KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result
Home Bölümler Kadın

Bêrîtan Xeta Azadiyê ye

15 Mart 2020
in Kadın
1.6k
VIEWS
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

25 Ekim 2011 Salı Saat 14:04

Bêrîtan xeta azadiyê ye Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ronahiya jiyana azad û pêşenga têkoşîna jinan bû.

Bêrîtan xeta azadiyê ye Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ronahiya jiyana azad û pêşenga têkoşîna jinan bû. Bêrîtan li hember dagirkeriya dijmin çalakiyeke fedaîtî kir û di ser çalakiyê re 19 sal derbas bûn dîsa jî Bêrîtan di dilê her kurdekî de dijî

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi eslê xwe ji Dêrsimê ye. Ew di sala 1971’an de li Solhanê ji dayik bûye. Heta ku biçe zanîngehê li Elezîzê dijî. Piştre ji bo zanîngehê diçe Stenbolê.

Salên 1990’î li Kurdistanê salên bi agir bûn. Ev agir di dilê hemû kesên ku digotin “ez Kurdekî bi rûmet im de vêdiket. Her wiha agir herî baş li çiya vêdikeve. Xweşikbûna Cûdiyê wê jî kişand. Piştî Cûdiyê derbasî Geliyê Azadiyê bû. Li vir çû kampa şervanên nû. Piştî demekê di bihara 1992’yan de bi heyecaneke mezin dixwaze derbasî pratîkê bibe. Lê ew ji bo çapemeniyê tê peywirdarkirin. Dilê wê îsyan dike, lê li hemberî vê yekê dernakeve.

Di sala 1992’yan de nokeriya kurdan bi tevê neyarên kurd dest bi êrîşê kir. Ji ber vê yekê gelek şervan şehîd ketin. Bêrîtan jî tevli şer û pevçûnan dibe. Di pevçûnan de gelek hevalên wê şehîd ketibûn. Hestên wê tevlihev bûn. Bi hêrs bû. Bi taybetî jî li hemberî îxanetkarên kurd pir bi hêrs bû. Ev kurdên çawa bûn, çawa dixwestin darbeyê li şerê azadiya kurdan bixin? Ji ber vê yekê li ber çavên wê ji dijmin xirabtir bûn. Di dilê xwe de li hemberî îxanetê hêrsa ku ji pola mezin dikir. Dê tu caran teslîm nebûna. Ji ber ew hîn bibû ku her tim bedela jiyanê heye. Ji ber vê yekê jî pêşengtiya şoreşê kir.

BI TÎPÊN ZÊRÎN NIVÎSÎ

Bêrîtan Hêvî di 25’ê cotmeha 1992’an de, di şerê başûrê Kurdistanê de ku Artêşa Tirk û PDK’ê di heman eniyê de li hemberî PKK’ê şer dikirin de, têdikoşe û heta fîşeka xwe ya dawî pevçûnên dijwar didomîne. Piştî ku fîşekên wê diqedin çeka xwe dişkîne û ji bo dîl neyê girtin xwe ji latên bilind diavêje û xeta fedaîtiyê pêşdixe. Bêrîtan bi vê yekê û sekna xwe pêşengtiyê ji jina kurd re dike. Bêrîtan her tim li hemberî desthilatdariyê têkoşîn kiriye.

Di têkoşîna azadiyê de bi lehengtiyek pir mezin pêşengtî dikir û têdikoşiya. Evîna dilê heval Bêrîtan her tim çiyayên Kurdistanê bûn tu kesî nedikarî wê ji vê têkoşîna bi rûmet û bi nirx cuda bike.

Bêrîtan bi vê çalakiya xwe ya fedaîtiyê dibe sembola ji bo têkoşîna jinên kurd, ger ku îro tevgerek azadiyê ya jinê heye bisaya hevela Bêrîtan çêbûye. Bêrîtan cihê xwe di dilê hemû gelê kurd û jinên kurd de çêkiriye. Bêrîtan li hemberî koletî, înkar, îmha û biçûk dîtin û li hember zîhniyeta kevne perest tu caran qebûl nedikir û tu caran jî tawîz nedida zîhniyeta feodal ya ku dixwast jinê kole bihêle têdikoşiya. Bi vê sekna xwe ya qehreman navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsî.

BI HEZARAN BÊRÎTAN

Ji ber dijmin xwestiye gelê kurd wek gelekî nas neke, nezanbe, xwe nasneke, kolebihêle, îmha û înkar bike ev jî bi lehengiya Bêrîtan têk çû. Polîtîkaya dewleta tirk û PDK li hemberî vê çalakiya Fedaîtî hemû tiştên wan ji binî de têkçûn û Bêrîtan ji bûna jina kurd berxwedanek da destpê kirin îro jin bi saya vê têkoşînê jin xwe naskir xwedî li têkoşîna azadiyê derket û bi hezaran jinên ciwan li peyşopa Bêrîtanê li çiyayên Kurdistanê têkoşînê dikin. Gelê Başûr jî bi vê çalakiya Bêrîtanê bi bandor dibin û piştî vê gelek kesan navên keçên xwe kirin Bêrîtan. Niha bi hezaran Bêrîtan li çiyayên Kurdistan li bajarên kurdan dijîn û têkoşînê dikin.

Bêrîtan kesayeta jin a xweser, zana û rêxistin kiriye. Divê hemû jin bigiyana Bêrîtan û çanda ku li dû xwe hiştiye bi hişyarî tevbigerin û pê şoreşa xwe ji polîtîka û hesabên dagirkeran û desthilatdarên li ser Kurdistanê re nehêle.

Zerya Cîlo/Behdînan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share218Tweet136
Previous Post

Karayılan: YSK Kararı Çözüm Beklentisine Darbedir

Next Post

N.Ç.’Nin Tecavüzcüleri AKP’li Çıktı!

Son HABERLER

Haberler

Şehba’da Sivil Kurumlar İşgal Edildi; Kadın Öğretmenler Hedef Alındı- HABER ANALİZ

by Lekolin
10 Temmuz 2025
0
1.5k

Türk devletinin işgali altındaki bölgeler...

Read moreDetails

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025
1.5k

Sosyalizm Odağında Jin Jiyan Azadî Felsefesi

31 Mayıs 2025
1.5k

Eril Zihniyetin Yozlaştırdığı Toplum

23 Ekim 2024
1.5k

YAZARLAR

Ari Tufan
  • “Aşiret Ordusu” Adı Altında Uyuyan Hücreler Harekete Geçiriliyor- HABER ANALİZ
Atakan Engin
  • DAİŞ’ten Sonra Yeni Tetikçi Güç Sunni Türkmenler mi?
Cemal Şerik
  • SAFLAR NETLEŞMİŞTİR
Fırat Ali
  • TC ve HTŞ Dünyanın Gözü Önünde Alevileri Katletmeye Devam Ediyor-HABER ANALİZ
Kendal Bagok
  • ABD’nin PKK Stratejisi
Leyla Egid
  • Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu
Mehmet Gören
  • Bu Tür Türklükten Her Türlü Pislik Ve Suç Çıkar
Militan Rêhat
  • Suriye’de MİT Eliyle Hortlatılan Cihadist Çete Grupları- ÖZEL DOSYA
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et