26 Eylül 2019 Perşembe Saat 05:20
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
23 îlonê şandeyekî
payebilid ji Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (PDK) li Hewlêr
ji bo nîqaşkirina nakokî û peywendiyên di navbera wan de bi endamên Mekteba
Siyasî ya Yekirtiya Niştîmaniya Kurdistan’ê (YNK) re civiyan. Li gorî agahiyên
ji çavkaniyek agahdar hatîn wergirtin, civîna PDK û YNK’ê ji ber bê
desthilatiya şandeya PDK’ê di mijarên hatîn nîqaş kirin de, bê encam bi dawî
bû.
Li gorî heman
çavkaniyê, YNK’ê di civînê de li ser mijara parêzgarê Kerkukê careke din dubare
şert û daxwazên xwe ji şandeya PDK’ê re ragihandin, lê şandeye PDK di derbarê
mijarê de tû bersivên zelal nedan û civîn hat bi dawî kirin.
‘Di van mijaran
de desthilata me nîne’
Endamên Mekteba
siyasî ya PDK’ê piştî nakokî û bûyerên heftiya borî di navbera wan û YNK’ê de
qaşo ji bo çareserkirina van pirsgirêkan seredana YNK’ê kir.
Li gorî agahiyan di
civînê de YNK’ê di sê mijaran de dilgiraniya xwe anîn ziman û evin binpêkirina
hevpeymana wan li ser îdareya Kerkukê, bê bandorkirina Cêgirê Serokê Hukumetê
Qubat Telebanî û wezîrên li ser pişka YNK’ê di kabîneya nû ya dibin serokatiya
Mesrûr Barzanî de û paşgûhxistina goftûgu û çareseriya pirsgirêkan ji aliyê
PDK’ê ve.
Hat diyar kirin ku
YNK’ê xwestiye şertên wan yên di mijara îdareya Kerkuk û kombûna meclisa bajêr
de werin berçav girtin û hevpeymana di navbera wan de ji bo namzetê hevbeş,
weke xwe were bi cih kirin.
Hat zanîn ku
şandeya PDK’ê di van mijaran de bersiva ‘’di van mijara de desthilata me nîne
divê ev mijar bi serwerên partiyê re werin nîqaş kirin’’ dane aliyê YNK’ê.
Gelo di PDK’ê de
biryara dawî kes yan encûmena rêveberiyê dide?
Ji bo çareserkirina
pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê de şandeyek payebilind ji endamên Mekteba
Siyasî ya PDK ku ji Sekreterê giştî yê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî, Endamê
Mekteba Siyasî ya PDK û wezîrê berê yê wezareta darayî ya İraqê Huşyar zêbarî, Endamê
Mekteba Siyasî û Berpirsê Encûmena Rêveberiya Parêzgeha Hewlêr a PDK’ê Kakemîn
Necar û Endamê Mekteba Siyasî PDK’ê Cehfer Emînkî pêk dihat, li Hewlêr bi
rayedarên YNK’ê re civiyan.
Li gorî agahiyan li
rexmê berpirsên payebilind yên PDK’ê civîn ji ber sedema nebûna ‘’desthilata
endamên Mekteba Siyasî’’ civîn bê encam hat bi dawî kirin. Ev helwesta PDK’ê
pirsa gelo di PDK’ê de biryara dawî kes yan encûmena rêveberiyê dide? tê hişê
mirov.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
‘Di van mijaran
de desthilata me nîne’Gelo di PDK’ê de
biryara dawî kes yan encûmena rêveberiyê dide?Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê