13 Eylül 2018 Perşembe Saat 14:29
Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistana
Federal Sefîn Dizayî, di daxuyanîyekî rojnamevanî de, li şuna bêje mafê İran û
Tirkiyê nine sinorên me derbaz bikin berpirsyartîya êrîşa li Koyê û bombebarana
navçeyên sinorên herêma Kurdistanê xist situyê PKK’ê û partîyên Rojhilatê
Kurdistanê de. Duh nivê şevê herêma Bradost disan hat bombebaran kirin û xelkê
herêmê neçar bun ku ji malên xwe derkevin.
Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistana
Federal Sefîn Dizayî, berpirsyartîya êrîşa li Koyê û bombebarana navçeyên
sinorên herêma Kurdistanê xist situyê PKK’ê û partîyên Rojhilatê Kurdistanê û
got ‘’Ji ber hebuna PKK’ê û partîyên Rojhilatê Kurdistanê, ev herêm dibin armanca
êrişên bombebarana İran û Tirkîyê. Rewşekî wisan derketîye ku navçeyên li ser
sînoran bibine cihê şer û tesfîyekirina hesabên van hêzan’’.
Ev daxuanîya Sefîn Dizayî di demekî
de tê ku dewleta dagirker ya Tirkîyê bê navber sinorên Herêma Kurdistanê topbaran
dike û bi dehan km xaka Kurdistanê dagir kirîye, di hemen demê de êrîşa Rejima
Îranê ya li ser baregeha PDK-İ li Koyê hatî li darxistine.
Sefîn Dizayî ku di heman demê de Endamê
Rêveberîya Giştî ya PDK’ê ye, tu caran li hember hêzên ku êriş dikin ser xaka
herêma Kurdistanê bertek nişan nedaye dibêje, ‘’Me gelek caran ji van hêzan
xwest ku rewşa Kurdistanê li ber çav bigirin û bi taybet xelkê sivîl nebe
armanc’’.
‘Berpirsên Hukumetê Di Xewa Şirîn Dene’
Duh di seetên derengî şevê de,
balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker sînorên başurê Kurdistanê navçeyên
girêdayî herêma Bradost topbaran kirin. Gelê herêmê neçar man derengîya şevê ji
malên xwe derkevin û bi kevin ser rêyan. Hemwelatîyê bi navê W.E.B li hember
êrişê ne razîbuna xwe anî ziman û diyar kir: ‘’berpirsên Hukumetê di xewa xwe
ya şirîn dene xelkê feqir û hejar jî koçberên ser rêyane. Em perîşan bune ma vê
saeta şevê em bi kuve herin’’.
Piştî
civîna İran, Tirkiye û Rusya li Tehran’ê, rejima İranê di 8’ê İlûnê de bi
fuzeyan êriş kiribû ser baregeha PDK-İ û PAK’ê, di encam de 14 kesan jiyana xwe
ji dest dabûn.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
‘Berpirsên Hukumetê Di Xewa Şirîn Dene’Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê