan de derket di encamê de Lîbya bû du parçe û beşk
ket bin destê DAİŞ û hînjî şerê wan ber dewame. .
Li Misir ti rûla İxwa muslimîn di şoreşa Misirê de tune bû
wan jî valehiya siyasî îstismar kirin û desteka ( maddî ragihandin siyasî ) ji
Qeter û Turkiya girt tê gotin ku Qeter 300 milyon dolar alîkarî da İxwan
muslimî lê belê rewşa Misir wisa berdewam nekir artêşa wê bi alîkariya
Birîtanya û Erebistana Siudî derba leşkerî
lihember İxwa muslimîn pêk anî di encamê de pirojeya Qeter û Turkiya têk
çû.
Îran ev tevlîhevî baş nirxand , alîkariya Şia yên li
Behrêyn, Yemen, Erebistana Siudî kir û li hemberî van dewleta bi dest çalekiya
kirin û rewşa Suniya ser û bin kirin li hember vê yekê Kendava Erebî ji bo xwe
bi parêzin Leşkerên xwe li Behrê bi cih kirin lêbelê di Yemen de Husî derbeyeke
leşkerî li hemberî hukumetê li darxistin û bûn dest hiladar li hember gavên
Îranê koalisyona Erebî hat damezrandin û şerekî top yekbûn li hemberî Husiyan
dan despêkirin di encamê de Yemen bû du parçe û wêran bû heya niha jî şerê wan
berdewama bê ku tu alî bi ser bikeve.
Şerê Li Sûrya
Rewşa Sûrya cûdatir bû ji ber ku civaka wê ji pir netw, ol, mezeb pêk tê lewra pîlana li
dijî Sûrya cûdatir bû di heman demê de desthiladar Elewiye û têkiliyên Sûrya bi
Îran re pir kûrin û setratîjîkin, qutibê Sunî berî ku şoeşa Sûrya destpê bike
İxwean Elmuslimîn anîn Turkya ew bi hêz kirin û ew di herêmên Suna de li Sûrya
xurt kir ji ber ku Sunî dixwazin tola salên heştî hilîne û desthilatê bidest
bixin, biloka Sunî şoreş veguherandin şerşekî çekdarî berê hezaran çete dane
Sûrî bi sedan komên islamî ava kirin
mîna Elnusra Artêşa İslam …hwd li
hemberî vê Îran piştgiriya Esed kir û artêşa xwe rêkir Sûrî Hizbulah û komên
Şia li Îraqê jî beşdaî vî şerî bûn , Sûrya bû qadeke hisab lêpirsînê û şerekî
bê sînor hat meşandin bi sed hezaran kes hatin Kuştin ji ber nasnama xwe ya
mezhebî û heya niha kes bi serneketiye. .
Pirojeya biloka Sunî di Sûrî de xetimî lewra serî li rê û rêbazên
dî dan ji bo xwe xurtir bikin biloka Sunî li Urdun civiyan û setratîjiyek nû
ava DAİŞ xurtir kirin di serî Mûsil hemû erdê Suniyan li Îraq û Sûrya bi dest
xist û rêveberiyeke Îslamî ava kir di vê navberê de şerê mezhebî zelal bû
herkes mewziya xwe xurt kir ji ber vê yekê Îran bi rengekî leşkerî mudaxela
Îraq , Sûrya, Yemen kir , her du biloka xwe ragihandin Îraq , Sûrya Huzblah Yemen biloka Şia ne li hember vê yekê Suniya di
bi pêşengtiye Erebistana Siudî av
kirina kiwalisyona Sunî Ragihand , koalisyon ji 45 dewletan pêktê niha gelek ji
wan li Yemen û Sûrya şer dikin .
Pirojeya Netewa
Demokratîk
Di sed sala 20 de netew dewlet hatin ava kirin netew perestî
pêşxistin gotin ku çareserî û azadî di ava kirina dewleta qewmî de ye lê belê
tersî wê tu piriskirêk çareser ne bûn di
encamê de gelek dewletên ne rewa hatin
damezrandin bi milyonan mirov ji ber nasnama xwe ya nijadî hatin kuştin, di
darvekirina Sedam Husyin pirojey netew
dewlet di Rojhilata navîn de têk çû, herêm kete qunaxeke nûde şerekî nû
li ser gelan barandin vê carê şerê
mezhebiye desthiladar ji bo hekemoniya xwe bi parêzin û berdewam bikin hertim
nakokiyan û şeran derdixin gelan ji xwe re di kin êzing ji ber vê yekê
pêwistiya Rojhilata navîn bi îdolojî û Pirojeyeke siyasî ya nû heye vê carê di
vê Piroje îrada elan esas bi gire û yekîtiya wan xurt bike da ku rijandina xwînê rawestînê û jiyaneke
aram peyda bike ji ber vê yeke netwa demokratîk sîstema herî guncawa ji ber ku
ev di bingeha xwe de sîstemeke dîrokiye li gorî pîvan û çanda civakê ye azadiya
jinê û ava kirin civaka exlaqî û politÎk
ji xwe re esas digre hemû beşên civakê cihê xwe di nav de digre û xwe birêve
dibin cihê hemû netew ol mezeb tê de heye dikarin bi nasnameya xwe ya netew û olî
xweser bijîn ji ber vê yekê pêwîstî bi tekoşînek zihnî û bîrdozî heye ta
ku gelê Rojhilata navîn azad bibe û xwe ji bîrdoziyên ol û netew berestî rizgar
bike pîlanên ku li se tên birêveberin bûç û gemiya xwe bighînê ber avê ji ber
vê yekê divê gelê rojhilata navîn yekîtiya xwe saz bike û dîroka ya xwe kevnar
nûjen bike.
Ciwan Mirkan
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Bilokên MezhebîDeswerdanên Li Ser
Esasên MezhebîDi Şerê Mezhebî De
Helwesta TurkiyaDestwerdana
Emerîka Di Herêmê DePiştî Ketina Sedam
Rewşa İraqêModêla İslama
SiyasîNakokiya Biloka
SunîPêvajoya Şoreşên
GelanŞerê Li SûryaPirojeya Netewa
DemokratîkCiwan Mirkan Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com