27 Haziran 2019 Perşembe Saat 10:01
0
21
:” ”
:””
” “,
:” ”
Li gorî agahiyên ji hinek
siyasetmendarên İraqê hatine girtin Serokê hukumeta Iraqê yê berê Heyder
Ebadî, di derbarê bê qanunî firotina petrolê ya Tirkiyê, li ser hukumeta Başurê
Kurdistanê doz vekiriye. Lê piştî ku Adil Ebdulmehdî ji bo Serokwezîrtiyê hat
hilbijartin, Tirkiye bi rêya Mesut Barzanî ketin nava hewildanan. Hat zanîn, Tirkiyê
û PDK ji bo ev doz 5 sala were taluq kirin, Serokwerzîrê İraqê Ebdulmehdî razî
kirine. Bi vî awayî doza li hemberî Tirkiyê hatibu vekirin heya demekê serê wê
hat girtin.
Tê gotin ku, li herêma
Kurdistanê heya niha dahata petrola ku bê qanun hatî firotin 26 milyar dolar e.
Ji parlementerên İraqê daxwaza şopandina dozê
Piştî ku hat zanîn wê doz
were taluq kirin û ser were girtin, Parlementerê Parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed jî li ser lihevkirina neftê
ya 50 salan di navbera Hewlêr-Enqerê de ji bo lêpirsînê bi nivîskî daxwaznameyek
fermî ji Serokwezîrê Iraqê û Desteya Bilind a Nehiştina Gendeliyê re şand.
Daxwazname wihaye ‘’ji bo zelalkirin û parastina
çavkaniyên netewî, bila daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan, bi taybetî Serokê
Berê yê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî û
Waliyê Berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm were kirin ku naveroka van
rêkeftinên dinavbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiye de eşkere bikin’’.
Di Navbera
Hewlêr û Bexda de Bazara Nefta Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî piştî
hilbijartina xwe despêkê çu Bexda û bi Serokwezîrê İraqê Adil Ebdulmehdî re
runişt. Hat diyarkirin ku di civînê de Barzanî û Ebdulmehdî li ser petrola
herêma Kurdistanê lihevhatine. Li gorî lihevhatina aliyan wê herêma Kurdistanê
rojane 250 hezar bermîl neft radestî Iraqê bike û li hember wê PDK baregehên
xwe li Kerkukê veke. Hevpeymana ku di navbera herdu aliyan de hatiye kirin, wê
piştî temambuna avabuna hukumeta Iraqê bi fermî bixin meryetê. Her wiha hat
zanîn ku, bi temamî agahiya Tirkiyê ji van hevpeymanan heye û ji nêz ve
çavdêriyê dike.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Ji parlementerên İraqê daxwaza şopandina dozêDi Navbera
Hewlêr û Bexda de Bazara Nefta Herêma KurdistanêNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê