KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

FÊMKİRİN Û HÎSKİRİN

15 March 2020
Kategori: Okuyucudan
259 3
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

11 Nisan 2014 Cuma Saat 05:52

Li gori min çawa ku ceste bêyî ruh nabe, yan ji bo ceste bibe ceste û hebûna xwe diyar bike pêwîstî bi hêzeke ku karibe hebûna wî cesteyî bide diyarkirin heye

Têghiştina hebûnê hêj yek ji têgiştinên sereke yên ku di felsefeyê de dibe mijara nîqaşê ye. Li ber serê hebûnê zeman jî heye. Mirov nikare herduyan ji hev cuda bike, çawa ku hebûn bê zeman nabe, zeman jî bê hebûn nabe. Meha Adarê û hemû demên salê jî weke vê têgihiştinê ne , ji hev cudakirin ne gengaz e. Zeman bi temamî bi hebûnê re girêdayî ye. Têkiliya di navbera herduyan de heyî, herî zêde bi bûyînê re heye . Adar jî, bi tevahî bi biharê re girêdayî ye. Têkiliya di navbera herduyan de herî zêde bi bişkivîna xwezaya ekolojîk ve girêdayî ye.

Li gori min çawa ku ceste bêyî ruh nabe, yan ji bo ceste bibe ceste û hebûna xwe diyar bike pêwîstî bi hêzeke ku karibe hebûna wî cesteyî bide diyarkirin heye. Bêguman, ya hebûna ceste diyar dike jî ruh bi xwe ye. Meha Adarê û hemû mehên salê jî weke hebûn û zeman an jî weke ruh û cestene, zincîrwarî bi xelekan bi hev re girêdayî ne. Yek yekê temam dike. Lê meha herî zêde nêzî rastî û heqîqeta salê ye, Adar bi xwe ye.

Çawa ku Mezepotamya bû dergûşa hemû mirovatiyê, ji çanda gelên azadîxwaz û hemû civakên li derveyî desthilatdariya mêtînger re jî pêşengî kiriye, wisa jî, meha Adarê ji hemû mehên salê re dergûşî û serkêşiyê dike.

Bi taybet meha Adarê ji bo gelê Kurd û hemü gelên mazlum û bindest li hember hêzên dagirker,desthilatdar û dijminê gelan bûye meha berxwedan û têkoşînê. Sedema serke ya pîroziya vê mehê, serkeftina Kawayê Hesinkar a li hember Dehakê zalîm e. Di vê mehê de agirê azadiyê ji aliyê Kawa ve tê pêxistin û ronahiya xwe dide gelên herêmê yên bindest. Ev meh, meha geşbûna agirê azadî û serkeftina rûmetê ye.

Adar roja nû. An ku Newroz e. Adar mizgîniya hatina biharê û coş û kelecana dilê xwezayê ye. Di dîroka gelê Kurd de Adar, bi Newrozê ketina keft û lefta têkoşînê û beza ber bi azadiyê ve ye. Adar dawiya zivistanê, destpêka herikîna xweşikiyên salê ye. Çawa Newroz roja nû ye, di heman demê de li hember bêdadî, zilm, zor û zehmetiyan serîrakirin û meha raperînan e. Lewma Adar, meha cejn û pîrozbahiyên hest û ramanên gel û civakên azadîxwaz û xweragir e.

Zivistan, bi cemed û sira xwe, bi seqem û sariya xwe, bi bêderametiya xwe herî zêde zilamê serdest û çanda bavselariyê tîne bîra min. Lewma ji bo min Adar çanda dayîkê, herikbariya jiyana afirîner û parvekin û xweşikbûna jiyana azad e. Adar jin û dayîkek afirîner û berxwedêre li hemberî sir û seqemên sivistanê. Bi germiya xwe Adar hembêza dayîka min a pîroz e.

Bi pir rengî, pir dengî, xeml û xêla xwe ve meha azadî, xwişk û biratiya gelan, meha bedewî û delaliya parvekirinane Adar. Adar banoya salê, serkêşa govenda têkoşînê ye di hiş û hestê her mirovek azadîxwaz de.

Zerdeşt Şengalî

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş204Paylaş127
Önceki yazı

Bi Hezaran Kes Jibo Xwe Parastina Bi Kurdî Kom Bûn

Sonraki Haber

Komünar Sitesi Yayında

Son HABERLER

Okuyucudan

Batman Belediye işçilerinden AKP-Erdoğan rejimi ve kayyımına İslamiyet dersi

Yayınlayan Lêkolîn
15 March 2020
0
1.5k

Gün geçmiyor AKP faşist rejiminin,...

Daha fazla okuDetails

Kapitalizm, fabrika ayarlarına mı dönüyor?

15 March 2020
1.5k

Herkes AKP’li olmak zorunda mı? Tabi ki “Hayır!

15 March 2020
1.5k

Türkiye Suriyeleşmiyorsa nedeni Öcalan’ın paradigmasıdır

15 March 2020
1.5k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    844 Paylaşım
    Paylaş 338 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    565 Paylaşım
    Paylaş 226 Paylaş 141
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12816 Paylaşım
    Paylaş 5126 Paylaş 3204
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12754 Paylaşım
    Paylaş 5102 Paylaş 3189
  • İşgalci TC Okulları DAİŞ Eğitim Merkezine Dönüştürdü-ÖZEL HABER

    12615 Paylaşım
    Paylaş 5046 Paylaş 3154

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç