No Result
View All Result
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
Home Bölümler Dış Basından

Le Monde: Kampanyaya Hilbijartinê Ya AKP’ê Ne Şefaf e

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A

11 Haziran 2011 Cumartesi Saat 15:41

Nûçegihanê rojnameya Le Monde yê Tirkiyeyê Guillaume Perrier, diyar kir ku kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê ne şeffaf e

Nûçegihanê rojnameya Le Monde yê Tirkiyeyê Guillaume Perrier, diyar kir ku kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê ne şeffaf e û destnîşan kir ku kampanya li ser bingehê ‘têkiliya patron û kirriyar’ tê meşandin.

Perrier diyar dike ku li hemberî daxwaza “otonomiyek siyasî ya BDP’ê, hikûmet ji bilî zextên operasyonên leşkerî, siyasî, tu tiştek din pêşniyar nake û bi hevoka “Lê pirsgirêka Kurd hê jî heye bersiv da gotina Erdogan a ku dibêje “Êdî pirsgirêka Kurd tune ye.

Guillaume Perrier di beşa “Chat a rojnameya Le Monde de bersiv da pirsê xwendevanên xwe û derbarê pirsgirêka Kurd de wiha got “Diyar e ku pirsgirêka Kurd mezintirîn binketina partiyê (AKP) ye. Erdogan cara yekem li herêmê pirsgirêka Kurd nas kiribû û axaftinek mezin kiribû. Lê di kampanyaya vê carê de got ku pirsgirêka Kurd tune ye. Lê hê jî pirsgirêkek a Kurd heye.

JI BILÎ ZEXTÊN LEŞKERÎ TIŞTEK DIN JI KURDAN RE PÊŞNIYAR NEKIR

Perrier bal kişand ku piraniya Kurdan daxwaza mafê xwe yê çandî û perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin û wiha didomîne “Partiya alîgirê Kurdan BDP ji bo herêma Kurdan otonomiyek siyasî dixwaze. Li hemberî vê daxwazê, hikûmetê ji bilî operasyonên leşker, zextên rojane yên leşkerî û siyasî tiştek din pêşniyar nake.

Perrier diyar dike ku wê ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10 BDP bi namzedên serbixwe têbikeve hilbijartinê û li gor pêşbîniyan wê BDP nêzî 30 parlementer deribixîne.

ŞÎROVEYÊN MODELA TIRKAN A JI BO EREBAN

Perrier bersiv da pirsek derbarê modela Tirkiyeyê ya ji bo Ereban ku piştî serhildanên gel ên li welatên Ereban hat rojev de jî û got “Tirkiyeya AKP’ê ji bo şoreşa welatên Ereb modelek nehatî temamkirin e.

KAMPANYAYA AKP’Ê YA HILBIJARTINÊ NE ŞEFAF E

Perrier bersiv da pirsên “Kî kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê fînanse dike, di kampanyayê de tişt têne belavkirin an na? û got “AKP piştgiriyek baş a aborî jî ji cemeetên Îslamî digire. Yanî kampanyaya wê ya hilbijartinê ne zêde şefaf e. Gelo berheman li hilbijêran belav dikin an na? ez vê carê nizanim. Lê berê belav dikirin.

AKP’Ê PIŞTA XWE DA GELEK ALIYAN

Perrier destnîşan kir ku Erdogan di pişta xwe daye gelek aliyan û diyar kir ku di nava vana de xwendekar û hunermend hene. Rojnamevan bal kişand ku Erdogan ferman hilweşandina bîrdariya sembola dostaniya Emernî û Tirkiyeyê daye û got “Di mijara azadiya çapemeniyê de jî pirsgirêkek mezin heye. Zêdetirê 60 rojnamevan di girtîgehan de ne. Ev yek jî Tirkiyeyê dike şampiyonê Çîn û Îranê.

GEFA HERÎ MEZIN A JI BO AKP’Ê SEROKWEZÎR BI XWE YE

Rojnamevan diyar dike ku wisa dixuyê ku wê careke din Erdogan bibe serokwezîr û bal kişand ser sîstema serokatiyê. Rojnamevan destnîşan kir ku vê yekê di nava AKP’ê bi xwe de jî rê li ber nîqaşan vekiriye û got “Gelek rayedarên di nava partiyê de ku naxwazin navên xwe bêjin dibêjin ku gefa herî mezin Erdogan bi xwe ye. -ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share200Tweet125
Previous Post

Diyadin’de Siyanürlü Altın Arama Çalışmaları Tekrar Başlatıldı

Next Post

01-10 Ocak Kronolojisi

Lekolin

Lekolin

Next Post

01-10 Ocak Kronolojisi

Öne Çıkan Yazılar

  • Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

    529 shares
    Share 212 Tweet 132
  • MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

    569 shares
    Share 228 Tweet 142
  • Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

    503 shares
    Share 201 Tweet 126
  • Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

    530 shares
    Share 212 Tweet 133
  • Kürt Gerçekliğine Bir Kavramsal Müdahale: Judenrat Gerçeği Ve Sömürgeciliğin Ötesi – 1

    711 shares
    Share 284 Tweet 178

Önerilenler

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi