17 Ağustos 2018 Cuma Saat 07:59
Li Tirkiyê qriza aborî
ku rexmê demeke dirêj e tê jiyandin lê belê piştî zêdebûna rêjeya dolarê
ber bi çav bû û bû rojeva bingehîn hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê civakî û
hem jî aliyê polîtikayên derve ve wê encamên cidî derxînê holê. Her çiqas
Erdoganê faşît û dîktatör vê pêvajoyê bi zext, ambargo û polîtîkayên hêzên
derve yên li ser Tirkiyê girê bide jî rastî ne wisa ye. Wekî çavkaniya hemû
pirsgirêkên li Tirkiyê çavkanî û sedema bingehîn a qrîza aboriyê jî pirsgirêka
Kurd û şerê nîjadkûj a li Kurdistanê te meşandin e. Mirov dikare hin alî û
sedemên qrîza aboriyê wisa bi rêz bike:
Aboriya şer: Ji sala 2013’an û vir ve devleta Tirk di
çerçoveya biryarên ku bi armanca tunekirina Tevgera me girtibû de di qada
leşkerî de xerçkirin û razemeniyên mezin ku budçeya xwe derbas dike, kir. Îsal
di budçeya navendî de ji bo saziyên ewlekarî û parastinê 64 mîlyar û 306 mîlyon
û 50 hezar TL pere veqetand. Bi taybet jî budçeya ji bo dagirkirina Efrînê ji
ber dirêjkirina şer 1 mîlyarê derbas kir û gihaşt navbera 3-5 mîlyar. Ev jî
aborîya wê felç dike û ber bi deyngdariya ji derve dibe. Her wiha li Rojava û Başur Kurdistanê ji bo ku DAÎŞ,
OSO û çeteyen weki wana li hemberî me bide şerkirin pir zêde pere bi kar
anîn.
Hêviya xwe ji pereyê
germ anîn : Dema DYA di sala 2008’an de qrîz jiyan kir, dest bi bernameya
girtina hebûnê kir, ev jî li hemû cîhanê zêdebûna dolarê bi xwe re anî. Ev rewş
li Tirkiyê jî hate jiyandin. Şîrketan derfeta dowîzên erzan bi kar anî û bê
hesap ketin bin deynan. Dema nirxê dowîzê guherî şîrket ketin nava qeyranekî.
Ji aliyê din ve berê xwe dan pereyê germ ên welatên kendavê. Desthilatdariya
heyî ji bo çeteyan pereyan xerç kir. Hin dewletên ku ji vê aciz bûn dayîna
pereyan sekinandin. Tirkiye ya ku difikirî wê karibe ji binê vê yekê derkeve,
bi encamekî berovajiyê vê ve rû bi rû ma.
Aboriya Betonê: Pereyên ku weke deyn ji derve hatibû girtin,
ji bo sektora avasaziyê ku îstîhdam û nirxê tevlîbûnê ya wê kêm e, hate
xerckirin. Şîrketên ku alîgirên hikumetê ne di vê demê de li pey rantê beziyan.
Rexmê ku nîşaneyên aboriyê mezin dibû jî gel ji vê bê par ma û bêkarî hîn
zêdetir bû. AKP ya ku nikaribû pergaleke aboriya xwe dispêre hilberînê pêş
bixe, çêkirina rê, nexweşxane, bendav, TOKÎ û hwd. wekî karên kiriye propaganda
kir, lê belê ev hemû li Kurdistanê wekî aliyeke şerê qirêj derketin pêşberî me.
Bi taybet jî bajarên wekî Şirnex, Nisebîn, Sûr û Cizîr ên ku berxwedaniya
xwerêvebiriyê li wan deran pêş ket de malên gel bi temamî hatin xerabkirin, li
şûna wê bi destê TOKİ’yê xwestin çanda heyî tune bikin.
Serfkarî û xerckirin her tim hate teşwîqkirin: Dema ABD
faîzan zêde kir, pereyên germ hêdî hêdî ji Tirkiyê derket. Di encama vê de TL
nirxê xwe wenda kir. Lê belê rexmê ve ji ber hin hincetên siyasî û civakî xerckirin
hate teşwîqkirin. Ev xerckirina zêde tevî xwe girêdanbûneke ji derve anî û zêde
kir.
Biyaniyan zava naeciband: Di pêvajoya ku qeyrana aboriyê
dihat jiyandin de zavayê Erdoğan, Berat Albayrak anîn rêvebiriya aboriyê.
Albayrak got wê Bankaya Navendî serbixwe be, lê belê rexmê vê ne qeyrana
aboriyê rawestiya ne jî belavbûna tifaqa bi sermayeya kurevî ku bi salan e tê
meşandin, hate astengkirin.
HEWLDANÊN RİZGARBÛNA Jİ KAOSÊ
Civîna Aboriyê ya li Beştepeyê: Piştî ku dolar gihaşt rêjeya
4.30’an serokomarê Tirk Erdoğan li Beştepeyê di 11’ê Gulanê de bi Lijneya
Koordinasyona Aboriyê civînek li dar xist. Di vê civînê de ji bo daxistina
dolarê û zindîbûna aboriyê hin biryar hatin girtin. Hin ji van biryarên ku
hatine girtin ev in
– Bankaya
Navendî wê hemû amûrên di destê xwe de bi kar bîne.
– Wê ji
derveyî welat fon were dîtin, piştgiriyên nû ji kredîyan ve were dayîn.
– Ji vesazî û
aştiya Îmarê 60 mîlyar dahatî were bidestxistin.
– Bankayên
cemaweriyê (kamû) wê hêsanî ji bo krediyên gayrîmenkul kredilerine çêbike.
– Wê Xazîne
piştgirî bide fonên sektora taybet.
– Ji dîsîplîna
darayî ti carî tawîz neyê dayîn.
Lê belê rexmê van hemû biryaran jî bilindbûna rêjeya dolarê û
qeyrana aboriyê nehat astengkirin. Dolar nêzî 7 TL’yê bû. Li hemberî vê Berat
Albayrak derket pêşberî çapemeniyê û got ew ê “Plana Aksiyonê pêk bînin. Lê
belê ev jî herareta di aboriyê de danexist.
Sedemên bilindbûna rêjeya dolarê: Rêjeya dolarê ku di Tebaxa
2013’an de 1.90 TL bû, di nava 5 salan de bi awayekî rêkûpêk bilind bû. Ji sersalê
û vir ve TL ji sedî 30 nirx wenda kir. Ligel vê bûyerên siyasî û civakî jî di
bilindbûna dolarê de rasterast bandor kir. Li Tirkiyê bûyerên ku bawerî nede
sermayedarên biyanî hate jiyandin. Gengeşiya ku ji ber îadenekirina Rahip
Brunson ve bi DYA’yê ve tê jiyankirin, rê li ber vedike ku bilindbûna dolarê
berdewam bike. Gotinên ambargo yên
DYA’yê, ambargoyên tedbîrgirtina sembolîk ên li ser Abdulhamît Gul û Suleyman
Soylû danîne sermayedaran ditirsîne. Ev jî rê li ber digire ku dowîz bikevin Tirkiyê.
ENCAMÊN WÊ DERKEVİN HOLÊ
Encamên Aborî:
– Aboriya Tirkiyê
wendabûneke cidî ya baweriyê jiyan kir.
– Wê enflasyon
hîn jî zêde bibe
– Wê gelek
kargeh û fabrîka werin girtin.
– Wê bêkarî
zêde bibe
– Wê bac werin
zêdekirin, zamên nû werin danîn.
Encamên Civakî:
– Bi zêdebûna
bêkariyê ve hêza kirînê ya gel wê kêm bibe
– Pirsgirêkên
civakî wê hîn zêde bibin
– Ji qrîza
aboriyê herî zêde wê jin û ciwan bandor bibin
– Civak wê
rêyên rizgarbûna ji rewşa heyî bigere, lew re dibe ku tevgerên nû yên civakî
pêş bikevin.
Encamên Siyasî:
– Di
nijadkujiya Kurd de ısrara desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, wê wan di
polîtîkaya derve de bixe nava xitmandinekê.
– Li hemberî
desthilatdariya heyî wê di civakê de bêbawerbûneke cidî pêş bikeve.
– Desthilatdarî
wê qrîza aboriyê wekî hincet nîşan bide û di aboriyê de jî derbasî Rewşa Awarte
bibe, polîtîkayên tund esas bigire.
– Bêîstîkrara
siyasî wê pêş bikeve, di siyasetê de lêgerînên nû were rojevê.
– Li ser gelê
Kurd û PKK wê êrîş û zext zêde bibe.
Weke encam di rewşa heyî de desthilatdariya faşîst a
AKP-MHP’ê lawaztir bûye.
 
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html