19 Mart 2016 Cumartesi Saat 13:38
Li Suriyê ku şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike,
dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên hovane jibilî qetilkirina bi
hezaran mirovanên bê parastin cih û warên kevnare jî tune dike. Berhemiyên ji
ber bajarê Palmîra ku di sala 1980’an de ketibû Lîsteya Mîrasa Cîhanê ya
UNESCO’yê jî hilweşiya. Peykerên mirovan ên di goran de derheqê jiyana civakî
ya Palmîrayan de dida
Ji hêla lêkolînvanan ve ku Palmîrayan, wek civakekî ku di
nava Romayiyan û Mezopotamyan de mane û ji her du çandan jî bandor girtine, ji
şêwaza lixwekirinê heta dan û standina civakî şopên Helen, Kurdistan û Pers an
hene, derxistibûn holê. Beşek mezin a Mabeda Bel a ku sembola bajarê ku ji B.Z.
sedsala 19’emîn de maye di encama êrişên DAIŞ’ê ve hatine hilweşandin. Mabedên
bajarê kevnare de, gor û sitûnên di navê de hatine tar û markirin.
Wateya Palmîra ku bi erebî tê gotin Tadmûr, bi zimanê
suryanî û aramî tê wateya ‘mucîze’ yê. Bajarê mucîzeyan û ji ber di nava çolê
de bi darên palmiyê dorpêçkirî ye navê ‘bûka çolê’ lê hatiye danîn, niha navê
wê bi ‘mîrateya mirovahiyê ya hatî qetilkirin’ tê bîranîn.
Şervan Melîke:
Zenobîa
Dema qala bajarê Palmîra tê kirin navê herî girîng a tê
pêşiya me Melîke (Qralîçe) Zenobîa ye. Zenobîa ku di sedsala 3’yemîn de
Melîkeyê Misirê bû ji hemcinsê an jî hemnîjadê Kleopatra ya vIII. tê, bi
xweşikbûna xwe nav û deng bû. Qralîçe di dema rêveberiya wê de Lubnan,
Filîstîn, Misir, heremên rojhilat û başurê Anatoliyayê di bin qontrola wê de
bûn, her wiha bi zimanê Yunana kevnar, aramî, erebî û latînî dizanibû û di serî
de nivîskarên yunanî yên wek e Homeros û Eflatûn dişopand.
Taybetmendiya Zenobîa ya herî derdiket pêş jî şervantiya wê
bû. Zenobîa bi leşkeran re hespê dajot û ji ber dikaribû bi kîlometreyan
bimeşiya wek e ‘Qralîçeya şervan’ dihat nasîn.
Di Axên Cîranê Zenobîa
De Vejîn
Îro jî li nêzî Palmîrayê, dîrok bi jinên bi çekdar re
hevnasîn. Me wan li hemberê terorîstên ku hov û ji hemû nirxên exleqî dûr in,
dema parastina cewherî ya gelê xwe dikin, dît. Kurdên Rojava ku di Başurê
Kurdistanê de di sala 2003’an de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re dest bi
lêgerîna şoreşê hate kirin, di 19’ê tîrmeha 2012’an de bi rizgarkirina Kobanê
re derket zîrveyê, bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ku hêza pêşengtiya
şoreşê dikir re derbarê paşeroja Rojhilata Navîn re di hêla leşkerî de
pêşketineke girîng çêkir. Jinên kurd di sala 2012’an de bi lidarxistina
konferansekî re di sala 2013’an de avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re,
bi pratîkên xwe dane nîşandan ku derbarê jinê de gotineke wan heye.
Jinên YPJ’yî ku bi Silava re bûn deng, bi Arîn re bûne
‘Agir’, bûn tirs û xova dilê çeteyên DAIŞ’ê ku damarên çokên dewletên Rojhilata
Navîn û cîhanê qetandibûn. Jinên YPJ’yî ku li hemberê feraseta Selefî-cîhatkar
ên jibilî têkoşîna gel jinê tune dihesiband wek e modelek derket pêş, ji bo
Rojhilata Navîn riya ji nû ve ronahîkirina tarîtiyê vekir.
Ev jinên çekdar ku ji kevneşopa berxwedaniya hezaran salan
ên Kurdistaniyan hatine, di serî de bala jinên hemû jinên cîhanê û mirovahiyê
kişandin ser xwe. Sekina têkoşeriya jinên kurd ku piştî Xwedawend Îştarê ne, ji
qibeleya xwedawendaya gelên Anatoliyayê ya erdnigariya cîranê ye û yên ji pişt
qralîçeyê şervan ê Palmîrayê Zenobîa mane re jî bûn mînakek.
Qralîçeya Şaristaniya Palmîrayê Zenobîa ku li benda jinên di
axa wê de ne ji nû ve vejîne, bi derketina YPJ’ê re mirovên zanist jî îşareta
ku di Rojhilata Navîn de serdemekî dema xwe ya dawî dide, kirin. Jinên kurd ji
hemcinsên xwe re ji bo nasname-çand û wekheviyê dê çewa berxwedan bikin nîşan
dide û berdewam dike…
Jîr Arjîn
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info – www.navendalekolin.com