24 Şubat 2011 Perşembe Saat 17:30
Milyonek û 100 hezar îmzeyên di çarçoveya kampanya “Perwerdehiya Zimanê Zikmakî” ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve 2 meh berê hatibûn destpêkirin de hatin komkirin, pêşkêşî Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsê hatin kirin.
KCD, bi boneya “Perwerdehiya Zimanê Zikmakî” 2 meh berê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Milyonek û 100 hezar îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin li meclîsê pêşkêşî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsê hatin kirin. Hat gotin ku bi boneya wan ev îmze têr û bes tîne pêşkêşî meclîsê dikin û potansileya ku 10 milyon îmze kom bikin hebû.
Îmzeyên ku hatin komkirin wê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê, UNESCO, NY, û YE’yê bên kirin. Daxwaznameyên milyonek û 100 hezar îmzeyên ku hatin komkirin, bi boneya pêşkêşî Serokê Meclîsê bên kirin, pêşkêşî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsê hatin kirin. Îmzeyên ku bi piştgiriya KMM, MAZLUMDER, Egîtîm Sen, NÇM, HAKPAR û KADEP’ê hatin komkirin, bi nêzî 10 koliyên mezin li Navenda Gşitî ya BDP’ê hatin komkirin û pişt re anîn Meclîsa Tirkiyeyê. Daxwaznameyên ku hatin komkirin, dê beşek ji wan duşemê pêşkêşî nûnertiya NY’ê ya Enqereyê bên kirin. Li benda civanên nûnertiya NY’ê ye ku bersîv bê dayîn.
Têkildarî îmzeyan Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk û Cîgira Serokê Koma BDP’ê Ayla Akat Ata, li meclîsê civîna çapemenyê pêk anîn. Tugluk, di civînê de diyar kir ku KCD’ê bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî 2 meh berê kampanya îmzeyan dan destpêkirin û wiha got: “Me hedef milyonek îmze danîbûpêş xwe. Lê me di nava 2 mehan de milyonek û 100 hezar îmze kom kirin û me hedefa xwe derbas kir.”
Tugluk got ku imzayê mayî jî dê ji YE, Neteweyên Yekbuyî, UNESCO re ragihînin û dazanîn ku mafê perwerdahiya zimanê zikmakî ji çareseriya pirsgirêka kurd xwesertir nîne û wiha domand: “Pirgsirêka kurd pirsgirêkek piralî û pirsgirêka azadiyê ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêka sedsalî divê sinorê maf û azadiyan bê berfirehtirkirin. Riya vê yekê jî di diyalog û muzakereyan re derbas dibe.” Tugluk xwest ku di çerçoveya wekhevîtiyê de hemû maf û azadiyên kurdan ên wekî çandî, siyasî bên dayîn û destnîşankir ku li gel hin guhirendinên di zagonan de jî gelê kurd hîn di bin pêkutiyê de ye hin zimanê wan tê astengkirin.
Tugluk da zanîn ku rastiya kurdan tenê bi nasandina maf û azadiyên wê bê fêmkirin û qebûlkirin û wiha got: “Bawer bikin ku kurd êdî ji vê kêmtir qayîl nabin. Kurd azadiyên xwe dixwazin.” Tugluk destnîşankir ku Serokwezîr ji bo buyerên li Misirê gotibû “bila daxwazê kurd li ber çavan bê girtin” û wiha axivî: “Wa ji we re daxwazname wa ji we re daxwazê gel. Em dixwazin ku birêz Serokwezîr van daxwazan li ber çavan bigre.”
Piştî daxuyaniyê Tugluk bi Parlamenterê BDP’ê Sirri Sakik re Serokê Komisyona Daxwaznameya ya Meclisê Yahya Akman li odeya wî ziyaretkir û daxwazê xwe ji wî re jî anî ziman. Daxwaznameyek da Akman û milyonek 100 hezar imzayên din jî birin depoya komisyonê.
Di dawaznameyê de jî tê gotin “Kurdên ku li gel hemû cudatiyên xwe” perwerdahiya zimanê zikmakî dixwazin û bawer dikin ku cudatiyên Tirkiyeyê dewlemendiyê wî ne. Di daxwaznameyê de wiha hate domandin: “Hemwelatiyên kurd nikarin bi zamanê xwe perwerdahiyê bibînin, bi zimanê xwe ji mafên cemawerî sudê venagrin. Ji ber ku kurdî di asta makezagonî de nehatiye qebûlkirin ev yek ji bo gelê me komkujiya çandî û zimanî ye.”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info