• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Li Ser Şengalê Plana Fermana 75: Stratejiya ‘Bi Kevirek Gelek Çûkan Bikujin’

ŞENGAL – Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê li dijî Êzidiyên ku li Şengalê rêveberiya xweser ava kirine her cure polîtîkayên qirkirinê dimeşînin, amadekariya plansaziya di asta fermana 75’an de pêk bînin. Bi vê planê dixwazin stratejiya 'bi kevirekî gelek çûkan bikujin' pêk bînin.

Yayınlayan Lekolin
14 November 2024
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
254 8
A A
Li Ser Şengalê Plana Fermana 75: Stratejiya ‘Bi Kevirek Gelek Çûkan Bikujin’
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hikûmeta Iraqê û PDK’ê ku di sala 2014’an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ji bajêr reviyan, di 9’ê Cotmeha 2020’an de “Peymana Şengalê” îmze kirin. Tirkiye û DYA jî piştgiriya xwe ya ji bo peymanê ragihandin. Bi vê peymanê re dihat xwestin ku qeymeqamek ji Şengalê re bê tayînkirin û hêzên ku di dema komkujiyê de ji bajêr derketine, ewlekarî bê dayîn. Êzidiyên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin, li dijî peymanê derketin. Her çend hêzên ku peyman îmze kirine û welatên ku piştgiriyê didin wê xebatên xwe yên ji bo cîbicîkirina xalên peymanê didomînin jî, êzîdî li dijî peymana ku bê îradeya wan hatiye îmzekirin, li ber xwe didin.

Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ku bi taybetî ev 4 sal in her cure hîle û polîtîkayên qirkirinê bi armanca şikandina vîna Êzidiyan dimeşînin, niha jî xwe amade dikin ku bi destê MÎT û Parastinê planekî di asta fermana 75’emîn de bixin meriyetê.

JI MÎT Û PARASTINÊ RAPORA DAIŞ’Ê

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di rapora MÎT û Parastinê ya ji îstîxbarata Iraqê re şandine de, hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Holê yê girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bi destê QSD’ê êrîşî hêzên Iraqî û Heşdî Şabî yên li Misul û derdora Şengalê bikin. Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ku demeke dirêj li Hawar Kilîsê û navçeya Riha (Riha) Serêkaniyê hatin perwerdekirin û biçekkirin, li Başûrê Kurdistanê û Baregeha Leşkerî ya Başîqa ya artêşa Tirk a dagirker weke şaneyên razayî bi cih bûne. Armanca vê yekê ew e ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser nuqteyên leşkerî û navendên hêzên Iraqê û noqteyên ku leşkerên Tirk lê bi cih bûne, ji bo ketina Şengalê hincetekê çêbikin. Di nava agahiyên ku di raporê de hatin bidestxistin ev e ku hemû çeteyên DAIŞ’ê yên mijara gotinê berê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li herêma Holê û Dêrazorê hatibûn bi cihkirin û weke çeteyên bi eslê xwe Iraqî hatine hilbijartin.

EV MIJAR DI HEVDÎTINÊN LI ENQEREYÊ JÎ HATINE NÎQAŞKIRIN

Çavkaniyek pêbawer li Bexdayê jî piştrast kir ku ew rapor û plana navborî hebûye. Li gorî çavkaniyên pêbawer ên Bexdayê, piştî ku rapora mijara gotinê ji aliyê MÎT û Parastîn ve radestî îstixbarata Iraqê hat kirin, di hevdîtinên 16’ê Cotmehê de Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û di 31’ê Cotmehê de Misteşarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Kasim Araci li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê faşîst Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re hatibû kirin de jî hatiye axaftin.

Di rapor û civînên navborî de hate gotin ku divê hêzên hikûmeta Iraqê Şengalê dorpêç bikin, hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi DAIŞ’ê re ji raya giştî re were deşifrekirin û di heman demê de ji bo bi hev re tevbigerin, du baregehên nû yên girêdayê Baregeha Leşkerî ya Başîqa ya Artêşa Dewleta Tirk re ku tê werin avakirin ji aliyê hikumeta Iraqê ve destûr bê dayîn.

Balkêş e ku MÎT û Parastin di çarçoveya vê plansaziyê de xeta ku dê DAIŞ êrîşê ser Şengal, navend û noqteyên leşkerî yên hêzên Iraqê bikin jî diyar kirine û destnîşan kirine ku ew daxwaz dikin beriya dereng bimînin divê hêzên Iraqê li ser vê xetî leşkeran bi cih bikin û rê li ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku dê bi destê hêzên Rêveberiya Xweser a Rojava pêk werin bigirin. Bi vê awayî wê lingê leşkerî yê “Peymana Şengalê” ya di navbêra Hewlêr û Bexdayê de pêk were. Her wiha dê di raya giştî de têgihiştinek çêbibe ku QSD û çeteyên DAIŞ’ê bi hev re tevdigerin û bi vê hincetî rê li ber her cure êrîşên hovane ya li ser Rojava û Şengalê vekin. Pêve girêdayî bi van êrîşan weke çawa di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn dîsa wê li dijî gelê Şengalê polîtîkaya tirs û hovitiyê bimeşînin.

Di çarçoveya vê plansaziya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê PDK’ê ve hatiye amadekirin de, divê hêzên navendî yên Iraqê ji bajarokê Sinûnî, di ser gundên Dehola, Borek, Berana, Til El Benat, Til Qeseb, El Qabosiya heta El Qehtaniyê, piştre gundê El Werdiya û bajarokê Xanê Sorê heya digihije sînorê Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bicihkirin.

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN ŞANDIBÛN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NAV BI NAV HATIBÛN DEŞIFREKIRIN

Beriya niha hem Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û hem jî malpera Lekolin.org navên çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û biçekkirin, tevî wêneyên wan ên ji bo li heman eniyê bi artêşa Tirk û pêşmergeyên PDK’ê re li dijî gerîlayên azadiyê şer bikin eşkere kiribûn. Hate ragihandin ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên gerîlayên azadiyê ku nekarîn ti encamekê bi dest bixin, di çerçoveya vê plana MÎT û Parastin de di 18’ê Îlonê de cil û bergên pêşmergeyan li  wan kirine û li gelek qadên girêdayê herêma Nînowa weke şaneyên razayî bi cih kirine.

Eger ev plana mijara gotinê pêk were, hem wê bandoreke li ser asta fermana 75’an ser Êzidiyan bike û hem jî stratejiya “bi kevirekî gelek çûkan bikuje” pêk were.

Firat ALÎ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê KurdistanDAISEzidiFermanHerêmên Parastinê yên MedyayêMITParastinQIRKIRINsengal
Önceki yazı

Planên Rûsan Li Herêmê

Sonraki Haber

Doz

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Doz

Doz

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist