No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

Rêveberê ENKS’ê Hemo: cihê YPG’ê di Efrînê de Nîne Jixwe Em Têdene

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A
Home Bölümler Haberler

03 Eylül 2018 Pazartesi Saat 09:20

NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Rêveberê ENKS`ê Abdulbasit Hemo, derbarê tevlîbûna QSD’ê ya operasyona İdlib û rizgarkirina Efrînê de axivî û îdea kir ku cihê QSD’ê an jî YPG’ê di Efrînê de nîne jixwe waye weke ENKS’ê xebat dimeşînin û piştî derketina Tirkiyê wê bikeve bin rêveberiya wan.

Endamê Rêveberê
Encumena Niştîmanê Kurdên Suriyê (ENKS) Abdulbasit Hemo ji televizyona
Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî Rûdaw Tv re
derbarê tevlîbûna QSD’ê ya operasyona Idlibê û rizgarkirina Efrînê de axivî. Hemo,
derbarê nîqaşên dê QSD tevlî operasyona Idlibê ya ji aliyê rejîmê ve pêk were
bibe an na de îdea kir ku dê QSD nikaribe tevlî bibe. Her wiha Hemo, pirsa
derbarê çalakiyên YPG/YPJ yên li ser Efrînê ku bi armanca rizgarkirina Efrînê
de jî bersivand, anî ziman ku bila YPG û QSD tenê bila herêmên Kobanê û Cizîrê
biparêzin, parastina Efrînê jî ji xwediyê Efrînê re bihêlin. 

Hemo weke rêveberên
din ên ENKS’ê careke din lixwe mikûr hatin ku ew bi komên çete yên girêdayên
dewleta tirk re bi hevkarî xebatê dimeşînin û niyeta xwe ya ji bo Efrînê jî bi
van peyvan anî ziman: “Bila YPG û QSD tenê Kobanê û Cizîrê biparêzin û
parastina Efrînê jî ji xwediyê wê re bihêlin. Jixwe heremên ku di bin parastina
Mertalê Firat û serweriya Tirkiyê de ne, wê di demên pêş de bibin heremên me.

Hemo bi vê
daxuyaniyê careke din niyet û helwesta ENKS’ê aşkere kir ku destê wan di
dagirkirina Efrînê de heye. Tevî ku ENKS’ê ewqas îxanet derbarê gelê Efrînê de
hate kirin jî niha hewildanên ENKS’ê li ser daxwaza Tirkiyê astengkirina
beşdarbûna QSD’ê ya ji bo operasyona Idlibê ketiye dewrê. 

Di demên cuda de bi riya ragihandê
rêveberên giştî yên ENKS’ê yên weke 
Fesla Yusif, Mihemed Îsmaîl jî nêrînên dişibin yê Hemo anîbûn ziman û
helwesta ENKS’ê ya ji bo Efrînê aşkere kiribûn.

Berê de jî çavkaniyên ji Efrînê ragihandibûn ku
endamên ENKS’ê malbat û kesên alîgirên PYD’ê nîşanê komên çeteyên dewleta tirk
didan û çeteyan jî van kesan direvandin û bi îşkenceyê ji malbata wan hezaran
dolar fidye dixwestin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Tags: araştırmacetedewletaEfrinENKSkurdiKurdishkurdistanLekolinTirkTurkishTürkiye
Share210Tweet131
Previous Post

Li Hemberî Hemû Tankên Erdogan Vîna Ku Li Ber Xwe Dide

Next Post

Ji Îstîxbarata çeteyên Efrînê ji endamên xwe re hişyarî: YPG hêza xwe mezin dike û tê

Lekolin

Lekolin

Next Post

Ji Îstîxbarata çeteyên Efrînê ji endamên xwe re hişyarî: YPG hêza xwe mezin dike û tê

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi