12 Mayıs 2012 Cumartesi Saat 17:48
Di civaka Kurd de ji ber hîma civakê xwe dispêre civaka xwezayî û pêkhateya wê ya zihniyetê jî dispêre çanda xwedavendiyê li gorî civakên din tê dîtin ku roleke diyarkirî dilîze. Her çiqasî Kurdistan parveyî parçeyan kiribin jî û dibin siya navendên îxtîdarên cihê de dijîn jî, lê Jina Kurd ku welatparêzî û berxwedanvanî di rastiya wê ya cewherîn de heye, vê rastiya xwe her tim diparêze. Dîroka Başûrê Kurdistanê yek ji parçeyeke Kurdistanê ya êş û azar, komkujî, şerên bêdawî tu car lê bi dawî nebûye ye. Keçeke Kurd a bi kesayeteke asê û berxwedêr tê naskirin, li ser zar û zimanan Leyla Qasim mora xwe li tekoşîna netewa Kurd dide. Lê her zarokeke Kurd bi gotina çîrokên berxwedana Leyla Qasim a tifkirina rûyê kujêrê xwe, radestî qebûl nekiriye, di encama îşkenceya ku li ser hatiye kirin de di lingê wê de ew birîna vebûye li rûxmê kêra bi xwê di deynin ser birîna wê jî, yek gotin ji devê dernakeve, mezin dibin. Leyla Qasima ku bi awayeke çalak di tekoşîna li dijî mêtîngeriya Erep de cih digire, bi vê helwesta xwe ya bi rûmet û wêrek dibe qehremana pêşeng a berxwedana jina Kurd.
Dîrok, bi berxwedanên jina Kurd rojane kirinê re/nûkirinê re xwe dûbare dike. Ya rast a dûbare dibe û naveroka wê qet naguhere ruhê welatparêziya jinê ango bi taybet jina Kurd û berxwedaniya wê ye. Di hemû raperîn, tekoşîn û serhildanên gelê Kurd de Jina Kurd tim roleke birûmet û biwêrek lîstiye û wê bilîze jî. Di dîroka tekoşîna gelê Kurd de jin him bûye sembola welatperweriyê, him jî weke zayendeke di her aliyekî de tê mêtîngehkirin, bi xwe kirina mertal û parêzvanên çanda xwendavenda dayik li dijî zihniyeta mêrê hîlebaz û derewker re tekoşîna xwe berz kiriye. Eger tekoşîna mêrê Kurd di aliyek de hatibe meşandin, tekoşîna jina Kurd bi awayeke dijwar di her wateyê de çêbûye. Lewra jî çîrokên jinên qehreman ên Kurd yên bi nav û bê nav ên li her parçeyê Kurdistanê çêbûye weke deynekî dibînin ku bi sedema şahadeta Leyla Qasim parve bikin Di dîroka sedsala 17’an de li Rojhilatê Kurdistanê di Keleha Dimdimê de di bin pêşengiya Kurdan de berxwedaneke mezin tê destpêkirin. Jin bi welatperwerî, hezkirina xwe ya ji welat re û bi ruhê serbixwebûnê re di vê berxwedaniyê de roleke pir girîng dilîze. Di berxwedaniya Keleha Dimdimê ya di sala 1608-1610’an de hate jiyî de li ser fedekarî û wêrekiya jina Kurd a di wê berxwedaniyê de jiyan kiriye de bi dehan destan, stran, roman û berhemên wêjeyî hatine nivîsandin. Dema di Keleha Dimdimê de, hêzên Şah Ebbas ji bo kelehê bixin destê xwe hatin ber deriyê Kelehê jinên Kurd bi helwesteke birûmet li dewsa ketina destê dijmin, xwe ji sûrên kelehê davêjin yan jî bi vexwarina jehrê re dawî li jiyana xwe tînin. Kurd di dawiya şer de têk çûyîbin jî tam piştî 6 salan ji yek hevserên Emîr Xan jineke Kurd a binavê Zadîre Xanim vê kelehê carek din bidest dixe. Xanima Zadîre bi hêzeke hezar kesî re ji bo parastina keleha Dimdimê tevlî hêzên Çengzerîn dibe.
DI RUHÊ JINA KURD BERXWEDANÎ
Berxwedanî û wêrekî di ruhê jina Kurd de heye û bûye nasnameya wê. Lewra jî ne tenê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê berxwedaniya jina Kurd di Bakûrê Kurdistanê de jî di her qadeke tekoşînê ya li dijî hêzên mêtîngeh û dagirker, tevahî hêzên emperyalîst de hatine meşandin de jî ref girtine. Lewra em serpêhatiya Fatoya Reş (Kara Fatma) a weke ‘Şêra Kurdistanê’ ji aliyê hêzên biyanî ve hatiye binavkirin bi were parve bikin: Fatoya Reş jineke Kurd a Mereşiye. Di sala 1854’an de bi sêsed siwariyên xwe re diçe paytexta Osmaniyan Stembolê. Derdikeve pêşberê padîşahê Osmaniyan û dide xuyakirin ku amadene li dijî artêşên Rûsan şer bikin. Fatoya Reş ji ber sekna xwe ya otorîter, serwer û şerker rojnameyeke Alman a wê demê wê ya wisan dide naskirin “Şêra Kurdistanê Fatoya Reş li Stenbolê ye . Di gelek berheman de Fatoya Reş ji ber şerkeriya xwe weke Fatmaya Amazonî jî tê binavkirin. Di gelek pirtûkan de tê nivîsandin ku di salên 1877-1878’an de Fatoya Reş tevlî şerên di navbera Rûs-Osmaniyan de dibe û nêzî 500 leşkerên xwe rê dike Qers û Erziromê.
CEWHER Û RUHÊ TÊKOŞÎNÊ EYNIYE
Rêbaza tekoşîna her jineke Kurd cihê jî be, cewher û ruh eyniye. Çi di têkoşîna li dijî Îskenderê mezin de berxwedanî û şerkeriya jinên Kurd ên bijare, çi jî li hember hemû hêzên mêtînger û dagirker ên emperyalîst ên sedsala 20’an de dibe, her timî bi comerdane zanîne di refên herî pêş ên şer de cihekî diyarker bilîzin. Ku weke tê zanîn ji xwe ev ji bo tevahiya Gelê Kurd dibe sedsala raperîn û berxwedaniyên mezin. Ev rastî herî zêde ji bo jina Kurd derbasdar e. Mîna di berxwedaniyên din de jî bûye di vir de jî jina Kurd roleke sereke di raperînan de dilîze. Kesayeta jina Kurd a birûmet û berxwedêr karekter û rengê raperînan jî bandor dike. Jina Kurd di destê xwede çek, mil daye milê mêrên Kurd û di eniyê de bi awayeke qehremanî têkoşiya ye li dijî sîstema desthilatdar. Di van şeran de jî ji bo jin nekevin destê dijminê xwe, bihezaran jin xwe ji zinaran avêtine û xwe di ber avên gur de berdane. Ên ketine dest jî, li gel îşkenceyên pir mezin li wan hatine kirin jî, tu car radest nebûne û bûne xwediyê helwesteke hêjayî nasnameya xwe. Di raperîna Agiriyê de Xanima Gulnaz, li Amedê Perîxan, li Dêrsimê Besê û Zarîfeyan, li Başûrê Kurdistanê jî Leyla Qasiman berxwedanên azadiyê yên mirêsdar ên li dijî pergala mêtînger a nêr ku faşîst bûnene. Raperîna Dêrsimê ku bi berxwedaniya jinê derdikeve pêş bi hezaran efsaneyên jinên berxwedanvan ên mîna Besê û Zarîfeyan tijeye.
TIRSA LI HEMBER JINA KURD
Di raperîna Dêrsimê de, tê behs kirin ku 1500 keçên ciwan ji bo nekevin destê dijminê hov xwe avêtine avê, xwe di zinaran de avêtine û xwe avêtine nava agir şewitandine. Ji bo raperînên Kurdan bi çewisîne, Moltke yê di artêşa Tirk de cih digire di der barê jinên Kurd de wiha dibêje: “Heta jinan jî gule berdan ser nîzamiye yê. Jineke Kurd leşkerek bi xencerê kuşt . Di vir de eşkereye ku li hemberî wêrekî û berxwedêriya wê matmayî dimîne.
EFSANEYA BESÊ
Em serpêhatiya jina Kurd a di raperîna Dêrsimê de weke qehreman û pêşenga pişt perdê binav dikin ji nêz ve nas bikin. Besê, hevsera Seyît Rizayê ku yek ji navên pêşeng ên raperîna Dêrsimê ye. Besê, di raperînê de bi hêza xwe ya cewherî, ji xwe bawerbûnê, welatperweriyê û biryardariya xwe rol dilîze. Li Dêrsimê dibe efsane. Di çapemeniya Tirk de weke navê pişt perdeyê ya raperîna Dêrsimê tê binavkirin. Besê pir fedekar û şerker e. Di heman demê de pisporê bikaranîna çekê jî ye. Besê heta guleya xwe ya dawî şer dike. Rojnamevan Barbaros Baykara, di pirtûka xwe ya li ser raperîna Dêrsimê de wiha behs dike “Jineke çavnetirs û heta dawiyê berxwedêr bû . Besê di zinarên Keçi Sekmezan de bi kulmek mirov re, li dijî leşkerên bi qasî artêşekî, a herî girîngtirîn jî li dijî firokeyên ji ezmanan mirin dibarandin heta guleya xwe ya dawî şer kiriye, dide diyarkirin. Dema ku guleyên wê xilas dibe, ew leşkerên ku nêzî Besê dibin, Besê kevir difirîne ser wan. Kêliya ku fêm dike wê zindî bikeve dest, qîr dike dibêje ‘hun nikarin min zindî bigrin’ û xwe di latê de diavêje. Bi vî awayî Besê, dibe kulîlka zinar ê. Besê êdî, dibe pêşenga kevneşopa xwe ji zinaran avêtinê ya jina Kurd.
Me got berxwedana jina Kurd a bêhempa weke di dîrokê de xwe weke keziyekî dihone. Her girêkek keziyê çîroka berxwedêreke jina Kurd vedibêje. Girêkekî din jî a vê keziyê Zarîfe ye. Zarîfe jî jineke Kurd a di raperîna Koçgiriyê de cî digire ye. Hevsera pêşengê raperîna Koçgiriyê Elîşêr e. Zarîfe jî mîna Besê şerker e. Bi girêdaniya xwe ya biçeka xwe ve tê naskirin û çeka xwe jî weke parçeyekî ji xwe her timî li gel xwe radike. Têkiliya wê bi Elîşer re rêhevalane ye. Weke heval xîtabê hev dikin. Di bûyera kuştina Elîşer ji aliyê Reyber ve de çeka xwe berbi yekî xayîn ve dike û dikuje. Li gel vê Zarîfe jî tê qetil kirin. Zarîfe ku keçeke Kurd a bênimûneye, bi bejna xwe ya dirêj, pêkhateya xwe ya riko û asê, bi sekna xwe ya esîl ve tam keçeke Kurd e.
Berxwedanî, wêrekî û şerkeriya jina Kurd bi Zarifeyan jî bi dawî nebû. Îro ev kezî ji aliyê jinên PKK’yî ve her roj tê honandin.
Me çîroka çend jinên leheng ên Kurd bi were parve kir. Lê li Başûrê Kurdistanê çîroka evîndareke welatê xwe, sembola hezkirina rast û navê berxwedanê jineke bi navê Leyla Qasim ku îro bûye sembola welatperweriyê û berxwedanê heye.
ŞÊRA KEÇA TEMEN CIWAN LÊ DILÊ XWE MEZIN LÊDIXE LEYLA QASIM
Leyla Qasim, di sala 1952’an de li Kerkûkê tê dinê. Piştî dibistana seretayî û navîn ligel malbata xwe koçê Bexdayê dike. Leyla Qasima ku dibistana amadeyî li Bexdayê temam kir di temenê xweyê 20 salê de têkliya wê bi Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) re çêdibe û piştgiriyê dide vê rêxistinê. Leyla Qasim, di vê demê de biryara tevlîbûna pêşmergeyan dide. Dema Leyla Qasim tevlî pêşmergeyên PDK’ê dibe Kurd, bi taybet Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke pir nazik re derbas dibû. Di bahara 1974’ an de rejîma Bês li dijî Kurdan şer dide destpêkirin. Malbatên Kurd ji Bexdayê derdixe. Rejîma Iraqê bajarê Qeledizê bombebaran dike. Di encama bombebaranê de sê xwendevan jiyana xwe ji dest dide. Rejîma ku hîn li piştre Helepçeyê bombebaran kir bû sedema kuştina hinek mirovên bêguneh.
Li gorî agahiyên ne tam fermî di vê demê de Leyla, ji bo dengê gelê Kurd bigihînin cîhanê wezîfeya revandina balafirekî ji Leyla Qasim re tê dayîn. Lê ev çalakî bi serkeftî nabe. Leyla Qasim bi 4 hevalên xwe re di 24’ê Nîsana 1974’ an de tê girtin.
KEÇA KEDÊ BÛ
Mirovên bi kedê mezin dibin, mirovên bihêzin. Mirovên ji xwe bawerin. Her şaneyekî bedena xwe bi kedê dixemilînin. Lewra xwedî îradene. Tu zehmetî nikare wan têk bibe û li ser keda xwe mezin dibin. Bê pêwîstî bi hindek din bibînin dikarin her cûre xebatê bikin. Ji xwe baweriyeke cewherî ya bê dawî di kesayeta xwe de hildigrin. Leyla jî keça malbateke karker û welatperwer e. Malbateke bi keda xwe debara xwe û zarokên xwe dikeye. Him malbateke girîngiyê dide ser perwerdehiya zarokan him jî li gel perwerdê xebatên debara malê di nava komelkariyekî de didin meşandin. Çar xuşk-birayên Leylayê hene. Sebîhe, Selam, Sefa û salih. Tevî Leyla ev pênc xuşk bira ji bilî xwendinê kar jî dikin. Ji ber malbateke xîzane lewra pêwîstî heye di nava komelkariyek de tevbigerin. Jina berxwedêr di malbateke wiha giranbûha de bejn dide lewra esîl e.
KEÇEKE TÊGIHIŞTÎ Û HIŞMENDBÛ
Leyla zarokekî bi aqil û têgihiştîbû. Lewra Leyla hîn di temenekî pir biçûk de ew ciyewaziya di navbera keç û xortan de dibîne û li dijî vê di jiyana xwe de dibe xwedî helwest. Ango hîn di zarokatiya xwe de jî tu caran bendên cinsiyetparêziya civakî napejirîne. Vê ne tenê di gotin de di pratîka xwe de jî dide nîşan. Di wê baweriyê de ye ku keç û xort wekhevin, her du jî mirovin, hêza di mêr de di jin de jî heye û li dijî vê zêhniyetê heta dawiya jiyana xwe jî têdikoşe. Ma tevlîbûna Leyla ji pêşmergeyan re jî ne dihate wateya redkirina zêhniyeta mêr?
BEŞA SOSYOLOJIYÊ QEZENC DIKE
Leyla di zanîngeha bajarê mezin a Bexdayê de di para wêjeyê de ji bo beşa sosyolojiyê tê pejirandin. Di vir de jî pir eşkereye ku hezkirin û eleqeya Leylayê ji ronahîbûnê, ji pêşketinê re û ji zanistê re çi qasî heye. Hezkirineke bê dawî ya Leyla ji zanabûnê re, ji hişmendiyê re û analîzkirina civakê re heye. Lêgerînên wê yên di der barê civakê de bihêz dihêle ku Leyla ev beşa Sosyolojî ango civaknasiyê hilbijêre. Lewra dema tevlî pêşmergeyan dibe jî Leyla zêdetir li ser xebatên ronakbîriyê radiweste û bi vî awayî bi awayeke çalak û weke siyasetmedareke jin a Kurd di xwaze tekoşîna xwe di aliyê zihniyetê de û di dilê dijminê xwede bide. Ji lewra pirsgirêkan jî di aliyê zihniyetê de, bi aliyê wê yê propaganda digre dest.
DI 13’Ê GULANA 1974’AN DE TÊN DARVEKIRIN
Dema Keça Kurd û hevalên wê dibin darê darvekirinê daxwazeke Bêsiyan ji Leylayê çêdibe. Beriya ku Leyla were şehîd xistin dibêjin pêwîste tu ji ber ew tekoşîn û xebata li dijî me kiriye lêborînê ji Serokomarê Iraqê bi nivîsandina nameyekî bixwazî. Bêsiyan hewl didin ku di kêliya dawî ya jiyana Leyla de bêrûmetiyê û xiyanetê li ser ferz bikin. Leyla bêy du diliyê bijî û bê bersiv bimîne di heman kêliyê de helwesteke hêjayê jina Kurd a berxwedêr û wêrek dide nîşandan. Ango dilê dijminê xwe şad nake. Keça Kurd Leyla Qasim, bi nêrînek hişk û tifa ku avêt ser rûyê generalên Bêsî, wiha bersiva da wan:
“ Ger ku ez ji ber karekî ji vê cîhanê re dikim poşman bibim, tê wê wateyê ku ez zû dimirim bêy ku bikaribim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim û ger biryar be ez lêborînê ji hinekan bixwazim , ez lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwazim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kiriye . Û wiha berdewam dike: “Min bikûjin lê, vê rastiyê baş bizanin ku wê bikuştina min re bihezaran Kurd şiyar bibin. Ji ber ez di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim pir kêfxweş û şanazim . Dema Leyla dibin ber darê darvekirinê jina berxwedêr di kêliya bêhna xwe ya dawiyê de sirûda netewî ya Kurd “Ey reqîp dixwîne.
Lê ev berxwedanî, welatperwerî û wêrekî ne ya yekem bû di dîroka jina Kurd de ne jî dawî bû. Daxwaza Leyla Qasim îro di çiyayên Kurdistanê de û di her qadeke jiyanê de jina Kurd pêktîne û jinên PKK’yî dibin pêkhênerên vêya yên çalak. Û dibêjin bila tu car çavê te li paş nemîne Xwedavenda Axa zêrîn. Îro bi hezaran jinên Kurd di şopa te de û di oxira hezkirina te ya ji welatê zêrîn Kurdistanê de li hember sîstema mêrê derewker ango zihniyeta modernîteya kapîtalîst têdikoşin. Daxwaza te zêdebûna Leylayanbû. Îro ne yek Leyla bihezaran Leyla zêdebûn li ser axa zêrîn. Bila dilê te şad be, ji ber bi sedan jinên PKK’yî di oxira azadiya jin û têkoşîna neteweyî, nasnameyî û azadkirina WELATÊ xwede canê xwe didin, sing bising bi dijminê hov re têdikoşin. Di dîroka Kurdistanê de Leyla her timî çêbûne û wê her biçe zêdetir jî bibe. Em jî weke jinên di çiyayên Kurdistanê de li hember zihniyeta desthilatdar a mêr û hemû hêzên mêtîngehkar ên Kurdistanê dagir dikin bênavber têkoşîna xwe didomînin.
Ruhê Leyla li dijî êrişên li ser netewa Kurd bû, Ruhê Bêrîtan li dijî xiyanetkarên ku dixwazin Kurdan parçe bikin û birayê xwe bikûjin bû. Cewher yeke, her du jî ji bo neteweke demokratîk û bi nasname bû. Her du çalakî jî li dijî zêhniyeta mêr bû. Her wiha Leyla Kaplan, Zîlan, Ronahî û Bêrîvan, Semaya Yuce, Viyan Soran ku bû Leyla Qasima duyemîn di dîroka Başûrê Kurdistanê de û di kesayeta van de bi hezaran jinên şehîd ên Kurd hene. Îro jî Şîrîn Rojhilat û çar hevalên xwe ji ber li dijî xwedayên bêrehm ên sîstemê rawestiyan û tekoşîn ji bo sazkirina şoreşek nû ya Demokratîk di Îranê de canê xwe dan. Ango bi awayeke hovane hatin darvekirin. Belê dîrok dûbare dike, ji ber zihniyet hemane, dê dîrok jî dûbare bike. Leyla li Iraqê, Şîrîn û Rukena (Zeynep Celaliyan) ku agahî jê nayê girtin li Îranê cewherê tekoşîna wan yeke. Her sê dil jî azad û serhildêrin. Ji mirineke watedar natirsin. Lê her tim jî dibêjin em deyndarê gel û welatê xwe ne.
Di 13’ê Gulana 1974’an de rejîma Bêsî, Leyla û bi çar hevalên xwe re, di şefaqa 9’ê Gulana 2010’av de Şîlan û çar hevalên xwe hatin darvekirin…. Hem jî di roja dayîkê de dilê pênc dayîkên Kurd şewitandin. Li dewsa dayîk werin xelat kirin, di rojeke wisan de bi awayeke hovane, pênc zarokên Kurd ên li ber dilê dayîka xwe qetil kirin. Her wiha du bûyerên pir di şibin hev in. Dibe ku ji mirov re weke tesadûf were, lê ne tesadûfe.
Jinên PKK’yî soza tolhildanê di her wateyekî de dide we. Wê dirûşmeya me her timî “an ji yaneke Azad an jî mirineke watedar û bi rûmet be. Bi vê boneyê di sexsê Leyla Qasim û çar hevalên wê de, her wiha di şexsê Şîrîn Rojhilat û çar hevalên wê de di serî de hemû jinên qehreman ên Kurd û tevahî milîtanên di ber doza demokratîk kirina netewa Kurd de giyanê xwe ji destdane bibîrtînin û bangawaziya xwedî derketineke birûmet û hêjayê şehîdan li hemû gelê Kurd dikin. Divê sonda me sonda bibe çiqas tekoşîn û ked, ewqase azadî. Çi qas azadî ew qas mirina pergala desthildar a modernîteya kapîtalîst e.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info