18 Ağustos 2018 Cumartesi Saat 11:27
Dewleta tirk a dagirker li navenda navçeya Raco ya Efrînê yekemîn akademiya
polîsan ên çete dawî bû. Li gor agahiyan 50 endamên ENKS`ê jî cihê xwe di nava
vê akadimiyê de girtine.
Piştî ku dewleta tirk ji ber zext û zordariya li ser gelê Efrînê dibin
zexta NY de biryara vekşîna çeteyên girêdayên wê ku navê OSO li xwe kirine da.
Biryar hate girtin ku Efrînê radestî polîsên sivîl bê kirin. Bi vê yekê ve desthiladariya
AKP/Erdogan beşek ji çeteyan dibin navê
polîsên sivîl de veşartin û ew tevlî polîsên sivîl kirin. Li gor agahiyan li
navçeya Raco Akademiya Perwerdehiya Polîsan hatibû vekirin û yekemîn dewreya
perwerdehiyê bi dawî bû. Hat îdeakirin ku di berpirsiyartiya rêveberê ENKS’ê
Fadil Horo de 50 endamên ENKS’ê jî di vê perwerdehiyê de cihê xwe girtine.
Dibistan Kirin Navenda Polîsan
Hat destnîşankirin ku dewleta tirk li navenda navçeya Raco yekemîn dewreya
perwerdehiya akademiyê a polîsan qedand û bi dawîbûna dewreyê re ji bo
çavtirsandina gel û propagandayê xwe bikin xwepêşandan lidarxistin. Hat
diyarkirin ku wê van polîsan di Dibistana Ş. Amed a navçeya Raco de bên
bicihkirin û wek e navend bê bikaranîn.
50 Endamên ENKS`ê jî di perwerdê de cih girtin
ENKS`ê ne tenê di “Meclîsa Sivîl a Efrînê ku ji aliyê MÎT,
AKP-MHP û ENKS ve li Dîlokê hatibû avakirin de, her wiha di nava polîsên
çeteyên girêdayên dewleta tirk de jî cih digire. Li gorî agahiyan di nava akademiyên
perwerdekirina polîsan a bi taybet ji aliyê MÎT’ê ve hat dayîn de, di bin
pêşengtiya rêveberê ENKS’ê ku ji gundê Bilîlka ya Raco ye Fadil Horo de 50
endamên xwe tevlî kirine. Welatiyên ku
bi darê zorê li xwepêşandan dane temaşekirin gotin ku Fadil Horo û gelek
endamên ENKS’ê yên tên naskirin jî di nava wan polîsan de bûn.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Dibistan Kirin Navenda Polîsan50 Endamên ENKS`ê jî di perwerdê de cih girtin