KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Emîne Erdoğan dîsa ji bona piştgîriya zagoneke dina ya zayendîparêz li ser dikê ye

15 March 2020
Kategori: Kadın
246 13
1.4k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

08 Ekim 2017 Pazar Saat 16:51

Yek ji mînakên herî ber bi çav ya hilweşîna pergala faşîzmê di vê serdemê de, mirov dikare dîktatoriya faşist ya Tirkiyê ango Erdoğan bibîne

Gor xûya dike serdem
jî nikara faşizma zayendîparêz ya pergal û dîktatoran rake. Her ku diçe ji ber
vê zihniyetê dinya ber bi qeyranên hê kûrtir ve tê dehfdan. Dîktatorên serdemê
hê jî bi rêbazên berê di bin maskeyên qiralan de hewl didin rûtbûna xwe
veşêrin. Lê belê zû de, di milê civakê de rûtbûna qiral hatiye eşkerekirin, lê
belê hê jî dîktatorên serdemê serî li vê lîstoka xwe ya dîrokî didin. Xeyala
Erdoğan ya avakirina împaratoriya demên Osmaniyan, bûye yek ji armancên sereke ya têkoşîna dewleta Tirk. Erdoğan bi
bikaranîna ola îslamê  dixwaze xwe bixe
paşayê nû yê Tirkiyê. Ev ji xwe tiştekî nû nîne : di şexsê Erdoğan û partiya
qaşo ya pêşketin û edaletê de zilamê desthilatdar dixwaze pergala xwe ku ber bi
intixarê ve diçê, biparêze ji ber vê jî maskeyek nû lê bike. Ji bo parastina vê
pergala kirêt pêwîstiyên xwe bi leşkeran heye, lê di vir de Erdoğan ber bi
pirsgirêkekî mezin disekine. Zilamên Erdoğan piştî darbeya 16 Tîrmehê nema
bawerî didin wî ew jî li hemberê zilamên xwe bê bawer bûye. Ji bona vê Erdoğan
bi rêxistinkirina jin dixwaze xeyala xwe pêk bîne.  Jin ku ji xwe bi hezaran sal in bi her awayî hatiye bikar anîn,  îro jî Erdoğan ji bo xwe gihandina armancên
xwe ên qirêj hewl dide jin bişixûlîne.

Erdoğan
ne tenê jinên civakê heman dem hevsera xwe jî ji bona armancên xwe yê desthilatdariyê dişûxûlîne. Di demên dawî
de, hevsera Erdoğan ji bona vê yeke dikeve di nav liv û tevgerê. Emîne
bûye  mînaka herî ber bi çav ji bo vê
têzê. Bi rêya Emîne jinên Tirkiyê tên rêxistinkirin ji bo çêkirina leşkerên nû
yên Erdoğan. Bi nîşandana Emîne wekî jina îdeal, AKP dixwaze modelekî ber jinên
Tirkiyê deynê. Dibe ku bangawaziya Emine ya zarokanîna xwezayî ne xirab be, lê
di bin de fermana çêkirina zarokan tê dayîn. Dibe ku ziyaretkirina jinên ku nû
bûne dayîk ger ji ber berjiwendiyê siyasî nebe erênî be, lê di bin de
motîvekirina jinan ji bo zêdekirina jimara zarokan heye. Emine Erdoğan ku bi
xwe dayîk e, piştgiriya vê yekî
dike. Li vê derê mirov pir vekirî di kesayeta Emîne de jina ku bi temamî di milê zilamê zayendîparêz de
çewa tê  bikaranîn dikare bibine. Emîne
bêyî ku di ferqa wê de be mohreke
mezin li zagonên kolekirina xwe û jinên Tirkiyê dixe. Li Tirkiyê demeke hemû
zilam rûniştine û ser mafê jin yê kurtajê (zarokanîna jin) niqaş dikin û
biryaran digirin. Mafên ku jinan bi salan ji bona wê berdêl dane û bi dest
xistine bi avayeke berovajîkirî dixin rojevê û van mafan dîsa di nava zagonan
de reş dikin. Li vir mesele kurtaj yan jî zarokanîna jin nîn e, di bin van
biryaran de rastiyeke dîrokî û nêzîkatiyeke bîrdozîk heye. Weke jin em van
mijaran tenê nikarin siyasî bigrin dest, ev raste rast destwerdana maf û
xwezaya jin e. Bi van niqaş û rojevan ya rast careke din konseptên ku li
derdora jinê yê vê serdemê derdikevin holê. Her ku di siyaset û pergala ku bi
raman û destê zilam tê meşandin qeyran tên jiyîn di serî de berê xwe didin jin.
Gelo yê bi pêngaveke çewa bikarin mijara bingehîn veşêrin û rojevê berovajî
bikin. Ya ku niha tê kirina ev e, Erdoğan ku heya qirikê ketiye nava qeranan,
bi van rojevan hewl dide hemleyeke nû bike. Hemleya vî jî bi xistin û bi xwe ve
girêdana jine.  Vê çekê jî bikar bîne. ji
xwe li Tirkiyê ti dem û dezgahên ku nexiste jêr xizmeta xwe nehişt, niha jî jin
xistiye armanc û rojev li ser rojevan çêdike.

