29 Ocak 2014 Çarşamba Saat 09:44
Bêgûman rastiya kû îro derdikeve holê ne ji vê yekê pir dûre. Di dîrokê de mînak û serpêhatiyên vê yekê pir jiyan bûne. Lewma cardin mirov bi rastiya kû dibêje ‘yên dîrokê baş fam nekin yên her dem mehkûmê dubare jiyan dina wê bin’. Di rastiya xwe de yên kû gelan jî baş nas nekin yê hertim bibin mehkûmê winda kirinê. Lewma min jî xwest di vê nivîsa xwe de kêmekî bal bikişînim ser vê rastiyê û dikara (qala) wê bikim. Îro jî ev mînak bi şêweyek pir zelal li ber çavan jiyan dibe. Rastiyek ya hêzên desthilatdar, jı jixwe eve. Hertim di bin navê çareseriya pirsgirêkên gelan de, desthilatdariya xwe mezintir kirine û xwe bi hêztir kirine. Ger îro Kurd li rasta komployek bi vî awayî hatibin, ne tiştekî nû û xerîbe. Tenê mirov dikare bêje gelo van hêzan dîroka Kurdan baş fam nekirine û ew baş nasne kirine, yan jî naxwazin fam bikin?
Jixwe her kû mijara desthilatdartî û berjewendê di holê debe, ne gengaze kû mafê gelan û çînan were hizirîn. Her tim desthilatdaran gel û çîn ji bo xwe kirine qûrban û li ser pişta wan xwe jiyan kirin. Qesta min ya gotina, “hêzên şerker wê nekaribin ti demî bibin bersiv ji bo gelan eve. Di mijara desthilatdartî û şer de, bazirgantî hemû li ser gel tê meşandin. Îro jî ev mînak xwe di konferansa Cenev 2 de bi şêweyek pir zelal radixe ber çavan. Her çendî gotina emê pirsgirêkên gelan û krîza Rojhilata Navîn çareser bikîn, lê di bingeha vê de şerê desthilatdariyê û berjewendiyê tê meşandin. Dema mirov temaşe dike, hemû hêzên hatine vexwendin desthilatdar û hêzên şerkerin. Tuyê hem mafê gel û çîna binpê bikî, hem jî bêjî, ‘em li ser çareseriya mafê gelan civiyane’. Gelo ev çiqas bi baweriye. Mirov bixwaze bawer jî bike, lê di destpêka vê de ev rastiya şer û parvekirinê derdikeve pêşberî mirov. Li cihê kaos û krîz lê jiyan dibe, çima çareserî jêre li derve tê lêgerîn. Ev jî bi serê xwe nakokiyek bixwe ye.
Lewma di destpêka Cenev 2 de, bêhna rijandina xwînê tê. Heke mijar Rojhilata Navîn be, yan jî çareserî be tuyê çima li welatên Ewropa jêre li çareseriyê bigerî? Ev çiqas bi mantiqe, ez jî nizanim. Lewma mînaka gotina dibêje ‘yên dîrokê baş fam nekin mehkûmê dubare jiyan dina wêne.’ Çand û nasnameya gelan were înkar kirin û ji nedîtî ve were, wê çareserî jî çiqas bi sûd be gelo?
Ez bawer nakim kû ev bibe çareserî û jixwe ne mijara demokrasiyê jî ye. Tenê cardin agirê heye wê mezintir bikin. Bi salan hêzên dagirker û şerker li ser pişta vî gelî, bi vî şêweyî xwe jiyan kirine û berdewam kirine. Nixwe di rastiya çareseriyan de ya herî rast, li cihê pirsgirêkê tu jêre li çareseriyê bigerêyî. Ji derveyî vê hemû çareseriyên tên ramandin şaşin û neyên bawer kirinêne
Di bingeha çareseriyan de rastiya heye pêwiste were dîtin û pejirandin. Ger pirsgirêk bi şaşî were dest girtin wê çareserî jî şaş be. Ger mijar Rojhilata Navîn be, pêwiste hemû hêzên di nîqaşa çareseriyê de cih bigirin jî yên rastiya dîroka vê herêmê baş dizanin, jiyan bûne, bi salan jêre berdêl dane û xwedî ezmûna vê yeke bin cih bigirin. Jixwe di rastiya xwe de yek tişt heye, hertim ji berya ev hêz dikara mijara çareseriyê bikin, carapêşî dibin sedema çêkirina kaos û krîzên mezin yên herêmê. Ev rêbaz bi salaye wusa jiyan dibe û dimeşe. Bi salane Rojhilata Navîn bûye qada hesabên hemû desthilatdaran û îro jî dixwazin dibin navên cude de wekû çareserî, heman tiştê dubare bikin.
Rastî eve, jibû di bedenê de nexweşiyan peyda bikin, tûmûr lê tên berhev kirin. Piştre jî li ser navê çareseriyê bi xwe ve dide girêdan û dike mehkûmê xwe. Mînaka Cenev 2 jî heman tişte. Temaşe dikî, hêzên kû li wir civiyane hêzên bi salane di Rojhilata Navîn de şer dimeşînin, xwîna mirovan dirijînin, îro jî dibin navê çareseriyê de kî dizane dibin navê kîjan pilan û komployek din de civiyane. Hertim van hêzan bi rêya piyên xweyên di Rojhilata Navîn de rê li ber kaosên trajedîk vekirine. Mînaka vê “Bihara Ereba ye. Lê piştî kû di mijara bihara Ereban de nebûn yek û bi serneketin kû ev jî dîsa ne li heve kirina berjewendiyan bû, nekarîn ti encamek bidest bixwin. Êdî kaosa kû dane çêkirin nizanin wê çewa ji nav derbikevin. Jixwe dema mirov temaşe dike, di Rojhilata Navîn de komkujî û hovitiyê serê xwe hildaye û diçe. Her rojê bi sedan mirov tên qetil kirin û bi sedan cihê têne tûne kirin.
Ji bo çi?
Ev di rastiyê de, di berjewendiya vî gelî deye an jî hêzên kû sûdê ji vê yekê digirin hene? Dîroka mirovahiyê ya herî bi xwîn û êş cardin derdikeve holê.
Ji ber wê mirov dikare bêje her kû ev rastî di holê debe,tiştek ya kû ev hêzên global bikaribin bidin gelan, yan jî ji bo wan bikin wê nebe. Mixabin li cihê çareseriyê, derî ji bo kaosek mezin tê vekirin.
Li ser vê rastiyê dema mirov temaşeyî rastiy ne vexwendina Kurdan ya ji bo Cenev 2 dike, zêde tiştek ji bo mirov xerîb were nîne. Jixwe di mijarekî wiha de tiştekî kû bikaribin ji bo Kurdan jî bikin tuneye. Yan jî tiştekî bidin Kurdan tineye. Di rastiya vê de dîtin kû Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Wê peymanên Qesir Şirîn û Lozana êdî ne pejirînin. Ger mirov bibêje ya Cenev 2 dayî pêkanîn jî rastiya kû îro Kurd gihatinê ye jî ne şaşe. Hemû hesabên dagirkeran di mijara Rojava de têk çûn. Di rastiya xwede modela kû îro Kurd li Rojava gihatinê, mînaka çareseriya modela Rojhilata Navîne. Di rastiya vê modelê de wekhevî û demokrasî heye. Hemû çîn û netewên kû hene dikarin dinava vê modelê de xwe bi azadî û şêweyekî wekhev bînin ser ziman. Di rastiya çanda Kurd de talanî û dagirkerî nîne. Lewma jî hemû demê hêzên desthilatdar ev ji bo xwe wekû tehdîtekî mezin dîtine û hertim êriş kirine. Ji dervey talan û wêranê tiştek din ne kirine para vî gelî. Bi vî away jî dikarim bêjim, dagirkeran ti demî ne xwest rastiya çanda Kurdan nasbikin. Her tim xwestin dîrokê bi wan bidin dubare kirin. Çi dema Kurdan serî rakiriye bûne xala bingehîn ya êrişa hêzên dagirker. Di dîroke de bi sedan mînakên vê yên pir zelal û diyar li ber çavan hene. Yekbûna Kurdan ya ji bo wan ne be qazancek. Tim dixwazin Kurdekî dij hev, ne yek îrade û belav hebe. Mezinbûna Kurdan ji bo xwe wekû metirsiyekî mezin dibînin. Ji ber dizanin rastiy çanda Rojhilata Navîn bi ya Kurdan ve girêdayî ye. Di vê xakê de gelê xwedî çandek herî kevnar, dîrokî û dewlemend bê kû dagirkerî û talanê bike kariye xwe li ser piyan bigire. Ji ber her hêz yan gelê di dîrokê de çav daye dagirkerî û talaniyê, di demekî kurt de ji rastiya çanda xwe dûr ketiye, heya bûne mehkûmê tûne bûnê jî.
Lewma îro Kurdan di encama tekoşînekî 40 salan de derxist holê kû ewê nebin mehkûmê dîroka dagirker û talan ker. Ji xwe di rastiya dîrok û çanda Kurdan de ev yek nîne. Dibe Kurd dibin dagirkerî û desthilatdariya hêzên cuda de mabin, lê tû demî ev ji bo xwe wekû qederekî kû serê xwe li hemberî bi tewîne ne dîtiye. Hertim Kurdan serî li rê û rêbazên tekoşîn û berxwedanê yên cuda dane. Timî dîrokî tejî berxwedan û bedal dayînê jiyan kirine. Lê ti demî ji rastiya xwe qût nebûne. Timî di rastiya çanda xweya wekhevî û demokrasiyê de jiyan kirine. Di aliyekî de jî tişta kû ev çenden sal bi dagirkerên herî mezin re mehkûm hiştiye jî, di bingeha xwede nebûna xwedî çandekî dagirker heye. Lewma îro dibêjîn modela çareseriya pirsgirêk Kurd ji bo çareseriya kaos û kirîza Rojhilata Navîn di rola kilîla bingehîn deye. Bi salan Kurdan , çîn û baweriyên cûda li ser vê xakê bi şêweyekî wekhev jiyan. Çandekî pişta xwe dide ked, parvekirin û hilberîna berhem heye. Di xakekî pîroz û dewlemend de hertim deriyê xwe ji mirovahiyê re vekirî hiştiye. Îro jî dihaman pîrozbahî û hekheviyê de jiyan dike. Li ser vê yekê çendîn dema kû van dagirkeran dîtine Kurdan serî hildaye bi dahan pilan û komployên cûda êrişî ser Kurdan kirine. Îro jî piştî şerekî demdirêj yê kû li Sûriyê hate meşandin, ew çend hêzên kû her yekî ji aliyê xwe de ji bo berjewendiyên xwe êriş kirin û nenasîna îradeya gelên herêmê hişt kû ji bo wan vegere kaosekî bingehîn. Di vê xalê de yên kû xeta rast şopandin û nebûne aliyên dagirkirin û şer tenê Kurd bûn. Xeta rast a Kurdan şopand hişt kû Kurd bibine xwedî destkeftiyekî û hêzekî dîrokî. Lê dîsan jî dagirkeran ev yek ne hecimandin û ji nedîtî ve hatin. Li ser vê xalê ger bêjim Cenev 2 li dijî vê destkeftiya Kurdan hatiye li darxistin, bawerim wê şaş nebe. Ji xwe tişta derdikeve holê jî ji piştrast kirina vê yekê ne dûre. Ji xwe Kurd çûban Cenev 2 jî wê nekarîba tiştek bida Kurdan. Li wir hesabên gûnehan tên kirin. Hesabên hîn zêdetir rijandina xwîn û berdewam kirina hovitiyê tên kirin. Li gorî min ger îro riyekî çareseriyê a rast heba wê ev civîn li Rojhilata Navîn û bi bejdarbûna hemû bawerî, netew û çînên cûda yên vî welatî tevlî biban. Wê demê wê ev tabloye ne derketiba berçavan, weke mijar dibin navê çareseriya pirsgirêka mala tedeye, lê tenê mafê te yê mêvanbûnê heye. Ev wê çiqas rast be û were bawer kirin jî nizanim.
Nergiz Mihemed / Tevn.org
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info