19 Eylül 2012 Çarşamba Saat 06:21
Piştî îlankirina Desteya Bilind a Kurd, li Rojavayê Kurdıstanê hemû xebatên hatine meşandin Û têne meşandin di bin siwana Desteya Bilind a Kurd(DBK) de tê kirin. ji ber vê yekê û di encama biryarên hatine girtin de, 3 komîtiyên ku bi awayekî hevpeş kardikin û weke xebateke Desteyê tê bi nav kirin li seranserî Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. di derbarê xebatên Desteya Bilind a Kurd endamê Desetay Bilind a Kurd û endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Aldar Xelîl ji Malpera me Lêkolin re axivî. Xelîl diyar kir ku: ” Cihê Xebat û bingeha Desteya Bilind a Kurd li Qamişloyê hate avêtin, lê ji bo fermiyetê û di asta navneteweyî de bê nasîn li Hewlêr hate pêkanîn”.
• Wekî Desteya Bilind a Kurd di demên dawî de li Qamişlo û Hewlêrê hevdîtinên we çêbûn. Ji van hevdîtinan çi encam derketin, hûn gihîştin çi biryaran?
Aldar Xelîl: Piştî îlankirina Desteya Bilind a Kurd, li Qamişlo rêzecivînên me çêbûn. Di encama biryarên hatine girtin de 3 komîtiyên bi navê Komîteya Ewlekariyê, Komîteya Xizmetên Civakî û Komîteya Têkiliyan hatin avakirin. Di çarçoveya plansaziyê de, biryar hat girtin ku li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê girêdayî van komîteyên bingehîn, komîteyên hevbeş bêne avakirin. Bi taybetî komîteyên asayîş û civakî dê bihatana avakirin. Li hinek bajaran hatin avakirin, li cihên din jî tên avakirin. Her wiha em dixwazin di warê jiyanê yên wekî civakî, asayîş û hwd. xebatan bi awayekî hevbeş bidin meşandin.
‘Niha tişta girîng ew e ku ev mijarên hanê dê jiyanê de çawa pêk bên’
Wekî ku tê zanîn, di nava Desteya Bilind de gelek rêxistin û saziyên cuda hene û bi salan e ji hev cuda dixebitin. Sîstemên wan ji hev cuda ne. Li Rojavayê Kurdistanê sîstema heyî jî piranî ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatiye avakirin. Ev jî li gorî bername û peymana xwe ava kiriye. Lewre jî dema rêxistin û partiyên din tevlî dibin, dibe ku ev yek bi xwe re hinek pirsgirêkan derxîne holê. Ji ber vê jî pêwîst bû ku li ser van mijaran nîqaş û guftugo bêne kirin. Di encamê de jî di gelek mijaran de nêrînên me bûne yek. Niha tişta girîng ew e ku ev mijarên hanê dê jiyanê de çawa pêk bên. Mekanîzma dê çawa be, em niha li ser van dixebitin. Çûna me ya Hewlêrê jî bi armanca aktîfkirina hevpeymana me bû. Di vê çarçoveyê de me nîqaş meşandin. Ji bo ku hemû partî û rêxistin bi awayekî çalak tevlî bibin û di dema xwe de karên xwe bimeşînin guftugo hatin kirin.
• Çima Hewlêr? Hemû partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Rojava ne, bernameya xwe li vir çêkirine. Lê çima li şûna Qamişlo li Hewlêrê civiyan?
Xelîl: Esas hemû tişt li Qamişlo çêbûn. Amadekariyên peymanê li Qamişlo hate çêkirin, lê ji bo fermiyetê û di asta navneteweyî de bê nasîn li wir hate pêkanîn. Her wiha Hewlêr li derveyî Rojavayê Kurdistanê ye, ji bo ku bi rengekî azad nîqaşên xwe bimeşînin û kesayetiyên ji ber rejîmê neçar mane ji Rojava koç bikin karibin beşdar bibin, ev civîn li wir hate lidarxistin. Dîsa navendên gelek saziyan li wir e, saziyên navteweyî yên wekî mafên mirovan û alîkariyê ku nikarin bibin Qamişlo, lê dikarin biçin Başûrê Kurdistanê. Dîsa gelek derdorên ku dixwazin piştgiriyê bidin me hebûn. Ji bo ku ev hemû pêk werin pêwîstî bi cihekî li derveyî Qamişlo hebû. Lewre li Hewlêrê çêbû, di vê çarçoveyê de piştgiriya rêveberiya wir jî çêbû. Lê xebatên bingehîn li vir çêbûn.
‘Piştgiriya gel, barê me girantir kir’
• We behsa piştgiriyê kir. Dema Desteya Bilind a Kurd hate avakirin, li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyek mezin dît, meş hatin lidarxistin. Lê wekî ku xebatên desteyê hinekê giran dimeşin. Di vê mijarê de astengiyê derdikevin pêşiya we hene yan na?
Aldar Xelîl: Piştgiriya gel, barê me hîn girantir kiriye, pêwîste em layîqî vê piştgiriyê bin. Lê piştî ku tifaq hate pêkanîn, nayê wê wateyê ku her tişt çareser bû û dê pêk bên. Di nava partiyekê de jî pirsgirêkên biçûk di demeke dirêj de tên çareserkirin. Lê ev tifaqek e. Sazî, rêxistin û partiyên cuda hene, heta kesayetên ku di mijara zîhnîyetê de cuda nêzîk dibin hene. Di hevpaymanê de gotina “em ê bi rengekî hevpar kar bikin”, lê em ê çawa hevbeş kar bikin. Emê çawa bi awayekî hevbeş parastinê bikin. Her sazî û rêxistinek li ser mijarên parastin, civakî, aborî xwedî zîhniyetek cuda ye. Belê em bigiştî ji bo karê hevbeş li hev dikin, lê di warê pêkanîna wan de, di karên zirav de, hinek cudahî derdikevin. Ji bo ku bi vî rengî jî hevbeşiyek baş derkeve, pêdivî bi demê heye. Belê dîsa jî giranbûnek heye, em jî hewl didin ku vê yekê ji holê rakin.
‘Desteya Bilind nûneriya gelê Rojava dike’
• Desteya Bilind hinek biryar girtin. Yek ji van jî avakirina maseya krîzê, yek jî vekirina deriyên sînor e. Hem di asta herêmî de hem jî asta navneteweyî de hûn gihîştine wê rewşê ku deriyê sînor vebibe?
Xelîl: Di serî de me biryara avakirina meclîsek demborî girtibû. Gelek caran dema em dixwazin tiştekê têxin jiyanê, heta hemû partî yanî 16 partî û rêxistin bi hev re dişêwirin û nêrînên xwe bêjin gelek dem dibore. Loma avakirina meclîsê girîng e. Me xwest em di navbera Meclîsa Rojava û Meclîsa Niştîmanî de meclîsekê ava bikin da ku di demeke kurt de biryaran bigire. Heke ev biryar bê bicîhanîn, dê gelek kar hêsan bibin. Ya din jî maseya krîzê ji bo pêvajoya şoreşê girîng e. Niha Desteya Bilind nûneriya gelê Rojava dike û hatiye pejirandin. Lê ji bo ku kar û barên xwe bi awayekî sîstematîk, bi lez bimeşîne, pêwîstî bi navendekê, yanî mekanizmekê heye. Ger ku niha karên me hinekê giran dimeşin, yek ji sedemên vê jî nebûna navendê ye. Ji ber ku her endamek desteyê li bajarekê ye. Heta tên cem hev dem digire. Lê navendek hebe, dikare zû biryaran bigire û têxe jiyanê. Meseleya sînor jî girîng e. Gelê me gelek zehmetiyan dikişîna. Mînak, beriya niha di warê aborî de çi pêwîstiyên gel hebûna, ji aliyê Helebê dihatin pêşwazîkirin. Lê niha Heleb di nava şer de ye û êdî nikare berhemên xwe bigihîne aliyê din. Di rewşek wiha de Rojavayê Kurdistanê dê pêwistiyên xwe ji ku peyda bike. Her wiha li ser tevahiya Suriyeyê ambargoyek heye. Di rewşek wiha de pêwîstî bi lêgerînekê hebû. Jixwe yek ji sedemên çûna me ya Hewlêrê jî ev bû. Me xwest riyekê vekin. Yanî ne ku ew ji wan tiştekî bixwazin, ji bo ku gelê me bi derfetên xwe pêdiviyên xwe peyda bike. Me xwest ji bo vê yekê ji Desteya Bilind heyetek ku tenê bi van karan re mijul dibe saz bikin. Jixwe li aliyê Başûrê Kurdistanê ev heyeta wan heye. Ev herdu heyet bikevin têkiliyê, pirsgirêk dê bên çareserkirin. Wekî din bi riyên kesan û riyên qaçax çareserî nabe. Dibe ku hêzên navneteweyî qebûl jî nekin, lê ev ji bo alîkariya mirovî. Baweriya me bixwe hebe bes e. Di asta navneteweyî de jî ne wekî rewşek siyasî, yanî wekî 2 dewletan bê zanîn, wekî aliyê mirovî bê zanîn dê encamên erênî bide.
• Di hinek weşanên çapemeniyê de tê gotin ku bi Amerîkayê û hinek hêzên Ewropayê re hevdîtinên we çêbûne. Ev rast e yan e, ku çêbibin di kîjan astê de pêk hatine?
Aldar Xelîl: Bi Amerîkayê re tu hevditinên me çênebûn. Me jî di çapemeniyê de xwend ku hevdîtin pêk hatiye, lê tiştek wisa tune ye. Ev nûçe çavkaniya xwe ji ku digirin em nizanin. Lê bi sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û alîkariyê, dîsa saziyên lêkolînê re hevdîtinên me çêbûne.
‘Tiştên ku Stenbolê hatine nîqaşkirin, li dijî Desteyê bûn’
• Bi Meclîsa Niştimanî Suriyeyê re hevdîtina we çêbûye yan na?
Xelîl: Li gorî me bihîst, 3 endam ji encumenê çûne Stenbolê û hevdîtin pêk anîne, lê li ser navê desteyê na, li ser navê partiya xwe axivîne. Tiştên ku li wir hatine nîqaşkirin, li dijî Desteya Bilind bûn. Li şûna ku piştgiriya desteyê bikin, nirxandin û hewldanên ji bo valaderxistina desteyê hatine kirin. Em vana li ber çavan û esas nagirin.
• Pêşbîniyek Desteya Bilind ji bo pêşeroja Suriyeyê çine? Dîsa hûn hewldanên avakirina herêma tampon ên Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Aldar Xelîl: Herêma tampon zû bi zû nayê çêkirin. Ji herêma tampon pêdivî bi biryara Neteweyên Yekbûyî heye. Ew jî nabe, ji bo ku Neteweyên Yekbûyî biryarê bigire, pêwîste di nava sînorên dewletê de di navbera 2 hêzan de şer hebe. Lê hêzên navneteweyî li Suriyeyê rewşê bi vî rengî nabînin. Dibêjin “gel rabuye serhildanê û rejîm jî zulmê li wan dike. Lewre jî avakirina herêma tampon zor e.
‘Kurdan Siyasteke rast meşand, her kes mecbûrî Kurda ye’
Ji bo pêşeroja Suriyeyê jî em gihîştine vê qenaetê. Êdî rejîma Esed wekî berê, bi awayekî navendî nikare sîstema xwe li tevahiya Suriyeyê bide meşandin. Êdî Suriye bûye 3 beş. Herêmekê Elewî, yekê Sunnî, yekê jî kurd lê hene. Rejîm hinek pênvagan bavêje jî nikare sîstema xwe ya berê bimeşîne. Niha şer dimeşîne, dixwaze bi vî rengî desthilatdar be. Dibe ku heta demekê desthilatdar be, lê niha şerê hêzên serdest li Suriyeyê heye. Bi taybetî li ser Helebê tê meşandin. Encama ji vir derkeve dê li ser tevahiya welat bandorê çêbike. Wekî din Amerîka û hêzên rojavayî hîn biryarên xwe yên dawî nedane. Li benda hilbijartina Amerîkayê ne. Hilbijartin çêbibin jî dê sal bidawî bibe. Her wiha planên wan hîn ne amade ne, yanî ev rewş heta meha Adarê jî dibe ku bi encam nebe. Lê kurdan siyasetek rast meşand. Kurd êdî bûne hêza 3’yemîn û di pêşerojê de dê her kesek mecbûr bibe, serî li nêrînên wan bidin.
Zinar Îbrahîm
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info