28 Kasım 2015 Cumartesi Saat 21:41
Hizba Demokarata Kurdistanê li Îranê di 24’ê Cotmeha 1945’an de piştî vegera Qazî Muhamed ya ji Bakû hate ragihandin. Di destpêkê de bi pêşengiya cuwanan ji bo tekoşîna li hemberê rêveberiya navendparêz ya Fars-Tehran derketin pêş. Di avakirina vê partiyê de rasterast bandora Rusan û sosyalîstên Bulgarî hebû.
Bi dirêjahiya Komara Kurd ya Mahabadê xebat kirin û heta radeyek jî berhemdan. Mele Mustafa Barzanî kû di van heyaman de ji Êraq’ê reviya Rojhilatê Kurdistanê, bi vê partiyê re dikeve di nava peywendiyên baş de. Girîngiya partîbûyînê ji HDK-Î fêr dibe. Ji alîgirên xwe dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî partiyek bi vî navî ava bikin.
Di bin pêşengiya kesayetên mîna Îbrahîm Ehmed û hinek rêhevalên wî de li 16’ê Tebaxa 1946’an de PDK-Êraq têt avakirin. Heta sala 1964’an ev xebata wan didome û ji 10’ê Sibata heman salê pêve ji ber polîtîkayên PDK-Êraq yên ne guncan (peymana bi partiya Beas re) partî dibe du beş û Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî bi grubek mezin re jêvediqetin û diçin Rojhilatê Kurdistanê.
Lê qedera HDK-Î û PDK-Êraq gelik ji beriya hingê ji hev qut bibû. Bi hilweşandina Komara Mahabad kû Mele Mustafa Barzanî Sererkanê Giştî yê Artêşa wê bû, bêkû şer bike terka xakên Rojhilatê Kurdistanê kiribû. Vê yekê hêla di raman, textîk û stratejiya herdu partiyan de guhertinên pir tund derbikevin holê.
10’ê Sibata 1964’an jî weke newayek duyem yê vê zincîrê rû da. Ji vê dîrokê û pêve êdî tovên şerê birakujî bi destê PDK-Êraqê hatin avêtin. PDK-Êraq xweyî misyonekê ye kû nehêle di Kurdistanê de ji bilî wê ti partiyek din xebatê bike yan divêt radestê wan bibe, anjî bêt tunekirin. Ev berpirsyariyeke her ji roja destpêkê ve bi taybet bi kevneşopiya Mala Barzan re li vê partiyê hatiye barkirine. Mînak, li Bakurê Kurdistanê heman reşkujî û birakujî li hemberê PDK-Bakur pêkanîn. Li gel MÎT’a Turk bûn yek û li sala 1966’an de sazkerek yê PDK-Bakur Fayîq BUCAK kuştin. Bi heman awayî Seîd ELÇÎ û Seîd KIRMIZITOPRAK jî dikujin û bizava Bakur hildiweşînin û bi rêya Derwêş Sado dixin bin çavdêriya MÎT’ê de.
Avakirina YNK’ê wekû îxanet dîtin û xwastin tune bikin. Mînak, li herêma Colemêrgê li Taşte Mêrgê-Newala Xurê komkujiya li ser Elî Esker, Dr. Xalid û nêzîkê 700 hevalên wî pêkaniyî kû tenê çend kesek jê rizgar bûn, encamek ya vê zêhniyetê ye. Piştre di navîna Nîsana 1975’an de “Aş Betal weke newayek duyem ya vê zêhniyetê derket holê û bi hêsanî xebata şoreşa gel ji holê rakirin. Tam di serê salên 1990’î de li gel Turkiye dest bi “şerê îxanetê yê li ser gerîlayên PKK’ê kir. Di sala 1994’an de dest bi şerê li gel YNK’ê kir. Di sala 1995’an de dubare li gel Turkan êriş bir li ser PKK’ê. Di sala 1996’an de bi alîkariya Sedam Huseyin Hewlêr ji YNK’ê vegirt, herêmên mîna Mexmûr, Guwêr, Şêxan, Başûqa, Nînova, Kerkûk firot rejîma Beas ya Sedam Huseyin.
PDK-Êraq, jixwe gelik ji beriya hingê bi alikariya Îranê êrişê HDK-Î kiribû, komkujî pêkanibû. Vê derbeyê hêla kû ji wê rojê ve HDK-Î lawaz bibe, qismek yê mayîn jî radestê wan bibin. Bi vî awayî piştî rejîma Îranê, duyem derbeya mirinê PKD-Êraq li tevgera Rojhilatê Kurdistanê da û ji hola dîrokê rakirin. Bi sedan pêşmergên HDK-Î ji aliyê PDK-Êraq ve hatin şehîdkirin. Yên mayîn jî anîn li Başûrê Kurdistanê xistin di wargehan de û li derdora wargehên wan bi sengerên leşkerî dorpêç çêkirin. Ev rewş hêj heta niha jî didome.
Niha jî birêz Mesût Barzanî banga aramî û biratiyê dike! Ez jî tevil dibim. Lê ka em berê xwe bidinê “çanda birakujî kê aniye Kurdistanê? Kîjan hêz û partiya Kurdî maye kû PDK-Êraq êrişê wê nekiribe û çend endamekê wê şehîd nekiribe? Kîjan dewleta dagirkerê Kurdistanê maye kû PDK-Êraq pêre hevkarî nekirî û li hemberê Kurdan şer nekirî be? Niha jî saziyên girêdayî Barzaniyan li Bakurê Kurdistanê alîgiriya AKP’ê dikin û ji bo kû Kurdan têk bibin, li hinek herêmên mîna Colemêrgê di nava eşîretan de dubendî çêdikin.
Bûyera kû van demên dawî li Keleşînê rû da, me hemiyan êşand. Tenê yek alî pê ne êşiya! Ew jî yên kû her ji kêliya destpêkê ve di sazî û çapemeniya xwe de vê bûyerê mezin dikin, dike mijara weşanên zindî, Kurdan li hemberê hevdu dide sorkirin, qaşo xwe weke xweyî û xudanê HDK-Î dide nasandin ango Mala Barzan û Rûdaw’e. Îro dixwazin bibin mîratgirê wê partiya kû wan bi destê xwe tunekiriye! Ev rewşek pir bê exlaq û trajîk-komike. Bêgoman rêveberiya HDK-Î ne di ferqa vê leyistoka qirêj deye.
Ma vegera ji Kobanê ya pêşmergeyan jî ne parçeyek ya vê leyistoka ji aliyê PDK-Êraq ve hatî sazkirin bû? Pir vekiriye niha dixwaze HDK-Î mîna amêrekê li hembêrê PKK’ê bikarbîne û bixwaze PKK’ê tengav bike. Êrîşê nirxê kû PKK’ê di van çend mehên dawî de di nava gelê Başûr û qada netewî û navnetewî de qezençkiriye, dike. Dixwaze di çavê gelê Başûrê Kurdistanê de PKK’ê reş bike.
Şanstêr Memê
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com