04 Mayıs 2012 Cuma Saat 17:38
Endama Koordînasyona KJB’ê Zaxo Zagros 2’emîn konferansa Neteweyî ya ku tê payîn li Hewlêrê bê lidarxistin nirxand û banga rêxistinek hevbeş a neteweyî li hemû jinên Kurdistanî kir. Zaxo got “Em di dê baweriyê de ne ku, dema sazkirina rêxstineke hevbeş hatiye. Ji ber êdî ji bo jinên kurd, pêdivî bi mekanizmayek ku hemû jinên kurd bîne gel hev dibîne.
Der barê Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku tê payîn di demek nêz de çêbibe, giringiya dê, rol û misyona de, bi endama kordînasyona Koma jinên Bilind KJB’ê Zaxo Zagros ji ANF’ê re axivî. Zagros diyar kir ku pêdiviya demê ya jinên kurd bi mekanizmayek, yan bi rêxistinek hevbeş heye got “Em di dê baweriyê de ne ku, dema sazkirina rêxstineke hevbeş hatiye. Ji ber êdî ji bo jinên kurd, pêdivî bi mekanizmayek ku hemû jinên kurd bîne gel hev dibîne. Jinên kurd di asta neteweyî de, di asta siyaseta neteweyî de divê xwedî rol, xwedî nêzikatiyeke çalak bin û ji bo viya pêdiviya jinên kurd, bi mekanîzmayeke, yan rêxistineke hevbeş heye.
-Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku dê li Hewlêrê bê lidarxistin, ev konferans xwedî rol û mîsyonek çawa ye?
Wekî ku tê niqaşkirin jî, em kurd di herêma ku lê dijîn de gelek guhertinên mezin hene. Gelek pêşketinên awarte çêdibin. Ji bo di nav van pêşketinan de gelê kurd weke sedsala 20’an bê statu ya siyasî nemine û di nexşeya pêşerojê de cih bigire, weke kurd xwe gihandina stratejiyek hevbeş, taktîkên, rêxistinên neteweyî yên hevbeş xwedî giringiyeke mezin e. Ji ber ku herkes di vê pêvajoyê de hewl dide ku kurdan li gor berjewendiyên xwe bikar bîne. Di sedsala 20’an gelek tevgerên azadiya kurd, gelek serhildanên kurdan, gelek hezên navnetewî û hêzên heremî li gor berjewendiyên xwe bikar anîn, dawiyê de jî kurd bi komkujiyên mezin re rû bi rû man. Di roja me ya îro de jî, her çiqas em bibêjin potansiyel û derfetên azadiya kurdan heye, lê gelek xeterî jî hene. Ji ber ku ev hêzên herêmî, dewletên dagirker herkes ji aliyê xwe ve ji bo kurd nebin xwediyê statuyek siyasî din av îtîfaqên qirej û gemar de ne. Çi hêzên rojavayî dibin, çi hêzên modernîteya kapîtalîst dibin,di heman demî de di nav xwe de di nav îtîfaqên gemar de ne.
POLÎTÎKAYÊN PARÇEKIRINÊ TÊN MEŞANDIN
Armanca hemûyan jî ew e ku careke din kurdê xwe ava bike, herkes li gor xwe kurdan bikar bîne û di encamê de jî, kurd ji van guhertin û van pêşketinên di herêmê de çêbin, sûd wer negirin. Belki her demi ji bo kurdan perçebuyîn, weke stratejiyek esasî ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye esas girtin, ji bo kurdan jî weke hêviya rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî hatiye dest girtin. Ji ber ku ji bo gelekê perçebûyîn, di aliyê rih de, di aliyê mêjî de, di aliyê beden de belavbûyîneke mezin dide çêkirin û netewa kurd ji hezê dixe. Ji bo netewekê perçebuyîn ji hezê xistin û bêhêz hiştin e. Ji bo netewa kurd di nav xwe de perçe bibe gelek strateji, gelek politika û siyasetên qirêj û gelek komplo û plansazî hatine pêşxistin.
Di roja me ya îro de jî, hewildanên bi vî rengî hene. Ji xwe di nav her çar perçeyan de perçebûyîn çêkirine, dixwazin di nav her çar perçeyan de jî, di nav mezheban de perçebûyînê çêbikin. Dixwazin di aliyê olî de, di aliyê zaravan de perçebûn û cudabûnê bidin çêkirin. Bi her awayî polîtikayek perçekirin û ji hev qutkirinê hatiye meşandin û tê meşandin.
BAKÛR WENDA BIKE, BAŞÛR, ROJAVA Û ROJHILAT JÎ WENDA DIKIN
Divê ku mirov di vê zanebûnê de be ku, têkçûna yek perçeyî, tê wateya têkçûna perçeyên din yên Kurdistanê jî. Ji ber ku çarenusa kurdan bi hev ve girêdayî ye. Ger ku kurdên Bakur wenda bikin, tê wateya kurdên Başûr, Rojhilat û Rojava jî wenda bikin. Ji ber ku siyaseta li ser perçeyekî tê meşandin, belkî despekê li ser wî perçeyî tê meşandin, lê bi dorê ji bo perçeyên dinê heman siyaset didin meşandin. Li ser vê bingehê dema ku mirov bigere dest, gelê kurd, tevgerên siyasî yên gelê kurd, ger ji vê rastiya dîroka xwe encam derxînin, ji bo careke din nehêlin dîroka Kurdistanê de ew trajediyên hene dubare bibin, xwe gihandina stratejiyek hevbeş, gelek giringe. Ev di aliyê siyaseta netewî de û li hember siyasta derve jî, helwestên hevbeş, xwe gihandina plansaziyên hevbeş, gelek giringe.
Em dibînin îro di cîhanê de, gelek welat, gelek dewlet yên ku di gelek aliyan de, nagihên hev jî, ji bo ku bihêz bibin, ji bo bikaribin di siyaseta cihanî bibin xwedan mafê axaftinê, bi bando bibin, xwe dikin yek û rêxistinên hevbeş saz dikin. Ev ji bo gelê kurd hê zedetir derbas dare, ji ber ku hê zêdetir pêdiviya kurdan bi yekitiyê heye. Ji bo ku gelê kurd bihêz bibe, di herêmê de bibe xwedî mafê axaftinê, bibe xwedî bandor, ji bo bikaribe daxwaziyên xwe bi aweyek azad bîne ziman û van daxwaziyan bide pêk anîn, ji bo ku hêzên derve û hezên dijber, van daxwazên kurdan bipejirînin yekitiya neteweyî ya kurdan pir giringe. Heta di vê pêvajoya çarenus diyar dibin de, ewqas girînge ku ger yekitiya neteweyî nebe nabe.
HEDEFA ME AVAKIRINA KONFERANSEKE NETEWEYÎ BÛ
Weke koma jînên bilind bi salane em ji bo yekitiyê têdikoşin didi û dixebitin. Ji despêka ku koma jinên bilin KJB hate avakirin û heta roja îro yek hedefa me ya herî bingehîn jî avakirina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd dana saz kirin e. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku, jînên kurd giheştiye hêz û asta ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd pêşengtî bike. Jinên kurd îro Giheştiye zanistiya siyasî, birdozî, rêxistinî ku, serkêşî ji yekitiya gelê kurd re bike. Di dê hêzê de ye ku ev perçebûyîna di Kurdisanê de di miyê mejî, rih û ziman de heye ji holê rake û yekitiyeke li ser bingehê berjewendiyê kurdan biparêze, li ser bingehê ku hemû paşverûtiyên di civaka kurd de hene û li hember erişên ku li ser hebûna kurdan hene bikaribin bi hêz pêşwazî bikin, bersiva dê bihêz birdin, bikaribin şerê azadî, xwebûnê û hebûnê bihêz bidin meşandin. Em di dê baweriyê de ku, rêya vê jî di yekitiya neteweyî re derbas dibe.
KJB DÊ ÇAWA BEŞDAR BIBE
-Weke Koma Jinên Bilind KJB’ê we got hedefa we ya esasî yekitiya jinên kurd û yekitiya neteweyî saz kirine. Di konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de, KJB dê beşdariyek çawan çêbike û bi mîsyonek çawan beşdarî konferansê bibe?
Weke KJB’ê bi salane li ser bingehê her çar perçeyê Kurdistanê bînin gel hev me xebat meşand. Heta asteke giring jî KJB’ê xwe di nav her çar perçeyên Kurdistanê de û li derveyî welêt xwe birêxistin kir. KJB, li van hemû deran hem xwedan hêzeke bîrdozî, hem xwedan hêzeke leşkerî, hem jî xwedan hezêke civakî ye. Ji bo yekitiya jinên kurd jî heta niha, hemû lijne û kongreyên ku KJB’ê lidarxistin de, yek ji biryarên herî giring û bingehî pêkanîna Konferansa Neteweyî ya Jinen Kurd û yekitiya neteweyî ye. KJB dixwaze pêşengtiya sazkrina yekitiya neteweyî bigre ser xwe, viya weke berspirsyartiya xwe ya bingehîn dibîne. Heta niha bûyeke xwedî nêzîkatî û seknek bi vî rengî û dê ji niha şonde jî, xwedî heman sekin û nêzikatiye be.
Wek KJB bi awayek fermî heta niha em ji aliyê komiteya Amadekar ve nehatine pêşwazî kirin. weke tevger,em jî viya şîrove dikin. Ji ber me bi rengek fermî bersiv negirtiye, naxwazin niha şîroveyên cuda pêş bixînin, lê belê em bi gumanin. Ji ber em dizanin hemû dewletên dijber her tim dixwazin tevgera me terorize bikin, her tim dixwazin cuda bidin nîşandan, ji derve bihêlin û ji nedîtî ve bên. Em dixwazin viya bi awayek aşkere bêji ger konferansek jinên kurd ya neteweyî ku çêbibe ger ku KJB bi nasnameya xwe, bi hebûna xwe beşdar nebe, ew ê konferans nekare yekitiya neteweyî ava bike.
-Çima bê KJB nikarin yekitiya neteweyî ya jinê çebikin?
Ji ber KJB weke tevgerek, rêxistinek bêhêz û lewaz nîn e. KJB tevgereke ku bi dehan sale ku xwe di Kurdistanê de birêxistiye, bi milyonan endamên xwe yên jinên yê birêxistinkirî heye. Xwedan bîrdozeyeke. Wek rêxistineke sêwan partî, tevgerên civakî di nav de cih digrin. Dîsa şaxen din yên ciwanan û leşkerî heye. Di herçar perçeyên Kurdistanê de xwe bi rêxistin kiriye û di nav civaka kurd de xwedî roleke pir giringe. Ji bo dê di yekitiya neteweyî ya kurd de jî, roleke asayî, ji rêzê na, weke KJB ji bo xwe roleke peşengtiyê pêş dibînin û li ser vê bingehê tev digerin. Tevgereke ewqas bihêz û ewqas azadixwaz, tevgereke ku di vê reyê bi hezaran milîtanê xwe yên jin feda kirin ji bo azadiya jinê û ji bo azadiya netewa kurd, tevgerek xwedî mîraseke wiha, jêre nêzîkatiya wiha nîşandan, bangname neşandin em pir bi baldar dişopînin. Jixwe pêkanîna konferansê jî nêz dibe, ger KJB bi rengek fermî, bi nasnameya xwe beşdarî vê konferansê nebe, emê vê ji aliyê xwe de bi awayeke berfereh dest bigirin, şîrove bikin û em ê dê demê nêzikatyên xwe yê ji konferansê re bi rengek zelal bidin nîşandan. Ji bo dê em niha vê dibêjin heviya me ew e ku komiteya amadeker, civinê ku çêkirine de, nîqaşên ku pêşxistine de, ev rastiya Tevgera Azadiya Jinên Kurd KJB’ê dabin berçavan û nêzikatiya pêwist, li gor nirxên ku KJB’ê avakiri ye, li gor mirasê ku temsil dike, li gor dê nezîkatiyek rast çêbibe. Hêvî û daxwaziya me jî eve.
-We di daxuyaniyên xwe yên rojên derbasbûyî de gotibû ku konferans divê bi reng, vîna jinê çêbibe û divê mêr beşdarî konferansê nebe. Hinekê dikarin vê nezîkatiya xwe vekin, çima hun naxwazim zilam beşdarî konferansê bibin?
Weke tevgera jinên kurd , ji bo ku bibin xwedan vîn, ji bo derbarê xwe de bibin xwedan biyar, ji bo bikaribin der barê çarenusa, jiyan, pêşeroja xwe de ji bo bibin xwedan mafê axaftinê û biyarê me gelek bedelên mezin dane. Em dizanîn ku heta niha pergala deshilatdariya mêr, jin bê ziman kiriye, her di der barê jinê biyar girtiye, şona jinê axiviye, xwe xistine çav û guhê jinê, heta xwe xistine şuna her tiştê dê û derbarê her tiştê dê de biyar daye û dide. Ji bo vê ev pîvaneke azadixwaz nîn e. Jina kurd asta zanistî, asta rêxistînî ku niha gihayiyê bi bedelên pir mizin û giranbiha ev bides xistiye. Li hember desthilatdariya mêr, li hember pergala dewletên dagirker yên ku ser Kudistanê deshilatî dikin, mitingerî pêş dixininin, li hemberî vê têkoşinek pir dijwar meşandiye. Ji bo dê jî jinên kurd di dê astê de ne ku, hem pirsgirêkên netewa kurd, hem pirsgirêkên azadî yên jinên kurd, hem ji bo pêşerojê plansazî û bernameyek rast çêbikin. Tevlîbûna mêr ya konferansê û dê siya mêr li ser çêbike, ji bo jinên kurd encameke pêwist dernaxîne. Nêzîkatiyê me ew ku, ji bo siya mêr bi tu awayî li ser konferansê çênebe, ne di despêkê de, ne di nav nîqaşan de û ne jî di dawiyê de mêr beşdar nebin. Divê ku tu vîn, yan jî partî siya xwe li ser vê konferansê çêneke. Divê ku her kes bizane di vê konferanse de jinê kurd biyar girtiye. Ji partiyên siyasî serbixwe, ji tevgerên siyasî serbixwe, ji bandor û serweriya mêr serbixwe koferans çêkirine û biryar girtine. Ji bo dê jî hevî û bendewariya me ew e ku hemû partiyên siyasî, hemû kesayetên siyasî yên kurd, li hemberî vê vîna jinên kurd nîşan dayîn, li hember xabatên ku jinên kurd dimeşînin, li hember biyarên digirin û dê bigrin, hem rêzdar bin, hem lê xwedî derbikevin, hem jî ji bo pêkanîna dê, xwe berpirsyar bibînin. Nêzikatiya herî azadîxwaz û demokratîk ev e. Çiqas di vê konferansê de bi vîna jinên kurd nîqaş bên kirin, çiqas ji bi vîna xwe ya serbixwe û azad beşdar bibin û biyar bigrin, palansazî çêkin, ewqas jî bo yekitiya neteweyî jî, dê hêzeke mezin bi xwe re derxîne holê. Ger ji niha de hinek partî, hinek tevger, hinek kesayet bixwazin vê konferansê tênxin bi siyasa xwe, bê guman ev ji bo konferansa neteweyî jî dê gaveke pirs serkeftî nebe. Em dixwazin hê bêhtir herkes vîna xwe bi awayek xurt beyan bike û di vê yekitiye de cihê xwe bigre. Hevî û bendewariya me jî li ser vî bingehî ye.
-Di vê konferansê de ma gelo, dê tenê pirsgirêkên jinên kurd bên nîqaşkirin, yan jî dê li gel vê jinên kurd mekanizmayeke mayinde ya hevbeş ku temsîla giştî rêxistinên jinên kurd bike bê saz kirin, yan na. Di vê mijarê de bendewariyên we çi ne?
Di konferansa berê li Amdê hatibû çêkirin de astek derketibû holê. Nîqaşên giring li ser pirsgirêkên jinên kurd hatin kirin. Di konferansa Amedê de der barê pirsgirêkên jinên kurd çine, daxwaziyên jinên kurd çine, ji niha û pêde pêwistî bi heye de nîqaş û tespîtên giring hatibûn kirin. Weke despêk Konferansa Amedê gaveke giring avêt, lê belê ev konferansa niha bê çêkirin weke gava duyemîn e, lewma divê hîn bihêztir be.
RÊXISTINEKE HEVBEŞ A JINÊN KURD
-Di vê konferansa ku weke gava duyem bi nav dikin de divê çi werin niqaşkirin û çi biryar bên girtin?
Di konferansa derbasbûyî ya Amedê de nû jînên kurd dihatin gel hev, nîqaş û diyalog dikirin, cara yekem hev nas dikirin, ji bo dê nîqaş kirin giring bûn. Ji ber despêk bû, di vê konferansê de çundina mekanîzmayek, yan rêxistinek hevbeş belkî ne gengazbûya, pir tendurist nebûya. Em di dê baweriyê de ne ku, dema sazkirina rêxistineke hevbeş hatiye. Ji ber êdî ji bo jinên kurd, pêdivî bi mekanizmayek ku hemû jinên kurd bîne gel hev dibîne. Jinên kurd di asta neteweyî de, di asta siyaseta neteweyî de divê xwedî rol, xwedî nêzikatiyeke çalak bin û ji bo viya pêdiviya jinên kurd, bi mekanîzmayeke, yan rêxistineke hevbeş heye. Jinên kurd di asta neteweyî de, di asta siyaseta neteweyî de divê xwedî rol, xwedî nêzikatiyeke çalak bin û ji bo viya pêdiviya jinên kurd, bi mekanîzmayeke, yan rêxistineke hevbeş heye. Rexistineke hevbeş ku beşdariya jinê ji siyaseta neteweyi re daimi bike û viya her tim zindî bihêle heye. Ji ber her roj mirov nikare konferans, kongireyan lidarbixe. Divê mekanizmayek, rêxistineke hevbeş hebe ku hertim di nav xwe de di nav nîqaşan de be, her tim rol bigre û bilîze hebe.
Îro di Kurdistanê de gelek pirsgirêkên civakî hene. Jinên kurd ji encama hişmendiya zayendperest, rastî tunditijiyê tên û di nav xêzaniyeke mezin de dijîn. Dîsa rastî îşkence û êrişên hovane yên dewletên dagirker tên. Di nav jinên kurd de gelek boyerên xwekuştinê hene. Li gel vêna gelek pirsgirekên giran yên din hene. Ev pirsgirekên giran, encex bi rêxistinek bihêz û fireh dikarin bên çareser kirin.
Bê guman her kes di eniya xwe de têkoşîne dike. Di her pertçeyekî de jî hewildanên vê hene. Lê ger der barê vê de dema ku biyarên hevbeş bên giritin, plansaziyên hevbeş bên pêşxistin, çalakiyên hevbeş bêpêşxistin, ev ê di guhertin veguhertina civaka kurd de, di demokratîkirina civaka kurd de roleke mezin bilîze û bi vî rengîjiyaneke azad û wekhev dê di nav jin û mêr de ava bibe. gelek giringe. Heman demê ji bo siyaseta neteweyî jî dê bi xwe re hêzeke pir mezin bîne. Weke KJB dibêjin ku di vê konferansêde di vê ne tenê em nîqaş bikin, tenê em derdê xwe parve bikin û piştre belav bibin, ev pir zêde faydê xwe ji bo jinên kurd çenake. Belkî di milê manevî de, hinek qezencên dê hebe, lê di aliyê kiryar û çareserî de, di guhertin û veguhertinê de, pir bandora dê çênabe. Ji bo dê em di dê baweriyê de ne ku, jinên kurd dê di vê konferansê de xwe bigihînine asta rêxistineke hevbeş û mayinde û dê viya jî saz bikin. Hêvîdarin ku asteke rêxistinî ku jinên kurd hemû temsila xwe têde bibînin, mekanizmayeke xwe li ser hîmên demokratik bide roniştandin, bi awayeke hevbeş têkoşîn bide pêş xistin. Rêxistinek hevbeş, ji bo bi awayeke hevbeş mirov bikare li hember pirsgirêkên ku jinên kurd dijîn, têbikoşe û bikaribe şert e. Em di dê nêrinê de ne ku divê, ev koferansa neteweyî ya jinên kurd bi rêxistineke hevbeş, mekanizmayeke hevbeş encam bibe.
-Di dawiyê de tişteke me ji bîr kiribe û pirs nekiribe, hûn bixwazin zêde bikin, bal bikişînin hebe em bigrin…
Di dawî de ez dixwazim vê bibejim jinên kurd heta niha ji bo gelê kurd bi aweyeke azad û serbixwe bijî, fedekarî û lehengiyên mezin kirine. Dîroka Kurdistanê di vî warî de pir bi rûmete. Ji Leyla Qasim bigre heta Zilanan, heta Şirin Elemhûlî, jinên kurd xwe ji bo azadiya gelê kurd, ji bo azadiya jinê, gelek fedekarî û lehengtiyeke mezin kirine. Ji bo xwedîderketina biranîn û laîqbûna van lehengan, bi konferansekî li ser himên yekitiya neteweyî ya demokratik, li ser himê pirsgirêka azadiya jin, bi hişmendiyeke azadîxwaz û serbixwe nîqaş bike, encex dikare laiqê van şehidên leheng bibe. Xwedî derketina herî rast jî eve.
Jin û dayikên kurd gelek zehmetî kişandine û heta niha jî dikişînin. Ji bo ku em eşên wan kêm bikin, birînên wan derman bikin, yekitiya neteweyî di vî milî de jî, bersiveke pir mezine. Em di dê heviyê de ne ku, hemû tevgerên azadixwaz yên jinên Kurdistan, dê bi vê berpirsyatiyê tevbigerin. Ev fersenda dîrokî ya ku di destê gelê kurd heye, weke jinên kurd dê roleke erênî û pêşeng bilîzin. Em ê sedsala 21’an bi hev re hem bikin sedsala azadiya gelê kurd, hem bikin sedsala azad ya jinên Kurdistan.
Nalîn Dîcle/Behdinan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info