No Result
View All Result
  • Anasayfa
No Result
View All Result
  • Anasayfa

Derket Holê Ku Berpirsiyarê Krîza YSK’ê AKP Ye

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Basından Seçmeler
Reading Time: 2 mins read
A A
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

23 Haziran 2011 Perşembe Saat 18:04

Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya betalkirina parlamenteriya Hatîp Dicle ku bû sedema kriza siyasî hîn tê niqaşkirin.

Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya betalkirina parlamenteriya Hatîp Dicle ku bû sedema kriza siyasî hîn tê niqaşkirin. Rêyedarên hikûmetê jî di vê mijarê de daxuyaniyên wekî “Ev biryara dadgeriyê ye divê hemû kes jê re rêzê bigirin û tiştek ku em bikin tuneye” didin û rojnameyên nêzikê AKP’ê ên wekî Yenî Şafak’ê jî krîzê bi manşetên wekî, “Hevkariya BDP û YSK” di nirxîn in. Li gel vê helwesta hikûmetê ku dixwaze xwe ji berpirsiyarê bişo derket holê ku krîz bi serlêdana AKP’ê derketiye holê. Li gor angaşta rojnameya Cumhuriyetê, rewşa Dicle beriya YSK’ê li AKP hate nirxandin û Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Haluk İpek serî li YSK’ê da û xwest ku parlamenteriya Dicle bikeve. YSK’ê jî li ser vê yekê biryar da.

Parlamenterê êniya Ked, Demokrasî û Azadiyê Hatîp Dicle beriya hilbijartinê vize stand û kete hilbijartinan. Bi dengekî rekor ji aliyê Amediyan ve wekî parlamenter hate hilbijartin. Lê parlamenteriya Hatîp Dîcle ji aliyê YSK’ê ve hate betalkirin û ev yek bû sedema krîza sîyasî. Ji ber vê krîzê jî zedetir YSK tê rexnekirin û berpirsiyar tê girtin. Lê derket holê ku berpirsiyarê vê krizê AKP ye. Li gor angaşta rojnameya Cumhuriyet û gelek rojnameyên din jî YSK’ê li ser serlêdana AKP’ê biryara betalkirina parlamenteriya Hatip Dicle da.

Ji bo parlamenterek zêde Tirkiyeyê avêtin agir

Li gor vê angaştê, piştî hilbijartinê rewşa parlamenteriya Hatîp Dîcle beriya YSK’ê ewil di lijneyên berpirsiyarên yên
AKP’ê de hate nirxandin. Piştî van nirxandina hiqûqnasên AKP’ê biryara Dadgeha Bilind ku 2 roj beriya hilbijartinê cezayê Dîcle erê kiribû kirin sedema serlêdana YSK’ê. Li gor vê yekê AKP gihîşt encama, “Dîcle di van şertan de nikare bibe parlamenter” û li ser vê yekê jî serlêdana YSK’ê kir. Di bin daxwaznameya serlêdana li YSK’ê de jî imzaya Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Haluk Îpek cîh girt. Di daxwaznameyê de biryara Dadgeha Bilind ya derbarê Dicle de hate bibîrxistin hate gotin ku li gor zagon û makezagonan Dîcle nikare bibe parlamenter. Disa xalên têkildar jî hate destnişankirin û hate xwestin ku parlamenteriya Dîcle bê betalkirin. Piştî vê biryarê jî namzeta AKP’ê Oya Eronat, serî li Lijneya Hilbijartina Bilind ya Amedê da û mazbatayê li şuna Dîcle stand.

Niha xwe ji berpirsiyariyê dişon

YSK’ê jî piştî lêkolînê li gor daxwaza AKP’ê parlamenteriya Dîcle betalkir. Ev yek bû sedema krîzça siyasî û rêyedarên AKP’ê jî wekî ku haya wan ji biryarê tunebe daxuyaniyên wekî, “Ev biryara dadgeriyê ye bila hemû kes jê re hurmet bigre û tiştek ku bê nikirin nemaye” dan û bi vê yekê jî xwestin ku xwe ji berpirsiyariyê bişon. Heya gavek pêş de jî çûn ji krizê mexdurên krizê yanê aliyê kurd beryirsiyar girtin. Rojnameya aligirê AKP jî îro krizê bi manşeta, “Hevkariya YSK-BDP” nirxand.-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share200Tweet125
Previous Post

“Türkiye’de Basın Özgürlüğü Geriledi

Next Post

16-30 Kasım Kronolojisi

Lekolin

Lekolin

RelatedPosts

Basından Seçmeler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

by Lekolin
5 Mayıs 2020
0

Cizre Belediyesi’ne kayyum atandıktan sonra bütün yatırımlar “güvenlik” temelli yapılıyor. Personel alımlarının da AKP kadın ve gençlik kollarına bırakıldığı belediyede,...

Read more

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 Mayıs 2020

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 Mayıs 2020

Astana öncesi Bab ateşi

5 Mayıs 2020

Mesele dolar değil

5 Mayıs 2020
Next Post

16-30 Kasım Kronolojisi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi