Ew weneye li Kampa Bekaa Akademiya Mahsum Korkmaz de hatiye kişandin. Sal dive 92 be. Şervanên perwerdê dibinin li derdora Rêber APO kom bune, dimeşin. Kelacana wan, coşa wan xwe di her mile de nîşan dide. Keleka Rêber APO gerîlllayên jin hene. Pêşengtiya jin ew dem jî esase. Ew wene, ew meş nîşana DOZ’a Kurda Azad e. Rêberti, rexistin, gerîlla bingeha dozê ye.
Mirov weke zindî xwe ava dike, înşa dike û bi wî ji zindîyê din cuda dike. Ew di bingeha civakbunê, gelbûnê de çêdibe. Mirov gorî wî avabûnê têkiliyên xwe yan bi mirovên din û cihanê çêdike. Înşa kirina jiyanê pêşi di mile zihnî de xuya dibe. Jiyan ser wî ava dibe. Birdozî, feraset kurtasi doz ew e.
Pergala devletî jî pergala jiyanê li ser esasê koletiyê ava dike. Ji bo mirov jiyana xwe a fizikî bijî hin derfet dide pêşiya mirov, lê ji bilî wî tiştek ji mirovan re nahêle. Ger mirov jiyanekî cuda bixwazin bersiva pergalê tunekirine. Hinek mirov tenê li gorî kevneşopiyan, bê ku bifikirin, lêkolin bikin, têbikoşin dijîn. Pergal jiyanek çava li ser van ferz kiribe, wê jiyanê berdevam dikin. Lê bi hezar salan mirovên bi doza xwe ve girêdayî li berxwe dane, li hember işkenceyan, mirinan jî ji doza xwe ne hatine xwarê.
Ji bo Kurdan îro bê doz jiyandin tê wateya pejirandina koletî û qirkirinê. Gelo Kurd gava dev ji Kurdîtî berde, dikare bijî? Lê gava bi gelê xwe bi doza xwe girêdayî be devlet ji her milî eriş dike. İşkence, kuştin, girtîn, koçberî amurên sereke ê dijmin e. Ji xwe hovîtiya Dewleta Tirk bi nav û denge.
Rêber APO gava dest bi tekoşînê kir, doza Kurdan jî nujen bu. Tevgera Azadiyê doza Kurdan derxist holê. Doz ne tenê riya azadiyê ye. Di heman demî ava kîrina jiyanê ye. Doz têkoşine, xwebune. Doz tevahiya nirxên piroz e. Doz welat e. Doz şehid e. Doz girêdana bi Rêber APO ye.
Doz, hêza herî mezin dide mîrov. Bawerî mirov ji her rewşê dipareze. Tu zanibî tu biheqî, rêya te rêya rastiyê ye. Ki dikare çi bike li hember te? Tiştên nebuyî bi vina mirov pêk tê. Bi sedan minaka wê di diroka Tevgera Azadiyê de heye. Ê ku vî vinê derdixe holê doz e.
Gava tu bi doza xwe re bibî yek, jiyana te edî diyar e. Li Kurdistanê welatparezî bi girêdanbuna dozê belav bû. Mirov û malbatên bi dozê ve hatin girêdan, ji vî şunde jî çi ji desten van hat ji bo dozê kirin. Dîl hatin girtin, gundê van şewitî, zarokê xwe şehid dan lê tu tiştek girêdanbuna wan a bi dozê re kêm nekir.
Ew doza bi keda bêhempa ê milyonan hat roja me ya îro. Di serî de keda Rêber APO û bi hezaran şehidan. Di wî wênê de her du jî hene. Ev doz li her derê bi berdelên mezin hat avakirin. Îro bingeha hêza gelê Kurd e.
Rêber APO ji bere de gotibu; Ez vî partiyê, vî dozê nas dikim, têk naçe.
Ari TUFAN