No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

Tirkiye: “Em Giringî Nadin Daxuyaniya Wezareta Karê Derve Ya Iraqê”

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A
Home Bölümler Haberler

01 Temmuz 2019 Pazartesi Saat 11:44

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, li ser daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya hukumeta Iraqê ji bo qetliama Kortekê, Nunerê Iraqê li Enqerê vexwend û ragihand ku, ew giringiyê nadin daxuyaniya wezareta Karê Derve ya Iraqê. Hat zanîn ku Tirkiyê piştî vê daxuyaniyê jimarekî zêde leşker di bajarê Dihokê re derbasî baregeha leşkerî ya Siryê kiriye.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, li ser daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya
hukumeta Iraqê ji bo qetliama Kortekê, Nunerê Iraqê li Enqerê vexwend û
ragihand ku, ew giringiyê nadin daxuyaniya wezareta Karê Derve ya Iraqê. Her
wiha jêre gotine ku, diviyabu di daxuyaniya wezaretê de navê PKK’ê bi hatiba
gotin ne navê Tirkiye û qetilkirina xelkê sivîl.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Hezîranê de li çiyayê Kortekê yê
Bînarê Qendîl du wesayîtên sivîlan dema ji gund vedigeriyan bajêr hedef
girtibun. Di encamê de ji du malbatan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabun û 5
kes jî birîndar bibun. Di nava şehîd û birîndaran de jin û zarok jî hebun.
Wezareta Derve ya Iraqê ev qetliam şemezar kiribû û daxwaz ji Tirkiyê kiribu ku
êrişên xwe li ser sivîlan bide rawestandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hami Aksoy li ser daxuyaniya Wezareta
Iraqê daxuyanî da û ragihand ku wan Nunerê balyozxaneya Iraqê li Enqerê
vexwendiye û jêre ragihandiye ku, ew giringî nadin daxuyaniya Wezareta Derve û
wê Tirkiye li ser operasyona xwe ya li ser xaka Başur berdewam bike.

Hami Aksoy da zanîn, wan ji Nunerê Iraqê re ragihandiye ku daxuyaniya li
ser navê Wezareta Derve hatiye belavkirin û têde qala ziyan û qetlîama xelkê
sivîl kiriye, nayê qebul kirin.

 

Piştî Daxuyaniya Iraqê Leşker Di
Dihokê Re Derbasî Baregeha Sîryê Bun

Dewleta Tirk ya dagirker êrişek berfireh li ser xaka herêma Kurdistanê daye
dest pê kirin. Dewleta Tirkiyê li rexmê daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, du
roje bê navber hêz dikişîne herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk bi aşkirayî di 28’ê hezîranê de bi
karwanekî wesayîtên leşkerî yên barhilgir ku têde leşker û çekên giran hebun,
di bajarê Dihokê re derbazî baregeha leşkerî ya Girdê Biyê girêdayî Bêgova li
Zaxo kiriye.

Her wiha hat zanîn ku leşkerên Tirkiyê şeva 29’ê Hezîranê, bi helîkopteran
hejmarek leşker kişandine baregeha leşkerî ya Sîryê girêdayî Şêladizê li
Amêdiyê.

0

21

:” ”

:””

” “,

:” ”


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Piştî Daxuyaniya Iraqê Leşker Di
Dihokê Re Derbasî Baregeha Sîryê BunNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Tags: araştırmaIraqkurdiKurdishkurdistanLekolinTIRKIYETurkishTürkiye
Share201Tweet126
Previous Post

Göç, zoraki iskân ve Kürdistan’daki demografik yapının değiştirilmesi-5

Next Post

Halk İnisiyatifi Gerilla Mezarlığına Saldırıya İlişkin Çağrı

Lekolin

Lekolin

Next Post

Halk İnisiyatifi Gerilla Mezarlığına Saldırıya İlişkin Çağrı

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi