Dewleta Tirk a dagirker di vê pêvajoyî de dixwaze bertekên gelê Kurd a li hemberî hevpariya a PDK’ê bi wan re bişkêne. Hate hînbûn ku dewleta Tirk bi şertê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên azadiyê şer bike, dixwaze ji sûcdarên adî ên li girtîgehan hêzeke kontra ava bike.
Dewleta Tirk a dagirker ku leşkerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kûştin ji raya giştî vedişêre, ji bo kêmasiya personelên şer tije bike, sûcdarên adî ku di girtîgehan de girtiye, dişîne qadên şer. Hate zanîn ku kesê bi navê Şefîk Bîlen ê ji gundê Sêgirkê yê girêdayî Şirnexê ku ji sûcên adî (cînayetê) girtî û ceza lê hatiye birîn, bi şertê efûkirina cezayê wî bişînin qadên şer.
Hat diyarkirin ku kesê bi navê Şefîk Bîlen ê li Girtîgeha Sêrtê ji ber sûcê cînayetê girtî ye, bi şertê efûkirina cezayê ji bo şandina Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye amadekirin. Her wiha hat ragihandin ku Şefîk Bilen û yekîneyeke kontra ya ji 30 kesî pêk tê dê birin baregehên MÎT’ê yên Kanîmasî, Amediyê, Bamernê, Qesrê û Sîdekan. Di van baregehan de pêşmergeyên PDK’ê dê hemû alîkariyên li wir pêşkêş bikin.
KOMA KONTRAYÊ YA HATÎ AMADEKIRIN LI QADA PARASTINA MEDYA BIDIN ŞERKIRIN
Di berdewamiya êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, artêşa Tirk di çarçoveya polîtîkayên qîrêj de tevî komên çete, DAIŞ û cerdevanan ên li Bakurê Kurdistanê, cihên ku bi salan e nikarî bikeveyê, vê care jî hewil dide bi avakirina yekîneyên kontra ku ji sûcdarên adî hatiye amadekirin bikeve yê.
Hate zanîn ku bi berpirsyariya kesên bi navê Cahîd Koç, Hasan Onat û Mehmet Altun ên li gundê Zorava (Soguksu) yê Êlihê dijîn, yekîneyên kontra yên taybet hatin avakirin. Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze van kesan di êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de li dijî hêzên gerîlayên azadiyê bi kar bîne û li ser vê bingehê perwerde kiriye.
ŞEFÊ FAŞIST ERDOGAN TALÎMAT DA, SADAT PERWERDE KIR
Hat diyarkirin ku şefê faşist Erdogan ji bo yekîneyên kontra yên ji van kesên bi sûcên adî girtîne li dijî taktîkên şer ên gerîlayan perwerde bike talîmat daye artêşa paralel a ku di bin navê Şîrketa Bazirganî û Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî (SADAT) a girêdayê Serok Komarê ye.
Li ser vê esasî bi organîzeya MÎT’ê SADAT ketiye nav tevgerê û ew kesên bi sucên adî girtî bûn û kesên berê di nava fealiyetên kontra ya li Êlihê (Batman) de cih digirtin Cahîd Koç, Hasan Onat û Mehmet Altun hatine perwerdekirin û di bin berpirsiyariya wan de komên kontra hatine avakirin û ew şandine Qadên Parastina Medyayê.
WÊ JI XIYANETVANAN HESAB WERE PIRSÎN
Artêşa Tirk a dagirker ku di Qada Parastina Medya de her roj derbeyên mezin dixwe asê maye, di hêla teqtîkê de nikare tevbigere û negihiştiye armanca xwe, serî li her cure rêbaz û kiryarên kîret dide. Ji bo vê jî di nava kurdan de kesên hatine xistin di şer de dide bikaranîn. Lê divê ev jî bê zanîn ku di dîrokê de her kesên ku li dijî gelê xwe bi zanebûn çek rakirine û di dagirkirina welat de rol lîstine û xiyanet kirine tu caran ji aliyê hêzên şoreşgeran ve bê bersiv nemane. Ev kontrayên ku tu armancekê wan tuneye di vê şerê qirêj a li dijî şoreşê rol lîstine teqez wê rojekê hesab ji wan were pirsîn û bersiva pêwîst bibînin.