18 Ocak 2013 Cuma Saat 15:45
Ji destpêka şoreşa gel a Sûriyê ku di 15 Adara 2011an de destpêkiribû, gelek serleşker(Subay) û leşkerên artêşa fermî ya rêjimê qut bûn. Wan kesên ji artêşa Sûrî qut bûne,komên çekdar sazkirin û nav li xwe kirin, Cêş El Sûrî El Hur(Artêşa Sûrî ya Azad). Lê di destpêka Puşpêr(Hezîrana) 2011 an de Fermandarê(Albayê) bi navê Huseyîn Ermoş ji artêşê qut bû û cara yeke Hereket Dubat El Ehrar(Tevgera Subayê Azad) îlan kir. Ev tevger ji gelek subayên teqawîtbûyî(Emeklî), yên ji artêşa Sûriyê di demen cûda de hatibûn avêtin û kesên ji artêşa Sûriyê qut bûne ev tevger avakirin. Ev Tevgera Subayên Azad, weke bingeha Artêşa Sûrî ya Azad tê bi nav kirin û dîtin.
Di 8 Mijdara 2012 an de, li bajarê Antalya Tirkiyê Artêşa Azad a Sûriyê civîneke berfereh lidarxist.
Serfermandarê Artêşa Azad a Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê, Meclîsa Niştimanî ya Sûrî û Hevpeymaniya Netewî ya Sûriyê. Li cihê serfermandarê Artêşa Azad Riyad Musa Elashad, Selîm Îdrîs Dada weke serokê desteya Rêvebir a hevgirtî ya Artêşa Azad a Sûriyê hilbijart. Desteya Rêvebir a hevgirtî weke desteya herî bilind di nava Artêşa Azad a Sûriyê de ye. Ev Desteya Artêşa Azad ji Serok û du alîkarên wan pêk tê û 30 kes weke Meclîsa Bilind a Parastinê tê bi navkirin. Her wiha di civîna dawî de Albay Mustafa Ebdulkerîm û Ebdulkadir Salîh weke alîkarên Selîm Îdrîs Dada hatin hilbijartin. Dîsa civînê 5 fermandarên Artêşa Azad a Sûriyê weke müsteşarên medenî, ji bo serok Desteya Rêvebir a Artêşa Azad Selîm Îdrîs diyar kirin. Lê beriya 8 Mijdarê serfermendarên Artêşa Azad a sûriyê wiha bûn:
– Riyad Musa El Esed, weke serfermandarê Artêşa Azad a Sûriyê tê naskirin.
– Malik El Kurdî, Alîkarê serfermandarê Artêşa Azad a Sûriyê.
– Ehemd Hicazî, Alîkarê serfermandarê giştî yê Artêşa Azad a Sûriyê.
– Mustafa Şêx, Serok û berdevkê Meclîsa Herêmî ya Leşkeriye.
– Berpirsê Ragihandinê, Menhel El Etîyedî.
-Komiteyên rêvebir, subay Teysir Yunuso, subay Ehmed Xelef û subay Mazin Elzên.
– Fermandarê tabura Hemez El Xatîp albay Ebdulsetar Yunuso, ji bajarê Derhayê ye.
– Fermandarê tabura Seleheddîn,subay Alladdîn.
-Fermandê tabura Elhuriye subay İbrahîm Mecbor, li bajarê İdlibê.
– Fermandarê tabura Qeşoş,subay Îham El Kur
– Fermandarê tabura Ebebîl,subay Emar Elwewî, li bajarê Helebê.
TUGAYÊN ARTÊŞA AZAD A SÛRİYÊ ÇENDİN Û Jİ ÇEND KESAN PÊK TÊN.
Li gor nêrîn çavdêrên leşkerî û daxuyaniyên fermî yên Artêşa Azad a Sûriyê hijmara Artêşa Azad nêzî 40 hezariye. Lê dema mirov tevgera Artêşa Azad a Sûriyê temaşe dike. Ev hijmar gelek zêde hatiye gotin. Ji ber kesên di bin navê tugayên Artêşa Azad a Sûriyê de li bajarên Şam’ê, İdlib, Hema, Humus, Heleb’ û herî dawî li bajarê Serêkaniyê hatine dîtin. Heman tugay û heman kes bûn li van bajaran digerin. Ev nîşan dike ku zêde leşker li ber destên wan nîne ku ji bajar diçin bajara. Her tugayê Artêşa Azad a Sûriyê ji çend tabur û yekîneyan pêk tê. Hijmara her tugayekê 250 kesî derbas nakin û her taburek û yekîneyeke Artêşa Azad a Sûriyê di navbêra 40 heyanî 70 kesî pêk tê. Li gelek bajarên Sûriyê bi taybet bajarên Suniyan sivîl û niştecihên wan cihan alîkariya wan dikin. Bi taybet di karê rê nîşandayînê û bi destxistina pêdiviyên xwarin û vexwarinê.
TUGAY Û TABURÊN KURD YÊN Dİ NAVA ARTÊŞA AZAD A SÛRİYÊ DE
Her çendî komên çekdar yên xwe serbixwe û ne girêdayî artêşa azad didin nişanda jî, lê di piratîkê de û bi taybet di şerê gundê Qestelê ya girêdayî herêma Efrînê, Helebê û li Serêkaniyê de derkete holê ku hin komên çekdar yên xwe weke artêşa azad a Kurd bi nav dikin, li rex artêşa azad a sûriyê li dijî Kurdan û tevgera azadiyê li Rojavayê Kurdistanê şerkirin. Li gor tê texmîn kirin 16 tugay, tabur û yekineyên Kurd yên çekdar hene. Her yekineyek ji wan di navbêra 15 heyanî 45 kesan de ye. Her çiqas partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî xwedî li van komên çekdar derketibin jî, lê beşdarbûna wan ya meşên İnê ku ji aliyê partiyên Kurdan ve tene organîzekirin de û dirûşme û pankertên ku radikin gumaniyê li gel mirovan nahêle ku ev komên çekdar girêdayî partiyên siyasî yên weke partiya Azadî, El Partî, Yekîtî û Teyar Musteqbel e. Ji wan komên çekdar navê hinek ji wan wihaye
1. Tabura Meşhel Temo li herêma Cizîrê û Kobaniyê.
2. Tabura Îdrîs Berzanî li herêma Qamişlo.
3. Tugaya Selaheddîn Eyubî li herêma Helebê, Efrîn û navçeya Babê. Ev tugay xwe li van sê herêman bi yek navî lê ji hev cûda xwe bi rêxistin kirine.
4. Tugaya Nasir Selaheddîn Eyubî li bajarê Helebê.
5. Tabura Mela Mustafa Berzanî li herêma Cizîrê.
6. Tabura Şêx Mehşuq Xeznewî li herêma Cîzîrê.
7. Tabura Yusuf Elazma ya girêdayî tugaya Emru bin As.
8. Tabura Yusuf Elazma (şehîdên qibêsîn) ya gundê Qibêsîn.
9. Tabura Seyf Elhaq ya girêdayî Cebhet El Şamal li bajarê Helebê û hawirdora wê.
10. Tabura Nisor Kobanî.
11. Tabura Kawa Hesinkar.
12. Tabura Şehîdên Mekê.
13. Tabura Nisor Pêşmerge.
14. Tabura Ehrar Efrîn.
15. Tabura Ehrar kobanî.
16. Tabura Azadî Qamişlo.
Piraniya van taburên piştî Desteya Bilind a Kurd, li Hewlêrê dema di civînekê de mijara hebûna hêzên leşkerî nîqaşdikir hatne ilan kirin. Her wiha bi ketina komên çekdar yên Artêşa Azad a Sûriyê bajarê Serêkaniyê re û piştî destkeftinê hêzên YPG’ê hêzên din yê Kurd bi lez û bez ev hêzên leşkeri avakirin. Ciwanê ku ji ber leşkeriya Sûriyê revîne û li cem PDK’ê perwerdeya leşkeri dîtine jî di nav wan taburên ku bi navê Kurdan hatine avakirin de hene. Her çendî bi awayekî fermî pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûbin jî, lê di esasê xwe de bi awayekî veşartî hijmareke ji wan derbas bûne û ev tabur sazkirine.
Ev tabur bi biryar û piştgiriya başûrê Kurdistanê hatiye sazkirin. Armanc ji vê yekê qelskirina hêzên YPG ye. Hebûn û hakîmeyeta xwe li herêmê Kurdan ferzkirine. Her wiha di rewşeke serdegirtina Rojavayê Kurdistanê ji aliye Turkiyê ve ev komên çekdar yên van partiyan hakîmiyetekê li herêmê bikin û bi taybet herêma Qamişlo û Dêrîkê bi başûrê Kurdistanê di demê pêşde bidin girêdan.
PEWENDİYÊ KOMÊN ÇEKDAR YÊN KURD Bİ ARTÊŞA AZAD A SÛRİYÊ RE
Di pêvajoya şoreşa Sûriyê de û bi taybet piştî Artêşa Azad a Sûriyê bi awayekî aktif dest bi êrîşan li dijî rêjîma Sûriyê kir hin aliyê Kurd yên weke Salah Bedreddîn, Meşhel Temo piştî wê Faris Temo û Abdul Basêt Seyda û hin kesên din ku ne cayîze em navê wan bînin ziman bi artêşa azad re hevdîtin kirin û daxwaz ji wan kirin derbasî herêmên Kurdan bibin. Her weke di şerê Serêkaniyê û yê gundê Qestelê û Helebê de hate diyarkirin gelek endamên van komên çekdar bi taybet yên Tabura Meşhel Temo, Selahaddîn Eyubî û hin Kurdên di nava koma Xuraba Şam û Cebhet Nasra de derketin holê.
KOMA XURABA EL ŞAM Bİ DESTÊ RÊJÎMÊ HATE AVAKİRİN
Piştî ku hêzên Dewleta Yekbûyî yê Emerîka ketin İraqê li hember dagirkeriya Emerîka gelek hêzên çekdar derketin holê. Yek ji wan hêzan komên çekdar ku bi destê rêjîma Sûriyê hatibû avakirin “Koma Xuraba El Şam” bû. Ev koma çekdar pişta xwe dida Partiya Baasê û şerê Emerîka dikir. Sûriyê ji bo karibê xwe li hember dagirkeriya Emerîka û tewanbariya wê ya bi alikariya Baasiyên İraqê xwe biparêze, ev koma çekdar avakir. Ev koma çekdar li kampên leşkerên Sûriyê yên veşartî û li cihên Şiiyan yên taxa Sît Zêynep li nava bajarê Şamê dihatin perwerde kirin û di herêma bajarê Derazorê navçeya Bokamlê re derbasî İraqê dibûn. Her wiha gelek teqîn û êrîşên li ser insanê sivîl li Baxdat û Feluceyê pêkanîn. Ev kesên ku Sûriyê deriye xwe yên perwerde ji wan re vekiribû ji aliye Ewrupa û DYE ê ve weke Terorîst dihatin bi nav kirin û bi navê El Qayîdê çalakî dikirin. Lê piştî rêjîma Sûriyê lewazbû, koma Xuraba El Şam berê xwe da Turkiyê vê carê jî şerê rêjîma Sûriyê kir. Vê carê li gel Ewropa û DYE û Turkiyê bûne muxalîfên Çekdar û li gel rêjîma ku bi deste xwe ew dane avakirin bûne Terorîst.
Yusuf Ehmed
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info