20 Mart 2016 Pazar Saat 09:06
Herêma Kurdistan hêza xwe ji ku derê digre? Çawa dikare xwe
bi parêze? Çima dewletên dagirkerên Kurdistan’ê dijminatiya Herêma Başûrê
Kurdistan’ê nakin û heya piştgiriya wê dikin çima dewletên navnetwî destekê
didin Başûrê Kurdistan’ê û dijminatiya mafê gelê Kurd yên hersê parçeyî dî
dikin?
Ava kirina Herêma Başûrê Kurdistan’ê di encama li hevkirina
dewletên navnetewî bû ji xwe heya berî sala 1991’ê herdu Partiyên Başûr yên
sereke PDK, YNK li der veyî Başûr bûn dema ku dihatin Başûr tenê şerê hev
dikirin. Emerîka, İngiltera û dewletên herêmî hertim Başûrê Kurdistan’ê ji xwe
re bi kar tanîn û berjewendiyên xwe bi wan di parastin, ew li dijî şoreşên
Kurdî yên parçeyên dî didan xebitan din herêma kurdistanê ji xwe re kirin navendeke
leşkrî û istixbaratî heya gihaya wê astê ku Bajarê Hewler bûye Nairobi ’ya
Rojhilata navîn.
Ji despêka ava kirina Herêma kurdistanê heya niha tu
guhartineke bingehîn di sîstema wê de çê ne bû ye, di aliyê siyasî sîstem du
parçeye û desthilatdarî nîv bi nîv e ti rola partiyên din û saziyên sivîl
tuneye PDK ê bi navê hukumetê tevdigere hemû saziyên herêmê bi xwe ve girêdane,
aboriya wê di bin destê çend kesande ye heya niha di Başûr de Banga navendî
tune ye û rê nadin kesek Bangekî vekin ji bo berê Petrolê di Bangên cîhanî de
razînin û diziya perê gel bike, hemû pêwîstî û alavên jiyanê ji dewletên deror
dikirin, bi zanebûn aboriyeke setratîjîka ava nakin ji bo gel bi xwe ve girê
bidin û hertim muhtacî wan bin li gorî hin lêkolînan ku di Başûrê Kurdistan’ê
de nêzî miliyonek û nîv karmenid hene û hemû di saziyên girêdayî Partiyan de
kar dikin (Asayîş, Pêşmerge… hwd). piştî hilweşandina rêjîma Seddam û heya nih
hikûmeta İraqî nêzî 200 milyar dolar ji Başûrê Kurdistan’ê re şandiye lê belê
kesek nizane ku ev pere li ku derêne û li cem kîne û kî van pere bi kartîne di
heman demê de parçebûn di warê siyasî, leşkerî, aborî de civak jî bi xwe re
parçekirye û pişta civakê bi piskirêkan û aloziyan şikandiye ta ku li hember
wan serî ne hildin.
Hêz Ji Ku Derê Tê
Başûrê Kurdistan’ê ji hundir de ji hevde ketiye û ji hev
dixwe, gel di newlekî de ye û desthiladarî di newlekî dîde ye ti girêdan di
navber gel û desthiladariyê de nîne, gel tevlî biryarê nabe, niha parlaman û
hukûmet nemaya. PDK desthiladarî kir ye bin kontrola xwe de û hemû Partî
dûrkirin, rewşa Başûr wekî sala 1996 ye kes nema di zane çawa Başûr bi rê ve
diçe, civak di nav qirîzekî mezin de derbas dibe, PDK ê ji bo gel li heberî wî
serî hilnede wan di xapîne ev demeke serxwebûne Kurdistan’ê aniye rojevê di heman
demê de ev şeş mehin mûçe nedane karmendan û qirîzeke aborî bi pîlan çêkirne
armanca PDK ê ewe ku civaka Başûr bi pariyê nan xwe cûdatir nefikirê û rê nedê
ti guhartinan.
Gelê başûr nema baweriyê bi hêzên siyasî tîne û di bê
hêviyeke mezin de jiyan dike heya giha wê astê ku bi pêlan koçber dibin û di
avan de dixeniqin bê ku partiyek çareseriyekî ji vê qirîzêre bibîne tesîr wê
kûrtir dikin.
PDK ê ji bo xwe bi parêze û desthiladariya xwe xurtir bike
tenê rêye li pêşya wî ma ye, rê têkîliyan bi dewletên derdor û navnetwî re
despêkê xwe radestî dewleta Tirk kir petrol û hemû zengîniya Başûr bi erzanî
firota wan ji despêka şoreşa Rojava yê Kurdistan’ê cihê xwe di mewziya dewleta
Tirk û komên çete de girt û bi gele rengan şerekî qirêj li hemeber îrada gelê
Rojava bi rêve bir di van mehên dawî piştigiriya hukumeta AKP ê kir di şerê li
dijî rêveberiya xweser li Bakurê Kurdistan’ê de netenê wisa niha herêma
Rojhilata navîn di şerekî mezhebî derbas dibe. KDP ê jî xwe tevlî vî şerî kir û
di biloka Sunî cihê girt li aliyekî dî şerê li DAİŞ kir bin xizmeta
desthilatdariya xwe û hewra kire dewletê navnetwî ji bo alÎkariya wan bike.
PDK ê heya jê tê ji desthilatdarî radestî kesekî din nake û
hemû hêza xwe dike dewrê de ji bo guhartineke demokratîk li Başûr çê nebe.
Hewldide ku şoreşa Bakur û Rojava bi ser ne keve ji ber ku bi vî awayî dawiya
desthiladariya wan tê wekî ku diyar dibe PDK ê heya dawî wê girêdana xwe bi
dewletan derdor û navnetwî qut neke ji ber ku bi tena serê xwe nikare rojekî li
ser deshilatê bi mîne.
Amed Denîz
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info –
www.navendalekolin.com
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Hêz Ji Ku Derê TêAmed DenîzKürdistan Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info –
www.navendalekolin.com