• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

300 Parêzerên İraqî Dê Di Qada Navneteweyî De Ocalan Biparêzin

15 Mart 2020

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025

Yeni Ortadoğu’nun Kalıcı Kaos Düzeni ve Stratejinin Temel Ayakları

21 Haziran 2025
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
No Result
View All Result
Home Bölümler Basından Seçmeler

300 Parêzerên İraqî Dê Di Qada Navneteweyî De Ocalan Biparêzin

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Basından Seçmeler
Reading Time: 3 mins read
A A

08 Ağustos 2011 Pazartesi Saat 15:50

Li Iraqê 300 parêzeran ji bo ku di qada navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biparêzin xebat dane destpêkirin.

Li Iraqê 300 parêzeran ji bo ku di qada navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biparêzin xebat dane destpêkirin. Di vê çorçoveyê de 3 parêzerên ku hatin Tirkiyeyê ji parêzerên Ocalan wekalet girtin û vegeriyan Iraqê.

Parêzerên ku di qada navneteweyî de Rêberê Gelê Abdullah Ocalan biparêzin û ji bo vê jî wekaletê bigirin zêde dibin. Herî dawî li Iraqê 3 parêzer hatin û ji parêzerên Ocalan wekalet girtin. Serokê Komîsyona Şewirmendiya Hiqûqnasên Navneteweyî yê Iraqê û Serokê Cemiyeta Hiqûqnasên Serbixwe yê Iraqê ku 12 hezar endamên wan hene Sufian Abbas, Sekretera Cemiyeta Hiqûqnasên Serbixwe Serap Kamel, û parêzer Fahriye Tawfîk dê wekaleta Ocalan bidin 300 hiqûqnasên iraqî û li İraqê xebatê bidin destpêkirin.

‘Parastina Ocalan ji me rûmet e’

Der barê mijarê de Sufian Abbas got ku ew par bi 300 hiqûqnasan re ji bo parastina Ocalan bûne dildar û li ser navê hiqûqnasan hatine serdana parêzerên Ocalan. Abbas diyar kir ku ew ê wekaletê bidin 300 parêzerên iraqî û wiha berdewam kir: “Parastina birêz Ocalan ji bo me rumeteke mezin e. Ji ber ku mafên wî bi peymanên navneteweyî di bin ewlehiyê de ye. Ev maf tu caran nikare bê astengkirin. Em li gorî hiqûqa navneteweyî mafê parastinê digirin ser xwe. Em ê ji bo ku li Iraqi hiqûqnasên din jî wekaleta Ocalan bigirin bixebitin.”

Abbas destnişan kir ku ew ê ji bo ku Ocalan ji nû ve bê darizandin serlêdanê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku sûcên ku têne kirin siyasî bûn. Di girtina birêz Ocalan û darizandina wî de peymana NY’ê ya mafên mirovan hate binpêkirin. Em dixwazin daraza tirk daxwazên me yên rewa û serlêdana me bibersivîne.”

‘Em ê ji bo ku Ocalan bê berdan bixebitin’

Abbas da zanîn ku ew li Iraqê ji bo doza Ocalan raya giştî ava dikin û ji ber ku Ocalan dema darizandinê de rasti neheqiyê hatiye ew bûne dildar. Abbas got ku li Iraqî bi dehan hiqûqnas piştgiriyê didin xebatên wan û ew ê ji bo serbestberdana Ocalan bixebitin.

‘Rêberekî neteweyî ye’

Abbas bilêv kir ku gelê Iraqê Ocalan weke rêbereke neteweyî û rêberekî ku ji bo neteweya xwe têdikoşe dibîne. Abbas wiha berdewam kir: “Gelê kurd mafên xwe yên çandî yên rewa diparêze. Armanca wan a cudakariyê nîn e. îspata vê yekê jî notên hevdîtinê yên Ocalan in. Berovajî tiştên ku têne gotin Ocalan çand, dîrok û zimanê gelê kurd diparêze.”

Abbas bal kişand li ser bangên aştiyê yên Ocalan jî û got ku divê guh bidin bangên Ocalan û agirbestê îlan bikin. Abbas der barê dozên ku ji parêzerên Ocalan re hatine vekirin de jî got ku ew jî mijarê jî agahdar in û ev yek nayê qebûlkirin.

Abbas bal kişand li ser gorên komî yên li Tirkiyeyê jî û got ku gorên komî sûcên şer e û li dijî mirovahiyê jî sûc in. Abbas di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi zorê koçberkirin, windakirin li dijî mirovahiyê sûc in. Divê dewlet vê yekê nekin. Lê em ji bîr nekin ku Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq terora dewletan dimeşînin.” DÎHA

Safıye Alagaş/Stenbol

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share205Tweet128
Previous Post

GDO’ya Karşı Tohumcu Nine’nin Yerli Tohum Savaşı

Next Post

01-10 Mayıs Kronolojisi

Lekolin

Lekolin

Next Post

01-10 Mayıs Kronolojisi

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi