• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Nûçe

Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Sûriyê, piştî ku bi destê HTŞ û dewleta Tirk a dagirker rejîma Esed hate hilweşandin, DAIŞ’ên ku dîsa hatine zindîkirin û bi destê MÎT’ê ber bi çolistana Sûriyê ve hatine veguhestin, em navên wan eşkere dikin.

Yayınlayan Lekolin
9 Mayıs 2025
Kategori: Nûçe
251 2
A A
Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bi êrîşa çeteyên Heyat Tehrîr El Şam (HTŞ) ên ku bermahiyên El Qaîdeyê di 27’ê Mijdara 2024’an de li ser Helebê, dewleta Tirk a dagirker dest bi liv û tevgerê kir. Tê zanîn ku dewleta Tirk bi destê çeteyên DAIŞ’ê hewl dide hebûna xwe li herêmê daîmî bike û serweriya xwe li seranserê Sûriyê xurt bike. Niha jî hat zanîn ku MÎT’ê çeteyên DAIŞ’ê ber bi çola Sûriyê ve guhastine.

Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bi dest xistine, piştî ku Dewletên Yekbuyî ya Emerîkayê (DYE) zextên xwe li ser desthilatdariya HTŞ’ê zêde kir ji bo ku çeteyên biyanî ji Sûriyê bên derxistin, MÎT di 28’ê Nîsana 2025’an de kete tevgerê û şûna çeteyên girêdayê xwe ji heremê derbixe, di ser de endamên DAIŞ’ê yên ji Tirkiye û welatên derve bi riya îstîxbarata HTŞ’ê zêde kir. MÎT’ê çeteyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe ji Tirkiyê û biyanî ne, yên li bakurê Sûriyê bûn, ber bi çolistana Sûriyê ve şandin.

Tê zanîn ku piraniya endamên çeteyên DAIŞ’ê yên ku ber bi çolistana Sûriyê ve hatine şandin, hem li welatên wan hem jî ji aliyê dewlet û saziyên navneteweyî ve di lîsteya kesên hatine xwestin de di rêza pêş de ne. Hat diyarkirin ku MÎT’ê berî her tiştî van çeteyan li kampên perwerdeyê yên li Hatayê perwerde kirine, perspektîf û talîmat dane wan û piştre bi rêya komeke ku ji aliyê îstîxbarata HTŞ’ê ve hatibû erkdarkirin, bi komên biçûk ber bi herêmên ku jê re çolistana Sûriyê tê gotin ve şandine.

Ji nava van sedan çeteyên DAIŞ’ê yên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistan, Tirkmenistan, Azerbaycan, Uygur, Çeçenistan, Îngiltere, Elmanya û Fransayê ne, hin navên wan me bidest xistî wiha ne;

“Burak Hazar (Tirkmenistan), Nusret Yilmaz (Azerbaycan), Hasan Aydin (Tirkiye-Adana), İsmet Eltin, Muhammed Coş (Tirkiye), Muhyettin Bozik Yankoz (Tirkiye-Konya), Mustafa Tokmacı (Tirkiye-Adana), Talip Akkurt (Tirkiye-Entab), Bayram Yildiz (Tirkiye-Adana), Cihan Durmaz, Hacı Yusuf Kızılbay (Tirkiye-Adiyeman), Hasan Hüseyin Yogurtçu (Tirkiye-Entab), Mahmut Hadi Dündar (Tirkiye-Ediyeman), Metin Çevik (Tirkiye-Entab), Muhammed Zana (Tirkiye-Ediyeman), Resul Akin, Abdulkadir Erkan, Mustafa Demir (Tirkiye-Hatay), Bayram Çitfçi (Tirkiye-Batman), Hasan Kara (Tirkiye-Aksaray), Muhammed Bekir (Tirkiye-Konya), Omer Aydemir (Tirkiye-Amed).”

KOMEK ÇETEYÊN KU JI ZINDANA EL RAÎ HATIBUN REVANDIN JÎ HATIN DERBASKIRIN

Malpera me Lekolin.org di nûçeya taybet a 26’ê Adara 2025’an de eşkere kiribû ku MÎT’ê bi rêya serçeteyekî bi navê Xedfan, ku li qadê hatiye erkdarkirin, di bin navê reviyane de gelek çeteyên DAIŞ’ê serbest berdane.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî ku li herêma Efrînê hatibûn bicîhkirin, ji aliyê MÎT’ê ve ber bi çolistana Sûriyê ve hatin veguhastin. Navên koma çeteyên 6 kesî yên ku ber bi çola Sûriyê ve hatin şandin wiha ne:

-Xidir Mihemed El Lihêbî, ji Iraqê ye.

-Salim El Hemdan, ji Sûriyê ye.

-Sêf Xelîl El Kerbûlî, ji Iraqê ye.

-Welîd Casim El Qeysî, ji Iraqê ye.

-Mistefa Hemed El Cêsî, ji Sûriyê ye.

-Ûqab Şêx El Selmanî, ji Iraqê ye.

SERÊ SALÊ ODEYÊN OPERASYONÊ HATIN AVAKIRIN

Malpera me Lekolin.org di nûçeya taybet a 18’ê Sibata 2025’an de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên qirêj li herêmên ku piraniya wan Ereb dijîn bixe pratîkê, li herêma Dêrazorê odeyên operasyonê ava kirine.

Di van odeyên operasyonê de, komên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hatin şopandin, li ser şervanên QSD’ê û herêmên ku ew lê ne agahiyên îstîxbaratî hatin komkirin û êrîşên sûîqest û sabotajê hatin plankirin.

Ji destpêka sala 2025’an ve, bi taybetî li Dêrazorê û herêmên di bin kontrola QSD’ê de, çeteyên DAIŞ’ê 82 êrîş pêk anîne. Piştî ku MÎT’ê çeteyên nû yên DAIŞ’ê ber bi herêmên çolistana Sûriyê ve veguhast, ev êrîş hê zêdetir bûne.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Bakurê KurdistanÇolistanDagirkeriya TirkDAISDêrazorEfrinIraqMITReqqaSURIYETepqa
Önceki yazı

MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET
Nûçe

MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

5 Mayıs 2025
HTŞ û MÎT’ê Fîtîla Êrîşê li ser Dûrziyan Pêxistin – NÛÇEYÊN TAYBET
Nûçe

HTŞ û MÎT’ê Fîtîla Êrîşê li ser Dûrziyan Pêxistin – NÛÇEYÊN TAYBET

30 Nisan 2025
Qampa Holê û Sîxûrtiya Jinên DAIŞ’î
Jin

Qampa Holê û Sîxûrtiya Jinên DAIŞ’î

30 Nisan 2025

Öne Çıkan Yazılar

  • MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

    MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

    499 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

    492 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

    533 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Piştî Te!

    882 Paylaşım
    Paylaş 353 Paylaş 221

Önerilenler

Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist