• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Rejîma Sûriyê 3 Emirên Çeteyên DAIŞ’ê Serbest Berda- NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî çeteyên girêdayên Rejîma Sûriyê û Dîfa El Wetenî ku di êrîşên xwe yên ser Kantona Dêrazorê derbeyên mezin xwarin û neçar man xwe paşde vekişînin, ev carê îstîxbarata Rejîma Sûriyê Muxaberat 3 serçeteyên DAIŞ’ê yên ku hêj dema girtina wan bi dawî nebûye ji bo dijî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD’e şer bikin serbest berda.

Yayınlayan Lekolin
27 August 2024
Kategori: Nûçe
241 16
A A
Rejîma Sûriyê 3 Emirên Çeteyên DAIŞ’ê Serbest Berda- NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Çeteyên girêdayên Rejîma Şamê û Dîfa El Wetenî yên di bin navê “Hêza Eşîra” de di 7’ê tebaxê de êrîşên berfireh li ser Kantona Dêrazorê dabûn destpêkirin ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD’ê ve derbeyên mezin xwarin û neçar man paşde vekişin. Li ser vê esasî ev carê îstîxbarata Rejîma Sûriyê Muxaberat serî li rêbazekê din da û hat diyarkirin ku 3 serçeteyên (emîr) DAIŞ’ê yên ku hêj cezayê wan dawî nebuye serbest berda.

Rejîma Sûriyê û mutefikên wê ku nikarin derbeya mezin a ku di êrîşên Dêrazorê de xwarin daqûrtînin, dixwazin bi planên nû û berfirehtir bigihêjin armanca xwe. Rejîma Sûriyê ku bi taybet di heremê de bi Îranê re hevkariya xwe berdewam dike, bi riya Rûsya jî dixwaze gavên xwe yên bi nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker re jî lez bike.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Rejîma Sûriyê ku dixwaze plana xwe ya êrîşê ya ser heremê berfirehtir bike di dîroka 9’ê Tebaxê 2024’an de 3 serçeteyên (emirên) DAIŞ’ê yên destê wan xwîna gelek mirovan de heye ku di Girtîgeha Sêdnayê de ne bê ku cezayê wan a girtinê bi dawî bibe serbest hatin berdan. Rejîma Şamê ku îdea dike têkoşîna herî xûrt wan li dijî DAIŞ’ê daye, wek e mutefikên xwe dema mijar dibe berjewendiyên wan dikare bi çeteyên DAIŞ’ê yên herî zêde destê wan di xwîna hezaran mirovan de heye re hevkariyê bike.

REJÎM EV DEMEK DIRÊJE BI RIYA ŞANEYÊN RAZAYÎ ÊRÎŞAN DIDA KIRIN

Navên 3 serçeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê Muxaberat ve ji Zindana Sêdnayê serbest hatin berdan wiha ne; Taha Yasîn bi navê kod Ebû Emşe, Ebû Hemze û Ebû El Leys in.

Rejîma Sûriyê ev demek dirêje wek e çewa li Dêrazore li heremên Reqa û Tebqa jî plana êrîşên cur bi cur kiriye. Di çerçoveya vê planê de li van herêman jî gelek sîxûr û şaneyên razayî birêxistin kiriye. Dem dem li van herêman ku êrîşên noqteyên QSD’ê û saziyên Rêveberiya Xweser dihatin kirin bi destê van şaneyên razayî dihat kirin.

Ev serçeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê Rejîma Sûriyê ve serbest hatine berdan, berê li ser erdnigarî û çeteyên DAIŞ’ê yên rojavayê Firatê hakim bûn û gelek êrîşên întîxarî û mayînê rêxistin dikirin. Ev sê emîrên DAIŞ’ê ji bo di serî de heremên Reqa, Tebqa, Minbic qadên rojavayên Firatê tora şaneyên razayî ava bikin û li dijî hêzên QSD’ê şer bikin hatine erkdarkirin.

Li gor agahiyan, rejîma Sûriyê gelek mayîn, teqemenî û çek daye çeteyê bi navê Taha Yasîn (Ebû Emşe) û ji bo çeteyên li Minbicê hatine birêxistinkirin di ser qada Esriyayê derbasî herêma Tebqayê bike hatiye erkdarkirin.

Serçeteyê bi navê Ebû Hemze jî ji ber li ser erdnigariya heremên navbêra Ebû Kemal û El Meyadîn hakim e, rejima Sûriyê ji bo hem çeteyên xwe birêxistin bike an jî komî ser hev bike û li dijî QSD’ê şer bikin gelek çek û cebilxane radestê wê kirine.

Rejîma Sûriyê ku bi taybet di herêma El Qelemon a Dêrazorê de bi rejîma Îranê re nav hevkariyeke xûrt de ye, serçeteyê DAIŞ’ê yê serbest berdayî Ebû El Leys a di wê heremî de xwedî agahî ye, ji bo bi milîsên Hizbûllahê ya Îranê re alîkar bibe hatiye erkdar kirin. Tê gotin ku Ebu El Leys di mijara sabotajê de profesyonel e.

RÛXMÊ JI CEZAYÊ WAN RE BI SALAN MAYE KU DAWÎ BIBE SERBEST HATIN BERDAN

Li gor agahiyan ev sê çeteyên DAIŞ’ê rûxmê ku ji cezayê wan re hêj bi salan maye dawî bibe ji aliyê Muxaberat ve serbest hatine berdan. Rejima Sûriyê ku dixwaze tola têkçûna xwe ya di Dêrazorê de rake, bi vê rêbazî dixwaze bi êrîşên nû ya li ser heremên Tebqa û Reqayê bide destpêkirin. Li ser vê esasî rejîma Sûriyê ku dixwaze bi destê van sê çeteyan li heremên Minbic û Reqayê hin komên çete yên nû bide avakirin, hat diyarkirin ku rejîm plan dike ku bi şertê di bin serweriya wê de bin hin çeteyên DAIŞ ên din ku girtîne serbest berde.

Navenda Lêkolinên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISDêrazorRejima SuriReqaRêveberiya XweserTepqa
Önceki yazı

Lîstika Mezin a Erdogan û Sextekariya Wî- JI EDÎTOR

Sonraki Haber

TC Dixwaze Ji Suçdarên Adî Hêzek Kontra Ava Bike- NUÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
TC Dixwaze Ji Suçdarên Adî Hêzek Kontra Ava Bike- NUÇEYA TAYBET

TC Dixwaze Ji Suçdarên Adî Hêzek Kontra Ava Bike- NUÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist