• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Serbest Yazılar

Li hemberî Veguhertina Gundan, em bi gunda xwe ve bijîn û gunda xwe bidin jîyîn !

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Serbest Yazılar
257 2
A A
Li hemberî Veguhertina Gundan, em bi gunda xwe ve bijîn û gunda xwe bidin jîyîn !
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

09 Eylül 2014 Salı Saat 12:14

Vezîrê Aboriya ya dewleta Tirk, beri çend rojan, diyar kir kû ewê biryar dane gundan jî veguherînin.
Bi vê biryarê ve, careke din jî eşkere dibe kû, AKP di bingeh de hevkara modernîta kapîtalîzm û lîberalîzmê ya herî dawî ye.

Eger emê hindek vekolin, vê demê emê fêmbikin kû AKP li hemberê civakê çiqas metirsîdar e. Hêzên mîna DYE, Qiraliyetê Brîtanya û sermayedariya Yahudiyaa ya navdewletî, ji bo kû li ser xeta neo-lîberalîzm û sermayedariya fînansal bimeşe, AKP dan avakirin û ew kirin desthilatdar. Ango, hêzêen hegemonîk a modernîta kapîtalîzm, ji bo Rojhilata-Navîn ji nû ve dagirbikin û bi giştî têxin destê xwe, AKP wekû hevkarên xwe ya Heremî derxistin holê, wekû modêl pêşkêş kirin û ew li pêşvebirin.

Ji nû ve dagirkirina Rojhilata-navîn, tê çi wateyê, eger bi awayeke têrker nêye têgihiştin, têgihiştina pirsgirêk, qeyran û ruxînên kû derdikevin li pêşberî me jî, pêkan nabe.
Kapîtalîzm, beriya her tiştî, dijmina herî mezin a li hemberê çand û civaka çandiniyê û gundewariyê ye.

Gelo çima ?

Ji ber kû, naverok û hişmendiya bingehîn a modernîta kapîtalîst ev e kû jiyan, civak û xwezayê bi giştî bike mijara bidesxistina madî (kar ) û sermaye. Ango hemû tiştî bike meta û mijara bazirganiyê. Bi tevahî jiyanê pûç bike, parçe bike, ji naveroka xwe derbixe li şûna wan, ya ku ew dixwaze bicîh bike. Civak parçe dike takekesa/ê pûç, ji her tiştê biyanî û tûneker tîne li şûna wê. Civak ji civakîbûnê derdixe girseya bê vîn û xulam tîne li şûna wê. Xwezayê dagir dike û têk dide xwezayeke tev plastîk, sentetîk, çêkirî, beton û hesin tîne şûna wê. Ango dixwaze jiyanê tev biqedîne, jiyaneke li ser pere, sermaye û bazirganiyê, li şûna wê bicîh bike. Kapîtalîst modernîte, nêzîkê dû sed sal e, dixwaze Rojhilata-Navîn bi giştî têxe bin destê xwe. Lê belê, heta neha nedikarî ev yêk pêk bîne. Neha bi stratejiyeke nû, bi şêwazên nû dixwaze mebesta xwe bicîh bîne. Ango, piştî dagirkeriya eskerî û siyasî, neha jî dixwaze bi dagirkeriya çandî û aborî, li Rojhilata-navîn têxe destê xwe.

Ji xwe AKP jî, bi awayeke eşker ve yekê diparêze, ji destpêkê ve heta neha, politîka û pêkanînêen wî, hemû ji bo dagirkeriya çandî û bi taybet jî, dagirkeriya aborî ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan digot “ Zehniyeta AKP’ê ya bazirgana ye . Mirov ji gotinên Tayyip Erdoğan û AKP’yî yan bigre, heta siyasetên wan a demdirêj binêre, vê rastiyê baş fêm dike. Bi rastî jî, ji destpêka dîroka Komarê heta neha, desthilatdariya kû hemû nirx dike mijara bazirganî, destkeftiyên madî û sermayeyê, ev desthilatdarî ye. Ezmûna TOKİ, siyaseta tendurustiyê, firotina hemû şerîketên dewletê, veguhertina bajaran, avakirina bendavan, firotina erd û avên Tirkiyê û Kurdistan’ê, tev encamên vê bazirganî û dagirkeriya aboriyê ye. Heta nirxên çandî, manewî û olî jî, ji hemû dema bêhtir, di qonaxa desthilatdariya AKP de bûn mijara bazirganiyê.

Beyî kû çandinî û gund bên dagirkirin, dagirkeriya aborî û çandî bi giştî bi destxistina xweza û civakê ne pêkan e. AKP, vê yekê baş fêm dike û siyaseta xwe ji bi awayeke kûr û bi dariştinî, li gorî vê rastiyê birêve dibe. Piştî ji nû ve dagirkirina bajaran a bi navê “veguhertina bajarî , li 18 Tebaxê, Vezîrê Aborî ya dewleta AKP ragehand kû ewê “veguhertina gundan jî bidin destpêkirin. Bê guman, neyartî û êrîşên AKP, yên li hemberê çandinî û gundewariyê ji nişka ve derneket holê. Ji destpêka desthilatdariya wî heta neha, di derbara çandiniyê û gundewariyê de, zagonên kû derxistiye, polîtikayên kû pêk tînin, hemû di nava çarçoveya kapîtalizmê nû û neo-liberalizmê de ne. Ango xizmeta wan dikin civaka çandinî û gundewariyê jî têk didin. Em çend mînakan bidin, ev rastî baş bê fêmkirin

-Çandinî, bi giştî li gorî neo-liberalizmê, ji nû ve hate bi rêxistinkirin. Vezareta Çandinî û Karûbarên Gundan çû Vezareta Çandinî, Ajaldarî û Xorekê hate li şûna wî.
-Bi yasayeke ve, anîna berhemên kû bi naveroka wan hatinê lîstin ( GDO ) serbest hate kirin. 
-Bi nave “li pêşxistina çandiniya avdanî û berhemanîna elektrîkê bi sedan bendavên mezin hatin avakirin. Bi vî awayî bi hezara hektarên erdên çandiniyê û bi sedan gund di bin avê de man.

-Li hemberê gundî, koçer, cotkar û berhemdarên biçûk, ji şeriket û sermayedarên mezin re piştigiriyên mezin hatin dayîn û ev yêk hê jî didome.

-Yasaya bi navê 2B hate derxistin. Li gorî vê yasayê daristanên kû, ji sedî şest taybetmendiyên xwe yên daristanî wenda kiribin, dikare bê ticarî kirin, ango bê firotin. Li gorî daxwiyaniya hûkûmetê, heta neha li gorî vê yasayê, dewlet ji 2 milyar dolar zêdetir pere bidestxistiye.

-Ji bo erdên hevpar a gundan ( mera ) û erdên gundiyaan ji dest wan bên derxistin, yasayeke derxistin. Di ser de jî, ev yasa beyî kû kesek pê bihese, di roja çalakiya Taksimê-Parka Geziyê hate derxistin. Heta neha hîç hûkûmeteke nedikari yasayeke veha derbixe, AKP vê yekê kir. Bi vê yasayê ve, şerîketekî yan jî saziyeke dewletê, dilê wî lî kû bixwazê, bi navê çêkirina kargehekî, yan jî bikaranîna aboriyê, dikare vê erdê dagir bike. Eger gundî li hemberê wê bisekine, vê demê bi tundî dagirbike û siza jî bide gundî yê.

-Di serî de bexçeyên zeytûna, gelek cihên çandiniyê, ji bo şeriketên maden, petrol û yên din hatin pêşkêşkirin. 

Herî dawî jî, vezîrê AKP, Nihat Zeybekçî dibêje kû “em gundan jî veguherînin, û ev yêk ji bo me nebe nabe ye .

Bê guman, ev êrîşên kû bi navê guhertin û veguhertinê tên kirin, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi armanca qedandina çandinî û gundewariyê pêk tên. Hem jî, bi navê pêşketin û pêşveçûnê. Lê belê dema ew siyaset derbazî meriyetê dibin, li navbera Tirkiyê û Kurdistanê de ast, rêbaz û vegira pêkanînê jî diguhere wek mînak, dema bendaveke tê avakirin, li Tirkiye li gorî rapora bandorên wî ya li ser xwezayê tê xwestin, divê destûra desteya parastina hawîrdorê bê wergirtin, divê civata wê heremê ne razî nebe. Lê belê, heman şert û merc, li Kurdistanê nayê parastin bendav û projeyên din, bi dara zorê tên pêkanîn. 

Ev jî heye civaka Kurdistanê, qasî kû di warê têkoşîna azadî û demokrasiyê de polîtik, rêxistinkirî û çalakger e, mixabin di warê parastina xwezayê de zehf lewaz dimîne. Ango civaka Tirkiyê, ji aliyê têkoşîna  azadî û demokrasiyê ve zehf lewaz e, lê belê ji aliyê parastina xwezayê de di asteke girîng de hestiyar, bi rêxistinkirî û çalakger e. Divê civaka Kurdistanê, bala xwe li ser vê rastiyê baş bide çawa li hemberê qirkirina fizikî, çandî û siyasî, bi awayeke bi bandor berxwe dide, divê herî kêm qasî vê, li hember talankirina xwezayê û jiyanê jî têkoşîneke bi bandor û encamgir bide. 
Divê civaka Kurdistanê, ti carî ji bîr neke kû, ew civakeke çandinî û gundewariyê ye. Civakbûn, nirx, hebûn û vîna xwe, bi vê çandê ve parastiye. Êrîşên AKP, ya li ser vê çandê, bi tenê rê li ber vekirina koçberiyê, neçarî, bê karî, koletî, parçebûna civakî û rûxînên din ve sînordar nî ne. Di bingeh de civak bê kok dike ji welat, ax, dîrok, bîranîn, nirx, ziman û çanda xwe qût dike.

Li hemberê êrîşeke ewqas kûr û berfereh, pêwiste kû beriya her tiştî hestiyareke kûr û helwesteke xurt hebe. Divê civak bizanibe kû, ev êrîş hem qirkirin e, hem jî rê li ber qirkirinên din vedike. Êrîşên li hember hebûna wê bi çi astî metirsîdar be, êrîşên li ser çandinî û gundewariyê jî, bi taybet ji bo civaka Kurdistanê, herî kêm ewqas metirsîdar û xûsarmend e. Bê guman li hemberê qirkirinê jî, xwe-parastina nebe nabe. Dayîk û kalên Kurd, bela sewa nabêjîn “welatê me namûsa me ye, şerefa me ye, welatê me her tiştê me ye .

Eger jiyaneke namûs, şeref û heysiyet tê de nebe, ma gelo ev dibe jiyan ?
Ji bo hebûna xwe, nirxên kû hebûna wê watedar dike, dîrok, çand, namûs û şerefa xwe biparêze, hewceye kû Gelê Kurd, ew êrîşan e pûç bike, wala derbixe. Çanda xwe ya çandiniyê û gundewariyê biparêze, dagirkeriya li ser ax û gundên xwe wala derbixe. Heta ew yêk, ji hewcedariyê bêhtir, pêwîstiyeke jiyanî ye.

Hesen Gerdûn

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.org – www.navendalekolin.com – www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmabibidinbijinemGundangundeHemberijiyinkurdiKurdishkurdistanLekolinLITurkishTürkiyeUVEVeguhertinaXwe
Önceki yazı

Sıltan Temmo Nivîsî – TİRYAQA DAÎŞÊ

Sonraki Haber

ABD ve Rusya Suriye Planında Anlaştı

Benzer Haberler

Kadın Bir Gerillanın Bakışı
Politik Analiz

Kadın Bir Gerillanın Bakışı

11 Ekim 2022
ŞER!
Politik Analiz

ŞER!

29 Eylül 2022
Bu Genci Tanıyor Musunuz?
Politik Analiz

Bu Genci Tanıyor Musunuz?

23 Eylül 2022
Sonraki Haber
ABD ve Rusya Suriye Planında Anlaştı

ABD ve Rusya Suriye Planında Anlaştı

Öne Çıkan Yazılar

  • Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

    Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

    511 Paylaşım
    Paylaş 204 Paylaş 128
  • HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

    530 Paylaşım
    Paylaş 212 Paylaş 133
  • Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

    532 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • Asena Meral’in Seçim Oyunu

    557 Paylaşım
    Paylaş 223 Paylaş 139

Önerilenler

Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

Çökertme Politikasının Maşası: Üniformalı Kadın Ve Çocuk Katilleri

Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Araştırmalar
  • Basın Bültenleri
  • Basından Seçmeler
  • Belgeler
  • Dizi Yazı
  • Dış Basından
  • Duyurular
  • Ekoloji
  • Ekonomi
  • Gençlik
  • Haberler
  • Kadın
  • Kim Kimdir?
  • Kronoloji
  • Kürdistan Tarihi ve Dili
  • Makaleler
  • Okuyucudan
  • Özgürlük Perspektifleri
  • Politik Analiz
  • Röportajlar
  • Serbest Yazılar
  • Teknoloji

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç