Ji geşedanên dawî jî diyar dibe ku dewleta mêtînger, faşîst a qirker a AKP-MHP’ê û serokê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan ên li ser şerê Îsraîl û Filistînê ya bi navê ‘Em ê bikevin Îsraîl’ê sextekarî û fesadiyekê çawa dike ye. Di rastiyê de dewleta Tirk a dagirker û qirker bi vê daxuyaniyê re bi soza ku wê netew-dewletî ên hikumeta Iraqê û Rejîma Sûriyê vegerîne rewşa berê û wan bi aliyê xwe ve vekişîne. Lê divê her kes bizane ku ya wan her du dewletan ji taybetmendiya netew-dewletbûnê derxist Tirkiye bi xwe ye. Dîsa ya ku wê her du dewletan tehdîd bike jî Tirkiye bi xwe ye. Ji aliyê din ve jî di bin navê dijbertiya Îsraîl de hewl dide di heremê de dijminatiya Kurdan bike û li dora vê dijmintiyê jî tifaqên xwe bihonîne.
JIXWE ŞERÊ CÎHANÊ SÊYEMÎN DIDOM E!
Şerê Cîhanê yê Sêyem ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê rastiyek e. Vî şerî her çiqas li hin cihan tundiya xwe zêde kir jî, tu cihekê cîhanê nema ku bandor nekiribe. Tevî ku ev şer li herêmekê tê meşandin, lê niha dest pê kiriye û bandorê li her devera cîhanê kiriye. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ku bi Şerê Kendavê yê Yekem a di sala 1990 de dest pê kir, her tim ne xwediyê wesfeke ku bandorê li tevahiya cîhanê bike. Lê belê îro hemû cîhan di bin bandora Şerê Cîhanê yê Sêyem de ye. Siyaseta dewletên netewe û polîtîkayên hêzên global û herêmî êdî bi rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve hatiye diyarkirin. Ji ber vê sedemê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rastiyek e û rastî taybetmendiyeke wê heye ku siyaset, têkilî, dijminatî, tifaq û her tiştî bi hemû hêrsa xwe diyar dike. Dem bi dem di ragihandinan de, tê gotin “şerê herêmê li ber derî ye” “Ji Şerê Cîhanê ya Sêyemîn re kêmek maye”. Tevî ku ev tespît di çarçoveya kêliyên aloziyê yên li ser asta herêmî û kêliyên kêm tundiyê de tên kirin jî, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rastiyek e û ji niha ve bi dorpêçkirina gelek deverên cîhanê didome.
DEWLETA TIRK VÊ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN JI XWE RE BIZIVRÎNE FIRSENDEKÊ
Navenda sereke ya vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn di asteke wisa de ye ku wê rê û tewciha tevahiya cîhanê diyar bike. Yên ku weke hêza serdest ketine Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî hene, yên ku bi dilê xwe ketine nava şer hene û yên ku ne bi dilxwazî be jî xwe di nava vî şerî de dîtin hene. Yên ku dixwazin vê bikin firsend jî hene. Yên ku jê sûd werdigirin, ne hêzeke serdest in û ne jî kapasîteya wan têra vî şerî dike, lê di şerê cîhanê yê sêyemîn de cih digirin, ji ber ku dizanin ku li paş bimînin dê wenda bikin. Tirkiye yek ji hêzên pêşeng e ku dixwaze ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn sûd werbigire û bizivrîne firsendekê. Dema ku em li medyaya dewleta Tirk binêrin, dê were dîtin ku bi rastî weşanên ji bo mezinkirin, belavbûn û kûrkirina vî şerî têne kirin. Hema bêje medyaya alîgirê hikûmetê şer gur dike. Desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî hemû hêvî û pêşeroja xwe bi sûdwergirtina ji derfetên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn girêdaye.
KESÊ KU DIXWAZE BIBE HEVSEROKÊ PROJEYA MEZIN A ROJHILATA NAVÎN NIKARE DIJBERTIYA ÎSRAÎL BIKE
Di van demên dawî de em bi şeklê herî zelal ê siyaseta sûdwergirtina ji van derfetan dibînin. Ev demek e hezkiriniya Erdogan a ji bo Hamasê di bin navê ‘Em piştgiriya doza Filistînê dikin’ veguherî helwesteke li dijî Îsraîlê. Ev helwesta dij-îsraîlî ew neçar kir ku hevokên ku qet nefikirîne bêje û hesabên ku di nav sînorên gotinên xwe de nikarîbû bide dike. Di rastiyê de, dijbertiya wê ya li hember Îsraîlê tenê di gotin de ye. Di eslê xwe de tu bijarde, şans û firsendên serokê faşîst Erdogan a ku dijbertiya Îsraîlê bike tuneye, sifir e. Ew dizane eger li dijî Îsraîlê tevbigere dê bi çi re rû bi rû bimîne. Lîderekî ku rola hevserokatiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) bigire ser milê xwe, şansê wê nîne ku li dijî Îsraîlê be. Ji ber ku serokê faşîst Erdogan bi Îsraîlê re dest bi vê rêwîtiyê kir. Bê şik, bi Îsraîlê re hin nakokî hene, nemaze piştî ku ew ji projeya Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa (IMEC) hatin derxistin. Tirkiye bi derxistina ji vê projeyê ne tenê ji xeta bazirganiyê hat derxistin. Tirkiye bi dûrketina ji vê projeyê girîngiya pozîsyona xwe ya jeostratejîk jî winda kir. Di vî warî de Tirkiye ji hevkêşeya (denklem/navginî) sedsalê hatiye avêtin. Tirkiye sedsalekê di nav hevkêşeyeke cuda de bû û her çiqas piştî sedsalekê ji vê projeyê hatibe avêtin jî, niha derbasî xeteke din bûye. Ji ber vê yekê jî bêguman xalên ku Tirkiye û Îsraîl tê de berjewendiyên xwe li hev nakin hene. Lê tevî van hemûyan jî serokê faşîst Erdogan ne di wê pozîsyonê de ye ku li dijî Îsraîlê be û ne jî ewqas bi wêrek be ku têkiliyên xwe bi tevahî qut bike. Ji xwe rêgezên-medbeyên damezrandina dewleta Tirk rê nade vê yekê.
DI BI NAVÊ DIJÎ ÎSRAÎL DE DIXWAZE WAN LI DORA DIJMINATIYA KURDAN BIKE YEK
Sedema hebûna desthilatdariya serokê faşîst Erdogan e. Ji ber van sedeman Erdogan bi dijminatiya Îsraîl re xwedî helwesteke bêrûmet e. Lê serokê faşîst Erdogan jî damezrînerê lîstikeke mezin e. Lîstik ev e; Ya yekem, hikûmeta Netanyahu ku yek ji hikûmetên herî faşîst ên Rojhilata Navîn e, deşifre bû. Li hemberî vê baldarî û bloka desthilatdariyê, serokê faşîst Erdogan dixwaze bertekên gelên Rojhilata Navîn li dora xwe kom bike. Lê dixwaze vê yekê bi dijbertiyekê tenê li ser gef, tehdîdên di asta gotinan de pêk bîne. Ya duyemîn; Dixwaze dewletên ku ji ber Îsraîl bêzar bûne û bi Îsraîl re di nava nakokiyan de ne, li dora wan kom bike û di bin navê dij-îsraîlîzmê de li dora dijminatiya Kurdan kom bike, bîne cem hev. Bi gotineke din, armanca wê ew e ku rejîma Sûriyê, Îranê, hêzên Hizbûllah û Haşdî Şabî ku niha nakokiyên herî giran bi Îsraîl re hen, li derdora xwe li dijî Tevgera Azadiyê kom bike. Salek berê bêyî ku li dijî Îsraîlê be, xwest van polîtîkayan pêk bîne. Lê bi qasî salekê lîstika qirêj a ku me li jor behs kir, dike. Ji bo ku Îran li dijî PKK’ê şer bike di nava lêgerîn û têkiliyan de ye. Ev 6 meh in ev lêgerîna xwe bi rejîma Sûriyê re di asta herî bilind de didomîne. Her wiha dixwaze rejîma Sûriyê li dijî destkeftiyên Kurdan, li ser eksena dijminatiya Kurdan bikişîne aliyê xwe. Wî bi sozên cuda vî karî dikir, lê dema ku bi ser neket, dixwaze nerehetiya van welatan li hember Netanyahu û Îsraîlê û heta radeyekê jî gazindên wan bike derfet, ku wan li dora xwe bicivîne û bike dijminatiya li hember Kurdan. Lê ti têkiliya serokê faşîst Erdogan û dewleta Bahçelî li hemberî Îsraîlê nîne. Hêza desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî Îsraîl şer bike, bi qasî meşa Bahçelî ya li ser derenceyan bi hêz e. Ji ber vê yekê îmkana wan nîne ku li hember ti dewleteke bi hêz rawestin û bikevin nava nakokiyan.
DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIXWAZE JI LAWAZIYA REJÎMA SÛRIYÊ SÛD BIGIRE
Erê rast e! Rejîma Sûriyê qurban-maxdûrê dewleta Îsraîlê ye. Sûriye bi hincet û bahaneyên curbecur her tim di bin bombebarana Îsraîlê de ye. Îran bi hêz û alîgirên xwe ve bi Îsraîlê re rasterast di nava nakokiyê de ye. Ew jî rûreşî û bêhêvîtiya xwe nikare bi têra xwe bersivê bide Îsraîlê. Li vir serokê faşîst Erdogan dixwaze van hemû derfetan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dixwaze hin hêzên ku li dora xwe organîze kirine li dijî hêzên şoreşger ên xweseriya demokratîk a Rojava, hin ji wan jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên azadiyê bide şerkirin.
Xala ku serokê faşîst Erdogan şaş dike ev e; Difikire “Çawa ku min hikûmeta Iraqê û xayînekî wek Mesûd Barzanî bi xwe re bir, ezê Îran û rejîma Sûriyê jî bi xwe re bibim”. Lê dem wê zû nîşan bide ku serokê faşîst Erdogan hesabên şaş kiriye. Dem bi dem ev dewletan dibe ku nîşaneya têne lîstik û fêlbaziya serekê faşîst Erdogan derdikeve holê, lê hin berjewendiyên van dewletan jî hene. Ev polîtîkaya ku ji aliyê serokê faşîst Erdogan ve tê meşandin her çiqas bêrûmet be û weke lîstikvanekî mezin xuya bike jî, ev polîtîkayeke pir hêsan e. Ev siyaset jixwe tam li gor kesayeta-qeraktêra serokê faşîst Erdogan e.
SIBÊ: Hikûmeta Navenda Iraqê Lîstikvanê Herî Xirab a Vê Lîstikê ye.
Jİ EDÎTORYA