Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên Osmanî, li qadên Sûrî, Iraq, Lîbya, Behra Spî, Qarabax û herî dawî li Behra Reş mîna cambazê ku li ser ben dileyze hevsengiyên di navbera hevrik û hevkaran de pirr baş dişopîne û bi hezarûyek dek û dolaban nêzî wan dibe. Ji bo bikaribe hem ji aloziyên di navbera wan de sûdê werbigire hem jî têkiliyên xwe bi wan re li ser esasê bidestxistinê pêş bixe bi awayekî berjewendîperest tevdigere. Heta niha li van qadan hebûna xwe biparêze jî, ji ber ku hemû derfet û çavkaniyên xwe yên madî xistiyê dewrê û nikare pêşî li dizî, bêrêtî û talana di nava xwe de bigire pirsgirêkên pirr mezin ên aborî, civakî û siyasî dijî. Di encama vê de tevî ku ji ber xizantiya zêde di nava civakê de bûyerên xwekuştinê têne jiyankirin û beşek ji civakê ber bi welatên Ewropayê ve direve, desthilatdariya AKP/MHP’ê hesabê biserxistina hilbijartinên 2023’yan dike. Lê belê di rojên dawî de ji aliyê heman desthilatdariyê ve ji belavkirina kartol û pîvazan a ji bo gel jî diyar dibe ku Erdogan û Bahçelî li rewşa desthilatdariya xwe ya xirab a ber bi hilweşînê ve diçe serwext bûne û ji bo bikaribin li ser desthilatdariyê bimînin wê serî li gelek rê û rêbazên curbicur bidin.
Li aliyê din, bi piştgiriya aborî ya taybet ji Qeter’ê digire û bi piştgiriya teknîkî ku ji Kanada’yê girtiye hewl dide operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, berfireh bike. Li vir, wekî di her pêvajoyê de bûye dîsa bi piştevaniya xayin, hevkar û nokerên Kurd giranî daye xebatên xwebirêxistinkirina MÎT’ê. Her wiha, hemû amûrên şerê taybet û derûnî di dewrê de ne! Jixwe, navlêkirina her operasyonên ku didin destpêkirin bi serê xwe şerekî taybet e. Operasyonên herî dawî li dijî qadên Avaşîn, Zap û Metîna dane destpêkirin ku navê Pençe-Şîmşek û Pençe-Yildirim lê kirine jî armanca bidestxistina serweriya derûnî û xapandina derûdorê dihewîne. Çawa ku Erdogan gotina ”dibe ku ez şevekê ji nişka ve werim” veguherandiye şovekê, bi operasyonên di bin navên cuda de didin destpêkirin jî dixwazin di nava civakê de şikestinekê ava bikin û asta pêşketina wê çi dibe bila bibe dixwaze xwe serkeftî nîşan bide. Lew ma, her ku livûtevgereke dagirkeriyê dide destpêkirin navekî ku wê bandorê li civakê bike lê dike; çawa ku li Rojava bi navê Operasyona Aştiyê û Çiqilê Zeytûnê, li Bakur bi navê Operasyonên Eren û li Başûr bi navê Operasyonên Pençe 1-2-3, Pençe-Baz, Pençe-Piling, Pençe-Şîmşek û Yildirim êrişan pêk tîne..
Her çendî di demeke ku piştî YE di derbarê wê de nirxandinên neyênî kir û ji aliyê rêveberiya Emerîka’yê ya nû ve ji bernameya F-35 hate derxistin û bi awayekî tund hate hişyarkirin de weke bersivdayinekê êrişên xwe yên dagirkeriyê yên berfirehkirî da destpêkirin were xwendin jî, hemwextiya hewldana derxistina aloziyê li Şengalê ji aliyê hêzên Iraq’î ve, li Qamişlo êrişên çeteyên Dîfa’a El Wetenî yên girêdayî rejîma Sûrî û êrişên artêşa Tirk ên li qadên Avaşîn, Zap û Metîna balkêş e û dikare were gotin ku di navbera her sê welatan de lihevkirinên veşartî hene. Her wiha, dûbare ji raya giştî re parvekirina biryara Wezareta Karên Derve ya Emerîka’yê ya di derbarê rêveberên Tevgera me de ya 6’ê Mijdara 2018’an de girtibû jî nîşan dide ku Emerîka di êrişên tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê û qirkirina gelê Kurd de wê piştevaniya dewleta Tirk bike. Jixwe bêyî destûra Emerîkayê ne pêkan e ku artêşa Tirk li qada Iraq’ê hebûna xwe biparêze û li herêma Başûrê Kurdistanê êrişên dagirkirinê pêş bixe. Sedema vê rewşê li hember dewleta Îran’ê bikaranîna Tirkan be jî, tê dîtin ku dewleta Tirk rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi temamî xistiye bin venêrîna xwe û li qadên Xakurkê, Bradost, Heftanîn ên dagir kiriye xayin, cerdevan û çeteyan bicih dike û bi bikaranîna hemû derfetên Parastina PDK’ê li her devera herêmê ji livûtevger û bicihbûna endamên MÎT’ê re hêsaniyê ava dike.
Dewleta Tirk a ku di êrişa dijî qada Garê de têkçûneke mezin jiyan kir û binketina xwe danequrtand, operasyonên ku niha li qadên Avaşîn, Zap û Metîna daye destpêkirin wê hîn berfirehtir bike, ji bo vê jî wê hebûn û nebûna xwe dayne holê; piştî pêşdeçûyineke diyar wê bixwaze êrişên xwe dijî qadên Garê, Şengal û Mexmûrê bidomîne. Ji ber ku ji bilî êrişên dijî Tevgera me ti razandinek ji bo hilbijartinê di destê Erdogan de nemaye. Armanca van operasyonan avakirina herêmeke tampon û qutkirina qadên Bakur û Başûr be jî, piştî dagirkirina van qadan wê dorpêçkirina Qendîlê têxin rojeva xwe. Li vir, ji bo ku karibin radestbûnê li Tevgerê bisepînin jî dibe ku bi hêzên PDK, YNK û heta Îran’î re lihevkirinan bikin û gavan biavêjin. Di dema van êrişan de MÎT’a Tirk a ku li qada Hewlêr, Mûsil, Kerkuk û dewrûbera wê bicih bûye û Tirkmenên li qadê birêxistin kiriye wê xebatên xwe kûrtir bike. Daxuyaniyên partiya Bizûtnewey Îslamî yên êrişên artêşa Tirk rewa nîşan dide jî agahiyên ku dewleta Tirk dixwaze ji bingeha vê partiyê artêşekê ava bike û herêmên dagirkirî radestî wan bike piştrast dike. Tevî hemû nerazîbûn û bertekan jî bêdengî û bêhelwestiya dewleta Iraq’ê didome û ji têkiliyên wê yên dîplomatîk û lihevkirinên wê yên veşartî yên bi rayedarên Tirk tê fêmkirin ku di mijara dagirkeriya Tirk de ji hêzên derve fermanan digire û li gorî wan tevdigere. Ji bo derxistina PKK’ê ji qada Şengal’ê hewldanên PDK’ê ew e ku rêveberiya Kazimî zextê li Îran’ê bike da ku di vê mijarê de astengiyan ava neke. Herî dawî serdana Wezîrê Karên Derve yê Îran’ê Mihemed Cewad Zarîf a ji bo Bexda û Hewlêr’ê balê dikişîne û dibe ku li ser Şengal’ê lihevkirinekê bikin. Beramberî vê jî ihtîmala ku dewleta Îran’ê astengkirina xebatên Îsraîl û MOSSAD’ê yên li herêmê ji PDK’ê daxwaz bike, heye. Daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî ku dibêje ”Li herêma Kurdistanê baregehên Îsraîl/MOSSAD nîn e” rastiya vê nêrînê xurttir dike.
Li hember ev êrişên tunekirinê gêrîlayên azadiya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî raber dikin. Li qadên Metîna û Avaşînê bi pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê yên ji aliyê hêzên gêrîla ve hatin ragihandin û destpêkirin re bi amûrên teknîkî û taqtîkên demê derbeyên giran li hêzên dijmin tê xistin. Him sekna bi rûmet a gelê Êzidiyên Şengal’ê ya dijî hêzên Iraq’ê û him jî li Qamişlo berxedana hêzên ewlekariya hundirîn a dijî çeteyên rejîma Sûrî rihê van pêngavan geş dike û li hember êrişên dagirker û mêtinger dibe bersiveke pirr xurt. Çalakiyên ji aliyê Înîsîyatîfa Zarokên Agir ve yên li bajarên Tirkiyê têne pêşxistin qet nekeve rojeva rayedarên Tirk jî desthilatdariya AKP-MHP û hevkarên wê fêm kirine ku faşîzma wan roj bi roj di nava agirê van çalakiyan de dişewite û dihele. Ger êrişên heyî werin têkşikandin û jiyankirina têkçûyineke duyem a Garê bi artêşa Tirk were dayin, rewşa Rêber APO jî di nav de ji bo pêvajoyeke aştiyê gavavêtina dewleta Tirk ihtîmaleke pirr xurt e. Ji ber ku him di mijara Ûkrayna’yê de bi Rûsya’yê re pirsgirêkên mezin jiyan dike û him jî ji aliyê Joe Biden ve weke Qirkirina Ermeniyan naskirina bûyerên 1915’an wê têkiliyên wê yên bi Emerîka’yê re ber bi xirabûyinê ve bibe. Jixwe, li qadên Sûrî, Lîbya û Behra Spî dijberên wê zêde bûne; bi piştgiriya Îsraîl û Emerîka’yê li hember Yewnanîstan’ê di bin zextê de ye; ji aliyê YE ve hatiye sizakirin û welatê Kanada’yê jî firotina parçe û pergala balafirên bêmirov a ji bo Tirkiyê rawestand. Ji ber vê yekê, her çendî faşîzma AKP-MHP’ê hewl bide bi van êrişan di aliyê leşkerî û teknîkî de bihêzbûyin, mezinbûyin û serkeftîbûna xwe nîşan bide jî divê neyê jibîrkirin ku dewleta Tirk di dîroka xwe de rewşa herî zehmet, xirab û nakok jiyan dike û ber bi hilweşînê ve diçe.
Berxwedan û serkeftina gêrilayên azadiya gelên Kurdistanê wê nehêle ku Erdogan û Bahçelî hilbijartinên 2023’yan bi rehetî û li gorî xwe pêşwazî bikin..
Welat KURDİSTAN
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê