KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Avahiya Koordînasyona Polîsan

15 March 2020
Kategori: Basından Seçmeler
247 13
1.4k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

21 Nisan 2011 Perşembe Saat 07:56

Li Qereqolên Kurdistanê hin avahiyên din hatin zêdekirin. Avahiyên AKP’ê yên li Kurdistanê êdî bûne navendên binçavkirinê.

Li Qereqolên Kurdistanê hin avahiyên din hatin zêdekirin. Avahiyên AKP’ê yên li Kurdistanê êdî bûne navendên binçavkirinê. Kesên ku têne binçavkirin dibin avahiyên AKP’ê û ji wir jî bi wesayîtan dibin midûriyeta polîsan

Avahiya AKP’ê bû navenda binçavkirinê

Li qereqolên Kurdistanê hin avahiyên din hatin zêdekirin. Avahiyên AKP’ê yên li Kurdistanê êdî bûne navendên binçavkirinê. Kesên ku têne binçavkirin dibin avahiyên AKP’ê. Li Amedê bûyerên piştî mudexaleya polîsan derketibûn li tevahiya bajar belav bûn. Di encama bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kes jî ji ber bombeyên gazê jixwe çûn. Polîsan di çalakiyê de bi copan camên avahiya BDP’ê û otobusê şikandin. Her wiha tekerên wesayîtên li ber avahiyê jî bi kêran teqandin. Hate dîtin ku polîsan welatiyên hatine binçavikirin birin avahiya AKP’ê ya Bajar, piştre jî bi wesayitan birin midûriyeta polîsan. Bi vê yekê careke din derket holê ku AKP milê xwe daye milê polîsan û li dijî gelê kurd terorê dimeşîne.  Ev dîmenê ku li kêlekê her tiştî bi awayekî aşkera vedibêje, hewcedariyê bi tu gotinê nahêle.

Girseya ku li ber avahiya BDP’a Amedê mudaxaleya polîsan a li hemberî çalakiyên şermezarkirina ‘Doza KCK’ê’ û biryara YSK’ê ya vetoyê protesto dikir dema dest bi meşê kir, rastî mudaxaleya polîsan hat. Bi sedan bombeyên gazê hatin bikaranîn. Avahiya AKP’ê jî wek qereqol hate bikaranîn û kesên hatin binçavkirin, birin wê derê

Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP’a Amedê mudaxaleya polîsan a li hemberî çalakiyên şermezarkirina ‘Doza KCK’ê’ û biryara YSK’ê ya vetoyê protesto dikir, slogan berz kirin û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yên KCK’ê vekirin. Li hemberî tedbîrên midûriyata polîsan, gelek kamyon û wesayîtên kar ên hatine ber avahiya BDP’ê ya bajêr, barîkat danîn. Ciwanên ku li ser wesayîtên kar alên PKK’ê vekirin, sloganên “Amed raperîn e, ji Ocalan re slav e” berz kirin.

DI DESTPÊKA MEŞÊ DE ÊRÎŞ

Li gel ku polîsan tedbîrên gelek berfireh girtibûn, girseyê piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir. Parlamentera BDP’ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, Şaredarê Bajarê Mezîn Osman Baydemîr û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevli meşê bûn. Piştî demekê, polîsan bi bombeyên gazê, fişekên hewayî û ava şid mudaxale li girseyê kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da polîsan. Polîsan gelek bombeyên gazê avêtin avahiya BDP’ê ya Amedê û bajar vegeriya qada şer. Li hemberî tedbîrên midûriyeta polîsan gelek kamyon û wesayîtên kar jî li ber avahiya BDP’ê barîkat danîn. Hate dîtin ku polîsan tekerên van wesayîtan bi kêrê çirandine.

QEREQOLA AKP’Ê

Li gel ku bûyer li tevahiya bajar belav bûn, girseyê li navçeyên Rezan û Peyasê rê li trafîkê girtin û barîkat danîn ser rêyan. Di encama bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kes jî ji ber bombeyên gazê ji xwe çûn. 6 kesên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, birin avahiya AKP’ê ya Bajêr, piştre jî bi wesayitan, ji wir birin midûriyeta polîsan.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Li aliyê din, gelek kesên ji ber gazê ji xwe çûne û birîndar bûne, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan. Bi sedan kesên di avahiya BDP’ê ya bajêr de asê mabûn jî, ji bo helwesta polîsan şermezar bikin, çalakiya rûniştinê lidar xistin. Girseyê bi qalikên fişekên bombeyên gazê yên vala, li erdê ‘PKK’ nivîsandin.-Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş202Paylaş127
Önceki yazı

Kansız İç Savaş Türkiye’yi Bölüyor

Sonraki Haber

21 – 28 Şubat 2010 Kronolojisi

Son HABERLER

Basından Seçmeler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

Yayınlayan Lêkolîn
5 May 2020
0
1.5k

Cizre Belediyesi’ne kayyum atandıktan sonra...

Daha fazla okuDetails

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 May 2020
1.6k

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 May 2020
1.5k

Astana öncesi Bab ateşi

5 May 2020
1.5k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    553 Paylaşım
    Paylaş 221 Paylaş 138
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    729 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 182
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç