21 Ocak 2012 Cumartesi Saat 14:25
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dest bi weşana zaravayê Kurmanciya Jêrîn a Kurdî (soranî) û zimanê Farsî kir. ANF’ê cara yekemîn di sala 2005 de bi zimanê Tirkî dest bi weşanê kir. Li hemberî hemû zext û astengiyên ji Tirkiyeyê dest bi weşana Kurdî, Îngilîzî û Erebî kir û niha jî dest bi weşana Kurmanciya Jêrîn a Kurdî (soranî) û zimanê Farsî kir.
ANF’ê piştî ku 4 salan weşana xwe ya bi Tirkî berdewam kir, di sala 2010 de dest bi weşana Kurmancî û Îngilizî û piştre jî dest bi weşana Erebî kir. ANF’ê ji duh ve dest bi weşana zaravayê Kurmanciya Jêrîn a Kurdî (soranî) û zimanê Farsî kir.
ANF dê di van servîsên xwe yên bi Farsî û Kurmanciya Jêrîn de girîngiyê bide ser nûçeyên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Îran û Iraqê. Her wiha dê cih bide nûçeyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî.-ANF
Ji bo gihiştina servîsên ANF’ê:
http://www.so.firatnews.com/
www.fa.firatnews.com
www.ar.firatnews.com
http://www.en.firatnews.com
www.ku.firatnews.com /www.ku.firatnews.eu
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info