08 Ekim 2018 Pazartesi Saat 09:39
Di dîroka
avabûna rejîma Sûriyê heta niha desthiladar kîjan partî û rêxistin be bila
bibe, zexta li ser civakê her hebûye û îro jî berdewam dike.
Erdnigariya
Sûriyê di demên pir dirêj de bûye navenda pevçûnên hem xwecihî û hem jî
navdewletî. Erdingariya Sûriyê demeke dirêj di bin dagirkeriya Osmaniyan de
maye, her wiha piştî wê dibin
dagirkeriya Fransiyan nêzî 26 salan ma, di van
deman de bêguman gelê li Sûriyê her di nava hewildana serxwebûna xwe de bûn û gelek fermandarên kurd û ereb serkêşiya van serhildanan kirine. Ji bo derxistina Fransa
ji Sûriyê û parastina yekîtiya Sûriyê weke Ibrahîm Henano ku bi eslê xwe Kurde,
her wiha Ebu
Fîras Elhemedanî û gelek serfermandarên din şer li
dijî Fransayê meşandin. Piştî ku Firansa di sala 1946’an de ji Sûriyê li ser
biryara Meclîsa Ewlekarî ya navnetewî xwe kişand, gelê Sûriyê roja serxwebûnê di 17 nîsana 1946’an de ragihand û di 7 nîsana 1947’an de Partiya Baas hat ragihandin. Piştî
demek ji nakokî û pevçûnên hindurîn ku demek dirêj li ber xwe da, heta sala
1974’an dewamkirin, bi pêşengtiya Hafiz El-Esed sererastikirin hat kirin. Hafiz El-Esed hat ser
destshilatdariya li Sûriyê. Heta sala
2000’î hukmê wî dewam kir, piştî ku çû ser dilovaniya xwe, lawê wî Beşar El-Esed
hukum dewr girt.
Nêzîkatiyên Li
Beramberê Kurdan Di Dema Rejîma Baas de
Piştî şerê
Tişrîn ya sala 1973’ an de jî şerê Cotmehê carek din rejîma Baas bi hêz
bû. Ligel rolek girîng a Kurdan di wî şerî
de hebû û gelek fermandarên Kurd ew şer bi rêk û pêk birêve
dibirin, di nava rejîma nû de nehiştin Kurd cih bigirin
û kurdên cih digirtin jî tenê ji bo di mijarên şer û pêvçûnan de bikar bînin
bû.
Li gorî
serjimartina Rêjîmê hejmara Kurdan di Sûriyê de nêzî 3 milyonî ye, lê ew 3 milyon
ji ber ku rejîma Baas îhmal kirin,
an jî bi çavekê koçber li wan dinêrtin, heta sala 2016’an
bê nasname hiştibûn.
Her ku diçû nêzîkatiyên Rêjîma Baas ji bo kurdan xirabtir dibû û
zexteke siyasî di aliyekî de, di aliyekî din de jî siyaseta asîmilekirinê û
koçberkirinê ji gundan ber bi bajaran ve da meşandin. Her wiha bi gelek rêbazan xebat kir ku kurdên li Rojavayê Kurdistanê dijîn di
nava Ereban de bi cih kirin da ku zimanê wan yê heyî bihelîne. Li Rojavayê Kurdistanê hin Girên stratejîk û dîrokî hene,
piraniya wan giran dîroka kurdan dide
nasîn, rejîma Sûrî ew giren heyî piranî malbatên Ereb
li derdora wan bi cih kirin û malbatên kurdan hejmarekî pir kêm li wan deran
hiştin, bi vî rengî û bi awayekî xwezayî malbatên kurd jî piştî demek di nava wan malbatên ereb yê hejmara wan
zêde de asîmle dibûn û zimanê xwe
ku beşek esasî ji çanda wan bihelandin. Heman
demê de di sala 1962 beriya hukumê Hafiz El-Esed projeya ‘Kembera Ereban’ pêşxistin, li seranserî Sînor gundên Kurdan
vala kirin û radestî Ereban kirin, ji wan re dibêjin Erebên ‘’Megmurî’’. Di
aliyekî din de hemî siyasetmedarên ku dawa doza kurdî dikirin, digrtin û di zindanan de di
îşkencê re derbas dikirin, û hin ji wan di
bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest didan.
Herî dawî bi
giştî ew kiryarên ku di derheqê kurdan de kirine, di sala 2004’an de bi
destê hin alîgirên xwe û dema ku maça Fotbulê li qamişlo dihat li dar xistin,
êrîşek birin ser kurdan û nêzî 20 kes ji kurdan şehîd xistin, di dema ku şer li
dijî kurdan meşandin li Qamşlo bi armanca ku kurd di kurdîtiya xwe de israr
dikin û dev ji kurdiniya xwe bernadine. Herwiha gelek kiryarên din dane
meşandin. Lê ruxmî zoredestiya
rejîma Baas li ser Kurdan, kurdan
bingehekî rêxistinî di nava herêmên kurdî de çêbike, her çiqasî di astekî
sînordar de be jî bingehek avakirin.
Agirê 2011’an
‘Bihara Gelan’
Ne tenê li
herêmên kurdan, li herêmên hundurê Sûrî ’’daxil elsûrî’’ de jî li beranberî
desthilata rejîma Baas serîhildana gel li bajarê ‘’Hema’’ çêbû, di sala 1982 gelê li Hema yê li dijî, hewil dan ku siyaseta rejîma Baas protesto bikin, lê di wê demê de rastî êrîşek tund a rejîma Esed hat, û di encamê de gelek balafir hildan
ser bajar û bajar bi giştî ne be jî, lê piraniya bajar bi erdê re kir yek û rûxand. Piştî 29 sal ji vê bûyerê ango ji sala 1982 heta sala 2011’an car din ev agir
ji nüve li Dera’yê pêket, gelê li Dera’yê her weke Hema’yê dest bi meşên li
dijî rêjîmê rabûn ser piyan, û daxwaza hilewşandina rejîma heyî kirin, her
çendî li rastî êrişan hat jî, lê agirê Dera derasî qadên din jî bu û her ku çû fireh bû, û li tevahî bajarên din
belav bû.
Rewşa Kurdan
Di 2011’an de
Piştî demek ew meş û çalakî
vergeriyan şerê çekdarî, hin giropan weke
navê Artêşa Azad li xwe kirin û îlan kirin ku wê li dijî rejîma sûrî şer bide
meşandin, û her wiha ji bilî
Artêşa Azad gelek kom û taborên din jî hatin avakirin, bi demê re ev hêz bi
giranî belavbûn û wergeriyan hêzên îslamî yê radîkal, lê Kurd tevlî tu hêz ji
wan nebûn, ilan kirin ku wê xeta sêyemîn a netewa demokratîk esas ji bo xwe bigrin,
dest bi avakirina yekîneyên xwe yê leşkerî kirin û di encamê
de ( YPG
û YPJ ) Yekîneyên Parastina Gel
û jin di sala 2012’an de avakirin, li gelek herêmên
kurdan li dijî rejîma sûrî û giropên
islamî şerkirin û herêmên weke Cizîr, Koban û efrîn xistin bin kontrola xwe.
Her çendî Rêjîma Sûrî ji vê yekê ne razî bu jî, lê di heman demê de nedixwest ku deriyê şerê kurdan li dijî xwe berfireh bike, ji ber wê jî bi
balafiran li YPG û YPJê neda, eger
mirov hin bihtir bîne ser ziman mirov dikare bêje ku rejîma Sûrî kurd weke ku
‘’ di xizmeta wan de şerdikin, û dawiyê de wê herêman radestî wan bikin’’
fam kiribû, lê piştre rejîma Sûrî lê hay bû ku kurdên ku şer dikin, her diçe sîstemek li dijî dewletbûnê avadikin, û rêveberiyê xwe yê serbxwe avadikin.
Piştî demek ji
şerê li Sûrî û mudaxeleyên ku ji derva
hatin kirin, weke Rûsya ku piştgirya Rêjîma Sûrî kir, her weha Emerîka
Piştgiriya Kurdan piştî şerê Kobanê kir, û Turkiyê piştî piştgiriya wê ji DAIŞê û windakirin, êdî dest avêt girobên çekdar yên li sûrî û opozisyona Sûrî xist hembêza xwe, bi giştî rewşa leşkerî û siyasî hat guhartin
û derbasî pêvajoyek din bu ku, êdî Sûrî wek şerê Cîhanê Sêyemîn tê bi nav
kirin.
Rejîma Sûrî bi
alîkariya Rûsan piranî herêm vegerandin bin serweriya xwe, hêzên kurd bakur
rojhilatê Firatê û Minbc û Til Rifet di dest de ma piştî
dagirkirina Efrîn ji aliyê Çeteyên Turkiyê ve, êdî 2 hêzên sereke yên li ser
erdingariya Sûrî hakimin dimînin, ji wan Rêjîma Sûrî bi hevkariya Rûsan, hêzên
Kurd bi hevkariya koalisyona navnetewî, ji ber wê jî gelek caran rejîma Sûrî gef li Kurdan dan ku herêmên di bin destê wan de radestî rejîma Sûrî bike,
lê piştî vala derketina hewildanên wan, êdî mecbure ku vegere ji nüve daxuyanî bide û bangewazî kurdan bike ku hevdîtin bi
rengekî aştyane bidin meşandin, her
wekî din hin rayedarên Sûrî daxuyanî di heman demê de belav kirin ku ew wê
amadebin ku mafê kurdan yê çandî
rewa bibînin û zimanê kurdî fermî derbasî dibistanên xwe bikin. Hêzên kurd
vê yekê tenê qebûl nakin û dewa Federaliya Bakurî Sûriyê dikin ku gelek gav têde avêtine.
Di demên dawiyê de şandeyek ji kurdan çun
şamê Paytexta Sûrî bi rayaadarên hukumeta Sûrî re hevdîtin pêk anîn, encamê
hevdîtinan bi giştî di aliyê xizmetkariyê li gor hatî gotin hatiye nîqaşkirin.
Niha Rojeva
Sereke Idlibe
Niha mijara
Idlib mijara herî sereke a di rojeva hemû hêzên Sûrî de ye, her çiqas
hewildanekî ji bo rizgarkirina wê ji komên OSO hebe jî, lê hevpeymanekî net li holê nîne. Gor tê xuyakirin ku motora ku
Rêjîma Sûrî diherikîne’’Rus’’ û dewleta Turkiyê tam li ser mijarê
lihevnekirine, Rûsiya ji bo ku têkiliyên xwe û Turkan xera neke ji ber ku komên
girêdayî Tûrkiyê li wir hene, bi rengekî îdareker nêzîk dibe, herwiha hêzên koalisyona
navnetewî li beranberî wê bêdengiyekî jiyan dikin, herî dawî di encama civîna
di navbera Filadîmên Potîn û Erdogan de birayar hatiye dayîn li wê herêmê, bibe herêma bê
çek, lê komên OSO yên ku di herêmê
de ne nerazîbûna xwe nîşandidin, û
dibêjin ku wê heta dawiyê çek deynenin û wê li dijî rejîma Sûrî şerbikin, wer xuya dike ku di navbera komên
OSO û Erdogan de nakokî destpêdikin û ne dûre ku Erdogan wan bifroşe.
Ji bo rejîma Sûrî jî ji bo deriyên şer li xwe veneke bi rengekî îdareker nêzî
herêmên bakûrî Sûriyê dibe, heta ku
rewşa Idlib zelal dibe, lê li gorî hin rayedarên wan ku wê rêveberiya xweser
fermî qebûl bikin. Lê di gotegotan de diyar dibe ku sûriyê hîn şer bi dawî
nebûye û şerên giran hîna jî wê hebin.
Bêrî Med
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Bêrî Med