Diruşmayên
van deman yê Erdoğan û tevgera wan, dayîka pîroz, malbata pîroz, zewaca pîroz,
zarokanîna zêde û niha jî Emîne Erdoğan derktiye û li van têgînan zarokanîna
xwezayî zêde dike. Ya rast bi vê gotinê mafê jin yê biryardana zarokanînê dixin
rojevê. Jin ku divê bi xwe biryar bide ser bedena xwe, lê AKP û Erdoğan li şûna
wan dixwazin biryar bidin. Gor xûya dike Erdoğam bi nifşê heyî jî pir bawer
nake bi van zagonan yê nifşeke nû û zêde çêbe û kadroyên xwe ji wan hilbijêre.
Ji xwe daxistina temenê çûyîna dibistanê bi vê pêngavê hê zelaltir dibe. Emîne
û Recep Erdoğan dibêjin: “Bizewicin, zarokan çêkin–em leşkeran dixwazin! Ji bo
avakirina nifşekî ku dikare piştgiriya serweriya paşayê nû bike. Erdoğan Emine
mîna mariyonetekî li meydanan dide axaftin û bi destê jin li jin dixe. Ji bona
vê yekê bi manipulasyonên û leystokên mezin ji aliyê desthilatdarên AKP, bi
taybet di raya giştî de ev siyaset tê meşandin. Di televizyonan de vala- vala
dîmenên Emîne di nexweşxaneyên dayîkan nayên nîşan dan. Vala-vala Emîne bi
zarokan ser rûpelên sereke yên rojnameyan, nayê nîşan dan. Bê armanc di
reklaman de  zarok  nayên bikaranîn.  Ev qaşo siyaseta pêşxistina malbatan û
arîkariya wan di bin navê parastina nirxên îslamî û mirovahiye, di rastiyê de
ji bangawaziyek xemilandî ji bo çêkirina zarokan ango leşkerên demê zêdetir
tiştek nîn e. Çewa ku di dirokê de, her tim partiyên desthilatdaran ev siyaset
meşandin, heman tişt di milê desthilatdariya AKP’ê  jî tê meşandin. Dibe ku maskeya tê bikaranîn
cuda be, lê rû û hişmendiya di bin wê maskeyê de heman e.

Gor
xûya dike Erdoğan ji bona serweriya xwe yê hewl bide, biyografî û sosyolojiya
civakê jî bigûhere. Di bin her pêngav û gûhertineke zagonên derheqê jin, di
milê nûnerên zayendîparêzên civakê de xistin û bikaranîn heye. Di bin kîjan
gotinên xemilandî yê demokrasî û azadiyê de jî ev guhertin çêbin rastî berovaji
ye. Dîrok û rastiya jin bi hezaran sal e ku ev rastî ezmûn kirine û maskeya
zayendîparêzî û faşîzma li hemberê jinê zû de ketiye.  

Koçber Yıldız

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Paylaş202Paylaş126
Önceki yazı

İnsan Maneviyatı

Sonraki Haber

Özgür İnsan ve Yeni Yaşam

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.6k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    561 Paylaşım
    Paylaş 224 Paylaş 140
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    730 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 183
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    542 Paylaşım
    Paylaş 217 Paylaş 136
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

Muaviye ve Ebu Süfyan Zihniyetine Karşı Demokratik Toplum Manifestosu

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç