No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

Bi Hezaran Kes Jibo Xwe Parastina Bi Kurdî Kom Bûn

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A
Home Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

22 Ekim 2010 Cuma Saat 12:52

Bi hezaran kes li ber dadgeha Amedê kom bûn û piştgirî dan siyasetmedarên kurd yên tên darizandin. Girseyê, bi pankart û dowîzan redkirina parastina kurdî şermezarkirin.

Bi hezaran kes li ber dadgeha Amedê kom bûn û piştgirî dan siyasetmedarên kurd yên tên darizandin. Girseyê, bi pankart û dowîzan redkirina parastina kurdî şermezarkirin.

Cigira Serokê Koma BDP’ê Ayla Akat Ata, diyar kir ku yekemîn gava çareseriya pirsgirêkê serbest berdana 1700 siyasetmedarên kurd e.

Ji bo piştiyara siyasetmedarên kurd a îro bi hezaran kes li ber Adliyeya Amedê hate cem hev. Girseya li Navenda Rihayê, navçeyên Sur, Kayapinar, Ferqîn, Bîsmîl, Pîran, Çinar, Hênê, Karaz, Lîcê û Hezroyê yên Amedê hatin li Qada Deriyê Çiya hatin cem hev û ber bi adliyeyê ve meşiyan.

Ji bîlî BDP’ê Diyar Goç-Der, Komeleya Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsanê Diyar TUHAD-DER, MEYADER’ê jî piştgirî dan meşê. Di meşê de pankartên “Azadiya siyasemetdarên kurd azadiya gelê kurd e”, “Bila siyasetmedarên Kurd neyên darizandin, bila yên ku 4 hezar gundên Kurdan şewitandin bêne darizandin”, “Em xweseriya demokratik silav dikin”, “Em berxwedana we ya bi rûmet silav dikin”, “Azadî jı bo siyasetmedarên demokratîk”, “Ji qirkirina siyasî re dawî ji girtiyan re azadî”, “Parastina bi Kurd û parastina gel e Kurd e” û “Hûn nikarin kelemçe li zimanê me bixin” vekirin û diruşmên “Ocalan”, “Bijî serok Apo” û “PKK gele gel li vir e.” qêriyan.

Meş li ber Şaredariya Bajarê Mezinên a Amedê bi dawî bû. Rêveberên Rêxistina BDP’ê ya Surê û endamên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê jî bi erbaneyan hatin ber şaredariyê.

BILA SEROKWEZÎR WEK GELÊ ME WÊREK BE

Cîgira Serokê Koma BDP’ê Ayla Akat Ata, anî ziman ku siyasetmedarên kurd tu caran bêdeng nabin û wiha axivî: “Cıvata Heyeta Dadgehê bi israr dixwaze îdîanameyê bixwîne. Bi xwendina îdîanameyê dixwazin ji şandên derve hatin balê bikşînin. Îdîanameyê hemûyê bixwînin jî hevalên me suçdar nayên dîtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gava yekemîn serbestberdana siyasetmedarên kurd e. Ger Serokwezîr dê gavê pavêje bila hîn gelê hatî ev qad dagirtî bi wêrek be. Aştî ji zer zihmet tir e.”

Sekna girseyê dê heta dawiya danişînê bidome.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share201Tweet126
Previous Post

Li Cindirisê Ji Bo Riyeke Leşkerî Gelek Xanî û Dar hatin rakirin

Next Post

FÊMKİRİN Û HÎSKİRİN

Lekolin

Lekolin

Next Post

FÊMKİRİN Û HÎSKİRİN

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi